pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Deham Abdulfettah:

 

- 

 

 

Vegere Destpêkê

 

Têgeha Demê Di Navbera "Pêşeroj" û "Paşeroj" De  

                                                                Deham Ebdulfettah

Em dizanin ku zimanê Kurdî demeke dirêj weku zimanekî devikî maye . Li dirêjahiya wê demê jî derfeteke dîrokî bidest neketiye da ku bibe zimanekî nivîskî û xebateke zanistî jêre bibe . Ji ber vê rewşa dîrokî gelek kêşe û arîşeyên aloz di zimanê me de peyda dibin , gerek em wan destnîşan bikin , li ser wan rawestin û wan çareser bikin !

Ji wan aloziyên kêşedar navê  dema Ayinde ( musteqbel)e , ku di navbera navlêkirina (Pêşeroj) û (Paşeroj) de bûye cihê têvelî û ciyawaziyê . Rewşenbîrên Kurd , nemaze yên ku bi Kurmancî dipeyivin , derbarî navlêkirina dema ayinde ( duwaroj) bûne dû beş :

a – pirraniya rewşenbrên Bakur û Rojava ( Tirkî û Sûrî) gotina "Pêşeroj" bi wateya dema ayinde ( musteqbel) dixebitînin û gotina "Paşeroj" jî bi wateya dema borî (mazî) dixebitînin .

b – rewşenbîrên Kurd (Kurmanc) li Başûr û Rojhilat (Îraq û Îran) gotina " Paşeroj " bo dema ayinde (musteqbel) bikar tînin û gotina " Pêşeroj " bo dema borî bikar tînin . Anku ,her du beşên rewşenbîran , wan navlêkirinan berevajî hev bikar tînin .

Bêguman her beşek ji wan rewşenbîran navlêkirinên xwe bi hin eger û behaneyan dane pêş û ew pesend kirine .. Ez jî , weku xemxurekî Zimanê Kurdî , bawer dikim ku gotina " Paşeroj " bi wateya dema aynde rast û durist e . Bi wê baweriyê jî , ji mêj ve , min ew gotin di nivîsên xwe de , bi wateya dema ayinde xebitandiye . Helbet , min jî ew baweriya xwe li ser çend behaneyan ava kiriye :

Ew kesên ku peyva " Pêşeroj " bi wateya dema ayinde (musteqbel) bikar tînin , ew kes xwe dikin pîvanok û her du hevalkarên ( Zerfên ) " pêş " û " paş " li xwe dipîvin , û dibêjin :

Pêşeroj : Rojên li pêş me , yên ku hêj nehatine û me ew nedîtine , lê hîn wê bên û em ê wan bibînin (musteqbel) .

Paşeroj : Rojên li paş me , yên ku me ew dîtine û di ser me re buhirîne ( dema borî ) .

Bi vê têgeha demê jî hemû mînakên xwe yên ronîker şirove dikin , wek :

" Di berbanga sibehê de limêjên wê rojê , yên li pêşiya mirov (yên musteqbel) nîvro , esir , mexrib û îşa ne . Di  esrê de êdî limêja mexrib û îşayê bi tenê li pêşiya mirov dimînin , yanî musteqbel in , lê limêja nîvro û ya sibehê buhirîne , li paş mirov mane " ([1]) .

Dema ku mirov cara pêşîn vê mînakê dixwîne guman dike ku demên limêjên destnîşankirî rast û cîgirtî ne . Lê ku mirov li deqqa mînakê vegere û wê bi hûrbînî bixwîne dê  bigihêje baweriyekê ku ew gumana wî ne di cihê xwe de ye !

Şaşiya ravekirina vê mînakê jî şaşiya wan kesan hemûyan e , yên ku gotina " Pêşeroj "  bi wateya rojên li pêşiya me (musteqbel) dixebitînin . Ew şaşî jî ew e , ku navekî razber (manewî) wek ( dem ) ku li navekî heyber ( madî ) hatiye pîvan û hevkêşiyeke ne rewa ji wan saz bûye , wekî ku di mînaka çûyî de hatiye :

" Di berbanga sibehê de demên limêjên wê rojê , yên li pêşiya mirov (yên musteqbel) nîvro , esir , mexrib û îşa ne … " .

