Zerdeşt Heybet di pertûka xwe ya nuh de bûye Şepal
Pirr xweşe ku mirov xizêneya kesên bi romet vekole ,û tiştên kevnar û dewlemend tê de bibîne û bi dilsozî deyne dinava destên xwendevanan da
Nexazim xwediyên şanên bilind yên ku bi merdî giyanên xwe diyarî serxwebûn û azadiya welatê xwe kirîn, û bandor ên mezin lehîstin di wêjeya vê civaka ku pêdivî bi her kedê heyî bi taybet xwdiyên pênivîsên xurt.
Gelek pêwîste ku mirov navê lehingek bilind,xwedî astek kûr di nivîsê û helbestê de bêjê û bînê ser zimên, ew jî helbestvan ê pakrewan Endizyar ê avakirin ê şehîd Zerdeşt Heybet ( Rizgar).
Bê guman vê kesayetiyê gelek berhem li pişt xwe hiştine, yek ji wan ev helbestên di vê pertûk a bi navê Şepal de berhevbûyîn e. Bi vê yekê Pertûkek dîtir li refikên pirtûkxaneya kurdî zêde dibe, û mijara helbestê pê
bijon tir dibê.Naverok a wê ji 45 helbestan hatiye amade kirin, ji weşanên çapxaneya Mizopotamya ye,û ji rex ê nivîskar M. Mehmet Ünver ve hatiye derhênandin,lê serastkirin û berhevkirin para Nizar Yosif in.
Helbestvan ê me yê şehîd kar û xebat evîna xwe ya taybet heskirina civak ê ya welêt ya netew ê hestên wî bi şêwazek nazik û zelal danîn e liber dest û çav ên me, û bi hostayî ji me re avakirin e û bi rengan honandin e, germahiya hestên wî bi her wêneyê re, bi dîmenan re xwe ber dide hundir ê xwêneran û bi yên wan ve perçûm dibin.
Zerdeşt (Rizgar)helbest bi hemî coreyan ji me re şîrove kiriye, awazên evîn ê bikar tîne, kevnarî û paşverotiya olperestan dide nîşan û berê wan dide Bakistan ê. Bi şoreşê re vedijî berî ku bi çekê bibê şoreşvan û can di wê rê de wenda bikê,wekû bîrawerek zanist rê nîşanî me dike û û û û û,,,.
Rewan î di helbestên wî re di herikê, ji bû Mûzîk ê jî pirr rehetin.
Zerdeşt bi xwe ji berî şehîdbûnê bi salan navê Şepal li vê pertûkê kiriye,,,.
Sergovendiya şahiya vê pertûkê Zerdeşt girtiye, werin em hemî destê wî bigirin pê re dakevin vê semayê û govend ê berdewam bikin,û li harmoniyên wî guhdar bibin, û ji wan mijaran hêzê bistînin.
Navê dîwanê : Şepal
Helbesvan: Zerdeşt Heybet (Rizgar)
Çapxane: Mizopotamya
Nizar Yosif