pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Mirhem Yigit

-Dil û mêjiyekî

mezin -1-

-Dil û mêjiyekê

mezin -3-

-Dil û mêjiyekê mezin -4-

- Romana bi guftûgo

 

 -DewletaTirk, dîroka  serneketî

-Li bayê bezê Kurd û Kurdistan

-Dil û mêjiyekî mezin -2-

 

-Ji milîtantiya siyasî ber bi ya wêjeyî de -1-

 

Vegere Destpêkê

 

Ji milîtantiya siyasî ber bi ya wêjeyî de -2-

Mirhem Yigit

Di hevpeyvînekê de ku kengî û li ku bûye ne di bîra min de ye ji Mihemed dipirsin, tu nebûya romanivîs tu dê bibûya çi, bersiva wî qetî ye: ez dê bûbûma milîtanekî siyasî.

Mirov dikare ji bo salên Mihemed yên di nav salên 1972-1985 an de salên milîtantiya siyasî bêje .

Di van 10-12 salên di nav siyaseta aktîv de; zîndana Amedê (1972), civîn, meş, pilatform û mitîngên salên nav 73-76 li Enqera, zîndana  Mamakê (1976), berpirsiyariya Kovara Rizgarî , hefteyên firariyê, derbaskirina sînor û daketina binxetê, derketina Siwêdê (1977), çûna Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, naskirina Dr. Rehman Qasimlo, Şêx Izedîn Huseynî, Mam Celal û bi dehan siyasetmedarên kevin (1979), bi Şerefxan Cizîrî û Eşref Okumuş re derxistina Kovara Rizgariya Kurdistan li Stokholmê  (1983) û Hwd. binav bike.

Romana “Tu” (1985) dibe dawiya peryoda siyaseta aktîv û destpêka derbasbûna aliyê wêjeyî.

Salên 86, 87,88….  di Kovara Kurdistan Press de, dibin salên têkiliyeke xwurt bi wêjevan û bi dehan nivîskarên kurd re ku di vî şaxî de xwedîgotin in.

Çendî sal derbas dibin xwebidilekîkirina Mihemed ji bo edebiyatê serdestir û diyartir dibe û di mêzêna di nav edebiyat  û siyasetê de fera edebiyatê girantir dibe.

Romana Mihemed, romana ewil ”Tu”, di nav kurdên li Stockholmê de dibe dabaş û li xalên di rojeva siyasiyên penaber de dibe mijûlahî û beniştekî nav diranan.

Nîqaş ne kûr in, sererû û vêl in, dûr in ji prensîp û pîvanên wêjeyî. Aliyên şexsî, hêrs û dexsî, hinek zikreşî û Hwd. ardû û enerjiya nîqaşan in.

Mehmet Uzun piştî di nav re gelek sal dubhurin, van nîqaşan bibîr tîne û çendî bandêreke neyênî li ser moral û psîkolojiya wî kirine behs dike.

Lê ew bi biryar e, xistiye serê xwe û dê kevirê nû di ber xwe re bernede. Du sal tê re nabhurin romana ”Mirina Kalekî Rind” (1987 dide çapê.

Salên piştretir Uzun, romanên ”Siya Evînê (1989), ”Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê” (1991), wek du xelekên nû li zincîra romanên xwe zêde dike.

Ev sal, salên nav 1985 û 1990 î bi aliyekî xwe jî ji bo Mihemed dibin salên xweceribandinê, xwelimêzênêkirinê û salên naskirina hêza romanivîskariya xwe .

Ji 90 î û pêde êdî Mehmet Uzun bixwe bahwer e, li xwe ewle û jixwe piştrast e, zêde serê xwe mîna berî bi 5-6 salan bi gotin û paşgotiniyên vî alî û aliyên din naêşîne, naxe paçên xwe û di bin simbêlan re dikene bi wan.

Ew têra xwe hoste û mentehiyê karê xwe ye, hayê wî ji wêjeya cîhanê, wêjeya Siwêd û bi kilasîk û nûyên xwe, ji dîroka wêjeya kurdî di asteke baş de heye.

Sala 1992 an lêkolîna bi navê ” Destpêka Edebiyata Kurdî” çap dike, bi dû de sala piştretir gotarên xwe ku di rojname û medya kurdî de hatine weşandin di pirtûkeke bi navê ”Hêz û Bedewiya Pênûsê pêşkêşî xwendevanan dike.

Ev sal heta tu bêjî bes bêrdar û produktiv in, berhemdariya Uzun ji awira reng, babet û şaxên nû de dewlemendtir dibe. Êdî formên din yên wêjeyî diceribîne. Destana ”Mirina Egîtekî” dinîvisîne (1993).

Destan li ser gerîlayê ARGK Ferît Uzun e ku piştre hunermendê me î hêja Ciwan Haco dike stran û beste di CD yekê de.

Kaniya nivîskariya wî der bûye, xwurt e, bê westan û rawestan diherike, 1995 an di du cild antolojî de dibe lehî.

Heman salê romana ”Bîra Qederê”, romana li ser jiyana Celadet Bedirxan ku di romanivîsandina Uzun de qonaxek e dikeve destên xwendevanan.

Salên nav 98-99 an yek ji wan romanên li Instîtûya Kurdî Li Stockholmê me nîqaşkirin jî ev romana Uzun ”Bîra Qederê” bû.

Sala 1995 an ji awireke din jî di dîroka lêkolîneriya Mehmet Uzun de xwedîcîh û şop e. Di vê salê de Uzun bi navê ” Verden i Sverige” ( cîhan li Siwêdê) antolojiyeke nivîskarên biyanî li Siwêdê ji pirtûkxaneyên Siwêdê re dike xelat.

Ew êdî nivîskarekî navneteweyî û çendzimanî ye, romanên wî tercûmeyî hejmarek ziman bûne; ji siwêd, ji Tirkiye û kurdan (Instîtûta Kurdî li Elmanya) hejmarek xelat girtine, li binê deklerasyonên rewşenbîrî ji bo aştiyê di tenişta îmzeyên romanivîsên xelatgir wek Gunter Gras û Hwd.de îmzeya wî jî heye.

Ber bi salên dawiya jiyana xwe de, çûn û hatina wî ya Tirkiye û welat jî zêde dibe, dikeve konferansan, panel, semîner û sempozyûman û berhemên xwe bi kurdî û tirkî ji xwendevanan re îmze dike.

Mehmet Uzun di temenekî de ku hê 54 salî bû, di demekê de ku berhemdariya wî geş û gur bû, di nav wî û xwendevanên kurd û ji gel û welatên din de hevnasîn, aşnayî û hogiriyek ketibû rê, serê xwe danî, ji nav me bar kir.

Ji nav me barkir û çû, belê li pey xwe şopek diyar û barek berhem jî hişt , mala wî ava, cihê wî buhuşt be.

Romana ewil di sîhûdusaliya xwe de nivîsand û di pêncîçarsaliya xwe de li ser romana Erich Auerbach kar dikir, heyf bû temenê wî têr nekir.

11 – 10 - 2010

Stockholm

 Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org