pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Weshanên Nû

 

-

 

 

Vegere Destpêkê

 

Dîwana Abdullah Karabax «Tavên Stêrîn» derket

Ji Abdullah Karabax berhemeke din:  Dîwana «Tavên Stêrîn» jî aliyê Weşanên Han  hate weşandin, 2. dîwana  helbestvan û nivîskarê Kurd Abdullah Karaabax ya bi navê Tavên Stêrîn ji nav Weşanên Han derket.

Berî niha jî Weşanên Han  yekemîn dîwana Karabaxî weşandibû.

 

Tavên Stêrîn ji helbestekê pêk dihê. Helbesteke dirêj, bi gotina nivîskarî « helbest-çem » e. Helbest di nav 16 beş û 120 rûpel de hatiye dabeşkirin.

Helbestavan Abdullah Karabax, bi gotineke din, ev car di nav sînorên helbesta xwe de ceribandineke nû kiriye û dîrok, vegotin û çîrok di nav sêwaneyên helbestê de li hev alandine. Karabax bi peyvên efsûnî û hevokên  dijber, çemekî dûr û dirêj, bi fitil û bi gîrdav ya ji dîroka welatê bi adan diherikîne û li perava helbestên xwe digerîne.

 

Kerem bikin beşeke ji vê « çemî » bixwînin... 

I.

Stêrka bêheval, roj e, dilpêketiya rojbûna xwe ye!

 

Roj tê, koz dikeve hewa, av, axê; tavê dide jiyanê

Eşq in dîjle û ferat, erd û ezman, pevre diherikin.  

 

Ruhber an ne ruhber, her tişt, bi xwe li ser xwe ne.

Mirov, ne wek ên niha bûn di demên bênivîskî de,

Bi xweserî pêk hatine û ne bihuştî ne, ne dojehî ne

Em jî wanî ne, ji çi ne û ji kê ne, divê bên veristin!

Em, ji tavên bi xeml ên dewlemendiyên cîhanî ne

Ku bi dilêş in! Dil, bi dil in, şanogerên gerînde ne

Û ji wek mirovan mirovtir; li deman, bi demtir in!

Û çemek, ji çeman, em dê vebêjin bi çemên stêrîn,

Stêrk, mînanî kuliyên berfê dihelin, şên dikin erdê

Herikînên me, pêde çem in ku bêyî avan jî çem in!

Stêrk mecazî ne, xeml û xeyal in ji dîmenên me re

Û stêrîn, ji wan hatine afirandin, bi perên me ve ne

Birisîn û mirisîn, gelek bi bal in li herikînên çeman

Em heliyan bi ristinên tîroj û tavan, bi lehiyê ketin!

Av ne di kab û tasan de, di çemên xwe de dibin çem

Û tavên stêrîn jî li gorî şûn û hêzên xwe, bi pêl dibin

Ew herikînên wan, ne mîna yên av, çem û behran in!

Daxwaz in ku ezman, reşbînî û bi mij û dûman nebin

Û çol û çolistan, çiya û gelî, zozan û rast, ger û guhar

Bendav, gol û derya, hemû der û ber, jê re karîgeh in.

 

Ji heyînên asîmanî girtin, danîn; bûn ên axî û candar

Ji roj, heyv û stêran re gotin: em in ên dîjle û feradî!

 

Wenda nabin ronahî û tarîtî, lê rewşên xwe diguhêrin

Reş û tarî, karbend in bi tavan, nêzî hev in li jêr û jor,

Wek cêwî ne reştarî û sipspî ema tonên wan cudan in

Yên hevdû ne bi wext û saet; ne dilgerm in, ne dilsar

Bi şemal in xwezayên rengîn ku çi xedar in, çi tov in

Tevde tavkulîlk in bi jiyana starane li xaka bextewar!

 

Nasanmeya Pirtûkê

 

Tavên Stêrîn * A. Karabax

 

 

Tavên Stêrîn * A. Karabax

Berlin-Mijdar-2010

Weşanên Han: 47

Helbest: 19

Edîtor: Zeynel Abidîn Han

Berg Design: Gazîn Onur Han

 

Çap û Girêdan:

HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur

Ceanaçstr. 62 12157 Berlîn

Tel.: + 49 (0) 30 47987052

Fax: + 49 (0) 30 47987054

www.evra-kitap.com

han-grafik@hotmail.de Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be

 

ISBN: 978-94040997

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org