pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Mirhem Yigit

-Dil û mêjiyekî mezin -1-

-Dil û mêjiyekê mezin -3-

-Dil û mêjiyekê mezin -4-

- Romana bi guftûgo

 

 -DewletaTirk, dîroka  serneketî

-Li bayê bezê Kurd û Kurdistan

-Dil û mêjiyekî mezin -2-

 

 

Vegere Destpêkê

 

Ji milîtantiya siyasî ber bi ya wêjeyî de -1-

Mirhem Yigit

Min Mehmet Uzun ji sala hate Siwêd û vir de nas dikir, heta berî ji ber nexweşiya xwe here welat jî têkiliyên me hebûn.

Cara ewil li Stokholmê di civîneke AKSA (Komela Xwendevanên Kurdistan li Derveyî Welat ) de me hev dît, sal 1977 bû û Mihemed jî nû hatibû Siwêdê.

Piştre di wê navê re sal buhurîn, ez vegeriyam welat û sala 1985 an li Sûrî em li hev rasthatin,  ji bo romanekê ku piştî 10 salan bi nave “Bîra Qederê” çap bû, hatibû Şamê, dixwest xanima qehremanê romanê Celadet, Rewşen Bedirxan bibîne.

Me bi hev re xanima hêja ziyaret kir û di nav çend rojan de me têkiliyên berî bi 8 salan binû vekirin.

Mihemedê vê carê ne ew Mihemdê 77 an bû ku taze ji welat derketibû Ewropa û bi temamî angajeyê siyasetê bû, meyl û bala wî bi awayekî xwiya dageriya bû aliyê wêje û lêkolîneriya akademîk.

Dawiya 1985 an ku cardî piştî 6 salan vegeriyam Siwêdê, êdî me hev zêdetir didît. Hevdîtinên me çend caran li mal li ba min û bi piranî jî li Kafeterya Drotningsgatan çêdibûn ku tê zanin çendî Mihemed hez ji rûniştina li vir dikir ku sêpla nivîskar û entelektuelên stokholmê pir pê diket.

Êdî rewşa siyasî li Kurdistan jî têra xwe hatibû guhertin. Di hinek meselên siyasî de cihêfikriya me hebe jî nedibû sebeb ku em hev nebînin, em li hev nepirsin û dema derfet û keys çêdibû sohbetên siyasî û wêjeyî nekin.

Bahweriya me ew bû ku ev hevdîtin û sohbet bi dilê me herduwan bûn, ji bo me dibûn faktorên, hevdewlemendkirin hevbitoleranstirkirin û hevhandayînê.

Salên nav1993 û 2000 an çend caran di semînerên YRWK (Yekîtiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistan) de em hatin ba hev, carekê jî li ser Celadet Bedirxan, bû yek ji semînerdarên semînera YRWK ku ji aliyê me dihate birêvebirin.

Berî 2000 î carekê jî li ser daxwaza wî min li ser romana wî “ Bîra Qederê”, di şevekê de ku ji aliyê pismamê Wî Ismet Uzun hatibû organîzekirin û em çend kes tê de beşdar bûn axaftinek kir ku piştre di hinek kovar de bela bû û hate weşandin. 

Ev nirxandin gelekî ecibandibû û carna hinek bi henekî û hinekî jî cidî dipirsî ka çima bi temamî ez xwe nadim karên wêjeyî.

Sala 2001 ê dewletê ji ber hinek berhemên Mihemed ku hatin qedexe kirin û ew dane dadgehê, li Lokala Yekîtiya Nivîskarên Siwêd ji bo piştgiriya Mihemed, civînek çêbû ku li ser daxwaza wî ez bi xwe jî tê de amade bûm.

Di civînê de kesên mina endama Akademiya Siwêd Kerstin Ekman, qîza xelatgirê nobelê nivîskarê Siwêdî Eyvind Johnson ku navê wê di bîra min de nemaye û Mihemed em bi hev dan naskirin û gelek nivîskarên din amade bûbûn.

Piştre ne bi gelekî ku ji bo xebatên Radyoya Dengê Mezepotamya çûm Brukselê, li Radyo bi firehî me ev bûyer kir nûçe û bi telefonê Mihemed beşdarî programê Radyo kir, li ser qedexeyîya berhemên wî li Tirkiye û dadgeha li dar, dîtinên wî girtin.

Berî nexweş bikeve û bi temamî vegere welat jî çend caran hat Brukselê, hat televizyonê, her cara dihat jî me hev didît. Ji xwe berî wê jî di merasima şandina cenazeyên Baksî de em hatibûn bav hev.

Ji bo jiyana Mehmet Uzun (min tim jê re Mihemed digot), berhemdarî û nivîskariya wî, nîqaşên li der û dora romanên wî pirr tiştên mirov bêje hene.

Naskirina min bi tenê bi vî aliyê li jor min behs kir ne bisînorkirî ye. Min roman û berhemên Mihemed jî baş dixwendin û taqîb dikirin. Hayê min ji jiyan û nivîskariya wî ne hindik e. Agehdariya min têra xwe fireh e ku bi aliyekî xwe tecrûbeyî û bi yê din jî kitêbî ye.

Bi gotineke pirr giştî û di nav gel de tê bikaranîn, “erebîbazar” tu bigre, mirov dikare jiyan û nivîskariya Mihemed bi xetên  stûr, di du qonaxan de kategorize bike.

Tê zanîn, Mihemde jî mina giş romanivîsên me yên ewil, navdar û xwedîşop, ji nav siyasetê hatiye.

Romanivîsê ewil Erebê Şemo, nivîskarê romana Pêşmerge Rehîmê Qazî, yê romana Jana Gel û bi dehan şair, çîroknivîs û romanivîsên berî û Piştî Mihemed, di nav siyasetê de çavên xwe vekirine, ji nav siyasetê ketine rê, têkiliya wan bi pênûsê re çêbûye û di zemanê xwe de gelek ji wan jî ne bi tenê siyasî, belê milîtanên siyasî bûne . ev bi giranî wiha ye.

Yê ji ber xebatên xwe yên li ser alfebê helî kêm siyasî tê naskirin Celadet Bedirxan bi xwe jî, berî Kovara Hawarê derxe, ji bo wêje û xebatên akademîk xwe bi dilekî bike, heta bi qirikê di nav siyasetê, hewlên lidarxistina raperînên çekdarî û çalakkirina Xoybûnê de ye.

11 – 10 – 2010

Stokholm

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org