pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Mirhem Yigit

 

-Dil û mêjiyekî mezin -4-

Dil û mêjiyekî mezin -2-

Dil û mêjiyekî mezin -3-

- Romana bi guftûgo

 

 -DewletaTirk, dîroka  serneketî

-Li bayê bezê Kurd û Kurdistan

-

Dil û mêjiyekî mezin -1-

-Apê Osman Sebrî

Vegere Destpêkê

 

Dadgeha dewletê û„Zimanê nenas“

Mirhem Yigit

Dadgeha Amedê ji bo zimanê kurdî „zimanê nenas“ dibêje. Zimanê helî kevnar dibe „zimanê nenas“. Ev derewa sedsalê ye, gerek têkeve kitêba rekoran, rekora derewan.

Îca vê jî kesên „hiqûqnas“, xwediyê dîplomayên hiqûqê dibêjin, Ev bi tenê têr dike û bes e ji bo ku mirov li ser karekterê dageha tirk bibe xwedî fikrek, xwedî dîtinek.

Berê zimanê kurdî, „zimanê kart kurt û zimanê tirkên çiyayî , zimanê wan kesan bû ku zimanê xwe yê orjînal ji bîra kiribûn, niha jî dibe „“zimanê nenas“.

Ev gotin û binavkirineke mirovê bêexlaq, mizawir û bêşerm e.

Rastî rastiye, zimanê kurdî jî rastiyeke çendhezarsalî ye ku bi kêmanî bi nivîskî 1000 sal derbsbûneke wî heye, yek ji 34 zimanên dinyayê ye, zimaneke ku bi bîst milyonan kurd pê diaxivin, bi salan e bûye zimanê kurdolojiyê, xwedî kursiye li zanîngehan, bûye zimanê fermî li Iraq û  Kurdistanê, îca bi gotina çend „dozgeran“ çend xwedêgiravî „hakiman“ kurdî nenas nabe, ji zimantî nakeve.

Bila bizirin heta karin, zêde ferq nake, rastî bihêztir e, kevintir û serdestir e, temendirêjtir û mayindetir e.

Kurdî zimanê kurd pê diaxivin, Kurdistan jî ew erd û axe ku kurd li ser dijîn. Bi gotineke din ziman, netewe,welat û zargotin ji hev bixwedî dibin, bi hev re yekerî û tevahiyekê, mikemelî û xweseriyekê ava dikin.

Ev hersê diyarde ji heman rîşe û rehan tên pê, bingeha wan, jêderka wan yek e, ji heman cihî dikevin rê.

Netewe û netewiyet li ser çend lingan ava dibe, beden, dil û mêjiyê neteweyî ji hejmarek kenal bifişik dibe, geş û gurr dibe, ziman li serê wan tê. Ev ling û stûnên jiyanê, ne bi tenê faktorên netewepêkanîn û netewedurustkirinê ne, belê girêdayê van bingehdiyardeyan netewe jî ji ev cihê dibin.

Bala xwe bidinê hezar sal in em û tirkan, çend hezar sal in em û asûrî, faris, ermenî û ereban di nav hev de dijîn, rengê me û wan jî bi giranî mîna hev e bi beşekî ji wan re ola me jî yek e, belê cihêyîyên di ziman de faktorê bingehîn e di mesela ferq û xweseriyan de.

Ev rastiya sosyolojîk di nav sedsal û hezarsalan de ji diya xwe dibe, distewe, balix dibe, wiha bihesanî jî ji navê ranabe. Asimîlekirina netewe û zimanekî ji ber vê rehkûrî, xwegirî û kûrayê ne hesan e.

Mirov vê dikare ji hewlên 90 salên serneketî yên dewlet û hikûmetên tirk jî bibîne ku hê jî hêza wan neghiştiye asimîlekirina gelê kurd û kuştina zimanê kurdî. Çavavêtineke kurd li dîroka siyaseta asimîlekar ya dewleta tirk, ji bo dîtina vê siyasetê têr dike.

Tu li eslê wê binerî ev pêvajoyek e, ji bo helandin û tirkandina kurdan stratejiyek komplet e. Hewla guhertin, dejenerekirin û deformekirina objektivîteyekê bi midaxeleyên subjektîf e, jinavêrakirina xwezayekê û ji heman xwezayê çêkirina yeke nexweza, destkird, sexte û derewîn e. Ev jî zulm e, guneh e, kufrî ye, kafirbavî û mizawirî ye.

Ma destên kê tunene di nav vî guneh û vî  sûcî de, ma kî tune dinav vê siyasetê de ?

Li pey vê siyasetê giş serokên dewleta tirk; ji Kemal û Inonu bigir, di ser Bayar, Demirel, Erbakan û Ecewit re, heta bi Erdogan bi sedan serok,siyasetmedar û wezîr hene, giş partiyên siyasî, artêş, burokrat, zanîngeh û xwendegeh hene.

Ku wiha ye rastî, şerê li himberê asimîlasyonê, dewlet, hikûmet, wezaret û siyasetmedarên mekanîzmayên asimîlasyonîst jî, dibe cîhad, pîrozî û serbilindayî, bervaja alîkariya wê jî ewçendî nerewa, neînsanî û nizimbûna însên e.

Netewiyet û neteweyîbûn hem rastî û realîteyeke civakî ye û hem jî li aliyekî din hestekî hevbeş e, hesteke kolektîv e, hestê mensûbiyetê ye.

Ev girêdana mensûbiyetê hestê em kurd in, em ji Kurdistan in, em kur û keçên heman enteweyî ne, zimanê me, zarava û devokên me ji heman kaniyê av vedixwin, ji her faktoreke din zêdetir di zimên de xwiya dibe.

Neteweyîbûn hişmendiyek e, ev hişmendî di ziman de, di hezkirina ziman de, di xwedîderketina li ziman de xwiya dibe. Hezkirina ziman, bendewariya beramber ziman pîvaneke ji pîvanên bênîqaş e.

Kurd hez ji zimanê xwe dikin, bêhurmetiya ji zimanê xwe re napejirînin.  Lehengiya siyasetmedarên li ber dadgeha Amedê û dadgehên din yên seranserê Kurdistan û Tirkiye, şahidên vê ne.  

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org