pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

Nivîsên din yên Nivîskar:

 Konê Reş

 

Li Qamişlo Yeksaliya

Aramê Dîkran

Di Mala Birayê Wî Serkîsê Dîkran De

Batman, Êla Rema Û Mala Hecî Evdella

 

 -

Êzidî; Kurdên Herî Resen in

 Gora  Cegerxwîn Bûye Sembol ji Qamişlo re

 

                                                                                                   Konê Reş

Roja îro, gora Cegerxwîn li bajarê Qamişlo ji kurdperweran bûye sembol.. Ji çarhawêr ve, kurdperwerên ku têne Qamişlo serdana gora Cegerxwîn dikin, gul û kulîlkan li ser datînin û kêlîkek bêdeng bi gotinên helbestên wî re diponijin.. Cegerxwînê ku 60 salî bêrawestan di ber kêşeya gelê xwe de xebat kir û xebata xwe bi van gotinan daye naskirin:

 

Min ji bo we gelek tişt

Min dîwan û hin nivişt

Gol ji avê bûye mişt

Ez nizanim çi bêjim

 

Heta dil ranewestî

Ez nabêjim bi sistî

Kêr gihaye ser hestî

Ez nizanim çi bêjim..

 

Belê, îsal jî, di roja 22/10/2010 an de, roja 26 saliya koçkirina Seydayê Cegerxwîn de em çûn ser gora wî, ez û mamoste Derwêşê Xalib û Salihê Silo yê ku heyşt dîwanên wî ezber kirine, tevî ku nexwendîye, di gel hin evîndarên Seyda.. Me gurzek kulîlkên rengîn wek wefadarî ji giyanê wî re, li ser gora wî danî û kêlîkek bêdeng, em li ber gora wî sekinîn.. Salihê Silo bi dengê xwe yê qube çend helbesên wî xwendin û di nav re ev helbesta wî got:

Ev cîhana xapînok, heta me jê xwe nas kir

Çibkim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir

Çima rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn

Heta bimrim, ji nû ve xelk ê bêjin Cegerxwîn

Paşê, me berê xwe da gundê Qere Qoyê, bin konê şîniya mamoste Îsmaîl Omer. Li wir jî, di bin her çar konên şîniyê de, di nav wî cemawerê zexim de, bi helkeftina koçkirina mamoste Îsmaîl Omer û bi tesadifiya ku roj (22ê çêriya pêşî 2010), roja koçkirina Seydayê Cegerxwîn e û wek rêzgirtin û wefadarî ji giyanê herdû mirovan re, Salhê Silo çend helbestên Cegerxwîn gotin.. û gelek tişt û mişt anîn bîra xelkê..

Belê em bêjin nebêjin, navê Qamişlo û Cegerxwîn bi hev ve hatine hunandin û gora Cegerxwîn bûye sembol ji bajarê Qamişlo re.

Dawî dibêjim; sed rehmet li giyanê mamoste îsmaîl Omer û seydayê Cegerxwîn be û cihê wan bihişt be.

 

Konê Reş

Qamişlo, 23.10.2010

 

Vegere destpêkê

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org