pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Nezîr Silo:

 

 

 

Vegere Destpêkê

 

Ji bo bîranîna 26 mîn salvegera koçkina

CİGERXWÎN (1903-1984) Nezîr Silo

Nezîr Silo

Helbestvanê mezin, sitêrka geşî bilind bû li esmanê Kurdistan. Degê jana netaw, êş û azara karker û cotkaran, belav bû li tevahî Kurdistan. Evîna wî, ew bû ku çavên wî netewa Kurd serbixwe û azad bibîne, gelê Kurd jî pêşkeve weke tevahî gelên Cîhanê, nukertiyê û nezanebûnê derbaske. Bi qasî Kurdperwer û welathez bû ewqasî jî, mirovperwer û enternasiyonalist bû. Bi qasî ku evrensel bû, ew qasî jî herêmî bû, bi qasî ku ji tekoşîna gelên Cîhanê coş digirt û pîroz dikir, ewqasî jî giredayî tekoşîna gelê xwe û hawar lê dikir.

Cigerxwîn, kilasîzma kurdî ku kûr xwendibû, dibin bandora wan de dijiya û helbestên xwe di afirandin, ew bi xwe ser vê yekê dibêje “Herê mirovekî mîna helbestvanê Ereb Nîzar Qebanî bi sedan dîwanên helbestên kevn û nû li ber destê wî hene; lê ez rebenê xwedê, ka çi li ber destê min ji bilî Cizîrî û Xanî heye. Ger ez rojekê bibim balinde jî, û li asmanê Kurdistanê bifire, herî wê dîl û bindestê melayê Cizîrî be.” Ji pirtûka Nerînek Rexneyî Li Helbesta Kurdî ya mamûsta Deham Ebdilfetah R 43-44. ji filiklora Kurdî a dewlemend, ji dîroka gelê Kurd, jiyan, bawerî, şêwazê jiyana wî, nezanî û bindestiya wî fêr bû û kir helbest.

Cigerxwîn di çarika pêşin a sedsala bîstan de dest bi ristina helbestan kir. Lewra bi zimanekî vekirî, rehat, xweş û şîrîn helbestên xwe çêkirin. Ji ber ku wî pêwîst didît bi gel bide fêmkirin, ne di riy xwendinê re, lê di riya gotinê re, ta ku gel xweş femke bi awayekî muzîkî be guhdar kirin û jiber kirina wê ji wan re xweş û hesan be. Emê li vir cih bidin nirxandina hin nivîsakar û helbestvanên Kurd li ser Cigerxwîn, vê yekê jî em bes dibînin.

Celadet Bedirxan: “Seydayê Cigerxwîn şûrê xwe ji kalên kişand, bera pûl û lalên itiqadên betal û xurafeyan dida, şerê neyarê hundur dikir, li kurmên ko darê dixwarin digeriya. Ew kurmên ko seydayê Xanî berê sê sed salî pêş me kirine.

Seyda rast bi rast bela xwe da bû Mîr û Beg û Axa û Şêxan, ji lewre ji xwe re dijminine xurt û dijwar peyda dikirin. Carna cih lê teng dibû. Lê seyda bê perwa, şûrê xwe di ser serê wan re vediweşand û eşkere digote wan, ez dikim bi vî şûrî rehê we jêkim” ( ji pêşgotina dîwana yekem) ya bi destê Celadet hatî nivîsandin.

Qedrî Can: “Ez bawer dikim ko dîwana Cigerxwîn, dewsa ku Mem û Zîn û dîwana Cizîrî vale heştine, ewê tije bike. Xurt û nezma dîwana Cizîrî a ahengdar bibînin.” (ji pêşiya dîwana yekem)

