pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Mirhem Yigit

 

-Dil û mêjiyekî mezin -4-

Dil û mêjiyekî mezin -2-

Dil û mêjiyekî mezin -3-

- Romana bi guftûgo

 

 -DewletaTirk, dîroka  serneketî

-Li bayê bezê Kurd û Kurdistan

-

Dil û mêjiyekî mezin -1-

-Apê Osman Sebrî

Vegere Destpêkê

 

Destavêjî û destqirêjî

Mirhem Yigit

Sêşema li pey me ma, hevseroka Partiya BDP Gulten Kişanek îmzeya xwe avêt binê bûyereke dîrokî, xweser û ne ji rêzê.

Di civîna gurûbê xwe de Kişanek, di Meclîsa Tirk de vê carê axaftina xwe bi temamî terxanî 25 ê Mijdarê, roja berxwedana jinan li dijê şîdetê kir.

Axaftin dîrokî, heta tu bêjî bes agahdarbar, înformatîv û aktûel bû, pişta xwe dida hejmar û reqeman û ji awira derxistina encam û pêşniyazên pêwist jî bihêz, îknakir û biîsabet bû.

Ev axaftin hêjaye bi tîpên zêrîn bê nivîsandin û li her aliyê dîwar û salonên Meclîsa Tirk bê dalqandin.

Li aliyê din ev axaftin ji bo gelê kurd, jin, law û keçên kurd jî wê tim wek wesîleyeke serbilindayê bibe belge û wesîqeyek û ji bo dagîrkerên Kurdistanê, milîtarîst û rejîmê neyarê wekheviya nav cinsan jî wek nimûneyeke şermê tim bê bibîranîn.

Ev jî pêşengiyeke din e ji aliyê jinên kurd.

Di axaftina Kişanek de gelek tesbîtên nîqaşnexwaz û xwebêj hebûn, wek ku “ji awira tundiya li himberê jinan di nav 135 welatên cîhanê de Tirkiye welatê 126 an e”, û di vî alî de “sala 2010 an rekor şikandiye”.

Herwiha wek ku “ Di 7 mehên destpêka vê salê de 226 jin hatine kuştin, di heman demê de 478 jin rastî tecawuzê û 722 jin jî rastî tacîzê hatine.”.

Tacîz û tecawiz, destavêjî û destqirêjî !!!

Ev bi giranî li welatê me, li dijê gelê kurd têne bikaranîn. Tacîz û tecawiz, bûne nasname, zanav û çekê rejîmê yekperest, dijkurd û xwedênenas, bêperwa, bêbav û mizawir.

Salên dawî tecawiz û tacîz bûye aliyek ji siyaseta dewletê li Kurdistanê, tecawiz û tacîzeke bi pilan, fikirlêkirî û hişmendane, bêexlaqîyeke polîs, midîr û karmendên dewletê dinav de, destavêtin û bêhurmetiyeke li dibistanên mecanî, li daîre û meqamên dewletê, di febrîke û karxaneyan de, niwêner û siyasetmedarên dewletê nikarin xwe jê bişon, vekirî, li meydanê, rût û tazî.

ev tev li aliyekî, ne hindik caran jî di bin navê zewacê de polîsên dewletê tecawuzê dikin, qîzan bi hemil dikin, piştre jî davêjin derve, nabêjin, nafikirin ev qîz wê çi bike, wê malbata keçê, civat, qanûn çi bêje, kurd çi bêjin, em behsa malbata wan bi xwe nakin, tirsa wan tune ye ji van aliyan, ji vî alî piştrast in, xem û paxavên wan tune ne.

Berî bi du salan qewmîna bûyereke wiha li Amedê û serwextbûna raya giştî jê, ev rengê tecawizê jî ku pirr bela ye derxiste meydanê.

Helbet dema polîs û karmendên dewletê, ewlekariyê, jîtem, esker û ergenekonî vê dikin bi serê xwe nakin, li pey wan dewlet, burokrasî hêz û zirxê deshelatdariyê heye.

Tecawiza li Tirkiye ewçendî bêperwa bûye ku gelek caran sînoran derbas dike û peşkên wê li mêvan û turîstên biyanî jî dikevin.

Bûyera Pippa Baca xanima aştîxwaz, xanima Italî çawa hate tecawuzkirin û kuştin, di bîra me de ye.