Anku , di berbangê de limêjên li pêşiya mirov nîvro … Ya rast û rawe ew e , ku demên limêjên mayî li dema berbangê bên pîvan :

[ Di berbanga sibehê de demên limêjê yên wê rojê , yên li paşiya (dema ) berbangê (yên musteqbel) nîvro …. û îşa ne  ]

Anku limêjên nîvro , esir , mexrib , îşayê li paş limêja berbanga sibehê ne .

Di parçeyê mînakê yê dawî de :

" …. Di esrê de êdî limêja mexrib û îşayê bi tenê li pêşiya mirov dimînin , yanî musteqbel in , lê limêja nîvro û sibehê buhirîne , li paş mirov mane "

Dîsan ew şaşiya pîvanê bixwe ye . Mirov bûye pîvanok û demên limêjan lê tên pîvan :

Di esrê de : - Limêja mexrib û îşayê li pêşiya mirov in (musteqbel).- Limêja nîvro û sibehê li paşiya mirov in , buhirîne ( borî)

Rastiya pîvanê ew e ku dem li demê bê pîvan , ne li mirov bê pîvan :

( Di esrê de : - Limêja mexrib û îşayê li paş ( limêja esrê ne

   Anku dema mexrib û îşayê li paş dema esrê tên .

Limêja nîvro û sibehê jî li pêş ( limêja ) esrê ne .

Anku dema nîvro û sibehê li pêş dema esrê buhirîne (borî)ne.

Bi vê pîvanê jî em dikarin gotina " Pêşeroj " û ya " Paşeroj " rave bikin :

Pêşeroj : Rojên ku li pêş vê roja me çûne ( ne ku li pêş me ne ) , anku berî vê roja me buhirîne ( dema borî ) .

Paşeroj : Rojên ku li paş vê roja me tên (ne ku li paş me mane) , anku wê li pey vê roja me bên (dema musteqbel).

Ji hêla bêjesaziyê ve jî , her du gotin " Pêşeroj " û Paşeroj " lêkdayî ne ( hevbend )in  û bi şêwazekî rêpîvan saz bûne , wekî ku tê gotin :

- Gul + sor = gula sor

- Mêr + kal = mêrê kal

- Jin + pîr = jina pîr

- Mar + kor = marê kor

- Ba + reş = bayê reş

- Av + xweş = ava xweş

-  H D ….

Bi pêşxistina hevalnavan ( rengdêran ) û paşxistina navan , zêder ( veqetandek )  tên avêtin û ew mînak dibin :

                    - Gula sor = sorgul

                   - Mêrê kal = kalemêr

                   - Jina pîr = pîrejin

                   - Marê kor = koremar

                   - Bayê reş = reşeba

                   - Ava xweş = xweşav

                   - H D ….

Li gora vê pîvanê jî :

                   - Roj + pêş = roja pêş ( pêş vê roja em tê de )

                   - Roj + paş = roja paş ( paş vê roja em tê de ).

Bi pêşxistin û paşxistina nav û hevalnavan :

                   - Roja pêş = pêşeroj

                   - Roja paş = paşeroj

Bi vê dahûrînê em digihêjin baweriyekê ku gotina " Pêşeroj " û ya " Paşeroj " bi şêwekî rast û li gora pîvanê saz bûne .

Tîpa (e) , ya ku di navbera her du  hêmanên gotinên lêkdayî de ( pêş – e – roj ) û ( paş – e – roj ) , tenê ji bo sivikbûn û  rewanbêjiya bilêvkirina bêjeyên lêkdayî dikeve navbera wan . Anku , eger bilêvkirina gotinê bêyî (e)yê sivktir û xweştir be , ew (e) bikar nayê , wek :

Sor + gul = sorgul

Roj + hilat = rojhilat

Şîn + boz = şînboz

Ciger + xwîn = Cigerxwîn

Dil + geş = dilgeş .

