pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

Nivîsên din yên Nivîskar Abdusamet Yigit:

DI WÊJEYA KURDî DE JIN Û CIHÊ WÊ

-DEM BI DEM FELSEFE Û PÊŞKETIN

Vegere Destpêkê......

 Bawê Tahirê Uryanî


    Bawê tahirê Uryanî, zanistekî kurd yê ku di biaslê xwe ji rojhilatê kurdistanê ya. Li ser serdeme ku ew lê jîn bûya, hata nahaka ji, hê ji, vegotin hene. Ku mirov li nava xalkê di gerihe, mirov dibîne ku li ser wê zanebûn û zimanê wî yê xwe pir vegotin hene. Kurdiyaka wî ya pir xweş ku mirov ji ye Êlî Herîrî kêm neyêne ser ziman heya. Bi vê yekê re, hêjaya ku mirov li ser bisekinê û bêne ser ziman. bawê tahirê uryanî, mirovekî bi bawer bû. Di ser jiyana xwe de, wî, pir mazin baweriyaka mazin da nişandin. Li jiyanê, pir mazin hizirî û anî ser ziman.
     Lii ser wî û zanista wî ye di serî wî de, ku mirov li ser dihizrê, mirov pir pêşketin û têgihiştineke mazin dibîne. Navê wî tenê li rojhilatê kurdistanê ma. Li bakûr û bi teybetî ji, li başûrê kurdistanê ji hata bihîstin. Di civatên mîr û mazinan de di civatên mirovên navserî xwe de, pir bahsa wî û zanebûna wî hata kirin. Li Cizîre bota, ku bahsa wî dihata kirin, ne kêmî Feqiyê teyran û seydeyê mazin Meleyê Cizîrî bahs dihata kirin. Pir bi rêz ji bahsa wî dihata kirin. Wî, mirovê mazin, di jiyana xwe de, di nav xalkê de, hizreke mazina anî ser ziman, Nêzîkatiyên xwe yên ku dana nîşandin, li ser hevirdore wî pir bandûr kir. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku ew zanistekî mazin yê xalkê bû. Baweriya xalkê lê hebû. Wî, jiyanaka bi derwêşî buhurand. hevirdore xwe ji, li xwe, bi wê yekê da bawerkirin. Hizrên ku wî anîna ser ziman, pişt wî re, zanistên ku hatin bandûr li wan kir. Bi qasî ku mirov ji vegotinên ku li ser wî têne vegotin ji wan fahm dike, ew hinekî piştî Bawê Henîfê Dînwerî re jîn bûya. Wî, hizreke mazin anîya ser ziman. Mirov vê yekê, her weha dibîne û fahm dike.
     Ku mirov li ser bawê Tahîrê uryanî bi hizirê, divêt ku mirov wî bi deme wî re baş û qanc fahm bike û bêne ser ziman. Pêşketin û têgihiştine deme wî çi bû? Ev pirs, pirseke ku mirov bi pirsê û bersive wê ji bi zanî bidê ya. Bersive vê pirsê li gor me pir girîng e. Ku mirov vê pirsê rast û di cihê xwe de bi pirsê û bersiveke bizanî bide, hingî, wê mirov bigihêne hinek rastiyê dîrokî yên deme ji bi wî re. Ev yek, her weha pir girîng e, ku mirov li ser bisekinê û fahm bike. Wî, bi hizir û têgihiştinê xwe, sînorê xwe û yê deme xwe derbas kir. Divêt ku mirov vê yekê ji, bêne ser ziman. Zanistên deme yên kurd û yên ne kurd, bandûra wî li wan bûya. Zanistên ku bi aslê xwe fars bûn û weke ku di nav kurdan de ji mazin bûne Ferdewsî ji, mirov wê bandûra wî li ser wî dibîne. Ji wê ji wirde, mirov dibîne ku li têgihiştine bawê tahirê ûryanî xwedî derketin ji heya. Mirov vê yekê ji, her weha dibîne. Ku mirov "Şehnema" ferdewsî dixwêne, mirov vê yekê, her weha pir mazin dibîne. Ferdewsî, deme ku pirtûka xwe ye ku dibêjin ku wî nivîsandiya, ye bi navê "Şehnemê" de, ku bahsa Rûstemê Zal dike, dibêje ku ew kurd bûn. Vê yekê rast têne ser ziman. Di vir de, divêt ku mirov bêje ku vê rastiyê bandûra xwe li wêje persan ji kiriya.
