pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

 Ehmed Aktaş:

 

- Zimanê Dayîkê û Zimanê Dewletê!

 

 

Vegere Destpêkê

 

BOYKOT, BOYKOT, BOYKOT!

 Ehmed Aktaş

Ev gotin, ji ber ku li goreyî demê ewqas di cihê xwe de ye, lewma ewqas bi guhê mirova jî xweş tê.

Ez bawer dikim, ne bi tenê li gor demê ev gotin û ev helwest  raste, em gelekî dereng jî ma ne, diviya hîn ji mêj ve me di gelek waran û mijaran da ev durişim qîriyabûna.

Her wiha me gelek destê xwe vekir û bejna xwe tewand, da ku mafxurên me, werin rahmê, hinek dilê wan bi me bi şewite, hinek ûjdanê xwe(eger mabe?)bikarbîne, ji kerema xwe ra parîkî maf bide me!

A rast, me gelek  sebir kişand, ji dilpakî û mêhvanperweriya xwe ya zêde hema hema em bûbun weke parseka/xwazoka, hîngî me ha ji viya û ha ji wiya daxwaza hinek maf kir.

Careke din a rast, em bûn xwedî ewqas dewlemendiya mezin û dorfireh a rûmetên mirovatiyê, lê kî hatiye mêvantiya me, an bi darê zorê talan û wêran kiriye an jî diziye ji xwe re biriye.

Em jî, piştî çendîn sal derbas bûye, hinek hişê me hatiye serê me û carcaran me xwe avêtiye dexlê wan, bi rica û minet, bi hewar û gazî, bi gilî û belengazî me hinek mafê xwe ji wan xwestiyê; na herê, ma kengî didin, tew di ser de jî ew me dikin dizê şekala me, me paşpaşî li kerê siwar dikin paş ve dizîvirine, an jî têra xwe li me didin, dikujin, dixin zîndanan û hwd.

*  *  *

Lewma ez dibêjim, em dereng ma ne, lê dîsa ji hîn derengtir mayînê jî baştir e ev hilwesta BOYKOTê.

Ji ber ku, ev çalakî gelek watedar e û gelek stewiya ye, dibe ku ev pêvajo gelek dijwar derbas bibe, êrîş pirtir bibin, lê di heman demê da gelê me jî bi heman xurtayê li vê dûrişmê û çalakiyê xwedî derdikeve.

Di hilbijartina referandûmê da hate dîtin xwediderketina gel, dewletê û kurtêlxurên wê bawer ne dikirin ku Kurd, ewqas li îrada xwe xwedî derdikevin.

Bêgûman mirov hêsanî dikare bibêje, cara yekemîn e ku, gel, ewqas bi zanebûn û ewqas bi rêxistin siyaseta dewletê bi giştî red kiri ye.

Lewma dewlet nuha ketiya nava aloziyek mezin a siyasî, ji ber ku ji hilwestek wisa ra ne amade bû.

Her wiha Kurd, bi vê qonaxa yekemîn jî ne rawestiyan û ez bawer dikim na rawest in, nuha bi vê BOYKOT a duwemîn a ziman û perwerdeya tirkî, tekoşîn dikeve qonaxek zêrîn a dîtir a ji projeya Xweseriya Demokratîk.

Ez bawer dikim em Kurd, hîn nuh û hêdî hêdî bi wate û giringiya ziman û çandê dihesin; êdî di zanistiya cîhanê jî de tê pejirandin ku, perwerdeya bi ZIMANê dayîkê serkeftîtir e, her wiha jiyana bi zimanê dayikê bi lezetik û taamtir û şêrintir û xweştir e.

Ji ber ku, jiyana bi zimanê dayîkê, kilîlka vebûna mejî ye, amûrê herî hêja yê fêrbûnê ye, herwiha amûrê hevgirtin û avakirina  civakên demokratik e, bi kurtayî nîşana nasnama ya rast a mirovan û netewên demokrat e.

Li pey vê BOYKOT ê, boykotên dîtîr yên siyaset û kiryarên dewletê dê bikevin rêzê.

Ji xwe tirsa mezin a AKP û dewleta wê jî ev e, lewma hêzên faşist yên di nava dewletê de xwe organize kirine bi tundî li dijî vê pêvajoya aşbûnê radibin û komkujiyan li ser kurdan pêktînin.

Dîsa weke her car, dermanê hemû derdên civakî û ji bo pêşî girtin li siyaseta xerab a dewletê; hîn mezintir bi rêxistinbûyîn û xurtkirina îradeya boykotkirinê ye

20.9.2010

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org