pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

Nivîsên din yên Nivîskar Abdusamet Yigit:

Bawê Tahirê Uryanî

-DEM BI DEM FELSEFE Û PÊŞKETIN

-DI WÊJEYA KURDîDE JIN Û CIHÊ WÊ

 

 Vegere Destpêkê......

 LI SER BÛNA JÎRE ÊQIL

 

Abdusamet Yigit

Jîrî, gotinaka ku di kurdî de bi teybetî xwediyê hebûnaka xwe ye sehî ya. Mirovên jîr, mirov ku karin riya xwe ye qanciyê bibînin. Bi aqilê xwe karin bi ser pirsgirêkên ku derkevina pêşiya van ve werin. Deme ku pirgirêkêk derkete pêşiya wan, wê bi aqilê xwe re jê re çareseriyekê bibînin û pê bi ser ve werin. Deme ku gavên xwe avêtin bi kirina tiştekî re, wê zanibin ku ka wê çawa gava xwe biavêjin. Wê ye qanc û neqanc jev derxin û nas bikin. Li ser tevger û xûyan re naskirina ku dibê, hebûna têgihiştina jîriyê dihêne ser ziman. Naskirina tevgeran û fahmkirina wan, di aslê xwe de bi xwe re têgihiştinaka ku mirov bi demên pêşketinê re bidest xistiya ya. Mejiyê mirov çendî ku bi minaqî mirov bêne ser ziman ku ew weke aqilê camid e, her weha jîrî ji aqilê kirde ya. Mirov, deme ku di hizirê, hizir diafirêne. Ew hizir, têde ji aqil heya. Aqil, bi du wateyên wê yên ku pê bê salixkiirn re mirov karê wê bêne ser ziman Yek, bi mejî re dihê ser ziman. Ye din ji her weha bi hizir bixwe re dihê ser ziman. Jîrî, di vê yekê re dibê aqilê hizir bixwe re. Jîrî, di hizire êqil de, têgihiştina êqil dihêne ser ziman. Aqilê jîr, hingî dihê ser ziman. Aqilê jîr ji, aqilê biaqil e. Aqilê bi aqil ji, aqilê ku di xwe de bi têgihiştina. Aqil kê biaql e? Aqilê mirovê ku şahraza ya. Mirovê şahraza, mirovê biaqil e. Aqilê şahraza ji, aqilê bijîr e. Di kurdî de gotina şahrazatiyê, gotinaka ku têde têgihiştinaka bi aqil e jîrî heya. Ji şahrazabûnê aqilbûn bijîrîyê dihê fahm kirin. "Ew mirov, mirovekî çi jîr e". Ev gotin, di aslê xwe de ji bo mirovên ku karin bi aqilê xwe bi afirênin û bîr û bîrewer dihê bikar hanîn. Pê re ji bahs tê kirin û tê gotin, ku ew mirovekî çendî şahraza ya. Bi vê gotinê re ji, bahs tê kirin ku ew mirovekî ku biaqil e û wî gelekî dîtiya û di rewş û cihan de zane ku wê çawa bike û gava xwe biavêje û xwe bi ser bixe. Mirovê di rewşan de karê xwe bi serbike ew mirov mirovê ku şahraza ya. Kurd, giringiyê didina aqiliyê bi bîr û bîreweriyê re. Li zaro û dordora xwe ji dimeyîzênin û li kirinênin wan dimeyîzenên û ku li gor aqil rast dîtin, êdî ji wan re gotina şahrazitiyê bikar dihênin. Li duv hevdû, mirov, aqil, jîrî û şahrazatî tê. 
     Di deme ku bahse şahrazatiyê tê kirin de, pê re, aqilê ku tê ser ziman, ew aqil, aqilekî bizan e.Zanebûna wî aqilî heya.Ew zanebûna wî aqilî bi bîr, bîrxistin û bîreweriyê dihê ser ziman. Bi wê re, mirov divêt ku bêje ku şahrazatiyê biaqilê jîrî dihê ser ziman. Weke ancamaka wê dihê ser ziman. Jîrî û şahrazatî, bi hev re, ku şahrazatî bi jîrîyê diafirê dihê ser ziman. Di şahrazatiyê de, nerîne bi aqil û kirina bizanebûn û tevgere rast heya. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku şahraza, gotinaka ku ji aqilê jîrî ya. Aqilê kirde wê ye ku mirov wê fahm bike, di vir de mirov bi têgihiştinekê digihêne têgihiştina jîrî. 
      Jîrî, deme ku mirov li ser bihizihê, divêt ku mirov ji bîr neke û bêne ser ziman ku çerçova êqil ye bi bitêgihiştin hatiya afirandin bixwe ya ji. Aqil, deme ku li ser çêkirina xwarinekê hizirî, hingî, wê çawa ew xwarin were çêkirin û wê bi çi û çi awayê bê çêkirin ji wê li ser bihizirê û wê wan aliyan hemûkan bi hev re di çerçova gotina xwarinê de di xwe de bi lêkerkirinê bi hawêne. Lê yekî ku ne dîtibe û nizanibe ji, wê di serê wî de ew çerçova ji nebe. Ji ber vê yekê, mirov divêt ku ji vê yekê gav bi avêjê û bêje ku jîrî bi mejî re xwediyê çêkiriya aqilî ji ya.
      Aqil, di mejî de, bi pir têkiliyên bi hev re diafirê. Mirov divêt ku vê ji bêne ser ziman. Dîtin, hiskirin û pêlandan û hwd, mirovên ku bi meji re di têkiliyê de ne û yên ku afrîner in. Mirov, deme ku dengek hiskir, ew deng bandûraka wê ye li ser mirov heya. Lê di deng de çê gotin têne çêkiirn û têne ser ziman ji, wê bandûre bêhtirî zêdetir dike. Mirov divêt ku vê yekê ji her weha bêne ser ziman. Gotin, ku deme ku mirov lê hisand, di dilê mirov de dilperiyekê dide çêkirin. Ew dilperî, bi deng re ji gotinê ku meji daya çêkiirin a. Deng, têde, ji ye ku em dizanîn bêhtirî xwediyê hinek levhanînna ya. Bi genetikê mirov re, ew levnanîna wê ye ku deng dihêne ser ziman bi mejî re têkiliya wê ya. Mirov hinekî weha ku xiyala xwe bi pêşnûmayekê bi kar bêne mirov wê  weha bêne ser ziman. Minaqa me ew e, ku  axiftinaka ku em bikin em çerçova wê pir baş bi gotinên di hundurê wê de bi afirênin û birijênin ser rûpel. Deme ku me axiftina xwe bi pêşnûmakiirî ku rijanda ser rûpel, hingî, mirov wê axiftinê hildê berçav û lê meyîzenê û jê ji çerçova wê nivîsandina axiftinê xiyalekê ku di serî de hatî pêşnûmakirin jê di serî de bike. Mirov wilo hizir ji bike ku deme ku me hizir kir, ji wê çerçova nivîsa me, dii deme hizirkiirne li ser de, me kopîyeka wê bêkêmesî yeke li gor wê nivîsa nivîsandî ye li ser rûpel hatiya kopîkirin. Nivîsak li ser rûpel û ya din ji bi pêşnûma xwe re bi aqilê me re heya. Di wê rewşê de, wê ew herdû pêşnûmeyên wekhev yên nivîsê wê çerçova wê aqilê me yê di wê nivîsê de bin. Lê herdû yek in. Lê ka ma gelo herdû yek in? Mirov karê wê pirse bi pirsê. Di deme ku ew herdû pêşnûma wilo hatina afirandin, piştre êdî ma mirov karê bêje ku herdû wekhevdû ne? Herdû pêşnûma yên êqil in. Lê ye ji ya din e. Mirov divêt ku wê ji bêne ser ziman.
     Pêşnûmeye me ye pêşî ye ku hatiya nivsandin, ew pêşnûma, pêşnûmeyeke ku hatiya afirandin û êdî ew ji ber wê deme afirandina aqilê me derketiya. Ew êdî bûya aqilek bi serê xwe ku ew wilo êdî were fahmkirin. Weke ku nahaka em vê nivîsê di nivîsênin. Lê me bidawî kir, êdî ew aqilekî bi xwe yê ji me qût e. Em divêt ku vê ji her weha bênine ser ziman.
    Di wê çerçova pêşnûmê de, bi aqilê wê re sînorê wê heya. Vaca wê ye ku têde heya. Bi du awayan vaca wê heya. Yek; aliyek, aliyê bigotinan re ku sînorê hatiya nivîsandin û ye din ji her weha ye çerçova pêşnûmê ya. Di vir de, sînorê çerçova pêşnûma nivîsê û ye têgihiştina têde, bi nivîsê re çendî ku weke ku dihê ser ziman ku di wekheviyekê de ya ji, di aslê xwe de, bi gotinên di çerçova pêşnûmê re farqîbûnak weke ye hebûna kahniyeka avê ku ji aliyê binê xwe ve bi kurbûn û dirêjbûna wê kurbûnê ve diçê û kur diçê ku heya û bi deve wê yê ku bi sînorê xwe re ne weke wê dirêjbûn û firehbûna kurbûnê re ya dihê berbîra mirov. Çerçova hebûne êqil, hebûna têgihiştine mirov ye bi mirov re dihêne ser ziman. Mejî, wê çerçova mirov, bi nerîne ku mirov li derv û dora xwe dike re diafirêne. Hebûna nerînê, di aslê xwe de gelale mirov ye hizirkirinê ya. Nerîne mirov sînorê wê ne mejî de xwe bi dawi dike. Mirov nikarê bêje ku bi qutkirina nerînê re ew bi dawî dibe.
