pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Kakshar Oremar

- Seyîd Riza û Qazî Mihemed!

Kurek û dayikek!

 -

-Boykot û Paşeroja Me!

-Hewara Husên Xizrî…

Vegere Destpêkê

 

Ji 100 salan 32 sal!

Kakşar Oremar

Kesên ku ji dîrokê hez dikin, dizanin ka di van 100 salên derbasbûyî da çi bi serê me Kurdên bênasname hatiye. Serhildanên ku çêbûne, yek bi yek bi xwînê û tevkujiyan hatine dawiya xwe. Rolê xiyanetê di van terajêdiyan da gelek ber çav e an jî hema dikarim bêjim kilîda ketina nava kelhên serhildanê nezan û xiyanetkaran dane destê dijiminên xwe.

Di 100 salên derbasbûyî da ji serhildana Simkoyê Şikak, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Ehmedê Barzanî û Şêx Mehmudê Berzincî bigire heya serhildanên Agirî, Dêrsim, Mehabad û Barzan, Kurd nesekinîn û serî li hemberî dijimin netewandin. Ev dijberî ku piranî di herêmeke diyarkirî ya erdnigariya Kurdistanê da diqewimîn, ji nifşên din re “dersên ibret û şîretên ji dîrokê” re diafirandin.

 

Salên 1970an li başûrê Kurdistanê li dijî Baasiyên cinayetkar şerekî germ berdewam e. Li rojhelatê Kurdistanê şerekî siyasî heye, lê bi fîta “Sawak”a Îranê şoreşgerên ku dixwazin şerê çekdarî li dijî rejîma Pehlewî bikin bi destê birayên wan yên başûrî têne kuştin. Dengê wan bi destê “hevxwînên” wan tê fetisandin. Li rojavayê Kurdistanê ciwan û şervan ref bi ref xwe digehînin başûr û li dijî Baasiyan şer dikin, lê qedera wan jî nediyare ka yê di dawiyê da çi bi serê wan jî were.

Di van salan da dengekî nû hêdî-hêdî li bakurê Kurdistanê tê bihîstin, lê carê ne xuyaye ka kîne û çi dixwazin. Ji wan re “Apoçî” tê gotin. Hemû ciwan in û ji çina civakê ya gundî û nîvhal xweş in, lê li ser rewşa siyasî-civakiya welatê xwe xwedî lêkolînên berfireh û kûr in. Ji bona wê jî her dera ku berê wan dikevê, herkesê ku pê re diaxivin zû ber bi xwe ve dikişînin. Ew ji nava gundiya dest pê dikin û zû jî di nava dilê gel da cihê xwe dibînin. Cudatiyên wan ji partiyên berê zêde ne, lê xala balkêş ji xelkê re hebûna keçên Kurd di nava refên şoreşgerên nû da ye ku hem zana ne û hem jî li ser “pirensîpên exlaqî” û “pîvanên çanda Kurda ya civakî” mîna mirovên akademîsyen xwedî şehrezayiyên berfireh in.

Helbesta wan, helbesta jiyanê bû. Dengê wan xwedî germahî û têhneke cuda bû. Çîroka wan ji êş û elemên mirovên derddar bû ku bi sedan sal bû ji zilma Osmanî û Kemalîstan dinalîn û dikalîn, lê dermanek ji bo kewandina „birîna reş“ peyda nedikirin. Ew zû ber bi „koma Apoçîyan“ ve çûn. Çimkî „cinsê“ wan ji hev cuda nebû.

 

Di demeke kêm da em dibine şahidên dîrokeke nû: hêdî-hêdî insanê Kurd ji hêla xwe ya zêhniyetê ve tê guherandin. Kesayetî ji hêla siyasî û ramana civakî ve êdî mîna berê nîne. Kêm kes hene ku mîna berê mabin. Lîstikvanên şoreşa nûdem êdî ketine nava rolekî xwe yê kûr û nû: keçên zana û fermandar hem siyasetê dikin û hem jî şerê leşkerê Tirk. Gundî hişyar dibin û di nava koma şoreşregên Kurd da hinek ji wan êdî fermandarên mezin in. Buhayê hunerê li ba birêveberên şoreşê pir zêde ye û ew dixwazin dengê xwe tevlî awazên hunermendan bikin û bigehînin her derê. „Berxwedan Jiyan e“ bûye dirûşima wan qehremanên navdar ku serî li dijiminê xwe şêwandine.

Belê êdî şanoyeke nû di jiyana Kurda da dest pêkiriye. Şanoya ku rastî û heqîqetên jiyana çend sedsalên derbasbûyî radixe ber çavan. Li pey vê şanoyê ye ku mirov rêya xwe ya durist hildibijêrin û tevnê îradeke nû tê raçinandin.

 

Wan salan li pey siyaseta “asîmîlasyona dijwar” gel êdî ji fêmkirina „bedewî, rastî û rêya rast“ di civaka xwe de aciz in. Sed salan berdewan şikest û malwêranî dîtine lê encam tenê ziyan û xisar bûne. Di etmosfêreke wiha da gelo ma tiştek ji vê hereketê „bedewtir“ heye?. Wan xwest ku şoreşa xwe ya hemû alî bêxin xizmeta heqîqet û bedewiyê. Elbete ji bo vê jî li kêleka zehmetiyên mezin qelen(next)ekî giran jî dane û hê jî li ser doza xwe ya armancadar û soza xwe ya pîroz berdewam in.

Dem, roj û sal çiqas ku derbas dibin ew jî xwe diguherînin û „sinorê daxwazên civaka Kurdistan“ê dinasin û pêngavên xwe yên nû baş ber bi pêş ve davêjin.

 

Çîrok di dilê civakeke paşverû da rastiya jiyan û afirandina siyast û hunereke nû ye ku kedxwar li wira hakim in. Ev çîrok rastiya xebata sedsalên bihûrî ye. PKK bû 32 salî, lê di van salên zêrîn da xwedî karnameyeke tejî berhem û serkefinên mezin e. Guherandina civakê zû bi zû çênabe û karekî hêsan jî nîne, lê „koma Apoçiyan“ karekî wiha mezin kirin. Em îro keda heval û şehîdên doza Kurdistanê di kuçe û kolanên Amed, Wan, Colemêrg, Gever, Dîlok, Agirî û deverên din yên bakurê Kurdiatnê da dibînin. Li gor dîrokê 32 sal nabine çend saniye jî, lê şoreşgerên Kurd di van çend saniyan da hem sîstm(pergal)ek li hemberî sîstemên înkarger durist kirin û hem ya girngtir jî „jiyanek nû“ ji me Kurdên bindest re afirandin. Pergala ku îro li hemberî Kemalîstên înkarger sekiniye û daxwaza mafên netewa Kurd dike.

 

 

28. 11. 2010 ROJ TV

Email:kaksharoremar@gmail.com

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org