Lê ku hebûna (e)yê sivikbûnekê bide bêjeyê , hingê (e)bikar tê :

Kesk + sor = kesk – e – sor = keskesor

Penc + şêr = penc – e – şêr = penceşêr

Pîr + merd = pîr – e – merd = pîremerd

Ji hêla rêzimanî ve , nebûna (e)yê rastir e , lê bi egereke fonîtîkî (e) li van gotinan zêde dibe : ( Jinbî = jinebî , reşba = reş-e-ba ) .

Bo vê egerê em dibêjin , her du şêwe ( Pêşroj , Paşroj ) û ( pêşeroj , paşeroj ) jî rast in , lê şêweyê bi (e)yê pirtir bikar tê .

Wateya gotina " Paşeroj " di ferhengên zimanê Kurdî de (yên ku li ber destên min) bi van têgehan hatiye :

A – Elî Seydo Goranî – " Ferhenga Kurdî Nûjen " . (Kurdî – Erebî)([2]):

Paşeroj : (الوفر، المستقبل )

                - El - wefir , el – musteqbel

B – Fadil Nizamiddîn – " Estêre Geşe " , ( Kurdî – Erebî )([3]) :

Paşeroj : - (مستقبل ، لاحق ، مقبل)

                 - Musteqbel , lahiq , muqbil

  C - Muhemed Cemîl Seyda –" Ferhrnga Jîn " , (Kurdî - Erebî)([4]):

Paşro ( paşroj ) : - (مستقبل)

                              - Musteqbel

ç – Gêwî Mukriyanî – "Kurdistan" , ( Kurdî – Kurdî ) ([5]) :

Paşeroj : Dûwaroj (mustaqbel )

Paşroj : Ayinde (mustaqbel )

d - Hejar Mukriyanî - " Henbane Borîne "

(Kurdî – Farisî ) ([6]) :

 Paşeroj : - Le we duwa  , ayinde ,   rojanî dûwem (Musteqbel )

ê - Selah Sadella – Ferhenga "Ingilîzî _ Kurdî " ([7]) :

Future (Musteqbel) : Dûwaroj , ayinde , Paşeroj , Pêşdem .

ê - D. Îzolî – Fergenga "Kurdî - Tirkî " :

Paşeroj : Istiqbal (musteqbel)

Paşroj : teserruf

Berçav e ku van her heft ferhengan jî , gotina "Paşeroj" bi wateya (dema bê , ayinde , musteqbel ) Şirove kiriye . Tenê Selah Sadella di ferhenga "Ingilîzî – Kurdî" de gotina Ingilîzî "future" bi dû wateyên hevdij şirove kiriye :

Future – (Paşeroj)

                       – (Pêşdem)

Ez bawer dikim ku Sadella gotina "Pêşdem" bi mebesta (dema bê) xebitandiye , ne bi wateya wê ya rast :

Pêşdem : Pêşwext , Pêşeroj .

Ji ber ku ne durist e ku "future", di heman dem de "Paşeroj" û "Pêşeroj" be ..!

Li herêma Dêrika Hemko û hin gundên dora wê , wek : (Endîwerê) jî ev derbirrîn carinan tê bihîstin : Te çi ji paşeroja xwe re kiriye ?!

Anku , te çi ji dawiya temenê ( musteqbelê ) xwe re kiriye ?!

          Piştî vê ravekirinê em ê li çend gotinên gelêrî vegerin û wan li gora wê pîvana ku me amaje pê kiriye , şirove bikin :

( Pêşiyên me ) : Bav û bapîrên me , yên ku di pêş vê dema me de jiyane ( dema borî )

( Gotinên pêşiyan ) : Gotinê wan kesan in , yên ku pêş ( berî ) vê serdemê jiyane ( dema borî ) .

( Pêş (3) Salan ez çûbûm Wanê : Berî (3)Salan .