     Hizirkirin, deme ku dibe bi mirov re, mirov di serê xwe de li ser tiştekî di hizirê. Ew tişt, aqilê me di têgihiştina wê de ya. Lê cerna heya ku bîre mirov ne di wê farqê de bê. Bîra mirov, di aslê xwe de di vir de, bi jîrîiya mirov re aliyekî wê yê aqilî heya. Jîrî, bi du awayan hebûna wê mirov divêt ku fahm bike. Yek, aliyê wê yê hebûnî ya ku ew têgihiştina wê dihêne ser ziman e. Ye din ji, her weha têgihiştina wê ya bîrî ya têde bixwe ya. Aliyê bîrî, bi mejî re di bîrê de hiştinê û pê bi tevgerketinê re hebûna xwe bi salix dike. Lê aliyê din, her weha wê têgihiştina ku têde bi pêdeçûnê re hebûna bi afirandina têde ye bi têgihiştinê re dihêne ser ziman. Çerçova pêşnûma rewşekê, bi jîrî ku têgihiştin bi dîtinê û fêrbûnê re serwerî pê bi mirov re bû, êdî ew çerçova dibe çerçoveyeka jîrî ji. Hizirkirina li ser rewşê, wê bi serweriya bifahmkirina bi rewşê re bibe. Bi vê yekê re, ew serweri, ji ber ku berî hingî bûya û bûya xwediye têgihiştinê, êdî ew çerçova wê bi têgihiştin wê çareseriya jê re weke aqilekî jîrî bêne holê. Lê têgihiştina çareseriyê ye pirgirêkekê, wê pirsgirêkê bi buhurandina wê re ew dibe deme wê ye piştre ye bi ast. Di çareserkirina rewşekê de têgihiştina rewşe pirsgirêkî, bi kirdetiye xwe re têgihiştina xwe ye ku çêkiriya ye çêkerî e bisehî û bi kirdeyî wê têgihiştinê navende xwe ye ku çêkiriya ku pê bûya kirdeyeke têrkerî, êdî bi bûna rewşê re, bitêrkertiya rewşê, ji wê bi têgihiştin afirandina xwe li gor wê têgihiştina wê ye jîrî diafirêne. Mirov, divêt ku zanibe ku lêkere ku gotina çareseerkirinê re dihê kirin, jîrîya ku di çerçova hebûna xwe de navenda xwe bitêgihiştina xwe afirandiya ya. Pêşnûma jîrî ye mejî ji, ji bo çareserkirinê ji ji jîrîya êqil e.Di vir de, vaca rewşê ye rewşî kifşkirina wê û vaca jîrîya ku li gor têgihiştinê ku bibe têgihiştina wê bijîrî çerçovakirina wê hizre çareseriyê di afirêne.
      Di aslê xwe de, bi fahm kirina her aliyî ye rewş re, rewş bi mirov re dibe çerçoveyaka hizrî ye bi me re. Ew çerçove, bi hebûna xwe re dibe jîrî ji. Mirov karê wê ji bêne ser ziman. Bi vê yekê re bêje rewşê bi kirde xwe re hizre jîrî di xwe de dihawêne. Ji wê çerçova di serê mirov ye hizire wê hizirkirinê de jî, weke ji jîrîyekê bi hizirkirin bê û bi wê hizirkirinê ji biafirê ji diafirê. Rewş, bi hebûna xwe ye ku heya re, weke mirovekî ku di bin rojê de bi seh e, mejiyê mirov ji jê bi têgihiştin e. Jîrîya mirov ye ku di wê rewşê de dibê ji, ji wê biriqîna wê têgihiştina wê rewşê ye wê ya.
      Rewş, di aslê xwe de, bi wê biriqîna xwe ye li mejiyê mirov de, bi hizirkirinê re ku çerçova wê diafirê di mejê de pê re afirandina wê heya. Lê ew afirandina wê, di çerçova wê çerçova rewşê de ya. Biriqîna wê ye ku bûya û di mejî de ya, jê jîrî bidest afirandina xwe dike. Di aslê xwe de, ew biriqîn bi rewşe ku jê biriqîya û dîtina wê ye ku bûya re di mejî de hebûneka têrkerî bi xwe re û bi wê biriqînê re bi xwe re têrkeriyeka razberî diafirêne. Jîrî, di vir de, hem wê hebûna têrketiya razberî dihêne ser ziman û hem ji aqilê wê yê undurê wê yê ku bi têgihiştine dihêne ser ziman. Bi vê yekê re, ku em gotinaka gelemper bênine ser ziman û bêjin ji, em karin bêjin ku jîr aqilê wî aqilê di serê me de ya. Jîra aqilê aqile me ya, bi me re deme ku hebûna xwe dihêne ser ziman, bi têgihiştina mirov ye bîrewerî û bîrbûnê dihêne ser ziman.
     Ji rewşê, biriqîna ku bû, ew biriqîn, bi hebûna xwe ye kirdeyetî re di temenê çerçova nerîne li rewşê de bi hebûna rewşê ye ku bi têgihiştin kiriya aqilê xwe ji çêdike. Di vir de, rewş ew kirde wê ye ku jê bûya ku têgihiştin di derbarê wê de afirî ji, weke ku aqilê rewşê bi afirê lê tê. Kirde, wê lêkeriya têgihiştiniyê bi xwe re li ser lingan dihêle. Bi wê têgihiştinê re lêkere kirde ye rewşê salixkirina xwe ye bi xwe re dide kirin. Bi salixkirinê re, jîrîya ku mirov wê dihêne ser ziman ji, êdî bi wê salixkirinê re ku ew salixkirin têrkertiyekê bi safîbûna bi wê salixkirinê re ku hatiya girtin re diafirê. Salixkirin, di du awayan de xwe dide der. Yek, bi salixbûnê re kirdeye ku bitêgihiştin bûya dendika xwe ye bi xwe re diafirêne. Ew bûn û afirandin, dike ku mirov wê bi têrkertiyaka razberî bi nav bike. Di vir de aliyê din ji, bi bi teneserê xwe bûna  kirde ye bi têgihiştine xwe re dibe. Weke çîçikeke ku ji nû ve ji hêke derketiya û êdî piştre ku derket êdî bidest mazinbûna xwe dike û êdî piştre ne bi gelekî re karê bixwe bijî dibêt. Çîçik, wê weke maka xwe bê mirîşk. Lê wê bê yeke ji wê cuda. Piştre, wê çîçik ji, wê biriqîna ji xwe ye xwe bide çêkirin. Ew kirde wê ya.Kirde wê, pêşî bi wê şênber e. Lê piştre ku wilo dendika xwe ya navikî çêkir, êdî ew şênbertî bi deme peresendinê ye di têgihiştinê de wê bê li wê bixwe ji. Ew biriqîna ji wê ye duyemin ji, dibe biriqîna biriqînê.
     Bi dîrokê pêşketinê re mirov, bi sadsalan bi xwezayê re jîrîti jîn kir. Jê, ji awayê wê, bi nerîn û dîtinê re hizirkir. Ew destpêkirin û hizirkiirn, jîrîya mirov pêşketina wê ye destpêkê ya. Têgihiştina biriqînê, di vir de bi kirde xwe re mirov di nav têgihiştina aqilî ye bi xwe re ku bi mirov re dide afirandin û ku temen pêşketin û hebûna jîrîyê diafirenê dihêne ser ziman. Biriqîn, jîrîiya mirov ye biaqil dihê ser ziman e. Biriqîn, kirde wê têgihiştine ku dide mirov, ew ku ew jîriya xwe ye xas û safî ya ji derv ku ji rewş û tişt ku bi dîtin û nerîne re dihê girtin e. Lê ew safitî, piştre bi safîbûna kirdeyê ye re ku êdî dibe xwediyê kirdeye xwe ye têrkerî diguharê.
      Kirde têrkerî, kirde ku hate têrkerî ye ku bû, ji wê kirde wê ye ku heya diafirê. Têrkertiya kirde û bûna wê, bi girtina teybetmendiyne xwe yên ku ew xwe êdî pê dihêne ser ziman re dibêt. Divir de, rastiya kirde, ye ku wê dihêne ser ziman, bi çerçova xwe ye ku bû re, êdî têrkeriyeke kirdeyî ye ku wê bi navendî ku bûya ku dihêne ser ziman dibêt. Aliyê kirdeyî, her weha ku mirov bi vê yekê li ser dihizirê, em dibînin ku weke ku xwediyê rewşeke bi pergala ku gelek kombînasyonên wê yên ku bi hev ve hene dihê berçav.Aliyê têrkerê ê deronî, di vir de yê ku mirov bi wê teybetmendiye kirdê di deme kirdetiya têrkerî de bi navê têrkeriya kirdeyî mirov wê karê bêne ser ziman. Jîr, bi vê yekê re, emê êdî bi têgihiştinaka bi pergalî ku êdî diafirêne bênine ser ziman. Ku ew kombînasyone wê newê fahm kirin, wê di rastiyê de ew newê fahm kirin. Bûna wê, di awayê wê teorîk de ji bûna kirdetiya wê bi berçûna têrkertiya wê ku diafirê re, her weha têgihiştinaka mazin bi me re dide çê kirin. Emê nahaka wê aliyê wê bênine ser ziman.
       Gotinaka ku em di vir de jê pir sûd bigirin heya. Ew ji, deme ku em di jiyana xwe ye xweza de dibêjin ku "mejiye me şîyar bû"(bi bîr lê bibîrbûn) ya. Ew gotin, di aslê xwe de, têgihiştinaka  ku bi bîreweriyê re bi bîr dihê ser ziman bi xwe re dide me. Bi vê yekê re mirov divbêt ku li ser wê bisekinê. Têgihiştina jîre, gotinên ku dibin û dihêne ser ziman, safîbûna bi wan re ye ku meji dike bi xwe re, li ser wê re têgihiştina kirdeyê ye ku mirov wê bi teybet bêne ser ziman dihêne holê. Gotina aqil, lêkeriya li wê, kirdetiya êqil dihêne ser ziman. Ew kirdetiya wê, ne tenê hizirkirinê bi xwe re dihêne ser ziman. Ji wê zêdetir bi xwe re têgihiştinaka hizrî ye ku mirov bi wê ji awayê wê hizirkirinê wê têgihiştina wê hizirkiirnê ku bigirê ji dide me. Di vir de hizirkirin, ne tenê bi xwe re heya. Bi awayê xwe yê ku bi têgihiştinî dide hizirkiirn re hebûna xwe ye jîrî dide holê li ber me.