      Lê ku mirov bahsa bawê Tahir bike, divêt ku mirov hinekî bi teybetî bêne ser ziman. Ji aliyê wêje ve, divêt ku mirov wateyaka mazin  bidiyê de. Lê di vir de, dema ku mirov li ser bawê Tahir bisekinê, divêt ku mirov çend gotinan bi deme wî re ji bi wê re bêje. Ev yek ji li gor me, pir girîng e, ku mirov bêne ser ziman. Lê di vir de, deme ku mirov li ser Bawê Tahir bisekinê, bi deme wî re û bi wî re, mirov divêt ku li ser zimanê wî ji bikekinê. Kurdiyaka wî ye ku mirov karê bêje ku pir pêşketiya û ji ya deme me î ro, ne kêm pêşketîtira hebû. Divêt ku mirov, vê yekê her weha di serî de kifş bike. Ev yek, li gor me, divêt ku mirov pir zelal û bi teybet bêne ser ziman. Ji zimanî wî yê pêşketî, mirov fahm dike ku ew di deme xwe de, xwediyê pêşketineke ku pir mazin e. Divêt ku mirov vê yekê her weha pir mazin û bi bal bêne ser ziman. De ne, di wê heyemê de, di civatên kurdan de, ziman, pir girîngiyeke wê hebû. Divêt ku mirov vê yekê baş û gîrîng bêne ser ziman. Di civatan de, deme ku yek di axift ji, pêşî li zimanê wî yê ku pê diaxift lê dihata meyîzend. Deme ku li zimanê wî dihata meyîzendin, du tişt di wê meyîzendinê de lê dihata lêgerîn. Yek, pêşî, lê diata lêgerîn ku ka ew mirovê ku diaxivê çendî bizane û weke ku di nav xalkê de gotin " di cih de" diaxivê. Ye din ji, her weha "ma gelo di deme axiftinê de, karê gotinên xwe lev bêne?". Nûqte duyemîn, her weha weke pirsekê ya. Ev pirs, li ser zimên bû. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku pir li ser zimên baldariyaka mazin ye ku di nav civatan de li mirov çêdibû hebû. Mirov divêt ku uvê yekê ji her weha bi teybet bêne ser ziman.
     Ku mirov li zimanê bawê tahir ji, dimeyîzenê, bi devê herêmî yî ku pê diaxift ji, bi vê yekê, mirov karê bêje ku pir pêşketî bû. Zimanê kurdî, ji deme sumeriyan ye duyemîn ve li ser hîmê bêje û hevokên pêşketin û têgihiştinê, pêşketine xwe çêdike û deman jîn dike. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku demeke mazin pêşketî bû, ew dem.Bawê tahîr, bi axiftina têgihiştine xwe ye di serê xwe ye ku anî ser ziman de, têgihiştineke hemdemî di kurdiya deme xwe de da çêkirin. Divêt ku mirov vê yekê her weha bi teybetî û baldarî bêne ser ziman. Têgihiştine wî ya ku wî anî ser ziman, hê ji, di roje me de, baş û qanc ne hatiya fahm kirin. Divêt ku mirov vê yekê ji bi teybet bi teybet bêne ser ziman. Ji aliyê têgihiştine wî ye felsefî û wêjeyî ve, divêt ku mirov pir li ser bisekinê. Her hevoke wî ye ku wî anî ser ziman, têde, têgihiştineke demê ye ku wê daya der û anîya ser ziman heya. Divêt ku mirov, vê yekê ji, her weha bi teybet bêne ser ziman. Di vê demê de, bixûsûî ji, divêt ku mirov li ser aliyê wî yê felsefê bi baldarî bisekinê. Ev yek ji, girîng e. Nêzîkatiya wî ya felsefîk çi û çawa bû? Wî hizreke felsefê ye çawa anî ser ziman û danî hole? Ev pirsê ku di serî de, ku mirov bi pirsê ne. 
     Felsefe bawê tahir, bi vê yekê ve girêdayî, mirov karê gotinê pêve gotinekê bêne ser ziman. Wî, bi têgihiştineke zimên li têgihiştine jiyana hizirkir. Bi vê yekê, ew, deme ku mirov li ser dihizirê, mirov wê dibîne. Mirov, divêt ku fahm bike, ku felsefê wî, hîmê wê, li ser têgihiştinê ava ya. Divêt ku mirov vê yekê, di serî de bêne serî ziman. Wî jiyan, bi têgihiştin di dît. Wî, fahmkirinak di jiyanê de, di dît. Bi vê yekê, dihizirî. Di helbesteke xwe de her weha têne ser ziman:"
 
Demek ku mirov min ji der dixin, ez têm bi warê te

Heger tu jî min ji xwe der bixey, ez bi kî gazî bikim û bêjim?!

