|
Nivîsên din yên Nivîskar Alî Kiliç
-
Vegere destpêkê
|
Dr Ali KILIÇ
Lî ser Tekoşina Akademisyen Dr. Îsmaîl Beşîkçî
Dr. Îsmaîl Beşîkçî dê di 28-ê Tirmeha 2010-an de li dadgeha Beşîktaş a Stenbolê (Dadgeha 11-emîn ya giran) bê darizandin. Géle diné Dr. Îsmaîl Beşîkçî, Mamosteyê Sor gélé diné nas dikin. Ji bo çi, derheqê dewleta kolonialista tirk diji Dr Ismail Beşîkçî doz vekirin?
Dr Îsmail Beşîkçî .Di nivîsa ” Mafê Netewan yê Tayînkirina Pêşeroja Xwe bi Xwe û Kurd” de, di derbarê beşê ku ketîye doznameyê de dixwazim çend
gotinan bêjim. Perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê, di dîroka Rojhilata Navîn de bûyera herî mezin e. Yê ku divê di vê mijarê de biaxivin zanîngeh in, çapemenî ye, nıviskar in, bi kurtayî jîyana ramana Tirk e. Vekirina dozgerîyê ya di derbarê mijarên wiha de jî, weke pêşîgirgina afirandina zanyarîyê tê nirxandin... 
Kurti jiyana akademisyen Dr Îsmail Beşîkçî
Di sala 1939an de, li bajarokê Îsklîpê (Tirkiyê) ji dayikê bûye. Xwendina xwe, ya seretayî û navîn li wir kuta kiriye. Piştre ew di sala 1962an de fakulta zanistiyên ramyarî li Erzeromê diqedîne.Leşkeriya xwe di du gundên Kurdistanê -Bedlîs û Hekarê- de dike. Li van herdu bajarên Kurdan, wî demên xwe vala derbaz nekiriye, ewşa gundiyan, çanda Kurdan pir ji Dr Î.Beşikçî re balkêş û hewaskar bûne. Şûnmayîna hemû aliyên jiyana Kurdan ji nêzîk ve naskiribû û bi êş û derdên Kurdan re dibû hevpar. Di sala 1964an de pileya doktoriyê di civatnasiyê de, li ser irtûka xwe (Eşîra Elîkan ya koçer) wergirt.
Mîn sala 1966 da Dr.Î.Beşikçî li Universita Erzéromê de naskîr. We waxt, Prof.Dr.Ioanna Kuçuradi, mamostayê zînané latin û filozofié bû. Doç.Dr Sesli diji Dr.Î.Beşikçî kampanyayé wekir, wan nê dixazi ku Dr.Î.Beşikçî karzanista dôm kîr. Prof.Dr.Ioanna Kuçuradi, diji Dr.Î.Beşikçî imzakîrina qampanya red kîr. Beri Dr.Î.Beşikçî, hemu suxteleyen Départementen ingilizi, fransizi, alamani dersen latiniye Prof.Dr.Ioanna Kuçuradi boykot kîr. Rojnama kewneperesta lokale Gûr Ses diji Ioanna Kuçuradi propaganda de rasist u ksenopfobi bas kîr. Wulame Doç.dr; Sesli, Omer Polat, iro niviskaré li Alamania Federal û Nazif Kaleli koldaré we boykot bu. Em hemu kesen héréma Dersimi lî Universita, de fakulta zanistiyên ramyarî li Erzeromê, ez, bîraye min Jean Jacques, Birez Ismailé Erzingani, Birez E. Erdogan, hévalé tercanî, me sê meye diji boykota kewneperestan pisrgirtiya Dr Ioanna Kuçuradi kîr. Dr Besikçi tekoşina me we çax pîr zani.
Ji ber ku Dr Î.Beşikçî li ser Kurdan lêkolîna xwe didomand, ew di sala 1969an de, ji zanîngehê tê qewitandin, lê dîsan, ew di sala 1971an de, di fakulta rêzaniyê de, li Enqerê dibe mamoste, lê vê care ji ber xebatên xwe yên zanistî, derbarê gelê Kurd, tê girtin, û 13 salan ceza dixwe, lê li gor biryara bexşandina giştî, ew azad dibe.
Di sala 1979an de, ji bo berhemin nû li ser Kurdan diweşîne tê girtin, û di 12ê Nîsana 1980î de serbest dibe.