     Di deme hizirkiirne li ser pirsgirêkekê de, mirov bi wê hizirkirina wê hizirkirinê re hêze jîrîya aqilê dibînê. Di rastiyê de, li ser pirsgirêkê hizirkirin, wê pirsgirêke bi me re bi têgihiştin bike. Ew têgihiştin ku bi me re bû, êdî mirov li wê têgihiştinê bi hizirê bi jîrî, wê biriqîna wê têgihiştina ku kirdeye pirsgirêkê ya, wê bi me re wê têgihiştina bi awayekî dî yê pirsgirêkê re bi me re bike hêzeke hizirkiirnê ye têrkerîyaka razberî. Lê ew razbertî, kirde wê ji, wê jîrîya wê têgihiştine bi wê têrkertiya kirdê bibe bigihê têgihiştina xweye kirdeyî. Bi vê yekê re, mirov karê weke berdewam bike û weke ku mirov di pêpelokên sêlmekê de yek bi yek bi jor diçê, wê ew ji afirandina xwe ye bi xwe re bi hizirkirna me re ye pê re wê bi afirêne û bide berdewam kirin. Di vê de, çendî ku mirov bi kirdekiirn û bi têrkerina kirdê re em herîn ji, wê her gav bi çûne me re gavak bin me re têrkeriya ku wê zaxmitiya pêpelokê dide çêkirin ku mirov bide herê ji, wê bi afirêne. Ew çûn û bilind bûn, bi çavderiyeka ku mirov derkeve dervî xwe û û an ji dervî wê çûna xwe û li şûn xwe meyîzenê û li pêdeçûnê xwe lê meyîzenê, mirov wê bibîne ku şênberî bi têgihiştine têrkerkirbûna kirdê re ye ku bû re bi safîbûnê re ew zexmbûn û safîbûn di afirê.
    Pêdeçûnbûn, di rastiyê de, di serê mirov de ya. Lê ew safîbûna bi wê re ku weke xwe ye û em derketina dervî wê, ew ji bi çêkeriyaka jîrî derdikeve dervî mejiye me yê ku ew dihizir û bi hizirkirinê bi pêde diçêt. Rastiya wê têgihiştinê, lêkeriyaka xwe ye teybet, di wê demê de ji wê hebûna xwe ye razber diafirêne û wê bi têgihiştine hizirkiirnê re şênber dike.
     Bi vê yekê re, ma ku em hebûna têgihiştinê bi têgihiştina fêrbûnê re ne hênine ser ziman qey dibê. Ew ji bi teybetmendiye xwe ye re heya. Divêt ku em wê fahm bikin. Rastiya kirdeê ye ji têrkerê her weha bi awayê çêkirin û pêdeçûnê re di xwe de û bi hebûna xwe re di fezeye ku têre diçê re jê fêrbûna wê heya. Ew qada ku hizirkirin têde diçê feze ya. Ew bûna feze û feze bûna me, di vir de, hizirkirina wê ya ku heya re, bi kirde û têrkerkirina wê ye ku dibe re xwediyê têgihiştineke razber e. Mejiyê me, fezeye wê ye ku em di wê gotina ew bûna feze û bûna feze ye me re bênine ser ziman de, têgihiştineka wê ye ku bi demê re bi pêşdikeve bi têvger bûna demê re xwediyê salixkirinê re ya, hebûna jîrîya me ji ji aliyê wê yê razberî bi xwe re ji aliyekî ve şênber dike. Di deme fêrbûnê de, ev rewşe salixkirinê rewşe me ye têgihiştinê ya.   
    Di leyistikekê de, wê çawa bê leyistin? ew leyistin, bi kijan zagonan û xalan tê leyistin? Ew dihêne zanîna. Lê awayê leyistikê wê rewşê hinekî dî ji bi jîrî dike. Bi teybetî ku di nav kurdan de weke kevneşopîyeke bi hezar salane ya di leyistike santrancê de, awayên leyistina kevirên wê jîrîya mirov divêt. Ku mirov leyistikeke santrancê ji serî hate dawiyê temaşa bike û hemû gavên keviran bixarîte bike, mirov wê şênberiyaka jîrîya xwe bi wê bidest bixe. Di vir de, em bêjin ku ye ku wê têrkeriyaka ku em jê kirdeye jîrî jê derxin wê ne kevir bixwe bin. Wê leyistike keviran ye ji cihên xwe bê. Di vir de di deme leyistikê de, gelek elemetên ku awayê hizirkirinê kifş dikin hene. Lê hemû ji, ahangekeke wan ye di çerçova leyistikê de bi hev re bi pergal heya ya. Mirov divêt ku vê yekê ji her weha bi teybet bi têgihiştinekê bêne ser ziman. Di leyistikê de xarîta karkirin û bûna aqilê me dibê. Ew bûn, kirde wê jîrîya me dihêne ser ziman.
   Di vir de, emê ji leyistikê ne vaqatihin û ji wê hanîna xwe ye li ser ziman berdewam bikin.Di deme leyistikê de, ti kevirê ku leyistikvan dileyizêne ne bi hizirkiirine dileyizêne. Hemûkan ji bi hizirkirinekê di leyizêne. Leyistik, bi demên pêdeçûnê re, du aqil bi hev re didina kifş kirin. Di deme kevir avêtinê de, di serî de bi jîrî têgihiştin safîbûnak heya ji aliyê yê ku dileyizê ve. Ew wilo wê wilo dizenê ne. Bi wê yekê û zene wî leyistikevanî re mirov karê bêje ku ew di serê xwe de di deme ku wê kijan kevirî bi leyizê safiya. Ev safîbûn û an ji têgihiştin, aqilê mirov bi wê demê re bi têgihiştineke têrkerî dihêne ber çavên me.
Kirde wê ji ew awa yê hizikiirnê yê me got bisafî ya.
      Di wê heyemê de, pergalbûna kirde aqilkirinê ye jîrî dileyistikê de dihê kifş kirin. Mirov nikarê ji destpêka leyistikê bi awayekî awla bêje ku wê qizinç bike. Bi demê re mirov nikarê herê deme pêş ye dawiyê û bibîne ku wa kê qizinç kiriya. Wekî din ji, pergala hizirkirinê ye ku bi hizirkiirna di leyistikê de diafirê, ji ew ye wê leyistikê ya. Ku mirov wê xarîte hizirkirinê ye ku bi leyistikê re hate ku afiriya, ku mirov wê lê dimeyîzenê û dihizirê, mirov wê razberiyaka aqilê me ku şênber bûya ya. Mejî, jê bi aqil û hizirkirinê karê dem bi deme gelek afirandinên wilo yên bi aqil bike. Ji ber ku jîrîya me bi aqil me bi mejiye me ye, sîra wê ji di wê de cih digirê. Ew ji bi awayê demî ye ku ew deme ku afirandiya û ji wê demê pêde ku ka wê aqil çawa berdewam bike, pê dihê ser ziman. Mejiyê me, weke mirovekî ku sadhezar salîya di xwe de bi biryar a. Bi gotinê ev demdirêjiya ku me ji bo mejî hanî ser ziman, mirov jîre bîra xwe ye di xwe de ku li ser wê dihizirê, ji wê weke hizrekê zêdetir, weke kombînasyoneke bi demê re ku pêş dikeve bi me re bi têgihiştin dibê. 
      Deme ku em mejî bêne ser ziman bi gotinê, ew gihiştiya wê ye ku heya ji, weke xalekê dibêt ku mirov bi bîr bixe. Meji, bi jîrî ku mirov gotinekê pê bêje, mirov karê bêje ku biqasî hebûne mejiyê me gihiştiya wê ji weke mejiyekî di xwe de di meji de heya. Weke wêneyekî rontgenê ku mirov hizirkiirna mejiyê xwe karibe ji ser hilde, wê mejiyê me, ji wê deme ku ew hiltan hate hildan pêde, wê berdewam bûna wê ji wê demê û xalê hebe. Ev rewş,  bi têgihiştin dide nîşandin ku rewşe jîrîiyê bi mejî ve girdayi ya. Ew xarîtahizirkirinê û hizirkirine leyistikê ye di leyistikê de, weke wê wêneyê rontgenê yê mejî ku jê hatiya hildan e. Di vir de, hizirkirin kirde wê ku em weke awayê jîrîyê ji bênine ser ziman, ku ji serûbin bi hev re bê, ji gelek aliyan ve bihizirkirinê rewşên di leyistikê de kifş dike û di serê xwe de safî dike û bi wê safîkirinê gava di avêje. Ku haspê xwe li aliyê çapê ji cihê wî ji G1 bi avêjê F3´an û ne bîne ku wa yê li ber wî fîle xwe ji C8 ê hanîya B7´an, wê haspê wî ku li wir bê ster bê, wê bê lêxistin. Divêt ku hasabê G4 û her weha aliyên din ji bike û i hasibêne.
Ev hemû, xalên ku di serî de bêne hizirkirin in.
     Di deme wê hizirkirinê re bi serê xwe gelek xatên bi hizirkirinê ku di serî de bi hatina hizirkirin dibin. Bi vê yekê em vê ji bêjin, ku jîr, bi vê yekê re bi leyistikê re şiyanaka şaxsiyete me ya ku şaxsiyet pê dijî ya.   
     Di vir de, bi jîrîyê re eme bênine ser ziman ku vacê wê ye bixwe heya. Li jiyanê, li gor rewşe mirov, hate î ro, mirovekî ku bi pirr bûya û firîya ne hatiya dîtin. Lê tenê ev di çirok û çivanokan de hatiya dîtin. Lê li gor têgihiştina bi jîre re ew rewş ji, vacaka wê bi pêre heya. Mirov  divêt u vê yekê bêne ser ziman. Ew bi teybetî bi aqilê jîrî hatiya çêkirin. Çêkirina bi aqilê jîrî, dii çerçova nerîn û hizirkirina xwe de. Di jîra bîra me de, pirr rewşê wilo ku weke aqilna hîpotez werine ser ziman karin werine afirandin. Wekî dîn ji, deme ku afirîn ji, êdî wê bi tambûnekî werine dîtin û wê piştre ji wan mirov karê jîreke ku hatî qatalîzekirin ji bi afirêne. Mînaq, mirovê ku difirê ku çawa ku weke ku hizir kir xoslet û teybetmendiyên wî ji bide afirandin. An ji, bi têgihiştina di jîrê de ku awayekî peresendî ku karê dem bi dem were afirandin. Di wê aqilê jîrî de ji peresendin bi afirandinê û pêde çêbûna bi li gor vacê wê re diafirê. Ew ji, mirov karê bi jîre fêrbûnê re bi hizirkirinê re pêde herê û wê bêne ser ziman. Nerîn ku têde bi firehî dîtin û hiskirin ku têde bi firehî hiskirin, di vir de, bi wê rewşê re hinekî girêdayi ya. Jîrîya mirov ye ku hate afirandin ku di jiyanê de bi çêkirinna hate şênberkirin, bi wê re wê dagerên bi hizirkirinê re yên ku di mejî de, di deme ku dengek hate pêre gelek tişt hanîna bîre mirov û an ji deme ku tişte hate dîtin li berçav ku pê re gelek têgihiştin û demên berê yên ku hatina jînkirin û an ji ku hatina hiskirin û di deme hiskirinê de ku hatina wênekirin bi xiyalkirin û pê re bi pêşnûmakirinê re ku hatina bîra mirov, dibin. Bi vê yekê re mirov karê vê ji bêne ser ziman û bêje ku wênekirina di derî de bi serê xwe awayekî wê yê hizikirî heya û ew ji deme ku biçav hate dîtin û lê hate nerîn, wê jîrîyekê bi wê re bi mirov çê bibe. Ew wêne bixwe ji yê ku hate dîtin li berçav, hebûnaka hizirkirî ya. An ji mirov karê bêje ku awayekî jîrî ya.
