pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

RUKIYE ÖZMEN:

-Keştiya Nuh dişewite

-Hezkirin bi kurdî xweş e

 -Bandora çîrokan ji bo pêşxistina zarokan.

 

Vegere Destpêkê

 

Xela Jinên kurdnivîs

RUKIYE ÖZMEN

Mirovahî ji zayenda nêr û zayenda mê pêkhatiye, lê ji ber ku balansek di navbera jin û mêr de çênebûye, wekheviya civakê jî ava nebûye ku civak ber bi nasnameya mirovahiyê ve biçe. Cîhana ku bi pergala mêran dimeşe aliyekî jiyanê seqet kiriye û civak bi lingekî birêve diçe.

Kîjan pîşe be, ger ew pîşe di navbera jin û mêr de neyê parvekirin bê guman wê ew pîşe bi pêş nekeve û astengiyên li jiyanê heyî wê kêm nebin.Yek ji van pîşeyan jî nivîskarî ye. 

Nivîskarî pîşeya herî zehmet e û di heman demê de xwedî bandora bê hempa ye li ser civakê. Pîşeya nivîsê mîrata mirovahiyê ya hevpar e, ew netewe û parzemînan nas nakê, yekane alava ku dibe pira di navbera gelan de. Ew xwe di ser sînorên siyasî re diqevêze, neqşa raman û hîsên mirovahiyê ya duh û sibe radixê ber çavan.

Li gorî çavkaniyan cara ewil nivîs li ser xaka Mezopotamyayê hatiye afirandin, bi hezar salan re êdî nivîsê xwe ber bi kemilandinê ve aniye û gihiştiye heta roja me ya îro. Lê dema mirov li kurdan dinêrê, nivîskarî di nav civaka me de ji ber şert û şirûdên siyasî zêde bi pêş neketiye.

Dema mijar bibê îstatîstîka di navbera jin û mêrên bi kurdî dinivîsînin de, êdî aliyek mêzînê li erdê dimînê û aliyê din jî diçê jor.

Jinên bi kurdî bi taybetî bi zaravayê kurmancî dinivîsin, mîna giravên nava deryayê kêm in, divê mirov gelek melavanî bike heta mirov wan bibîne.

Jinên kurmancînivîs jî bi piranî helbestan dinivîsîn, mirov dikarê vê sedema wê jî ji ber ku ev hezar sal in helbest hatiye nivîsin û temel û ekola nivîsandina kurdî helbest bûye, ev jî objeyek xwezayî ye.

Nivîsandina helbestê li ba jinan ji nû ve ji dayik dibe, sembol û mijarên wan bi piranî, gazin û hawar in, aso û perspektif di wan de qels e.

Mirov dikare çend sedeman rêz bikê ku çima jinên nûser kêm in, yek ji van bi hatina ola îslamê re, derî li ser jinan hate girtin. Fiq û perwerde bi tevahî li Medresan bû û tenê mêran dixwend.

Bê goman ev perwerdeya li medreseyan bi waneyên olî bisînor nedibû, dersên edebî; dîrok; fizîk û hwd) jî cih digirtin. Lê ji keçan re bi sedema biyolojî (heyzan) nehiştin ku bixwînin û bê xwendin man. Feraseta feodalî, ku jin wekî têgeha namûsê di nava civakê de da pejirandin, şert û mercên siyasî jî bû dîwarê ji hesin li pêşiya jinan.

Ne perwerdebûna jinê bû berjewendiya dagirkeran, jin û civak kurd bê perwerde man. Dewletê dibistan ava nedikirin, cihên lê dibistan heye jî bajarbûn, bêguman li bajarên mezin keçan dibistan dixwendin lê raman û zimanê wan bi pargalên halê hazir biqeydbûn, nasname û hestên wan li gorî perwerdeya ku girtî kemilîn.

Ji bilî zimanê dayika xwe ew bi kîjan zimanî fêrbûbûn, bi wî zimanî nivîsîn û dinivîsîn. Raman û hestên xwe di dilê xwe de rizandin û kesayatiyek homojen di giyana wan de bi gewde bû.

Jin di warên cur bi cur de dinivîsîn, wekî rojnamevanî, lêkolîn wêje û hwd.Li bakur bi helkefta bizava azadiyê jin di aliyê leşkerî û siyasetê de bûye xwediyê astekê. Lê di hêla nivîsandina zimanê dayikê de pir lawaz e, li jor min nemaze bi çend egerên ji derveyî pergala vîna kurd hatin kirin dest nîşankirin. Lê egerek ji van jî kurd bi xwe ne bi taybetî partiyên me yên siyasî, ku dinamîka civakê ne.

Ji ber ku jiyan, belavok, peyam, û alavên ragihandinê tev bi tirkî ne, pir jin jî bi tirkî dinivîsîn. Jin teşwîqî nivîsandina bi zimanê dayikê nabin, mînak şevên xwendinê, vexwendina çalakiyên çandî, guftogoyên bi wan re.

Şîrovekirinê li ser berhemên wan pir qels in, li ser berhemên wan piretir, bala nasnameya wan ya zayendî tê kişandin.

Dema mirov li çalakiyên çandî amade dibe ev yek baş diyar e di van çalakiyên çandî de mirov jinan bi tiliyan dihejmerê. Jina perwerdikirî civaka perwerde kiriye, civaka perwerdekirî netewe pêşketiye, ji bo ku neteweya me jî bi pêş bikeve divê jina kurd bi zimanê xwe binivîsîne.

Jinên bi kurdî dinivîsîn li her qadên jiyanê çalak bin ku jin teşwîqî nivîsa bi kurdî bibin. Jin raman û hestên xwe binivîse, ne di neynika mêr de; lê di neynika xwe de li xwe û jiyanê temaşe bike.

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org