Tecawiz, şidet û zora helî dirinde û hovane ye, ji kuştinê jî xerabtir e, coreyeke din yê kuştinê ye, kesê dibe hedef, tê tecawuzkirin, bi dirêjaya jiyana xwe her roj û her bêhnika tecawuz tê bîra wê dimre. 

Ev hovîtî êş û kuştineke wuha ye ku tim bi mirov re ye, dibe mîna kabûsekî û bi salan bela xwe ji mirov venake.

Bila ji bîra nebe ku ev siyaseta dewletê ye, siyaseta şerê taybetî ye, hedef keçên kurd in, gelê kurd e.

Kuştina zarokan, şikenandina destan, şewitandin û biraştina mirovan li ser agir, qetlîam û jenosaydên mîna Dêrsim, Zîlan, Besta Qesaban, kuştinên bi hezaran bi komikî li vir û li dera han, di şikeftên mîna Elaqemşê de, bikaranîna çekên kîmyewî li dijê gerîlayên kurd giş karê zihniyet û mentalîteyeke kevin e û îro jî ji aliyê dewleta tirk têne bikaranîn..

Tecawuzkarê mezin dewlet e, tecawizkar “kurên baş î vê dewletê “ne, şagirt, destik, xulam û peyayên wê ne

Ji awura sosyolojîk tu lê binerî, şikenandin û bêrûmetkirina mirovê kurd e, felckirin û pêlîstina bi kesayetiya wan ya neteweyî û handîkapkirina rihê wan e, vekirina birînên bêderman û mayinde di mêjî, dil û bedenên wan de ye.

Stratejî û siyaset, xerabkirina psîkolojî û moralê wan e, hilweşandina têkiliyên di nav malbatên kurd de, jin û mêrên wan de ye, biçûkxistin, terorîzekirin û çavtirsandina mirovê kurd e, jiserxweçûn û harbûneke ji cîhekî wiha bixwedî dibe.

Ev hêrsa ji jinên kurd, baskê aktîv di civatê de, binamûs û bixîret û ev hêrsa ji wan, nîşana hezimnekirina hişyarî, nişmîtî û hesasiyeta wan e.Ev bi awayê xwe mesajek e:

Mesaja em karin her tiştî bi we bikin.

Ev giş jî li aliyekî, kesên dîrekt û îndîrekt bi vê tecawuzê re binbandêr dibin jî zehf in: ev jî malbat e, mêr e, zaroka ber û berhemê tecawuzê ye.

Ji ber vê jî li welatên sivîlîzebûyî tecawuz ji sûcên helî giran e. Ev ne bi tenê ji awura qanûnan wuha ye, belê ji aliyê xelkê jî kes silavê li mirovê tecawuzkar nake, pê re rûnane, cihê wan nexweşxane û cem pisîkiyatrîstan e. LiTirkiye ev dibe qehremanî û teşwîke dibîne.

Berî bi çend salan parêzer Eren Keskin li ser tecawuzê lêkolnek kiribû û encamên lêkolînên xwe di konferanseke navneteweyî de pêşkêş kiribûn.

Keskîn digot ku kesên ji bûyerên tecawuz û tacîzê tawanbar in, exlebê wan niwênerên artêşa tirk û hêzên ewlekariyê ne.

Rapor bihêz bû, pişta xwe dida malûmatên bibahwer û şahidên derece yek, belê ji dadgehan tiştek derneket.

Rojnamevan Fatih Altayli di TV de wek piştgir û berdevkên tecawizkaran axivî, Eren Keskin tehdît kir û li pêşberî bi hezaran temaşevan wiha got:

 “ Bila vegere / Keskin li Elmanya bû, ji bo xelata xwe bigre li wur bû / “ karê min yê ewil wê tacîzkirina wê be..

Serok Ocalan jî li ser vê nirxandinek kir ji Imralî û got ku ev tê wateya ku em çi bixwazin em karin di we kurdan de bikin.

Şerê 30 salên dawî û şoreşa Apoyî giş qirêj û gemara dewleta tirk derxist.

Derket ku demokrasî, sekularîzim, mafê mirovan, gotinên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropa, giş gotinên vala ne, tev ji bo xapandinê û veşartina gemara şerê qirêj li Kurdistanê ne. Deshelatdarên tirk gelekî dûr in ji van nirxan û ji pîvanên yekîtiyekê mîna ya Ewropa

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org