     Jîrbûn, di aslê xwe de ji rawişta şaxsiyete mirov cuda nayê ser ziman. Mirov divêt ku vê yekê her weha bêne ser ziman. Mirovekî ku di nav malbate xwe de bi malbatê mazin bû, çawa ku jîrîya wî ji ya yên din cuda ya. her weha bi vê re mirov karê bêne ser ziman, ku xosletên şaxsî ji têde bandûra wan heya. Rewş, bi vê yekê re mirov karê bêje ku bandûra wê ji, pir mazin heya. Mirov çawa û di çi şert û mercê de mazin bû, ew ji xwediyê bandûrekê ya. Lê di aslê xwe de, ye ku di rewşê de mêlê dide nîşandin ji, ku çendî dordor bi hebûna xwe bandûra wê hebe ji, şaxsiyet, hebûna wê nayê şerînkirin.       
      Mirov di jiyana xwe de bi nerîn û hizirkirina xwe re xwediyê jîrîyeka ku bi pêre ya. Jîrîya mirov bîre wê, ye ku mazin dike ji, di aslê xwe de, têgihştina balbûna mirov a. Wekî din ji, deme ku mirov li ser bîre jîrê di hizirê, mirov pir mazin rewşên ku di nav hev de li ber mirov li berçavên mirov di ahangekê de ne û hene ji, hebûna wê bandûra wê heya. Bîre jîre mirov, ji jîre bîra mirov ne dûr xwedî hebûn e. Di rewşan deme ku bi carekê re tişte hate berçavên mirov, heya ku bala mirov pir mazin bikişîne ser xwe û bi wê yekê re di serê mirov de bi jîrîya mirov re werexwebûnekê ji bi afirêne. Lê di vir de, bîre jîre, çendî ku ew rewş bandûra wê heya ji, heya ku wê şîyarbûna jîrî neke. Ji ber ku di wê heyeme nerînê de gelek sinyelênku diçina mejiyê mirov û diçina bîra mirov bixwe ji hene. Ew sinyelên ku diçin ji, êdî di wê demê de di hundurê bîrê de têkilbûnên ku bi xwe re di wê heyeme çûnê de çêkirine, dikin ku şîyarî di aslê xwe de bi bîra me re çê bibe.
Ew ji, êdî wê xwe di hizirkirine me de bi jîrîye mirov re xwe bide nîşandin.
      Li ser jîrîya mirov, ku mirov dihizirê, mirov ji gelek aliyan ve aliyên ku wê bênine ser ziman dibîne. Jîrî, deme ku mirov wê afirandina wê bêne ser ziman, mirov divêt ku çav li mejî bide û mejî di wê heyemê de pir baş û qanc fahm bike. Ew ji her weha pir giring e. Meji, pergala sînîran e navendî,  bi têkiliyên wê yên ku hene di laş de hemûkan re mirov divêt ku wê bêne ser ziman. Bandûra wê heya. Tevgerbûn û handêrî, hebûna wê di deme di rewşê de pir girîng e. Handêrî, deme ku bû ji, êdî mejî bi wê handêrîyê weke ku pergalbûnaka rewşî ye di deme wê handêrbûnê de dibê ji diafirêne di xwe de. Ew hebûna wê rewşê, dike ku mejî, di xwe de hişyariyaka mazin çê bike. Ew hişyarî ji, dike ku tevgerbûn bi hizirkiirnê biafirê. Di hizirkiirnê de, mejî, biqasî nerînên ji derve yên ku di wê heyemê de ji nû ve girtin de, wilqasî ji nerîn û têgihiştinên di xwe de ku bi wê re bi têgihiştin û weke ku bipergalekê hene ji bi wê re bi kar dihêne. Di vê rewşê de mirov divêt ku hebûna hizirkiirnê, di çerçova pergalbûnê re fahm bike û bêne ser ziman. Mejî, deme hizirkirinê ye ku hezir afirand, bi xwe re bi afirandina bi hizir ku kir re bi têgihiştin ku hizire ku çêkir ku di xwe de safîbûnak ku  pê re çêkir, êdî wê hizrê ku bên afirandin ku bi xwe re bi wê awayê afirandina xwe re ku bi xwaseriya xwe re bi teybet kir, êdî wê bêne ser ziman. BI vê yekê re, mirov karê bêne ser ziman, ku rewşên ku bi nerînê ne dahûrkiirn di mejî de, di deme afirandin û bûna hizir de ye bi pê re, ew safîbûna ku bi afirandina hizir re bi mirov re çêbû re, bi ye bi wê re hizre re ne tenê têgihiştina ku bi wê nerîne di wê heyemê re hatiya girtin têde bi tene heya. Ji wê zêdetir ji, mejî, ji xwe hinek têgihiştinên ku tevlî kirina hene. Ew hizire ku diafirê, di aslê xwe de di pêvajoyaka afirandinê de ku bi nêzîkatiyaka mejî ye bi pergal re ku hinek tevlîhevbûnên ku têde levbûna hene. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku ew têgihiştin, bi serê xwe re di xwe de hipotezeke ku pê afiriya û xwe safî kiriya heya.
      Mejî, di aslê xwe de, bi vê yekê re, mirov divêt ku hinekî li ser pêvajoyên wê yên afirandina aqil yên ku têde û pê re hene wan fahm bike. Aqil, ji hinek pêvajoyna pêk te bi deme xwe ye bûnê re. Ew pêvajo, her weha mriov karê wan bi sereke bêne ser ziman. Di serî de, bi nerînê re bi dîtinê re rewş û tişte ku hate dîtin, ku bi lê nerînê re pêvajoya pêşî ye wê destpê dike.
Ya din ji ya duyemin, di mejî de berdewam dike. Di mejî de bi wê pêvajoya pêşî, bi nerînê nerîna ku hate hildan tê têgihişt kirin. Li gor wê mejî di xwe de hinek xwandinna dike. Bi wan xwandinan re, temenê hizirbûnê diafirê. Temenê hizirbûnê, weke ye destpêka bûna hizir e. Lê ew destpêk e û hê mirov nikarê wê bi tememî weke hizir bêne ser ziman. Di mejî de, wê li ser wê temenê hizirbûnê re wê qalib bi afirê. Ew qalib, wê temenê hizirbûnê ku mirov karê bi weke potansiyala hizirkiirnê re bêne ser ziman, wê têde bitîrîtiyaka bi xwe re wê bi ber bûna hizirbûnê ve herê. Ev pêvajo ye wê, wê di deme bûne xwe de, têrîya potansiyala wê ji bîra me ye ku heya bigirê. Bîra mirov, di vir de, di vê deme pêvajoyê ye duyemin de her weha karekî wî yê girîng di bûnê de bi hebûna wê re heya. Wê bi pergalbûn ji, di çerçova wê hebûna jîra bîra me de, bi wê jîra bîra me re wê ji wê komplekse wê ye hizrî wê çerçova xwe ye hizrî biafêne ji hizirbûna wê re. Mejî, di wê demê re, pir mazin bi tevger e. Çûn û hatinên têde yên bi hebûna sînîran re, wê bandûra xwe li wê ji bikin. Ew sînîr pir zîz in. Ew rewşe di bûna hizir de ji wilo zîz e. Ew zîzbûnên wan herdû aliyan ji bandûra wan di wê deme afirandin û bûnê de jevre dibin. Ew bûna hizir ku hate asta ku wê êdî bê hizir, wê di wê beşe ku têde ya, wê di vir de, bi tevger bê. Wê di vir de, sînîrîên nerînê wê yên ku bi nerîn in bandûrkiirna, di wê heyemê de bandûra wan heya. Hizire rewşê di afirênin. Lê hizre wê rewşê ku jê afirî, ku ew hizir afirî ji, wê ew hizir, bi serê xwe bê hizreke rewşê. Ev gotina bi serê xwe bûna hizreke rewşê girîngiyeke wê ye ku mirov wê fahm bike heya. Hizire ku bûya, wê di xwe de safîbûnak afirandiya. Ew safîbûn, bi di deme ku afiriya de, bi hinek bandûrna ku lê bûne ji afiri ya. Bi vê yekê re, ew hizir, bi hebûne jîre xwe ye gelemperî ye rewşê ya. Lê bi hebûna xwe ye ne gelemperî ji, mirov nikarê wilo zêde bi rewşê tenê re wê bêne ser ziman. 
    Di vir de, rewşê ku bi hizire ku afiriya re diafirê ji, rewşeke ku teybet e. Divêt ku ji mirov wê bi teybet bêne ser ziman. Ku mirov bi têgihiştinaka ku ji hesantiya bi ber tevlîhevbûnê ve herê wê şîrove bike, divêt ku mirov ne tenê bi rewşê re wê hizre bêne ser ziman. Di vir de ji aliyê matodê ve ku mirov li ser di hizirê, hinekî rewşeke dû alî derdikeve holê. Mirov ku hebûna wê hizre ku afiriya bi hizirkirinê re bi aliyê gelemperî bi şîrove bêne ser ziman, mirov wê rewşê di hizrê de têne aliyekî wê bibîne. Deme ku mirov ji aliyê teybet ve ji were ser ziman, wê bi pergalî pêvajoyên ku wê hizrê afirandina re mirov wê rastî gelek elementan were. Bi vê yekê re mirov wê rastî pêvajoyaka afirandinê ye hizrê were, ku mirov bi minaq bêne ser ziman, weke cûmbûşeke rengan mirov rastî hebûnên afirandinên tê.