        ( dema borî )

( Nuha em ê Şîvê bixwin , Paşê em ê herin civînê ) …

Paşî (dema) xwarinê        ( ayinde , musteqbel ) .

( Paşîv / paş – şîv ) : xwarina (dema) paş

                                  ( dema ) Şîvê , di rojiyê de xwarina

                                     dawiya Şevê ya ( Sihorê ) .

( Paşiyên me ) : Nevî û nevîçirkên me , yên ku di dema Paş

                            vê dema me de wê bên .

          Lê gotin û derbirrînên weku van gotinan : [ Pêşveçûn û paşveçûn , Pêşverû û paşverû , Pêşketin û paşketin , pêşinyarî , pêşinyazî û pêşwazî ( istiqbal …..].

Pêjina demê ( ne pêş û ne paş ) ji van gotinan nayê , Ev gotin , li gora pêvajoya hevokên wan , rewş , cih  û pileya hizirvanî , zanyarî û şaristaniya mirovatiyê destnîşan dikin , wekî ku em bibêjin :

Tu di xwendina xwe de pêşketî yî .

( Tu di xwendina xwe de zîrekî , li pêş hevalên xwe yî ) .

Hûn malbateke pêşverû ne .

( Hûn malbateke , bi hizr , rewişt û têkiliyên xwe li pêşiya civaka xwe ne , hûn têgihiştî ne .

Em çûn pêşiya wî ( istiqbala wî ) .

( Bo rûmetdan û rêzgirtina wî em çûn pêşwazî û dîdariya wî ) .

Ev dara li pêş me hişk bûye .

( Ev dara li pêş / cihê / ku em lê ne …. ) .

( cihê darê li pêş cihê me ye )

Dara li paş me Kesk e .

( Dara li paş / cihê / ku em lê ne ….)

( cihê darê li paş cihê me ye )

Em îro di roja çarşemê de ne .

Roja li pêş me ( li pêş roja  me … ) Sêşem e

Roja li paş me ( li paş roja  me … )  Pêncşem e .

Di her çar mînakên dawî de , cih li cih hatiye pîvan û dem jî li demê hatiye pîvan , Pîvana rast jî ev e , ne ku em demê li xwe bipîvin ,wekî ku tê gotin :

( Roja li pêş me ) – pêşeroj e ?!

( Roja li paş me ) – paşeroj e ?!

Li dûmahiya vê ronîkirinê dixwazim nêrîna xwe derbarî mijarê dubare bikim , ku gotina " Paşeroj " bi wateya dema ayinde (musteqbel) rast û cîgirtî ye !

Vêca eger têbîniyên şarezayekî zimên derbarî vê nêrîna min hebin , yan jî nêrîneke dîtir hebe , hêvîdar im ku berçav bibin , daku em bi hev re mijarê gotebêj bikin û bi hev re vê kêşeya aloz çareser bikin …….-!! Ne duriste û nabe jî ku mijareke wisan giring weku ( dema ayinde ) di zimanê me de bi du navlêkirinên hevdij ( dijwate ) bê nasîn û bê xebitandin . Bo vê yekê jî divê ev kêşe bilez çareser bibe ….!

 

 

Amûdê    14  /9/2010

 



[1]- Rojen Bernas : " Îstiqbal çiye . Pêşeroj an Paşeroje " . Govara Nûdem – Cotjimara ( 39 – 40 ) – Sal ( 2001 ) . Siwêd .

[2]- Ferhenga Kurdî Nûjen . Urdin – Emman (1985)

[3]- Estêre Geşe . Bexda (1977).

[4] - Ferhenga Jîn Libnan – Beyrût (Emîral) Sal (….)

 

[5]- Ferhengî Kurdistan . Hewlêr . Çap . Aras – (1999) .

[6]- Henbane Borîne . Tehran (1368) K. hetafî .  

[7]- Ferhenga Ingilîzî _ Kurdî . Istanbol _ Avista (2000) .    

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org