Girtina wî, bandorek me zin li raya giştî kiribû, lewre, rêxistina (Emnestî Internasyonal) yekîtiya nivîskarên Siwêdî, Nerwêcê û Holandayê nikarî bûn bêdeng bimana, û karbidestên tirkiyê pirotêst kirin. Ji ber vê jî, dîsa polîsan ew di 30ê Tîrmeha 1981an de girtin û ew ta sala 1987an, di girtîgehê de dimîne.Di navbera 1970-1990î de Dr.Î.Beşikçî li derdora (13) salan di zindanan de xew dike, û 27 caran-ji ber Kurdan ve- de’we lê hatine vekirin. Di 14.08.1980î da, ji zindanê, nameyek dirêj ji UNESCO (Yonêsko) re dişîne, û têde ramanên M.Atatork û destlatên Tirkiyê, yên dijî Kurd û Kurdistanê, gelek bi ferehî û kûr dicersîne, her weha jî têde bervedêreke zanistî û rêzanî ji ber gelê Kurd ve dike. Di 9ê Şibata 1993an de, dadgeha parastina dewletê li Enqerê, bi sedema (13)e lêkolînên wî li ser Kurdan, bi (26)Milyar Lîre ceza dike. Di sala 1993an de, ji bo gotarekê (Jina Kurd û girîla) li dora (12) mehan dikeve zindanê. Ji sala 1962-1999an de li dora bîst (20)salî ketiye zindanê.
Dr Ismail Besikçi go” Ez jiber nivîsa xwe ya bi navê “Mafê Netewan yê Tayînkirina Pêşeroja Xwe bi Xwe û Kurd” ku di kovara Çağımızda Hukuk ve Toplum Dergisi’nde[1] (zivistan 2010, 59/6) hatiye weşandin, ez têm dadgehkirin.
Di doznameyê de, beyaneke dozger heye. Dozger dibêje ”… û jiber ku xwedîyê nivîsê Ismail Beşikçi li Ankara dijî, paraztina wî ne hatîye girtin, jiber ku kiryara wî di hundirê ketina pêvajoya dozê ya dema kurt de ye, hatîye famkirin bêyî ku ev kêmasî were temamkirin, di derbarê wî de ev doz hate vekirin” (r.2)
Min dozname di 15 yê Hezîranê de girt. Di rojnameya Milliyetê, ya heman rojê de nûçeyeke wiha hebû. ”Uzanên ku revîyane, ji hefsê xelas bûn. Birayên firar Kemal Uzan û Yavuz Uzan ku bi muxalefeta Ûsûla Qanûna Bacê[2] tên mahkemekirin, ji ber ku dema wê tije bû, doza wan ket. Sê heb mahkûmên ku ji heman dozê dihatin mahkemekirin jî, nêzîkî 4.5 sal cezayên hefsê girtin. Dema ku bahsa Uzanan dibe, bi bêrêtîyan zirar dayîna dewletê ya bi bi trîlyonan, xwarina pereyên bankan û hwd tê bîra mirov. Lê dewlet, organên dadgehîyê di vê mijarê de ne hişyarin. Dema ku jîyana raman, weke mînak dema ku rexneyek dikeve meselê hişyarbûneke pir mezin heye. Jibo ku raman di bin zordestîyê de were girtin, helwesteke mezin heye. Ev yek, alîyekî girîng yê jîyana Sîyaseta Tirk, ya hiqûqê Tirk e.
Xala 8’an ya qanûna 3713 bi navê Terörle Mücadele Yasası[3] ku di roja 12.4.1991’ê de derketîye, hebû. Vê xalê, gotin û îfadeyên di derbarê Kurdan û pirsgirêka Kurdan de weke sûc dipejirand. Sucê progaxanda. Ev qanûn di 15.7.2003’an de û bi qanûna 4926 hat rakirin. Lê di doznameyê de tê famkirin ku hîna jî ev madde heye.
Ez dixwazim bi kurtayî, li derbasbûna cezayên berê ku ji bo îfade û axaftinên di derbarê pirsgirêka Kurdan de hatine dayîn, binerim.
1. Heta salên 1990’î, maddeyên Zagona Bingehî yên 141-142 dihat pêkanîn. Nivîskar, rojnameger, yên ku bahsa Kurdan û zimanê Kurdî dikirin, bi îddîaya ku hestên netewî qels dikirin bo wan ceza dihat dayîn.