   çendî ku deme ku mirov di nerîne de weke ku di deme lê dihê nerîn de xwediyê handêriyekê ya, mirov hebûna handêriyê di deme bûna hizir de ji dibîne. Ji du aliyan ve hebûna handêrîyê girîngiye wê heya di deme bûna hizir de. Aliyê pêşî, bi handêrbûna li hebûnê bi bûnê re ya. Ya din ji, di deme bûna hizir de handêriya ku hebûna wê di wê pêvajoyê de weke hebûnaka kompleksî dide berçav mirov dibîne. Lê herdû alî ji bi hev re diahangekê de na. Ya wê ahangê di destpê de li ser lingan digirê ji du beş ji wan hemû beşên din yek jîra bîra mirov e. Û ya din ji her weha beşe ku mirov jê re weke ye hizirandinê ji bahs bike ye ku têde pêvajoyên bûna hizirbûnê bi rê ve diçin e. Ji wan zêdetir pir beşên din ji hene ku ew di wê pêvajoya bûna hizir de xwedî weyn in. Di deme dîtinê de ne tenê beşek bi dîtinê re di deme lê nerînê de wê nerînê di xwe de bi cih dikin.
   Hizirkirin, deme ku bû ji, weke bûjeneke ku di xwe de xwedî navende, ew ji di xwe de bi wê safîbûna bi xwe re xwedî navend e.Bi wê yekê re, ew hizir, bi xwe re xwediyê têgihiştina xwe ya. Bi wê têgihiştina xwe re ji, xwediyê hebûna xwe ya ku wê têgihiştina wê di afirêne ya. Têgihiştina wê ye ku di afirê, di wê heyemê de wê hebûna wê hizirê dike hebûna kirde têrkerî. Kirde têrkeriya wê, di aslê xwe de wê bi navkirina wê re, weke ku mirov hebûna jîrîya mirov awayê wê şênber bike ya. Ew hizre rewşê, bi vê yekê re, deme ku tê cem rewşe xwe ye ku jê afiriya ji, bi rewşê nabe EW. Ew, dibe yeke li cem wê rewşê ya. Rewş û an ji tişt, di wê heyemê de hebûna wê ye ku heya ji, li ber wê hizire ku afiriya ji wê û hatiya li cem wê sekiniya ji, li gor rewşê kare pergala komplekse xwe ji li gor wê hebûna wê hizrê bike peresendinaka rastbûnê de. Di vir de, hizire ku ji wê afiriya, di cewherê xwe de ji ber ku pir bi tevgere bandûra wê mazin e. vê rewşê ji, mirov karê her weha bi nav kê, ku rewş û an ji tişt, ji hizre xwe rastkirina xwe ye hê başî di xwe de çê dike. Ya ku ew hizir bi vê yekê re li gor wê rewşê û an ji tiştê baştir kiriya ji, di deme bûna hizire de di wan pêvajoyên wê de ew tevlîbûnên ku lê bûna na. Bi wan re hizir awayê ku standiya, bi awayê xwe re ji ya rewş û an ji tiştê cudatira. Di wê deme ku hatina li cem hevdû de ji, ku rewş dike ku xwe li gor wê bêne ser ziman ji, wê hingî têgihiştina hizirê ku li rewşê serwer e, wê hebûn xwe bi afirêne. Peresendina rewşê, her weha di demê de bi hizire wê ye bi mejî de êdî dem bi dem bi ber pêşbûnekê ve diçêt.
   Di vir de, bi wê têgihiştina peresendina rewşê re hinekî bi gotina fêrbûnê re mirov karê hinekî dî ji pêde herê û bêne ser ziman.Fêrbûn, bi tevger, huner, mêl û çêtirdîtinê re gotinaka ku bi hebûna xwe re xwediyê awayê sentezîya zanîna. Temenê fêrbûnê di her jîndîyê zîndî de heya. Bi heywenet û ajalan re ji heya. Fêrbûn, xosletê wê ye sereke di jiyanê de ku mirov karê wê çêkê ya. Minaq, ku robotên ku makînên ku têne çêkirin ew ku karin bi awayê di xwe de hem fêrbûnê bi şênberî bicih bikin û hem ji karin bi xwe re bi pêş bixin. Mejî, hate dijê, fêr dike. Mirov nikarê bêje ku sînorê fêrbûnê heya. Awayê fêrbûnê di hebûna keseyetiyê de bi xûyan re bi awayê wan re xwe dide der. Di deme leyistikeke de ku zarok, bi lîstokan re ku di leyizê, pêşî fêrdike ku wê çawa bi wan lîstokan re bileyîzê. Di deme leyîstikê de bi ceribandinên bi car bi car re bi xûy têgihê bi xwe re diafirêne. Di leyistikê de zarok, bi ceribandinê bi car bi car re fêrî leyistina bi lîstokan re bi leyîstikê re dibe. Leyîstik, xûyên wê yên bi tevgerên paş û pêş û bi di rê de birin û hanîn re û hwd, zarok, di serê xwe de di derbarê lîstokan û leyistikê de dibe xwediyê têgih û têgihiştin û zanîna wan. Mejîyê zarok, ew lîstok, çend caran pê hatiya leyistin, wan hemûkan di çerçova wê leyistike ku pê tê leyistin de şîrove dike û her cara ku di leyistikê de di çerçova leyistikê de tevgereke rast bû, wê wê tevgerê bi wê tevgere wê leyistikê ye ku di mejî de qeyde wê heya re wê qeyd bike. Di leyîstikekê de zarok ku 10 caran bi leyizê bi lîstokan û her carê ku 10 mafê wê yên rastîyê û 10 mafên wê yên xelatkirinê ku hebûn, ku zarok, di leyistikeke de 9 xelatiya bike û rastiyekê bike, wê ew rastî têgihiştina wê xate rast ye di leyîstikê de ye rast di wê heyemê de di mejî de bi bîr bixe. Lê ew ew 9 tevgerên din yên xalet ji bêne kiirn û ew ji wê bêne bi têgihkirin ku li gor leyîstikê ne rast in. Ku 10 cara leyîstik bê leyistin û 100 carî tevger bê kirin û ji 10 tevgerên leyistikê yên rast 9 ji wan rast hatibin di nav her 100 tevgerî de, wê ew 9 tevgerên rast yên leyistikê bi bîr bikevin û wê têgihiştinaka li gor pergala leyistikê ku rast wê bi afirênin û wê mejî bi bîrê ji zarokê bêje ku ew tevger rast in. Êdî zarok bi wan bidest gihîna rastiyên xwe yên di riya iyanê de bi cerribandinên bi car bi car dike.
      Tevgerên xûy, yên ku bi leyistikê re di mejî de hatina qeyd kirin, wê têgihiştina rastiyê di mejî de êdî bidest afirandinê bikin. Bi demê re bi pêvajoyên nû yên fêrbûnê re wê zarok, wê wê têgihiştina ku bidest kir, wê pergala wê pergala leyistikê de ji ku pêşnpmaya wê ji di xw de mejî çêkiriya û jê fêr digirê, wê bidest pêşxistina têgihiştina wê xala rast ye li gor zaro bike. Lê di vir de, zaro, hê ku bibe, ji dê û bavê xwe, hinek rakendîyên ku di wê deme pêşketina pêvajoya têgihiştina bi kar bêne ji hene. Ew ji, bi genan hebûna wan hene. RNA mirov, di vir de, pir mazin xwediyê teybetmendiyeke mazin ku mirov wê di çerova wê xalê de wê fahm bike. Zaro, ku bû, bi bîraka ku ne vala ye bi xwe re dibe. Mejî, di deme nerînê de, bi zarokê re pir mazin di xwêne. Nerînên demên pêşî, yên ku weke yên hê bêtêgihiştin in. Hê têgihiştina wan bi bîr nebûna. Lê di demên piştre de wê ew bi rewşên ku bêne bi bîrkirin re wê teybetmendiyên xwe bênine ser ziman. Wê di nav têgihiştina rewşê de ew hebin.
    Mejî deme ku di hizirê, bi hizirkirinê re êqil diafirêne. Aqil, ji tevger û çûnûhatinên ku bûn awayê xwe distêne. Mirov têgihiştine xwe ye bi hizirkirinê re ku hêne ser ziman, ew awayê wê yê ku weke ku li ser laylonekê ku bi awa hatibe xarîtekirin re, ku ew xîzên xatên çûnûhatinê lê hene û wê hebûne wê dihênine ser ziman, ku mirov wan dêne ser mejî, wê bi mejî re bibe yek û têne xîzên xatên çûnûhatinê yên ku bûna wê bêne berçav bi dana kifşkirine bixwe re. Me, di deme nivîsandina xwe de bi têgihiştinê cerbek bi vaca xwe re kir. Me bi motîvebûna xwe re bala pir hişk da derekê. Me bala xwe da devê derî. Lê berî ku em bidin, me tiştekî dî ji di aqilê xwe de bi yên dora xwe re bi pergal da kifşkirin. Ev ji her weha ev bû. Me got ku deme ku em hinekî ji bi lez çûna berdevê derî ji bo ku meyîzênin ku ka lê kî heya, di wê heyemê de yên ku li cem min weke zarokan ji, li şûn min bi mênin. Di wê demê de, berî ku em herine devê derî, min ji zarokan re got ku hate ku destê min yê çapê ku li ber min re berdayîya, ku bi telîya min ye herî biçûk ya destê ye qilîçandkê re nîşanekê neda we, winê ji cihê xwe newine bi berdevê derî ve. Ew ji ji wê gotina min bi bal bûn li min.  
    Ev kifşkirina min, di serê min de bi bernema bû. Piştî ku ez hatina devê derî, min dît ku wa yek ji devê derîya derve wê ket hundur de.Hingî, ew, deme ku min dît, bala min pir mazin li ser wî mabû. Min, ji zarokan re gotibû ku hate wê demê ku min nîşanak da we, êdî winê karibin werina cem min li devê derî. Ew ji bla çavên wan li ser min e û çavên wan li telîye min e. Ev ji têgihiştin di serê min de ya. Ku ez çûme devê derî û li wir ku hinekî mam û êdî dem ji hinekî buhurt, piştre, ku ew kêlîke ku min wan re dabû kifşkirin ji ku hat, êdî weke ku bernemayak bi teybetî bikeve devrê de di mejiyê min de bi jixwe re bi otomatîkî re bala min çû ser telîya min û hizre ku ez wê bilabitênim ji, bi hêzekê bidest dana zorê li min kir ku ez wê bi labitênim. Bi vê yekê re motîvatiya min ye li wir ku pir xurt ku li devê derî li wî mirovê ku hatibû hundur bû jî, hêze wê ket û ew hêz, wê xwe di wê xwestina labitandina telîiyê de bihêzkirinekê da dîyar kirin. Di vir de, weke ku mirov bi du aqilan du mirov bê li min hat. Herdû ji, piştre di deme ku min bidest li berxwewana bi xwestina ne labitandina telîyê kir re di wê heyemê de, herdû aqil bi safî hatina berçav. Lê xwestina labitandina telîyê, di wê heyemê de weke ku bi bernemabûna xwe re bi di dawiyê de labitandina telîyê re rehetbûnak da kirin. Ew rewş, piştre di aqil de man. Piştre ku çend bi ser ve çû ji ji aqil derneket in. Ku ew rewş dihate bîra min, piştre, êdî ew rewş hemû ji bi wê re ji xwe re bi çerçovaya xwe re dihatina berçav di mejiyê min de. Ew zanîna, ku bi wê çerçova ku bi min re bi bîr bû re, êdî wilo di aqilê min de ma. Ew çerçova, êdî aqilak bû bi min re. Ew aqil, di aslê xwe de jîre aqilê min bû. Ji ber ku wê afirandibû ew rewş.  