Dilim ez derdê te daîm xemîn e

Be balîn xiştim û bester zemîn e

Hemîn cûrmim kê mû te dost dîrim

Zi her ket dost dire hal în e?!

      Li ser hizirkirina li ser deme jiyanê û li ser têgihiştin û fahmkirina wê dihizirê û van gotinan û gotinên xwe yên li dûv van re têne ser ziman. Bi vê yekê, mirov karê bêje ku ew di hizirkirin û têgihiştine xwe de, bi vê yekê re, di têgihiştine xwe de, rastiyaka jiyanê kifş dike. Bi vê yekê, ew li ser têne ser ziman. Hizirkirin, xosletê mirov yê li jiyanê yê ku herî mazin a ku mirov bidest xistiya. Ew, xwediyê têgihiştineke ku vê yekê, bi mirov bide têgihiştin e. Ew hizir, dike, deme ku gotinên xwe weha bêne ser ziman, wê bi wan gotinên wî re wê ev yek were têgihiştin. Ew bixwe ji, di vê têgihiştinê de ya. Divêt ku mirov vê yekê ji, baş û qanc pêre kifş bike û bêne ser ziman.
    Ku mirov, li gotin û axiftinên wî li ser dihizrê, mirov bi hesanî fahm dike ku wî perwerdeyaka baş hildaya. Pir xwandiya. Di nava xwandin û zanebûna bi xwandinê xwe re çûya û kûr ji çûya. Mirov, vê yekê ji, pêre kifş dike. Di derbarê demên berî deme xwe de, xwedî zanebûna. Mirov, vê yekê ji, her weha kifş dike û fahm dike. Lê ku mirov li ser wî û anînêyên wî yên li ser zimên di hizirê, mirov, tiştekî din ji kifş dike. Ew ji her weha anîna têgihiştine wî ya li ser ziman a. Wî, di anîna xwe ye li ser ziman de, hertimî, weke ku hewldaya ku awayekî zanistî li gotinên xwe bike û bêne ser ziman. Mirov, ku li ser wî dihizirê, vê yekê biteybetî kifş dike. Bi vê yekê ve girêdayî, mirov karê bêne ser ziman, ku wî xwestiya ku zanebûnaka bêne ser ziman. Di serê xwe de, ew pir mazin e. Bi wê mazinbûna di serê xwe de, wî hewldaya ku bêne ser ziman. Deme ku anîya ser ziman ji, weke ku di serê xwe de li bêje û hevokan gerehaya ku ka wê çawa bêhtir bi zanebûn bêne ser ziman. Mirov, vê yekê bitêgihiştin pêre dibîne. Gotinên ku ew bi awayê ku  têne ser ziman di civatan de, di serê mirovên ku lê dihisênin de dide rûniştandin. Ev yek ji, bixwe ji, ji têgihiştinekê bixwe têt. Divêt ku mirov vê yekê bi teybetî bêne ser ziman. Lê di vir de, gotinaka wî ya din ji bala mirov dikişêne;
 

-Xûdawenda! kê bûşim ba kê bûşim?-

Mije pirr eşkê xûnîn ta kê bûşim?

Hemem kez der biranin sû te ayim

To kem ez der biranî va kê bûşim
       Di vir de, pirranî, li ser êşandina mejî bi xwandinê di sekinê. Ji vê yekê, mirov fahm dike ku wî pir girîngî daya xwandin û zanbûnê. Weke ku xwestiya ku vê yekê, bi mirovên li dore xwe ji, bide fahm kirin ji, Her weha mirov, vê yekê pêre di gotinên wî yên ku hata deme me hatina ji wan fahm dike. Wî, pirr girîngî daya xwandinê. Pirr girîngî daya "ilm" û "îrfan"ê. Mirov, vê yekê, ji gotinên wî yên bi têgihiştin fahm bike. Wî, ji wan gotinên wî yên bizane, mirov fahm dike ku wî deme xwe pir mazin bi bandûr kiriya. Zanistekî weke wî, ne mumkun e, ku ji aliyê mîr û mirovên ku li dore mîr yên navserî xwe ve ji, bi rêz newê pêşwazi kirin. Mirov karê bêje ku wî rêz standiya. Ji xwe, ku mirov li ser xosletên demê dihizirê, mirov wê yekê bizweze bitêgihiştine karê bêje. Xosletên demê, yên ku hebûn, li ser astaka bilind bûn. Lê di qasra mîr de ji, pir mazin pêşketi bûn. Li qasrê, pir li wan dihata meyîzendin. Kî baş û qanc zanibû biaxivê, wê li ber mîr axiftibana. Ku derwêş ji bana, wê di nav civat mîr de, ku çi kêrhatiyên wî hebûn, wê dabana nîşandin.