2. Weke ku min li jor bahs kir, xala 8’an ya qanûna 3713 bi navê Terörle Mücadele Yasası, maddeyên 141-142 ji holê hatin rakirin. Xala 8 ya vê qanûnê, yên ku bahsa Kurdan dikirin, bahsa Kurdistanê dikirin, bahsa zimanê Kurdî dikirin weke suc dinirxandin û ew ceza dikirin. Di salên 1990’î de ev madde pir hat pêkanîn.
3. Di xala 8’an de tiştê ku tê bahs kirin di 2003’an de bi qanûna 4928 ji hilê hat rakirin. Lê nuha, li helwestên wiha bi maddeyê 7/2 yê Qanûna Tekoşîna li Dijî Terorê dawe tê vekirin.
Dozgerên Birêz,
Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêkeke gelekî girîng ku jîyana Tirkiyê ya civakî, sîyasî, aborî û ewlekarîyê gelekî ji nêzîk de eleqeder dike. Ev yek di serê pirsgirêkên wiha de tê. Ev rewş di hin daxuyanîyên Serokwezîr de jî dîyar dibe. Di Cotmeha 1991'ê de, Serokwezîrê wê demê Suleyman Demirel got "em realîteya Kurd nas dikin". Lê li ser hişyarkirin û rexneyên der û dorên desthilat, li vê gotina xwe xwedî derneket, pêwistîyên vê gotinê pêk neanî.
Di navbêna salên 1990'î de, Tansu Çiller ku wê demê serokwezîr bû, bahsa modela Baskê kir, lê li ser hişyarkirina der û dorên desthilat got "ez şaş hatim famkirin". Di pê re Mesut Yılmaz li koltixa serokwezîrîyê rûnişt û got "rêya Yekîtîya Ewrûpa di Dîyarbekirê re derbas dibe", wî jî li ser hişyarkirin û rexneyan li gotina xwe xwedî derneket, pêwistîya gotinên xwe pêk neanî.
Îro jî Serokkomar Abdullah Gül dibêje "Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Tirkîyê ya herî girîng e". Recep Tayyip Erdoğan jî gotinên wiha dibêje û dibêje "me pêşî li polîtîkayên înkarê girt".
Hin caran di derbarê pirsgirêka Kurd de gotinên Serokwezîran bi vî awayî, lê li ser hişyarkirin û rexneyan gav avêtina bişûnde, xwedî derneketina li gotinên xwe, dîmenek ji jîyana sîyaseta Tirk e.
Îro di çapemenîyê de, di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de, pir nîqaş tên kirin. Di rojname, telewîzyon, radyo û malperên înternetê de mirov dikare van nîqaşan bişopîne. Lêbelê axaftina pirsgirêkê bixwe bêtir girîng e. Di vê derê de azadîya ramanê weke pêwistîyeke girîng derdikeve holê. Berfirehkirina îfadeya ramanê, divê alîyekî girîng yê rêvekirina Kurd be. Di vê xalê de di derbarê pirsgirêka Kurd de, divê rexnekirina jîyana sîyaseta Tirk wezîfeyeke girîng be. Di vê mijarê de, divê nîzamên navnetewî, weke mînak Cemîyeta Gelan û di pê re Netewên Yekbûyî were rexnekirin. Nivîsa ku di kovara Çağımızda Toplum ve Hukuk de hatiye weşandin, herweha ketîye doznameyê jî, divê bi vê nerînê were nirxandin.
Tirkîye li Rojhilata Navîn, li Kafkasya û Balkanan dixwaze bibe hêza herêmî. Li Gazze hewildana têkilîyên bi Hamasê re, li Bosna-Hersek, di îxtîlafa Azerî-Ermenîyan de daxwaza xwedîtîya gotinê, bi vê yekê ve girêdayî ye. Tirkîye bêyî ku di pirsgirêka Kurd de pêşveçûnên demokratîk pêk bîne, ne mumkune vê nêt û fikra xwe pêk bîne. Yên ku pêşîya mala xwe paqij nekin, lê herin pêşîya malên hin din paqij bikin, di qada navnetewî de tenê pê tê kenîn.