     Ev rewş, weke rewşe leyistike zarokê ye bi lîstokan re li ser temen xîzên xatkirina bi hizir re ava ye di mejî de. Mejî, ew xîz bi xarîtakirina wan re têgihiştinekê hebûna wê bi aqil di mejî de diafirêne. Mejî, di vir de, hebûna wê, ew xîzkirinên ku bûn, hemûçkan di bîra mirov re biaqil dike û bi bîr dike û dihilêne. Çerçova leyistikê ye bi lîstokan û xîzên xatkên wê û rewşê ku me di serê xwe de pêşî bi çerçova kir û hanî ser ziman ye me li devê derî meyîzandiba û piştre nîşan bi telîye qilîçankê bide zaroyan ji, her weha bi hev re di wê bîra mirov de dihêne hawandin. Ku piştre ku demek têve çû, wê ew rewş weke ku ji hişê miirov herin. Bi wê re, wê weke ku bêne jibîrkirin. Lê ew di mejî de ne. Di berdewamiya jiyana me de, ku gotinak ji bê û an ji tevgerek ji bê ku li me weke tijbandinaka li yên bi wan re ku me jîn kirina re hat, wê bi bîrkirinekê bêne holê. Ew wê karê miftekirinekê bi xwe re bibîne. Di vir de, e vê ji bêjin. Ya ku wê rewşê di deme tijbandina ku weke ku wekehevdû ya dihêne holê ji, jîre bîra mirov bixwe ya.
Ew rewşên ku di bîra me de hatina bicihbûn, hemû ji di jîre bîre me de hene. Bîra mirov, biqasî ku ji wê bîra ya bixwe, her rewşê weke xwe diparezê di xwe de, wilqasî ji wê hebûna wê ye bigiştî jîre xwe ye bîrî diafirêne. Rewşên ku zanînê di afirêne di bîre me de bi sê awayan hebûna wan mirov karê bêje ku bi tevger û di afirênîn. Yek bi aqilê bîre yê ku weke yê wê hatiya afirandin e. Ya din ji, her weha rewş ku weke xwe bi xwe bixwe ya. Û ya sêyemin ji, di deme afirandina hizirkirinê de karkirina wê heya. Bîra mirov, bi jîre xwe re ji wan rewşên afirandinê û yên ku pêne ji ji hemûyan re weke navend e. Mirov divêt ku vê yekê her weha bi teybet ji bêne ser ziman.
       Jîrî, hebûna wê, pir mazin xwediyê têgihiştina bîrewerîyê ya. Jîrî, deme ku mirov bahse wê bike, du aliyê aqilê wê yên ku mirov wan di vir de bi sereke bêne ser ziman hene. Yek, hebûna êqil bixwe ya. Ya din ji bi wesife jîrîya êqil ve girêdayî ya. Ev aliyê dawiyê yê jîrîya êqil, di hewldana fahmkirina wê de bi pêdeçûnê re wê mirov bi aqil bigihê jîrîya hestî ji. Jîrîya hestî, wesiftiya êqil pir mazin jê bi hebûn e.Di wesiftiyê de bawerkirin û hwd, awayên wê yê ku mirov weke aliyekî wê bêne ser ziman e. Bi teybetî, jîrîya hestî, bi aliyê xwe yê bi keseyetî li pêş e. Her tişte ku li berçav me tê dîtin ku em lê dimeyîzenên û wesife wê fahm dikin, em jê bihest dibin. Hestbûn, her weha bi hebûnê ya. Lê her weha bi hebûna fahm kirina wê, aliyekê wê ya. Aliyê din ji her weha bi aqilê kirde re girêdayî dihê ser ziman. Nerîna li têrkerê, mirov ne tenê di deme nerîne de bi hebûna têrkerê rû bi rû dihêle. Ji xaynî wê ji, mirov bi wesife wê ye ku bi hebûna wê re li berçav û dihê fahm kirin re ji dihêle. Wesifbûn, aliyekî din yê kirdeyî yê têrkeriyê ya. Di jiyana mirov de, mirov deme ku di jiyana xwe de xwe bi plan û program dike û probleman digihêne çareseriyê û hwd, bi me re diyar dike. Di planbûnê de di kêlîke xwe de kirin û çûyin, hesteke jîrîya me ye ku mirov nikarê ji wê dûr şîroveye bike heya. Jîrîya hestî, di wê rewşê de ku ji hebûna jîrîyaka civaknasî newê ser ziman, pê xwediyê tevgeriyekê ya. Mirovê ku jîrîya wî ya hestî asta wê li pêş bû, di balbûnê de xwediyê huner û teybetmendiyên xwe yê şaxsî ku karê pê daraza xwe ye şaxsî bêhtirî bide nîşandin e jî.
      Jîrîya hestî, di sehêtkirinê de ji xwediyê teybetmendiyne ku mirov wan bi teybetî bêne ser ziman e.Bi teybetî, jîrîya hestî di tekiliyaka ku bi modelî de ji mirov nêzîkatiyê di xwezê. Hestbûn, bi bersivdanê têrîya xwe dike. Bi wê ji, ji ser naskirin û kifşkirinê re mirov karê wê bike. Derkandina hestî, bi kifşkirin û hestên ji rû, wêne û her weha bi deng re ku bêne kifşkirin û eşkerekirina re dihê ser ziman. Zanista hestî, deme ku mirov li nîgarekî ku hatiya çêkirin ku lê meyîzend, di xwe de bi têgihiştina wêne re pêşketina xwe ye şaxsî dîyar dike. Bi wê re, karhanîna hestan, bi fahmkirina dibêt. Hestbûn, di jîrîya hizir de di deme hizirkirinê de balbûnaka teybet dide mirov ku mirov pê karê mazin bibîne û di wê dîtinê de bibîrbîne. Di aslê xwe de bi wê re mirov karê bêje, ku hest xwediyê hebûna xwe ye ku pê bi teybet fahm dikin in. Bi têkilî û fahmkirina awa û têgihe wê ye bifahmbikirine re ku mirov karê bi wesif û curaya awayan re bêne ser ziman û li berçav bigirê re hebûna awayê fahmkirina wê dihê holê. Her weha bi wê bi rêvebirine hestan ji ku bi rastkirinekê li gor wê fahmkirine hestî re dibêt. Di gotinên helbestvanekî de helbestvan li gor gotinên ku hevbeş yên hestî digerihê.Ku dîtin û hate gotin, êdî wê bandûra wê helbestê li ser yên ku dihisênin wê bibe. Lê deng di vir de awayê wê û ew zîzbûn û hebûna fîzandina di tê de ji, bandûra wê ji ye ku em dizanîn bêhtirî di bûna hestan û balbûna hestî de heya. Helbestek, berhemeke hestî ya. Ew berhem, di aslê xwe de berheme jîrîya hestî e civaknasî ya. Helbest, hebûna kirdeye têrkerî e jîrîya hestî di xwe de diparezê. Minaq, ku mirov bi helbest û gotina wê re, wê ahange di nav deng, gotin û estrûmentên ku lê têne xistin de ku heya ku lê dihisêne, hebûnaka pergalî ya têgihiştina jîrîyê ye ku dihê ser ziman, hem bi hiskirin ji deng re û hem ji bi nerînê re dibîne. Deng, jîrîya hestî, wê bi naskirinê re weke ku mirov bi çavê xwe re dibîne dibêt. Hest, ku hest naskir, bi hev re yek in êdî. Bi levkirinaka bi hev re, bi hev re dijîn. Lê ew levkirin jîrîya û bitêgihiştinê ya. Ew jîr û têgihiştin ji, hestî ya. Helbest, kirdeye jîrî e têrkerî ya. Estrûment ji, têrkereke. Lê deme ku lê tê xistin, dengê ku derdixe ji levhatiya anîn a. Ahangek têde heya. Ew ahang, pergalbûna wê bi çerçova wê re xwediyê hebûnaka ku mirov bi têrkeriyaka kirdî bêne ser ziman.