Mirovên her weha ku bizane ne, aqilê xwe hertimî li civatan tênine ser ziman. Li wan tê hisandin. Di nav xalkê de ji, pir mazin bahsa wan tê kirin. Her kirineke wan ya ku bikin ji, li gor zanebûna demê wateyaka ku di baweriyê de ji bihatana ser ziman dihata ser ziman. Ev yek, ji aliyê mirovên zane, yên ku di nav xalkê de bûn, dihata kirin. Ji bo bawê Tahir ji, di nav xalkê de gotin hene. Gotinên ku di derbarê wî de, dihatina ser ziman hebûn. Di nav zanistên kurdan de, yê ku herî zêde bi gotinên di nav xalkê de derketibû pêş Bahlûl Bizane bû. Ev yek, bûya sedeme bûna zimanekî wêjeyî yê di nav xalkê de ji. Di nav xalkê de, rehet û li gotina xwe bi bawer anîna ser ziman, vê yekê maztir di serê mirovan de bi rêz dide rûnandin. Mirov ji gotinên Bawê tahir, fahm dike ku wî pir ji xwe bi bawer û zimanekî ku mirov bêje ku bitêgihiştine wêjeyîya anîya ser ziman. Ev gotinên wî, di vê xalê de ji me re û ji gotina me re rohnî ne:

Xwedê! bi kî bêjim, bi kî bêjim?

Mijang pirr hêstirên xwînawî, ta kingê bêjim?

Demek ku mirov min ji der dixin, ez têm bi warê te

Heger tu jî min ji xwe der bixey, ez bi kî gazî bikim û bêjim?!

-Dilim ez derdê te daîm xemîn e

Be balîn xiştim û bester zemîn e

Hemîn cûrmim kê mû te dost dîrim

Zi her ket dost dire hal în e?!