Di nivîsa " Mafê Netewan yê Tayînkirina Pêşeroja Xwe bi Xwe û Kurd" de, di derbarê beşê ku ketîye doznameyê de dixwazim çend gotinan bêjim. Perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê, di dîroka Rojhilata Navîn de bûyera herî mezin e. Yê ku divê di vê mijarê de biaxivin zanîngeh in, çapemenî ye, nıviskar in, bi kurtayî jîyana ramana Tirk e. Vekirina dozgerîyê ya di derbarê mijarên wiha de jî, weke pêşîgirgina afirandina zanyarîyê tê nirxandin. Ev jî jîyana ramana Tirk zuha dike, dike çol, mejîyan seqet dike. Ramana azad, rexneya azad, hem şertê zanyarîyê, hem jî yê demokrasîyê, yê herî girîng e.”
Dr Beşîkçî, akademisyene. Heta nûha 20 salan di hepsên dewleta tirk de maye. Di derbarê wî de heta nûha bi sedan sal ceze hatiye xwestin. Di vê merheleyê de jî, ji bona wî heşt sal nîv (8,5) ceze tê xwestin. Ew ji bona rexneyên xwe yên radîqal yên di derbarê Kemalîzmê de ji aqademîsyênên kemalîst dûr ket. Ew aqademîsyenên kemalîst, ji wî re xwedî derneketin, ew her demê tewanbar kirin. Dr. Ismail Beşîkçî kesekî gelek xebatkar e. Wî heta heta nûha 37 pirtûk û bi sedan maqele nivîsandiye.
Akademizme Dr Ismail Beşîkçî diji idelojiya kemalisté. Ew di pirsa dewleta kolonyalîst û îdeolojiya fermî ya dewletê Kemalîzmê de gelek xesas e. Etika zanistia Dr Beşîkçî rébéré methoda zanistia. Li ser diroka Kurdistan Dr Besikçi go” Piştî Şerê Cîhanî yê yekem, li dewra Yekîtiya Netewan neheqiyeke gelek mezin, gelek giran li kurdan hatiye kirin. Hêzên emperyal ên wê demê, Birîtanyaya Mezin û Fransayê ji bo ku daxwazên siyasî yên kurdan, têkoşîna wan a di vê riyê de bipelêxin, çi ji destê wan hetiye paş ve nedane. Wê demê li Kurdistanê di pêşengiya Şêx Mehmûd Berzencî de têkoşînek hebû ku armanca xwe Kurdistana serbixwe bû. Belam Brîtanyaya Mezin ji bo ku daxwazên kurdan bipelêxe di nav hewldaneke sext de bû. Hêzên Esmanî yên Kraliyeta Îngilîz li hemberî kurdan bi awayekî pêt û sîstematîk hatin karanîn. Hêzên Esmanî yên Îngilîz li herêmên ereban jî hatin karanîn lê zêdetirîn li hemberî kurdan û li Kurdistanê hatin karanîn. Wê demê gazên kîmyewî jî li hemberî kurdan hatin karanîn. Baweriya min ev e ku, li Rojhilata Navîn cara pêşiyê gaza kîmyewî ji aliyê Brîtanyaya Mezin ve li hemberî kurdan hate karanîn. Hêzên emperyal ên wek Brîtanyaya Mezin û Fransa, hûn dev ji Kurdistaneke serbixwe berdin, tew Kurdistaneke kolonî jî neanîne bîra xwe, rê nedane ku proseseke bi vî awayî dest pêbike. Ji aliyê teknolojiyê ve nuhtirîn çek û cebilxane li hemberî kurdan hatine karanîn da ku têkoşîna kurdan a di vê riyê de bête pelaxtin. Li dewra Şerê Cîhanî yê yekem û piştî wî, di encama polîtîkayên emperyal de, ereb jî hatin jihevdexistin, belam parçekirina ereban wek dewletên serbixwe, wek dewletên manda yên di bin wesayetê de pêk hat. Ji van dewletan hinek jê li salên 1930î (Îraq), hindek jê piştî Şerê Cîhanî yê duyem (Sûriye, Urdun, Filîstîn, Lubnan) gihîştin serxwebûna xwe. Gelek dewletên din ên li Kendavê (Xelîcefars), ên li cezîreya Erebistanê piştî salên 1960î gihîştin serxwebûna xwe. Belam kurd, bi nav û nîşanên xwe ve, ligel zimanê xwe, ligel kultura xwe ji bo ku ji dîrokê bêne maliştin, ji bo ku bêne tunekirin hatin jihevdexistin, parçekirin û parvekirin. Li salên 1920î, li dema Yekîtiya Netewan (Cemîyetul-Eqwam), digel ku gelek dewletên manda li Rojhilata Başûrê Asyayê, li Afrîqayê, li Rojhilata Navîn hatin damezrandin lê digel daxwazkirina kurdan, digel îradeya kurdan dîsan jî polîtîkayeke bi vî rengî hate pêkanîn. Dewletên emperyal dema ku van polîtîkayên xwe yên derbarê kurdan de bi rê ve dibirin, hingê li Anedolê ligel kemalîstan, ligel rêvebiriyên ereban, ligel rêvebiriya fars, ligel rêvebiriya Yekîtiya Sovyetan heta radeyekê di nav pêwendiyan de bûn. Jihevdexistin, parçekirin û parvekirina welatekî encameke wisan bi xwe re tîne ku, her wekî mejiyê merivekî, îskeleta însanekî hatibe parçekirin. Ev neheqiya dîrokî ku li kurdan bûye, di heyama Yekîtiya Netewan de, ku piştî Şerê Cîhanî yê duyem hate danîn jî, her tim dewam kiriye. Li dewra Yekîtiya Netewan ev neheqiya dîrokî hê qewitîr û hêzdartir bûye.