     Jîrî, di aslê xwe de, bi pêşketine wê re dibe xwediyê beyenîbûnekê ji xwezê ji. Mirov divêt ku wê ji bêne ser ziman. Beyenîbûn, têgihiştina wê ye ku bi bûnê re bi bûna bixwe re ku vênebûn biaqil afirî têde, êdî jê dûrketin dibêt. Mirov jîra wî, aliyekî wê beyenîbûnê yê bi pêşketine wê re diafirêne. Bi jîre rawiştê re têgihiştinaka dervî xwezayê ye mirov ku pîrozî ji dinav de ya diafirê heya. Pîroz, aliyê wê yê têgihiştinî ku mirov ji wir gav biavêje û wê bêne ser ziman, mirov wê bibîne ku jîr di temenê wê de ya. Bi qilê xwe bûn, mirov bixwe dike. Têgihiştina aqil ye jîrî, hebûna naskirinê ku di xwe de bidest rûnandinê dike bi hizir re, êdî her weha ev pêşketin mazintir bidest pêşketina xwe ye dîrokî dike. Bi jîre re di aslê xwe de ku mirov bi zanebûnaka têgihiştinî re awayekî aqil û hwd dihêne ser ziman, mirov dibîne ku aqilê mirov bi jîr û afirandina wê re qada xwezê ye bi mirov re didagirê. Ew dagirtin, mirov bi jîra aqilê wî re ji aliyekî ve didêne ber xwezê ji. Xwezê, weke ku bi pêşketina aqil re bi mirov re û bi aqilê wî û jîre wê re beremberê xwe bixwe re diafirêne. Xwezê bi mirov re hebûna xwe di jîre êqil de dihêne ser ziman. Her weha mirov karê ji bo mirov ji bêne ser ziman. Kifşkirinên bi genetikê û yên din yên wilo re, her weha ew dihê ser ziman. Aliyê wan pêşketinên weha, di aslê xwe de hebûna mirov ye bi jiyana wî re ye di jîre wî de bicihbûna wê(jiyan+mê) û wî ya. Jîr, bi jiyanê û hebûna wê re hebûna xwe ye çêkerî ji afirandiya. Pêre ji, jîreçêkerî haniya holê. Jîre çêkerî, êdî di jiyana mirov de xwedi weyne di pêşketin û bi bûna wê ye bi pêşveçûne wê re. Mirov, hebûna xwe ye têrkerî, bi jîre xwe re kiriya kirde ji. Mirov, kirdetiya xwe ye ku çêkiriya, bi wê kirdetiyê, bi ser wê re bi pêdeçûna bi êqil re têrkeriyeka xwe ye bi demê re êdî bi jîr û aqilê wê re afirandiya. Ev pêşketin, di aslê xwe de awayê pêşketina paşerojê ya ji. Bi mirov re di jiyana wê de hem ji bo pêşketine bi wê re û hem ji ye ku wê bi dê fahmkirin re, aqilê jîrî pêşketine wê û bi pêre bimazinbûne wê xala herî giring e. Dinya, mirov bixwe ji ye ku ew têde dijî bi wê re, jîr hebûna wê serweriya wê lê pêşketiya. Ji bo ku wê di wê dinye xwe de ji serweriyekê bidest bixe ji, î ro, xala herî giring perwerdebûn û kirina zanistî derketiya pêş. Tevger û huner, awayên jiyanê yên bi plan û programên bixwe re, î ro, bi aqilê jîr re hatina şiştin. Di zanîna wan bixwe de ji bi têgihiştinên weke yên deronîyê û hwd, pêde çûyin heya. Ku mirov li zanista deroniyê dihizirê, mirov dibîne ku weke balonaka ku ji avê çêbûya û mirov têde dijî û ew balon her ku dem pêde diçê ji, bi pêş dikeve û mazin dibe û di xwe de tîrîtiyekê çê dike dihê berçav. Zanista deronê, zanista demên pêş ye şiştin û levkirina tevger û hunerên mirov yên li gor demê na. Qadên wê, yên ku hê wê bi pêşketinên weke genetikê re werine kifşkirin ji hene. Ev pêdeçûn hemû ji, divêt ku mirov sûwarvanekî jîrîya êqil bê, hate ku mirov bi ser ve were. Jîr, ji aqil afirî. Lê î ro, bi pêşketin û pêşveçûna bixwere re aqilê xwe diafirêne û bi pêşve dibê. Bi vê yekê, mirov afrînertiya xwe ye deman biaqilê jîre bi pêş dixe. 
      BÛNA QAT JÎRE(QJ); Li ser bûna jîrê sekinandin, di serî de ji mirov têgihiştinekê ji her aliyî ku xwedî hiş dixwezê. Jîr, ku mirov bahse wê dike, mirov dizanê ku mirov bahse bîr û bîreweriyê dike. Di kurdî de jîr, pir mazin dihê ser ziman. Di demên berê de li tevgerên mirov meyîzendin û ew li gor kirinên xwe jîr û an ji nejîr dihate hasibandin. Jîrtî, berî hertiştî di nav xalkê de bi bîr û bîreweriye yên zane re mirov karîbû bi bihasibanda. Hasibandina jîrê, deme ku dihate kirin, ji gotin û kirinên ku dihatina nîşandin, mirov her weha karê bêne ser ziman. Di serî de, weke heyîne rakendî ku deme ku mirov bû ku bi mirov re heya dihate hasibandin. "Zarok di (qaqa)hêka xwe de kifşe", gotinaka ku her weha wê rakendiya ku lê dihate bawer dikirin dihanî ser ziman. Ev gotin, pir dihate gotin.
   Jîrtî, ji aliyê xwandinê ve bifahmbûn û bi wê re ji bizûgirtinê re, ku wê karek bihate kirin bê ku yekî ji yê ku wê ew kariba ku jê re bigota ku wê ew kifş bikira û bidestkirina wê kiriba, di deme axittina li ber mazinên xwe de hem li ber bi bal ba û li wan hisandiba û di hisandina xwe de ew û gotinên wan fahmkiriba û her weha di rewş û tevgerên xwe de ne kasûlkî ba, hingî wê ew jîr û bi wê re li xwe bihate hasibandin. Mirovên kasûlkî, yên ku ji kar û kirinê pir mazin bêxîret bûn. Ji yên wilo ev gotin dihate gotin. Ji wê jî zêdetir, ew mirovê kasûlkî xam ji dihate dîtin. Bi gotina kasûlkîyê re du awayê tevgerên mirov yên ku mirov bi haniya ser ziman dihatina vegotin. Yek, ji mirovekên ku ji wan re dihatina gotin ku "hir" in ku bizanebûn û jîr dihatina hasibandin lê hertimî di cihê xwe de bi bêdeng û kar û lal bûn dihatina hasibandin. Lê aliyê wê yê din ji bi gotina "şevekorî" dihate ser ziman. Ev alî jî, mirovên ku weke ku di xewê de bê dimeş û kirina xwe de, li ber wî ji tiştek bibe ne di farq û zanîna wê de bê, ku li ber çavên wî ji bibe û ew bixwe ji bibîne, ne di wê zanîna wê de be û hwd dihate ser ziman. Bi awayekî din ji weke ku di nav xalkê de dihate vegotin, yên ku "ji hişê xwe ve kêm bûn" bûn. Her weha ew dihatina ser ziman.
      Di deme ku har weha bahs dihate kirin de ji, dihate ser ziman ku divêt ku yekî biaqil û bi aqilê xwe re bihiş ku çawa ji ba. Ew ji her weha dihate ser ziman. Diwê hatina li ser ziman de, tevger û hunerên mirov bi kirinên mirov re dihate ser ziman. Ezitîya mirov, bi tevgerên xwe re xwediyê ast û radayaka kirinê ye bi mirov re ya. Tevgerên mirov, di mejiyê mirov de, hiş bi wan re diafirê. Ew hiş, di deme kirin û gav avêtinê de xwe bi kirinên mirov dihêne ser ziman. Di deme kirinê de, ew rewşê kirinê ku wê têde çi bihate kirin, di serê xwe de ku mirov karîba bi çerçova û pêşnûma bikira û piştre di wê çerçova û pêşnûmayê de xwediyê hişbûnekê ji ba, hingî mirov karîbû ku bahse jîrîtiyêkê bikira. Di nav wê çerçove û pêşnûmakirinê de, hişkirinaka ku bi mirov re hişyariyaka mazin di rewşe kirinê de çêdike ji, di wê rewşê de xwediyê awayê aqilê me yê ku mirov karê wê bi navê jîre re bêne ser ziman e. Jîr, di rewşe kirinê de, bi hişkirinê re ku zû bi bîrkiirin û kirin, hişkirin û hişyarî û her weha aqilkirin û aqildaniyê, bi hev re heyîne wan di xwe de di rewşê de digihêne hevdû.
      Aqil, heyîne wê, hebûne wê ye ku afrîner e, ji wê heyîne wê, bi rewşê re aqil diafirê. Rewş di mejî de bicihkirin û an ji bi navekî din ji bi pêşnûmakirin re aqil wê bê holê. Ew aqil, bi rewşê û tevgerên ku bi mirov û bi di rewşê de hene re dihê holê.Ew aqil, bi pêşnûmatiya xwe re jîrîtiyê û bi hişiya xwe ye ku bi mirov re hişyariyê diafirêne re bîre dihêne holê. Bîr, wê bi wê rewşê re, du rewşan bi xwe re bi wate bike û bêne ser ziman. Yek, hişiye jîre ya û ye din ji her weha jîrtiya hişê ya. Di wir de qatjîr(QJ) diafirê. Qatjîr, bi tevger û huner, xûy û keseyetiye mirov re ezitiya mirov bi bîr û hişê mirov yê ku heya re dihêne ser ziman. Her tevgere mirov heyîneke jîrî ye mirov e. Jîr, bi wê re, heya. Di naqabîna tevger û mejiyê mirov de, têkiliya ku heya, mirov nikarê tenê bi hişkirin û bîr û bîreweriya wê re bêne ser ziman. Ji wê zêdetir rakendiyeka ku pê bi mirov re were ser ziman heya.
      Di vir de, bi awayekî geometrikî ku mirov hasibandinakê di nav heyîne mirov ye ku bi rakenditiyê re dihê ser ziman, tevgerên mirov û her weha vejene mirov de xarîyekê dernexe, wê aliyê wê hanîna me ye hanîna li ser ziman ye jîre wê kêm bibêne. Vejene mirov, di laşê mirov re ew felîtitiyê ku çêdike, di hîmê bûna hişkirin û bîrkirinê de xwediyê heyîneke pir hîmî ya. Rewşên ku wê vejenê diafirênin ji, bi qasî wê girîng in. Ew heyînîya bi mirov re aliyekî wê diafirêne. Wekî din ji, xate pêşketine mirov her weha pir girîng e. Xate pêşketine mirov, weke wê xêve ku bîrên me têde ne û girtîne, xwediyê hebûnekê ya. Mirovekî ku di nav malbate xwe de, ku ji aliyê hest û ramana xwe ve xwediyê aramiyeka ku bi xwe re ya, wê ji yekî ku dervî malbatitiyê mazin bûya wê bêhtir xwediyê têgihiştina ku têde ku wê vejene wê wî bi pê re diafirênê bê. Mirovê ku dervî malbatitiyê mazinbûya, wê pê re pûtepêdaniyak hebe. Ew pûtepêdanî, wê vejene wî nehêle ku bikeve riyekê de û di aramiyekê de biherikî û biafirêne bi pê re. Pêşnûma jîre yekî sêwî ku afirîya, di laşê wî de weke yekî ku ne sêwî mazinbûya wê ne di ahangekê de bê. Ev yek, wê bandûrê li kirin û afirandina mejiyê wî ji bike.
