Boykot û Paşeroja Me!
Kakşar Oremar
Email:kakşaroremar@gmail.com
Sala 1979an li seranserî Îranê referandûmek çêbû. Şoreşa gelên Îranê li dijî selteneta dîktatorê demê Mihemed Riza Pehlewî biser ketibû. Sîstema
cihê xwe da sîstema komarê. Efsarê hereketê çep wergerî û ket destê Ayetulah Xumêynî. Kesê ku beriya vegera Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo wek nunerê doza azadîxwaziya Kurdistanê li Parîsê pêre hevdîtin çêkiribû. Xumêynî bi navê dîn û ol di yekemîn roja vegera Îranê de wiha axivîbû:“ Ezê bi navê gel dewletê pêk bînim…“.
Kesî nedizanî dewleta ku ew pêk tîne, çiye û xwedî çi naverokekê ye. Referandûm ji bo „erê“kirina hikûmeta nû ya li jêr navê „komara îslamiya Îran“ê bû. Bername û bi taybetî jî zagûna bingehîn a komara îslamî tejî nakokî bû. Îzah an jî şiroveyeke berfireh li ser wê zagûnê nehatibû kirin. Kurda bi dûrbîniyek zîrekane ew referandûm boykot kirin. Ev xebata dîrokî di bin pêşengiya her du lîderên wê demê Şêx Izzedîn Husêynî û Dr. Qasimlo da birêve diçû. Nunerên Kurd bi eşkerahî ji Xumêynî û hikûmeta nû re dawa mafê otonimî dikirin. Tiştê ku îro li bakurê Kurdistanê wek „xweseriya demokratîk“ tê binav kirin. Şêx Izzedîn Husyênî berevajî hemû rêberên din yên olî li dijî damezrandina „hikûmeteke dînî“ bû û „ol û siyaset“ ji hev cuda dikirin. Daxwaza Kurda çêkirina dewleteke otonom bû ku di çarçova sinorên Îranê da xwedî mafên xwe yên netewî bin. Wilayetên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û pareke ji wilayeta Loristanê axa rojhelatê Kurdistanê pêk tînin.
Hikûmeta otonom yê ji van wilayeta pêk bihata. Ji bo cih bi cihkirina van daxwazan Kurda heyetek çêkirin ku serkêşiya wê Ş.I. Husêynî dikir. Ji hêla dewletê ve jî heyetek li jêr serkêşiya Dariyuş Forouher çêbû. Xêrxwazên weke nemir Seyîd Mehmûd Talêqanî jî piştgîrî dan rêya çareseriyê, lê destên reş li pişt perdê senaryoyek nû li dijî Kurda amade dikirin!
Kurd bi yekdeng li dijî sîstema nû jî derketin. Rewşeke wiha tenê li Kurdistanê hebû û li ti devereke din ya Îranê hakimên nû yên komarê pêre rû bi rû nebûn. Kurd bibûn yek û piraniya wan dengê“ ne“ dan komara îslamiya Îranê. Di zagûna nû de mafê kêmnetewên millî û olî bi awayekî demokratîk nehatibû diyarkirin. Ji ber wê jî Kurda sîstema nû red kirin. Ev bû sedem ku Kurd weke hêzeke bi bandor li hemû Îranê xwedî hurmeteke mezin bin. Hingî jî kes û xulamokên weke Moftîzade hebûn ku li dijî helwesta piraniya Kurda ji komara îslamî ya Îranê re gotin:“erê“, lê piştre ew jî mîna gelek kesên din di zindanên wan de riziya û îro jî kes nizane çi bi serê wî anîn. Elbete encama xiyanet û xwefiroşiyê ji vê jî zêdetir nabe.
Li pey wê helwesta Kurda 19ê Tebaxa sala 1979an Xumêynî li dijî Kurda cihad da îlankirin. Serokkomarê wê demê Ebulhesen Benîsedir wiha qêriya:“ Heya yek dijberê şoreşê li Kurdistanê maye, potînên xwe dernexînin…“ Cinayetkarên weke Sadiq Xelxalî û Mola Hesenî weke qesaba ketina nava xelkê û bi sedan ciwan û kesên bêsûç gulebaran kirin. Cinayet li pey cinayetê, hovîtî neman ku wan li dijî doza Kurda pêk neanîn. Lê Kurd weke „hêzeke siyasî“ heya roja îro jî li dijî sîstema komara îslamî li ber xwe didin. Kurda herî dawî ew hêza xwe ya yekdest hingî dan xuyanîkirin ku mamosta Ferzad û hevalên wî ji hêla rayedarên „komara wehseht“ê ve hatin kuştin.
Îcar bi wê boykota sala 1979an re bizava Kurd ya siyasî li Îranê dest bi jiyaneke nû kir. Kurdistan bû navenda xebata hemû hêzên siyasî ku li dijî rejîmeke totalîter bûn.
Sala 1982an li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dîsa jî Kurd li dijî referandûma generalên darbeya leşkerî ya 12ê îlona sala 1980an sekinîn. Lê hingî Kurd weke îro bihêz nebûn. Li zagûna Tirkiyê ya bingehîn temaşe bikin. Gelo hûn di hemû rûpelên wê da tenê carekê jî peyva“ Kurd“ dibînin? 177 xalên wê baş bixwînin. Gelo di wê destûrê de cihê 25 milyon Kurdên bakurê Kurdistanê li ku ye? Çi mafên wan hene? an jî wek hinek Tirkên faşîst dibêjin:“ hemû hemwilatiyên di nava sinorên komara Tirkiyê de, Tirk in“?. Ger wiha be çi ferq di navbera faşîzim û sîstema wan de heye?
Tayyip Erdogan baş dizane ka çawa ji ol û dine îslamê sûdê bistîne û dîsa jî Kurda bixapîne. Osmanî û torinê wan Mistefa Kemal jî wiha anîbû serê me. Lê gelo emê dîsa bibine ava aşê dijminên xwe yên înkarger?
Li bakurê Kurdistanê xulamok, xwefiroş û caş belaşên me bila desrên îbretê ji qedera Moftîzade û xiyanetkarên din bistînin.
Êdî ne mumkine peywendiyên di navbera “Zagros û Amed, Qendîl û Wan, Agirî û Qers, Kirmaşan û Şaho, Urmiye û Çilmêrê Şehîda” û di peyvekê de „çiya, deşt û bajaran“ ji hev bê qetandin. Vê carê jî Kurd yê weke berê derseke baş bidene AKP û kesên ku bi pêşketina PKK û BDP re ker û kor bûne an jî naxwazin rastiyên heyî bibînin.
Her pêşkeftinek li cihekî Kurdistanê çêbibe, bandora xwe li parên din yên Kurdistanê jî çêdike.
Ji ber wê jî li bakurê Kurdistanê ev boykot yê deriyekî nû li ber qeder û paşeroja me hemû Kurdên Kurdistana mezin veke.
04. 09.2010 Roj TV
Vegere Destpêkê