Hindek lêkolîner, çi dema ku rewşa kurdan qiset dikin, dibêjin ku kurd di navbera Îran û Îraq û Sûriye û Tirkiyê de hatine parvekirin. Ev tesbît zor şaş e. Li salên 1920î dewletên manda, dewletên kolonî yên wek Îraq û Sûriye hene. Belam Îraq ji aliyê Brîtanyaya Mezin ve, Sûriye jî ji aliyê Fransayê ve têye rêvebirin. Ji lewre, li salên 1920î, li salên 1930î, li salên 1940î kurd rasterast ligel Brîtanyaya Mezin û ligel Fransayê rû bi rû ne. Li dîroka kurdan, di vê demê de emperyalîzm heye û gelek eşekera ye ku xwedî bandor e û mayende ye. Ji ber ku ev dewr di dîroka kurdan de nehatiye dîtin, nehatiye zanîn, ji lewre, hizra antî-emperyaîst û pratîka wê, ji analîzkirina vê pêwendiyê dûr ketiye. Di roja îroyîn de, li Tirkiyê antî-emperyalîzm wisan têye kirin, ku xwe dispêre Filîstînê, xwe dispêre Amerîkaya Latîn, wisan têye kirin. Belam divê bala xwe bidin ser rewşa kurdan, rewşa aşûriyan û ermenan û roman û êzîdiyan a li salên 1920î, hê analîz bikin. Helbet divê ev pirs jî bala me bikşîne ser xwe ku, bê hela teoriya li dijî emperyalîzmê û piratîka wê çima di vê çarçoveyê de têye kirin.
Ev neheqiya dîrokî ku li kurdan bûye, çawan dikare bi awayekî sabît were nîşandan? Îro li cîhanê 204 dewlet hene. 204 dewlet li sala 2004 tevlî Olîpiyatên Atînayê bûn. Dibe ku pêncî ji van dewletan, dibe ku zêdetirî pêncî dewletan serjimareya xwe ji mîlyonek kesî kêmtir bin. Dewlet hene ku serjimareya xwe ji 50 hezarî jî kêmtir in. Û firehiya axa hindek ji van dewletan dibe ku bi qasî bajarekî kurdan, bi qasî bajarokekî kurdan, heta bi qasî nehiyeyekî kurdan jî nîn be. Belam kurd, li navenda Rojhilata Navîn akincî ne û xwediyê erdnîgariyeke gewre ne. Heke em ji kurdan bipirsin, dê bibêjin “Serjimareya kurdan li Rojhilata Navîn bi qasî 40 milyonan e.” Hindek hene dibêjin, “Serjimareya kurdan li Rojhilata Navîn û li cîhanê zêdetirî ji 40 milyonan e.” Belam statuya kurdan nîne, li sazî û dezgeyên navnetewî navê kurdan nîne. Ne li Yekîtiya Netewan, ne li Konseya Ewropayê, ne li Yekîtiya Ewropayê, ne li Konferansa Îslamî, li tu derekê navê kurdan nîne. Carînan, çi dema ku behsa terorê were kirin, behsa kaçaxçîtiya tiryakê (uyuşturucu madde; mewadi muxedder) were kirin, behsa qaçaxçîtiya çekan were kirin, navê wan dibihure.