Osman Sebrî: “Cigerxwîn, derdê miletê xwe baş nasiye. Bela miletê Kurd di Mîr û Paşan, Beg û Axan û Şêx û Melan de dibîne. Ji lewra Cigerxwîn bê dilovanî kêmî û kasiyên wan dibêje û millet serwextî fend û xap, bêbextî û dilreşiyê wan dike. Ez bawerim ku seyda di vekirina çavê Kurd ên Sûriyê û

nîvroyê Tirkiyê de şopek mezin û hêje hiştiye. Cigerxwîn di Kurdîtiya xwe de, rast û duruste. Ew çend rast û duruste ku, di riya welat û welatiyên xwe de, singa xwe ji zîvarî û belengaziyê re vekiriye. Bi çav min ev yeka hûn koçe fedekariyê dawiye. Di rojên tengî û zîvariyê de jî, dilgeşî û comerdî ji Cigerxwîn bidûr neket. Rojekê min ew dilteng û bêhêvî nedît û her dem di tengiyê de, destê alikariyê dirêjî heval û hogirê xwe kiriye” ( Ji peşgotina dîwana Sewra Azadî ) ya hatî nivîsandin bi pênosa Osman Sebrî

Prof. Qanatê Kurdo: “Her şêreke Cigerxwîn, her helbesteke her çar dîwanên wî, ji nava dil û hinavê wî, ji Kûraniya dilê wî, ji hiş û aqilê wî yê gihiştî û safî û ji behra zanîna wî hatine gotin û nivîsandinê. Peyda bûna wan, efirandina wan bi hal û wextê dinyayê re girêdayiye, ji ber hal û jiyana Kurdên bindest û zerandî û ji ber roja wane reş û bextê wanî kor, şîîr û helbestên Cigerxwîn hatine hunandinê. Di wan da wîne şiklê Kurd û Kurdistanê bi destî hostayê xeberên bedewî kişandinê,. Kesek di xemil, nexş nitra wanda şikbir nabe, gişk bi rast û rastkeqînin. Lê pêwîste ji bîr nekin, ku ew li cî û wextê xwe de giranbiha û bi nirxin.” ( ji pêşgotina dîwana 5’an ) ya bi destê Prof. Qenatê Kudo nivîsî

Casimê Celîl: “Navê Cigerxwîn, navê hostê xebera, xudanê lewzê şîrîn li herçar terefê Kurdistanê, nava xwedevanên Kurda de xweş eyane. Şîrêd wî bûne stran û nava cimetê digerin. Xort û qîzê Kurd de yên nû bişkivî şayîr bi devkî hîn dikin, bîr û baweriya xwe, miletpewariya xwe bi wan şîra tam dikin û bi xwe jî dibin Cigr bi xwîn.” ( Ji pêşgotina dîwana 6’an) ya bi destê Casimê Celil nivîsî

Cigerxwîn, bû pir di nav bera Cizîrî, Xanî û çaxê xwe de. Bi welatperwerî ramanên xwe yên pêşketî, bi asoyê xwe yê fireh û bilind di Cîhana wêjeya Kurdî de, bû dibistanek.

Berhemên Cigerxwîn ên çapkirî evin:

1- Dîwana yekem- 1941 Şam

2- Cîn û Gulperî- Çîroka yekem 1948 Şam

3- Dîwana duwem Sewra Azdî 1954 Şam

4- Reşoyê Darê, çîroka duwem 1956 Şam

5- Gotinên pêşiyan 1957 Şam

6- Destûra zimanê kurdî 1961 Bexda

7- Ferheng, beşê yekem 1962 Bexda

8- Fereheng beşê duwem 1962 Bexda

9- Dîwana siyem Kî me Ez? 1973 Beyrûd

10- Salar û Mîdya 1973 Beyrûd

11- Dîwana çara: Ronak 1980 Stokholom

12- Dîwan pênca: Zend Avesta 1981 Stokholom

13- Dîwana şeşa: Şefeq 1982 Stokholom

14- Dîwana hefta:Hêvî 1983 Stokholom

15- Dîwan heşta: Aşitî 1985 Stokholom

16- Tarîxa Kurdistan I 1987 Stokholom

17- Tarîxa Kurdistan II 1987 Stokholom

18- Folklora kurdî 1988 Stokholom

19- Jînenêgeriya min 1995 Stokholom

 20-     Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanê 1995 Stokholom

 

 

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org