Ji zimanê dayîkê re erê, lê ji zimanê dewletê ra na!
Divê ev herdû bivêj ji hevdu cuda were dîtin û were zelal kirin; zimanê dewletê û zimanê gel(an jî yê dayîkê) ji hev cuda ye.
Dema ku tê gotin zimanê dayîkê; ew ziman, yê ku dema zarok ji diya xwe dibe ji diya xwe fêr dibe, ev zimanê xwezayî ye, ev maf ji alî tu kes û hêz û dewletan nehatiye dayin, lewma ne ji mafê kesi ye ku vî mafî ji yekî din bistîne.
Dema tê gotin zimanê dewletê; ew zimanê ji alî hêz an jî kesên ku dewlet di destên wan de ye, destnîşan kiriye û li ser civaka ku ji kes û miletên zimanên wan cuda cuda ne, bi darê zorê tê ferz kirine, lewma tê gotin zimanê dewletê an jî zimanê zorê/zilmê û asimilasyonê ye.
Heta nuha her çar dewletan; Tirkiye, İran, Suriye û Iraqê, zimanê xwe yê dewletê; yê tirkî, erebî û farisî li ser gelê me bi kotekî daye meşandin û zimanê kurdî nasnekiriye û qedexe kiriye.
Van dewletan, bi rêya dibistan, çapemenî-weşan-medya û bi rêya dîn, hemû rê û dirbe bi kar anîne, ji bo ku zimanê gelê me bide jibîr kirin, li şûna zimanê dayîkê zimanê biyanî; tirkî, erebî û farisî bixe mejiyê me û me di nava ziman û çanda xwe ya biyanî de bihelîne.
Tiştên van dewletan, li ser me kurdan didin meşandin, di tu qanûn û adet û edalêt û ehlaq û ûjdan û dînan da nîne.
Eger bêjin em demokratin, kiryarên wan li dijî demokrasiyê ye, eger bêjin em oldarin, ku xwedêgiravî her çar dewlet jî xwe misilman dibînin, ê wê gavê her çar dewlet jî dijminatiya xwedê dikin, lewra ev zimanê kurda ji ser heyvê nehatiye, xwedê dayê û evan dewletan li dijî xuluqandina xwedê radibin.
Em hemû îdeolojî û dînan bidin rexekê, eger xwe mirov/însan jî qebûl bikin, lazim e mafê mirovan/mirovatiyê yê xwezayî û yekemîn zimanê wî jî qebûl bike.
Ji ber ewqas taybetmendiyên neqenc, xisletên gemarî, mirov nizanî çi navî li van dewletan bike; tu gelan jî temsil nake, lewma mirov carcaran dibêje dewleta tirkan, an jî ereban, farisan, li goreyê şîroveya zanistî ne rast e û lewra nabe zimanê wan miletan, a rast zimanê wan dewletan e.
* * *
Mirov li siyaset û hilwestê van dewletan temaşe dike, ewqas eşkere li dijî mirovatiyê û ilim û aqil e, însan bi zahmetî xwe lê radigre.
Mînaka herî balkêş a vê sala dawîn û bi taybetî jî van heyvên taliyê yê Beşir Atalay e.
Qaşo ji malê re berpirsiyarê çareserkirina pirsgrêka kurda ye! Hîn ji bo xwedê carekê bi tenê jî, gotina gelê kurd/zimanê kurdî, ji wî zar û zimanê wî derneketiye û tew di ser de jî akademisyen e.
Ev nîşan û delîlê ku, mejiyê wî ewqas bi dujminatiya kurdan tije ye, ewqas nijadperest e û ewqas ji mirovatiyê dûr e.
Piştî vegera ji Bexda û Hewlêrê, bi lez û bez û bi keriyek wezîr çû Suriyeyê, li goreyî saloxan vedigere û diçe İranê.
Nakokiyek dijwar li holê ye, aliyê kurd/Tevgêra Azadiya Kurdistanê, niyeta xweya paqij nîşan dide; dema rawestandina şer heyvekê dirêj dike, li dijî vêna, berovajî vê helwesta hêja, Dewlet-AKP jî ketiye nava hewldanên êrîşkar û domandina siyaseta şer.
Hilbet Beşir Atalay û koma wî ya kirêt, plan û karê xwe yê genî yê li dijî kurda bi dizî dimeşîne, lê di gelek peyamên wan da, armancên wan eşkere dibe.
Weke mînak, armancake wan a sereke, li gera wan ya Botanê ya li ser sînor eşkere bû, ku dixwazin li Bakûr û li Başûr, li herdu sînoran jî, herêmên tampon/mertal ava bikin.
Beşir Atalay, li ser heman armancê ya li dijî kurdan, malovanî ji Fermandarê leşkerî yê Emerîka yê li Iraqê re û Wezîrê hundûr yê Almanya ra jî kir.
Erê dîsa eşkere xuya dibe, ku dewlet-AKP, li ser siyaseta xwe ya dijî kurdan, bi hemû hunerê xwe dixebite û herwiha niyeta wan nîne ku tu mafên mirova ji bo kurdan, bi hêsanî qebûl bikin.
Belê kurd jî, bi israr û bi biryar ji her demê pirtir ji bo deskeftiyên xwe bi parêze, hîn xurtir bike û gavbigav deskeftiyên xwe zêdetir bike, di nava serîhildanê de ye.
Gava nuha ya ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê, gelek rast e, di cihê xwe de ye û ewqas jî dewletê naçarî vegera ser rêya rast dike.
Lewma divê ji her demê pirtir, em vî zimanê zilmê yê serdestiyê, yê zordariyê, yê dewletê red bikin, her wiha bi hemû hêz û hezkirina xwe li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.
Em, ji bo jiyaneke azad û weke mirova bijîn, heta em rizgar bibin, em bi hev re bibêjin, ji zimanê dewletê/tan ra na, ji zimanê dayîkê re erê!
Zimanê dayîkê, weke şîrê dayîkê şêrîn û pîroz e, de werin em bi hev re weke canik û camêran xweş û geş bi parêz in!
Ehmed Aktaş
4.10.2010