Bi gotin, her weha ew mazin bû. Bi têgihiştin bû. Deme ku dianî ser ziman ji, bi zimanekî xweştêgihiştin dianî ser ziman. Bi anîna xwe ye li ser ziman ji, her weha pir mazin anî ser ziman. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku zimanekî Bawê tahir yê ku di nav xalkê de hatiya pejirandin yê wêjeyî ji afiriya û heya. Ev yek ji, divêt ku mirov bi teybetî bêne ser ziman. Zimanê wî yê wêjeyî, li gor têgihiştin û hebûna pêşketin û têgihiştine hizir ye demê di wî de rûniştiya. Divêt ku mirov vê yekê ji, her weha bi teybet bêne ser ziman. Li cem zimanê wî yê felsefê, yê wêjeyî ji heya. Di gotina xwe de pir mazin helbestwerî ya. Divêt ku mirov vê yekê ji, her weha bi teybet bêne ser ziman.
        Bawê Tahir, bi vê yekê, mirov karê bêje ku bandûra wî li ser deme wî heya. Li ser zanistên deme wî heya. Wî hizreke mazin di xwe de d nav xalkê de anîya ser ziman. Divêt ku mirov vê yekê car bi car kifş bike û bêne ser ziman. Zimanê wî yê ku bi hizir û têgihiştinê afiriya, ku were têgihiştin, wê ji gelek aliyan ve ji, wê me rohnî bike. Lê di vir de, divêt ku mirov bi vê yekê ve girîdayî balê bikişêne ser xalaka din yê ku pir girîng e. Ku zimanê Bawê Tahir were têgihiştin, wê di qada felsefe zimên û zimên bixwe de ji, wê me biagahî bike. Zimanê wî, her weha ji ber vê yekê ji bi vî aliyî ve ji, divêt ku were lêkolînkirin û têgihiştin. Ev yek ji, pir girîng e. Ziman, kurdî, hinek xiosletên wê yên wê deme û yên vê demê ne wek hevdû ne. Ku mirov li ser deme Bawê tahir bisekinê mirov wê pêşketineke zimên ji her weha kifş bike. Ji aliyê zimên ve, Bawê Tahîr ji û Êlî Herîrî ji, weke du zimanzanan in. Divêt ku mirov vê yekê her weha bi teybetî bêne ser ziman. Xosletê wê demê yên zimênhê baş ne hatina fahm kirin. Xosletên wê demê yên zimên, di qada pêşketinê de xwe didine nîşandin. Her bêje ku di wê demê de di zimên de bê kifşkirin, wê ew bêje di qada felsefê û têgihiştinê wê ye demê de ji wê biwate bê. Divêt ku mirov vê yekê ji, her weha pir baş û qanc bêne ser ziman. Ji demên piştî deme Medan ve, rojhilatê kurdistanê, di qada zimên de, hinek pêvajoyên ku î ro ji, hê ji, divêt ku werine fahmkirin buhurand. Mirovên weke bawê tahir ji, di navende wê pêşketinê de cih û war digir in. Divêt ku mirov vê yekê di serî de bibîne.
        Bi vê yekê re, bi bawê tahir re, li ser deme wî ji sekinandin ji pir girîng e. Deme wî, xwediyê çi pêşketinê bû. Kurd, di wê demê de bi serê xwe bûn. Di herêmên xwe de bi serê xwe bûn. Serweriya wan ye li herêmên wan hebû. Bi wê yekê, mirov divêt ku pêşketinên wê demê bêne ser ziman. Ku mirov, bi vê yekê bêne ser ziman, hingî, wê hinek rastiyên ku pêşketine ji, wê xwe zelal û hê baştir bidine ber çavên mirov. Divêt ku mirovvê yekê ji her weha pir mazin bêne ser ziman. Rojhilatê kurdistanê, weke bakûr û başûrê kurdistanê ji, hata sadsala 15. min ji bi serê xwe bû. Pêşketinên xwe, bi xwe kifş dikir. Divêt ku mirov vê yekê her weha bi teybet car bi car bêne ser ziman. Mirov, bi vê yekê ji ku li wê demê û pêşketin û têgihiştine wê dihizirê, mirov ji zimanê Bawê Tahir ji fahm dike ku pir mazin xwediyê pêşketineke mazin e. Mirov, karê zimanê bawê tahir, ji wê demê re weke neynikeke ku li wê demê bigirê bêne ser ziman. 
      Li ser awayê zimanê wî, mirov karê di vir de hinekî din ji bêne ser ziman. Ziamnê wî, pir bizane bû. Di nav xalkê de weke "baw" dihata navkirin. Êdî piştre, li pêşiye navê gotina baw bicih bûya. Wî, deme ku dianî ser ziman, bi awayekî helbestwarî(helbestgerî) ji dianî ser ziman. Ji ber ku ji wan gotinên wî yên ku weke beytên helbestan dihatina ser ziman, hizrê wî dihata ser ziman û fêrkirin, êdî wilo têne bi wî awayê lê ne dihata ser ziman.Li ser vê awayê zimanê wî yê helbestgerî, heya roje me ji, hê ji, vegotin li herêmên kurdistanê têne ser ziman. Her mirovê ku li wan gotinên wî dihisênin, ne tenê weke gotinne helbestî lê dihisênin. Ev yek ji, di deme ku qasîde gotinê de, car bi car bûya. Ji kîjn aliyî mirov li gotinên wî meyîzenê, mirov wê têgihiştineke felsefe wî bibîne. Weke ku gotinên bi du boyutan hatina ser ziman. Yek, bi nêzîkatiyaka wêjeyî helbestgerî û ye din ji, bi nêzîkatiyaka hizrî ye felsefî ku bi û navê wî di civatên kurdan yên her şev dihata ser ziman. Bi vê yekê re, miorov karê bêje ku weke car bi car di derbarê gotinên wî de biryar dayîn ji hem di civatan e û hem ji di nav xalkê de zor bûya. Bi kîjen aliyê ve bênine ser ziman, ew hinekî ji wan re zor bûya. Lê weke ku seydayan dikir, car bi car, bi herdû aliyan ve ji dihata ser ziman. Mirovên ku dianîn ser ziman hebûn. Ev yek, hata roj me ji berdewam dike. Bandûra bawê tahir biqasî li kurdan û çand û pêşketine wan bûya, wilqasî ji di demên piştre de, li persan ji bûya. Ji ber vê yekê, wan ji di demê de, li gor xwe hinek gotinên wî yên ku bi navê "pehlewîkan" anîna ser ziman hena. 
 
    05. 06. 2010 /Abdusamet Yigit


 Vegere Destpêkê......

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org