„XWE-Serî“
Di 08.08.2010’de Xweseriya Demokratîk bi şahiyek gelek mezin li Paytexta Dila AMEDê li kolana Batikentê bi tevlêbûna nêzî sed hezar kesî, gelek axaftvan, hunermend, wekîlên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, mêvan û kesayetên navdar, pêk hat.
Ez bi xwe jî wê rojê û rojên Kongre ya KCD’ê pêk dihat li Amedê amade bûm û min ji nêzve dişopand. Ew heyecan û coşa îlankirinê ku bi mîlyonan gelê Kurd li ser ekranan dişopand, min zindî jiyan kir. Hemû hozan û hunermendên ku tevlî şahî yê bûn hemû jî gelekî balkêş û xweş bûn.
Hîna bi hevalekê re ez diaxivîm, di wê demê de, min hevalek ku ev nêzî 3 sala ye min ew nedîtiye û min xwe nikarîbû bigîhanda wê, ji ber girtin û binçavkirinan, min ew bi awayekî tesadufî dît.
Me bi hev re ew coş parve kir û me şev jî bi hev re derbas kir.
Bê yî ku haya me jê hebe, ku ew roj ewê bibe rojek dîrokî û rojek ewê were ku zarok û neviyên me, ewê wê rojê herdem bi awayekî rengîn pîroz bikin...
Niha em werin model ango sîstema xwe ya „XWE-Serî“ ya Demokratîk ku mohra xwe li hemû mijar û nîqaşên dema dawî xistiye. Ezê di vê nivîsa xwe de hewl bidim ku nig û baskên Xweseriya Demokratîk yên pratîk zelal bikim.
Xweseriya Demokratîk tê wateya Herema Otonom ku bi gotinek din, tê wateya Herema Ser-Bi-Xwe. Felsefa sîstema rêvebirina Xweseriya Demokratîk xwe dispêre fîlozof û nivîskarê navdar ê elman Immanuel Kant. Xweserî ji du bêje yan pêk tê: „xwe“ û „serî“.
Ev dibe mirovek be, dibe taxek be, dibe gundek be, dibe navçeyek be, dibe bajarek be û dibe heremek be jî, ku xwedî erk û hêzê nin ku biryarên „xwe“ bi „serê“ xwe didin.
Bê yî ku mekanîzmek ji derve dest bavêje sîstema navxwe ya rêvebirinê, ev herem, ev bajar, ev navçe, ev gund, ev tax yajî ev kes bi serê xwe biryarên xwe dide û dixe jiyan ê.
Ji aliyekî ve min diparast ku hîna îlankirina Xweseriya Demokratîk zû û bê pêş-amadekarî bû. Ji ber ku sîstemek herî pêşketî û zahmet, mirov hewl bide di nava Gelekî ku hemû dîroka xwe di bindestî yê de derbas kiriye, pêk bîne, bê gûman gelek ked û xebat jêre dixwaze.
Ji aliyê din ve jî, îlankirina Xweseriya Demokratîk di vê demê de ji bo berdewamiya hebûna gelekî mîna man û nemanê girîng bû. Yanî êdî ne Dewleta Tirk dikare wisa li ber xwe bide û berdewam bike û ne jî Gelê Kurd êdî ew taqeta wî yî ku xwe bi hemû rengên xwe yî çandî biparêze nema. Ji bo wê jî, dema mirov hinekî li rastiyên heyî, yên li Kurdistanê temaşe dike, mirov dikare bi hêsanî bibîne, ku ev îlankirina Xweseriya Demokratîk di dema xwe de bû ne zû, dibe teww dereng bû jî.
Êdî pirsên girîng ew in, bê mirov çawa dikare bin-sazî yên civakî, aborî, ewlehî, çandî û hunerî yên vê modelê û pêv girêdayî mirov çawa dikare Akademiyên ku vê sîstemê dike mijara perwerdê tijî mirovên ku karibe di nava refên rêvebirtiyê de cîh bigre, dagre.
Heger kesên dijberî vê modela rêvebirinê hebe jî, dibê hemû kes ji bîrdoziya vê modelê were îxnakirin.
