Silavnameya Navenda PENa Kurd ji bo Festîvala Rewşenbîrî 3 li Dihokê

Birêz kekê Hesen Slêvanî, serokê Yekîtiya Nivîserên Kurd – DihokBirêz endamên Desteka Birêvebir Ya Yekîtiya Nivîserên Kurd – Dihok

Rê bidina me, ku em di destpêka silavnameya xwe de rêz û silavên xwe bigihênine kak Mesûd Berzanî, serokê herêma Kurdisatanê,

hemû endamên parlamento û hikûmeta başurê Kurdistanê û di kar û xebatên wan de serkeftinê bixwazin.

 

Bi navê Komîteya Birêvebira Gishtî

Dr. Zerdesht Haco

Serekê Navenda PENa Kurd

 

hinek Kar û Chalakî

 

•  Rêbaz û destûra navxweyî ya PEN a Kurd

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Chalakiyên wêjeyî yên ku PENa Kurd ji roja damezrandinê heta niha encamdayîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Kampaniyên PENa kurd yên heta niha ji bo azadkirina endamên xwe ji girtîgehan û exhkence û lisêdaredanê sazkirîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

Silavnameya Navenda PENa Kurd ji bo Festîvala Rewşenbîrî 3 li Dihokê

 

Birêz kekê Hesen Slêvanî, serokê Yekîtiya Nivîserên Kurd – Dihok

Birêz endamên Desteka Birêvebir Ya Yekîtiya Nivîserên Kurd – Dihok

 

Rê bidina me, ku em di destpêka silavnameya xwe de rêz û silavên xwe bigihênine kak Mesûd Berzanî, serokê herêma Kurdisatanê,

hemû endamên parlamento û hikûmeta bashurê Kurdistanê û di kar û xebatên wan de serkeftinê bixwazin.

 

Bi navê Komîteya Birêvebira Giştî

Dr. Zerdesht Haco

Serekê Navenda PENa Kurd

 

20..07.2010

 

Gelî birêzan,

 

Ji bo vexwendina Navenda PENa Kurd bo Festîvala Dihokê Ya Rewşenbîrî 3

 

em silav û spasiyên xwe yî dilînî ji amadekar, xebatkar û hemû mêvanên festîvalê re pêşkêş dikin.

 

Rêxistina me, Navenda PENa Kurd, rêxistineke nivîskarî kurdistanî serbixwe ye, ya ku li ser qada navneteweyî ji bo parastin û bipêşvebirina ziman û wêjeya kurdî dixebite.

 

Endamên wê nivîskar, wergêr, rojnamevan û weşangêrên kurd ji hemû deverên Kurdistanê û li derveyî welêt in. Endamên me yî ne kurd jî hene, ew li sernaserê cihanê heval û dilsozên ziman û wêjeya me ne.

 

Navenda PENa Kurd endama Navenda PENa Navneteweyî ye, ya ku 144 PENên neteweyên din heta niha endamên wê ne.

 

Navenda PENa Navneteweyî li cihanê bi giştî ji bo parastina peyva azad, ji bo aştiyê, ji bo mafên zimanan, ji bo mafên jinê, û ji bo berdana wan nivîskaran ji zîndanan, yên ku ji ber derbirîna ramanên xwe di zîndanan de girtî ne, dixebite.

 

Gelî birêzan,

 

Yekîtiya Nivîserên Kurd – Dihok yek ji navendên me yî rewshenbîrî yî sereke ye.

 

Vê dezgeha Kurdistanî ji roja damezrandina xwe ve bi ser hemû mercên dijwar de karî bû bê didilî xebata xwe berdewam bike.

 

Ev yek jî bi saya serê rewşenbîrên dêmokrat, yên ku em bi xebat û berhemên wan serbilind in.

 

Em bi dilgermî dengên xwe didine van rewşenbîrên kurdistanî û bi wan re di yek helwestê de ne, ku baweriya me yî bêdidilî bi mafên gelê kurd û berdewamiya xebata me wê bê chare me bigihêne armancên neteweya me ji bo Kurdistana yekbûyî, azad û dêmokrat, ya ku tenê di wê de ziman û wêjeya me dikarin di mercên xwezayî de, bê qeyd û bend geş bibin.

 

Em careke din spasiyên xwe ji bo vexwendinê dubare dikin, û ji mehrecanê re birêveçûneke xweş û serketinê dixwazin.

 

Bi navê Komîteya Birêvebira Gishtî

Dr. Zerdesht Haco

Serekê Navenda PENa Kurd

 

20..07.2010

 

 Vegere Destpêkê......

Copyright ® 1990 pen-kurd.org

 pen-kurd.org

Navenda PEN a Kurd