    Mirovê sêwî, bi aqilê wî re ew pêşnûma jîrî ye ku bi pê re afirîya, ew kalsûltiya ku pê re ya, wê xwe bide nîşandin. Ev yek, ne ji bêvejentiyê dihê holê. Ji nebûne tevgeritiya ku di temenê wê de heya ya. Ew tevgerî, weke heyîne rojê ku di fezeyê de heya û dora xwe bi rohniya xwe re bi bandûr dike ya. Lê di ew rohnî, bi xwe re di qade xwe de tevgerekê di afirêne. Ew tevgertî, di wê qada fezeyê ye ku rohnî lê heya de ku dibê, wê di çerçova heyîne rohniyê de ew qad bi rohniyê re tevgeriyekê bi afirêne. Ew tevgerti, wê bi qadê re ku mirov ji dûr lê meyîzend ku weke xalaka ku di bariqênê ya û di xwe de bitevger e û heya, bi wî awayê ku mirov li keseyetiyê dimeyîzêne, mirov wê herweha wê xala di hîmê tevgertiya keseyetiyê de ye ku bi heyîne rohniyê heya, mirov wê xate mazinbûnê re bibîne. Jîrîya mirov, ji rewşe û tevgerên ku bûn û heyîne wan bûyînan di mejiyê me de bi xarîte kirina rewşê re ku jîriyê diafirêne, heyîne wê bi pêşnûmakirina wê re awayê jîre mirov diafirê. 
   Tevgere mirov, bi heyîne vejene mirov re girêdayî ya.Vejene mirov, tevgertiya ku mirov re diafirêne.Jîr, ji tevgeriyê ji dihê zanîn. Tevgerî jîrî, zû bibîrkirin û hişkirinê re zû fahmkirinê ji dike nava xwe de. Jîr, bi heyîne xwe ye ku bi pêşnûmabûyî re bi heyîneke bi pergal dihê holê. Êdî ew pêşnûma ku bû, di wê de, serwerbûn, jîrtiya jîre dihêne holê. Di wê pêşnûmabûnê de, bi heyîn û awa re çend rewş, qatk û reng bixaml hene, ew ji zanîna wan hebûne wê, wê jîrtiya jîre bêne holê. Zarokekê ku di nav lîstokên xwe de dileyizê, wê lîstokên xwe jev kê qat û piştre wê wan qatkan her yekê ku cihê wan bi hev ve kifş bike û wan dise bi hev ve bike, heyîne jîre dihêne holê. Lê di wir de, çendî zû karê wan qatkên ku jevkirine bi hev ve bike û wê kirinê zû ji bike, wê jîrtiya jîre wî bêne ser ziman. Zû, bi hev ve kirina wan, ji zarok dixwezê ku ew cih û wê rewşe ku ew pê berê bi hev ve bûn, wê di serê xwe de bi pêşnûma wê zanibe. Li gor wê pêşnûmayiyê bi bîrkirinekê bike û hiş bike ku ew her yekê ku li ku derê na. Jîre mirov e di serê mirov de bi pêşnûma ku heya, bi wan lîstokan heyîne xwe li jîyanê diafirêne û dihêne holê. Tevger û çûn û hatina nava lîstokan û an ji qatkan xarîta wê bi pêşnûma jîre lîstokê re di mejiyê zaro de pêşnûmakirî ya. Ew kifşkirina wê û li gor wê levkirina lîstokan wê zarokê bigihêne jîre wê pêşnûmê. Bi wê re, ku ew bi pêk hanî ji, êdî ew jîr jîre wî ya.
      Di naqabîna pêşnûma lîstikê û heyîne lîstokan ye bi hev re de, bîrkirina zaro ye bi hiş weyn dileyizê. Ew leyistin, di mejî de bi vejene mejiyê me re xwediyê hin tevgerne ku mirov wan karê di çerçova wê jîre de bêne ser ziman e. Zaro, hê mejiyê wê, ne mazin bi pêşnûma ya. Lê hate ku mazin bû, ku di deme ku mazin bû de, wê hin bi hin mejiyê wê bi pêşnûma bibe. Ew pêşnûmabûn, wê êdî hin bi hin darazên şaxsî ên mirov wê bi xwe re bi afirênin. Bi wê re, wê mirov êdî ku mazin bû, wê bi xal û zagonên xwe yên ku ji wan pêşnûmayên jîrî ên ku wê di serê xwe de dana çêkirin û afirandin re wê bijî. Derketina dervî wan, wê mejî neke. Meji, wan pêşnûmayên ku di xwe de bi tevger re dana rûnandin, wê ji gelek aliyan ve wan bi girêdankan wê di xwe de bicih bike. Di nava wan xat û girêdankan de, heyîne mirov e jîrî û an ji, ku mirov karê hê ji pêve herê zêde bike û bêne ser ziman ku wê awayê keseyetiye mirov bi xûyên xwe re wê biafirê. Mirov, ku awayê tevnepîrekê bêne berçav û hê ku ji wê tevlîhevtir ku mirov tevnkirinekê bike, ew heyîne wan girêdankan ya. Mejî, di xwe de di xêve xwe de, ew hemû heyîn û girêdank bi salixkirina.
Di derbarê wan de, di xwe de bi bîr e jî. Ji wê bîrê ew hişê ku diafirê bi rewşên piştre ên li berçavên mirov re bi bûna pêşnûme rewşê re, jîr ji temen û hîmê xwe yê ji mirov diafirê.
     Jîr, di temenê bûn û pêşketine wê de û bi pêşketine wê re pêşveçûna heyîne mirov re jî, xwediyê tehereke dîrokî ku dem bi dem xwediyê pêşketineka bê ku qût e. Di wê temenê de, deme ku mirov bahse vê awayê pêşketinê ê jîre bike, mirov bike û neke, divêt ku navê genan hidê. Ev yek pêdivî pê heya. Ye ku di heyîne jîndî e mirov de, wê pêşketin dem bi dem diafirîne û di buhurêne ji, her weha ew e. Di destpêke mirov de, mirov deme ku jîre bi êqil girt di xwe de, ew wê bi me re hinek levketinne bi hinek genne levbixe û biafirêne û wê pêşketine ku heya, bi xwe re bi wê afirandina bi xwe re wê wê mayînda bike.
Ev yek, her weha êdî wê piştre xwe bide der. Deme ku mirov di wê deme ku mirov têde dijî ku di wê de pêşketine jîn kir, ew pêşketin, bi rakendiyeka ku ji me dimêne û di yên pişt me re de heyîne xwe dide berdewam re wê bijî. Ew jîyandin, wê berdewamiya wê hebe. Ew potansiyalî jî, wê di demên piştre de bi hildan û dahûrkirinên ku mirov di xwe de di mejîyê xwe de dike de wê xwe bide der. Bi wê xwe dana der re, wê êdî pêşketin heyîne wê were holê. Lê em ev ji bêjin.Hertimî weke pirsekê hatiya pirsîn ku gelo mirov jîre xwe ji yê berî xwe digirê, gelo? Ev pirs pirskirin, di deme bersivdana wê de, em divêt ku bênine li ser ziman ku di perpgala pêşketineke bi pergal û tevlîheviyeke wê de bersiva wê dihê dayîn.
      Mirov, xwediyê heyîneke genetikî ya. Ew, di xwe de bi hin sentezkirinna girtinna dide kirin. Genên mirov, pêşnûmayaka ku mirov bi wê jîre bêne ser ziman, lê ku temenê wê heyîne jîrî ji dihêne ser ziman, di xwe de diafirêne û dihêne holê.Pêşnûma jîrî, bi potansiyalî heya.Lê ew potansiyalî,bi rewş û kirinên mirov û gavavêtinên mirov zelaliyekê bi xwe re diafirêne. Bi wê heyînê re jîr, xwediyê qadeke ku xwe bi pê dihêne holê ya. Lê jîr, bi teybetî, bi gîrêdankên ku hatina afirandin re heya. Tevneke ku bi gîrandakan heya heyîne jîre dihêne ser ziman. Lê di wê tevn û girêdankê de, zanîna ku heya, ew jî, bi têgihiştina xwe ye ku bi pê afirîya ji, xwediyê heyînekê ya. Mirov, divêt ku wê heyînê fahm bike û wê bêne ser ziman. Ew heyîn, ye ku heyîne jîre dihêne ser ziman e. Jîr, di wê heyîne xwe de, xwediyê hin şûnpêyne ye ku weke riyekê mirov karê di wê şûnpêtiyê de karê bi şûn wê re têre herê bi fahmkirinê re. Dem bi dem têgihiştin û zanîna wê, di wê şûnpêtiyê de heya. Her dem xwediyê heyîne xwe ye ku deme ku mirov ji demeke buhurt demekê ku li şûn me dimêne lê ku şûnpêye wê heya bi me re. Bi vê yekê re tehereke wê ye ku mirov bi heyîne jîre ku dem bi dem û ku mirov jev qût nehêne ser ziman heya. Di serî de, bi aqil û jîrî, pêşnûmaya ku afirî bi mirov re, wê piştre li wê heyîne wê afirîne zêdebûn ku dibe bi wê awayê wê pêşketin bibe. Bi wê re, wê dem bi dem bê ku qûtbûn bibe wê pêşketin biafirê.
  Divêt ku mirov herê bike ku ji destpêka bûna aqilê mirov ve, pêşnûmayaka jîrî ye ku afirîya û di demên piştre de ji ku hertimî dem bi dem em têde kur û dûr diçina heya.Ew pêşnûma, jîndiya mirov bi wê re heya. Ew pêşnûma, weke xarîta dinyê, ku her derê wê têde heya û bicih e, ew jî, tevgerên me yên dem bi dem pêşketine bi awayên xwe yên ku jînbûna û bi wê jînbûnê re bi pêşnûma bûna re, bi wan re ku mirovbûya xwediyê pêşzaniyekê, heyîne wê dihê ser ziman. Ku mirov, bi tevger û xûyên re bahse pêşzaniyekê bike, divêt ku mirov bi vê yekê re bahs bike. Heyîne rakenditiyê e bi mirov re û ku biqasî wê girînge û xwediyê wateyekê ye, kevneşopîyên me yên ku ew rakendîti di bin wê de ya jî, mirov karê bi wê re bêne ser ziman. Kevneşopî, awayê wê pêşketine jîrî e li jiyanê ku bi mirov re jîya ya. Di naqabîna heyîne mejiyê mirov û wan kevneşopîyan de, rakendiyek heya ku mirov wê di temen de fahm bike û bêne ser ziman heya.Jîr ji, ew naqabîna ku me bahskir, wê bi pergal bi jîyanîya me re dihêne ser ziman.Berdewambûn, çawa ku ji bo jîndê ye hîme, her weha ew berdewambûn bê wê heyîne jîre bi mirov re nîn e. 
 
18. 11. 2010/Abdusamet Yigit


 Vegere Destpêkê......

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org