pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

Nivîsên din yên Nivîskar

Siyamed Sîpan Uğurlu

 

„XWE-Serî“

 

Vegere destpêkê

 

 Pergala Ewrupa û Xwendekarên Kurd

Wek xwendekarekî Kurd pêwîst dibînim ku hinekî li ser rewşa xwendekarên Kurd ên li Ewrupa dijîn, rawestim. Wek ku tê zanîn û wek ku bi hezaran caran bê rawestan hatiye gotin, „Jiyana li Ewrupa mirova diguhere!“. Sîstema ku li welatên Ewrupî hatiye rûniştandin bi rastî jî hemû derfet û rê li ber guhertinê vedike û ne şaşe ku em bêjin, dahf dide ser guhertinê. Dema ez bahsa „pergalê“ dikim, ev bîrokrasiya welatekî dikeve nav, pergala perwerdehiya welatekî dikeve nav, derfetên civakî yên li welatekî hen in ango tine nin, pergala konjukturê jî bi xwe bi giştî dikeve nav vê pergala ku ez dixwazim li ser rawestim. Hemû zagonên li welatekî dimeşin jî şaxekî vê pergala giştî ye. Herwiha hemû derfetên dewletek di nava xwe de ji bo Gelê xwe bi kar tîne jî, dibe perçeyên vê pergalê.

Bêyî ku tu di nava vê sîstemê de be jî, ev pergala giştî bandorek neyênî li ser her mirovekî dike. Her Kurdê ku li welatê lê daxwaza penabertiyê kiriye, ji neçarî yajî bi xwesteka xwe ketiye nav vê pergalê.

Dixwazim bi kurtasî bêjim, ku bêderfete ku mirov xwe ji vê pergalê dûr bixe. Heger ji vê pergalê bi dûrxistin bê derfet be û bê çare be, dibê em li ser raweste, ka em karin bi çi awayî „rengên xwe“, û bi rengên xwe dixwazim bêjim ku rengên netewî, çandî û welatparêzî, biparêze?!

Di nava dorpêçkirinek ewqasî teng de, ku ji şev heya roja me, bi her awayî ev pergala ewrupa bandorê li ser dike, ka gelo emê bêyî ku berpirsyariyên xwe ji bîr bike, xwe çawa biparêzin?!

Gelek mirov û gelek kurdên me, xwe li ber pêla vê dorpêçkirinê xistine û tu dev ji rengên kurdîtiyê berde, tii reng di wan de nemaye, mixabin!

Mesela dibêje: „Tu çû welatekî, ku hemû bi çavekî bin, tu jî destê xwe deyne ser çavekî xwe û bigre“ hun hemû dizanin. Ev ji kurdên ewrupa yê re bûye esasa sereke, ku li gorî bîr û boçûna min xeteriyek gelek mezin e.

Lê ez jî bi serhişkî bê rawestan dibêjim: „Mirov di nava agir de be jî, dikare xwe biparêze û li ser nigan bimîne!“

Di nava dorpêçkirina pergalek ewqasî bi hêz de, yên herî zêde para xwe digre jî, bê guman Xwendekar in, ji ber ku wan xwe gîhandine heya mejî ango koka vê pergalê. Ev tecrûbeyên min in jî. Bi xwe jî ne xerîbê vê sîstema li Ewrupa heyî me, bi xwe jî vê pergalê ji nêzve nas dikim, ji ber ku li ser xwendekariyê derfet dikeve destê mirov ku bera heya kurahiya vê

pergalê bide. Li ser rê ya xwendinê mirov nêzîkatiyên ewrupî yan û fikrên wan baş fahm dike. Mirov dibîne, bê ev pergal bi kîjan çavî li „kesayetiyan“ dinere, bi kîjan çavî li mirovan dinere.

Ji ber ku ev pergal çavê xwe bi taybetî bera xwendekaran dide, herî zêde dorpêçkirinê li wan dijdîne. Xwendekarên Kurd jî ya xwe diparêze û yajî li ber pêlên vê pergalê dikeve û „bê reng“ dibe.

Xwendekar ewê gelo xwe çawa biparêze? Bi tenê?

Bi tenê jî gelek kesan hewl daye ku „hemû rengên xwe“ biparêze. Yên serkeftî jî hen in û yên binketî jî hen in.

Bes di vir de gotina pêşiyê me ya ku dibêje: „Ji destekî deng dernakeve!“ tê bîra min.

Encama wê jî rêxistinkirina xwendekaran e. Bersiva rêxistinkirina xwendekaran jî YXK ye. Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) ew rêxistine ku ji xwere kiriye armanc ku Kurd, bi taybetî xwendekarên Kurd, „bê reng“ nemîne!

Girêdayî wê jî qetandina vê dorpêçkirinê tenê bi xurtbûyîna YXK’ê pêkan e, ku hewl dide ku hemû xwendekarên Kurd ên li Ewrupa dijî, di bin banê xwe de kom bike. Serkeftina YXK’ê parastina herî mezin li himberî vê pergala li Ewrupa heyî ye.

Bi van hestan we hemûyan silav dikim, rêzên xwe pêşkêş dikim.

Heya nivîsek din ciwan bijîn, ciwan bimînin!!!

Siyamed Sîpan Uğurlu siyamed@hotmail.com

 

 

Siyamed Sîpan Uğurlu

siyamed@hotmail.com 

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org