pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

RUKIYE ÖZMEN:

-Keştiya Nuh dişewite

-Hezkirin bi kurdî xweş e

 

 

Vegere Destpêkê

 

Bandora çîrokan ji bo pêşxistina zarokan.

RUKIYE ÖZMEN

Çîrok bi gotina hebû tunebû destpêdikin, ji xeyal, mitolojî û realîtê têne hûnandin. Çîrok ji bo zarokan daxwaza herî xwezayî û keyfxweşiyê ye, ku ji dayîkên xwe daxwaza çîrok vegotinê dikin.

Divê ku zarok bi vegotina çîrokan re zarokatiya xwe derbasbikin. Ji ber ku mesele û çalekîyên ku mezin li ser gotubêj dikin kapasîta zarokan  têrê nakê û têgiha wan  ranagirê. Mezin birêya çîrokan  dikarin  jiyanê  hêdî hêdî  bi zarokan bidin fêrkirin daku ew reş û sipî ji hevdû derbixin, ji ber ku zarok çi bibînin wê nişan didin û çi bibihîzin wê dibêjin ew xwezayîne.  

Bi rêya çîrokan zarok başî û xirabiyê ji hev dinasin, xweşikayî û mekrohiyê ji hev derdixin, mirin û jiyanê têdigihêjin. Zarok bi lehengê çîrokê re hevkarî dikin û li cihanê digerin, ew jî pirê caran xwe wekî qahremanê wan çîrokan dibîn in.

Ji xirabiyan hêrs dibin û dixwazin başiyê bibin serkeftinê. Lawirên  bixeter nasdikin û dikarin xwe ji wan biparêzên. Zarok bi mereq û hezkirin guhdarîya çîrokan dikin, motiveyê pêşerojê dibin û ber bi daxwazên xwe ve diçin, asoya wan fereh dibe. Xeyalên wan mezin dibin û dixwazin wan qahremanên baş ji xwe re nîmone bigrin. Ferhenga wan a peyvan pir dibê herwiha psikoliojiya wan rehet dibê. Ji berku giyana wan têr dibê û birêya vegotina çîrokan valahiya giyana wan tijî dibê.

Dema zarok li ser hev pirsan ji mezinan dikin mezin aciz dibin û zarok jî bi awayekê xwezayî gelek caran pirsên xwe di dadiqurtênin ev jî di aliyê derûnî de bandoreke negatîv li wan dikê. Ji berku zarok çi dîmenan bîbînin, çi bibîhîzin û hîsbikin dixwazin bizanin,ew bi tenê nikarin têbigihêjin ev jî dibê sedem kû ew pir bikevin tentelê û bi mereq pirsan bikin.

Çîrok li ser  pêwendiya zarok û dayêkê jî hevkariyek pozîtiv avadikê. Dema ku dayîk bi ziman û hestên dayîkane çîrokan ji zarokane re vedibêjê. Zarok hem hezkirina wan zêde dibe, hem jî baweriya wan bêhtir bi wan çêdibê û hevaltiyek baş di navbera wan û dayîkê de pêktê, ev bawerî û hevaltî bandorekî pozîtiv li atmesfora nava malbatê jî dikê.

Biteybetî sudewarî û erêniyên çîrokê ji bo civaka kurd gelek giringe, sedemek jê jî eve ku tu derfeta kurdan nemabû ku çanda xwe bi parêzin, ya ku çand parast zargotina kurdî bû ev zargotin jî pareke xurt jê ya çîrokêye. Ji berku dagirkeran ne dikarîn di devê gelde vê zargotinê bikujin,ceza bikin an bi şewtînin. Heta bi radeyekê  çanda kurdan pê hate parastin, egid û welatparêzên wan li ser zimanan hatin gerandin. Bajar û gundên wan hatin nasîn av û çiyayên wan wekî sembol dinav re  derbasbûn. Buyer û rabirdû di wan de dihate şîrovekirin.

Giringiya çirok û vegotina wê her pêwestiye ji bo civakê çi be devkîbe, çi jî li ser kaxetê anjî suwarî perda sipî be. Çîrok her xwedî guhdarvane, ew her xwedinvîsê, bi cure curên aktor û fîgorên ji jiyanê wergirtî xwe didê temaşekirin.

Têgotin rojek jinek diçê ba Albert Einstein û dipirsê ka ew çawe zaroka xwe mezin bikê, Albert Einstein jê re dibêjê xanim çîrokan ji zaroka xwe re bêje. Jin dibêjê serê wî pir di cire cirêdeye  dibê ku wî ez baş fahm nekirbim û carek din jê pirsdikê ma ez zaroka xwe bi çi hawî mezin bikim? Albert Einstein dibêje xanim min ji te re gotibû  çîrokan jêre bêje.

Bêgoman divê ku li gor temenê zarokan mirov çîrokan ji wan re bibêjê zarôkên 3 - 5 Sali bi teybetî  pirtukên bi wêne mirov bi wan bidê temaşekirin. Zarokên 5-10 Salî çîrokên Fabîl ji wan re werin vegotin. Ji xwe ji 10 salî û pêde ew êdi baş fêrî xwendinê dibin û ew li gorî dilê xwe wê pirtûkê bigirin û bixwînin Dayîkên birûmet bi hêviya ku her şev hun  ji zarokên xwe re çîrokekê bixwînin û wan bê çîrok nehêlin..  

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org