pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Rojanên Kongriya Tokyo û beşdarîya şanda PENa Kurd

 

-Şanda PENa Kurd li Tokyo28.09.2010

 

-Şanda PENa Kurd li Tokyo, Rûniştinên roja 29.09.Helwest û Encam

 

Vegere Destpêkê

 

Şanda PENa Kurd li Tokyo

76.mîn kongireya PENa Navneteweyî (25-30.09.2010)

 

Rapora 30.09.2010

76.mîn Kongireya PENa Navneteweyî îro di civîna xwe ya roja dawî de rapor u mijarên pêwendîdar bi kar u xebata hin navendên herêmiye PENê re nirxand u di derbarê van de biryar da. Rewşa Kurdistanê îro jî ji rojeva PENa Navneteweyî der neket. Di civîna îro de rewşa girtiyên Kurd li girtîgehên Îranê, bi taybet nivîskar u rojnamevanên girtî bi awayek berfireh ji beşdarên Kongireyê re hate zelal kirin. Di dawiya basa li ser rewşa girtiyên Kurd li Îranê, pêşniyarbiryara şanda PENa Kurd ku ji pêşgotin u 3 daxwaziyan pêk hatibû, bi yekdengî ji aliyê beşdarên Civata Giştiye kongirê ve hate pejirandin. Di wê biryarê de kiryarên dewleta Îranê di derheqa girtiyên siyasî u girtiyên doza ramanê de tê şermezar kirin u daxwaza azadkirirna hemû girtiyên siyasî tê kirin.

 

Bi wî awayî ji koma 5 pêşniyarbiryarên şanda PENa Kurd, 4 ji wan di kongirê de bi piraniya dengan hatin pejirandin u weke biryarên 76. mîn kongireya PENa Navneteweyî hatin belav kirin. Pêşniyarbiryara dawî ku di derbarê mijara aştî li Bakûrê Kurdistan u Turkiyê jî bû di rojeva Komîteya Aştiyê de ma.

 

Her wisan îro pêşniyarbiryara PENa Turk li dijî binpekirina mafê nivîskar u rojnamevanan li Turkiyê hate pejirandin. De biryara hatî pejirandin de, rewşa nivîskarên girtî, bi taybet rewşa nivîskar u rojnamevanên ku li ser ”Doza Kurd” hatine girtin hatiye bas kirin u daxwaz ji dewleta Turk tê kirin nêzîkbûna xwe ya di wê derbarê de biguhere.

 

Di civîna îro de şanda PENa Serb hin agahiyên pêwîst li ser amadekariyên 77. kongireya PENê ku biryare sala 2011 li bajarê Belgrade, paytextê Seristanê birêve here dane kongireyê.

 

76. mîn kongireya PENa Navneteweyî îro serê êwarê bi rêuresmek fermî bi dawî hat.

.

 

 

 

    

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org