Niha em werin di pêkanîna vê sîstemê de rola ciwan û xwendevanan. Ez wek ciwanekî xwendekar dixwazim li gor bîr û boçûnên xwe berî her tiştî balê bikşînim ser erk û peywirên ciwan û xwendekaran.
Di her sîstemên desthilatdariyê de herdem mekanîzmak du-alî heye, bi gotinek din „Dualîzmtiya“ Sîsteman. Di nava her sîsteman de pêşîn hêzek motorîk ango çalak û hêzek rêvebir heye. Di modela Xweseriya Demokratîk de, hêza diyarker hêza bingehîn, hêza motorîk û çalak e. Hêza bingehîn hêza rêvebir ji binî ve hildibijêre û bi erk dike, ku li ser navê gundekî, bajarekî yajî heremekê wek wekîl pêşniyaran bike û biryaran bigre.
Di vê dema ku xweserî hatiye îlankirin mirov dikare bêje, ku ewê pêwîstiya civakê û vê modelê bi mirovên têgihiştî û zanist hebe, ku ewê di gelek baskan de cîhê xwe bigre û wê zanebûna xwe li gora têgeha xizmeta civakê, têxe jiyanê.
Niha rewşa siyasî li ber çava ye, ji aliyekî ve êrîşên leşkerî her ku diçe zêdetir dibe, dewlet bahsa tîmên taybet dike, ku ewê mirovên îtirafçî û endamên JÎTEMê di nav de cîhê xwe bigre, ji aliyê din ve jî bangên sazî û kesayetên navdar û akademîsyen yên ji bo hikumetê û KCK’ê ji bo îlankirina agirbestê. Ji xwe Rêberê Gelê Kurd Birêz Öcalan di hevdîtinên xwe de bi rengekî bang li KCK kiribû, ku vê carê jî agirbestekê îlan bike, heta piştî referandûmê bê ewê nêzîktiya dewlet û hikumetê çawa be.
Li gor van bang û pêşniyara Rêberê Gelê Kurd, KCK’ê jî heta piştî Referandûmê agirbesta yekalî îlankir, ku ji aliyên her beşên civakê ve, bi awayekî erênî hate pêşwazî kirin.
Herî dawî Notên Rêberê Gelê Kurd yên hevdîtinê heyi, ku bal dikşîne ser girîngiya van mehan. Ev meh dikare qedera du Gelan diyar bike; dikare him bibe bingeh ji bo aştiyek mayînde jî û dikare bibe bingeh ji bo şerekî di navbera civakan de. Êdî heta piştî Referandûmê heger hikumetê û dewleta Tirk gavên berbiçav avêt, ewê dikare rê li ber agirbestek bê dawî jî vebe û li ber aştiyê jî. Dijbera wê jî, ku heger di tasfiyekirinê de rayedarên hikumetê bi israr be, ewê vê „Firseta Dawî“ jî bê bersiv bimîne.
Medya Tirk paşê xwe daye herema ku kurd lê dijî û berê xwe daye devê Serokwezîr û Serokên Muhalefetê, ku her roj mîna ku hemû pirsgrêk û cîhana tirkiyê li dora Referandûmê dizîvire...Rastiya heyî jî ewe, ku bi hinek boyax, moyax di destûra bingehîn daye û dixwaze vî nanê beriya bîst sal berê bi gel bide xwarinkirin.
Bê gûman şermek mezin e, ku Kurdekî Dersimî mîna mertalekî zagonên ku wî, hemû hembajariyên wî û hemû Kurdan înkar dike, diparêze. Mirovên wisa encex agirê pîroz wan ji qirêjiya ku ketinê pakij bike...
Bersiva herî mezin û di cîh de, ji bo Referadûmê û kesên ne wek xwe, ewê ew be, ku mirov xebatên Xweseriya Demokratîk bi leztir bimeşîne û xurtir bike.
Bi vê minasebetê, agirbesta ku hatiye îlankirin jî, ewê wisa bigêje armanca xwe.
Siyamed Sîpan Uğurlu
siyamed@hotmail.com