Luxemburg, yek ji wan dewletên endam ên Yekîtiya Ewropayê ye. Yek ji 25 endaman e. Heke em li seretaya damezrandina Yekîtiya Ewropayê ya li salên 1950î binihêrin, em dê bibînin ku Luxemburg yek ji wan 6 dewletan e, ku Komelgeya Aborî ya Ewropayê (Avrupa Ekonomik Topluluğu) dirust kiribûn. Di roja îroyîn de Luxemburg dewleteke wisan e ku îmzeya wê li binê hemû biryarnameyên Yekîtiya Ewropayê heye. Carînan Yekîtiya Ewropayê biryarin dide ku, tê de têye gotin, “Em li dijî dewleteke kurd a li Rojhilata Navîn in”, “Em li dijî guherîna sînorên li Rohilata Navîn in”. Yekîtiya Ewropayê ji bo ku bikarîbe bibêje “Bila kurd di nav sînorên dewletan de bibin xwediyê hindek mafên kulturî…” vê yekê dibêjin. Di binê van biryaran de îmzeya Luxemburgê jî heye. Serjimareya dewleta Luxemburgê 450 hezar e, û firehiya axa xwe jî 2 hezar û 500 km2 ye. Belam firehiya cografyaya Kurdistanê, ku li navenda Rojhilata Navîn e, zêdetir ji 500 hezar km2 ye. Dewleta Luxemburgê di pozîsyoneke wisan de ye ku bi awayekî fîîlî û huqûqî çarenusa 40 milyon kurdî tayîn dike. Ev yek, bi awayekî vekirî şanî me dide ku bê hela li dewra Yekîtiya Miletan pêwendiyên navnetewî çawan li dijî kurdan saz bûne. Ev nîzama ku li dijî kurdan saz bûye piştî Şerê Cîhanî yê yekem jî her wisan dewam kiriye. Ji aliyê din ve, bo numûne, li dîroka cîhanê dewleteke bi navê Luxsemburg nîn e, miletek ku bi navê luxemburgiyan were nasîn jî nîn e. Beli, di navbera Almanya û Fransa û Belçîkayê de mîrektîyek (prenslik) e. Li dîrokê têkoşîneke netewî ya luxsemburgiyan jî tun e. Serboriyeke wan a wekî “Em têdikoşin da ku zimanê xwe bi dest ve bînin, ligel kultura xwe bijîn” jî çênebûye. Belam kurd, ji destpêka sedsala 19. ve her di nav berxwedanê de ne. Ji wê demê bigrin heta bi roja me, di vê riyê de bi sedhezaran windayiyên wan hene. Digel vê têkoşîna biryardar, ji ber van şert û zrûfên ku di pêwendiyên navnetewî de li dijî kurdan saz bûne, tu qezenceke kurdan çênebûye. Ev yek di têkoşîna kurdan de babeteke balkêş e. Divê ev proses ji aliyê felsefeya siyasetê ve jî bête analîzkirin. Divê ev proses ji aliyê exlaqê siyasî ve jî bête analîzkirin. Luxemburgê ku xwediyê 450 hezar serjimareyî ye, ji ber kîjan zêdehiyên xwe dikare mafê tayînkirina çarenusa 40 milyon kurdî bi destê xwe ve bibe? Kurdê ku xwediyê 40 milyon kesî ye, ji ber kîjan kêmasiyên xwe mecbûr maye ku ji vê nîzama navtewî ya ku qet jî ne dadmend (adil) e, jê re îtaetê bike? Ji van gişan bi wêdetir, li salên 1920î ev proses çawan pêk hatiye? Polîtîkayên derbarê kurdan de çawan hatine tesbîtkirin? Çawan hatine bicihanîn? Encam çi ne? Divê evên hanê jî bi teferuat bêne zanîn, bêne vekolîn û analîzkirin. »
Iro, niviskaren Kurd, bo azadiya famkîrîna Akademisyen Dr Ismail Besikçi pratiken dewleta kolonialista tirkan protesto kirin.
MalmîsanijJ.Îhsan Espar;Paşa Uzun;Tahsin Sever,Mahmûd Lewendî, Roşan Lezgîn Deniz Gunduz,Sidqî Zîlan Seyîdxan Kurij, Said Aydoğmuş Zinarê Xamo, İbrahim Güçlü,Nezîrê Cibo Remezan Pertew, Haydar Isik, Seîd Veroj Mehmud Nêşite, Adnan Ferat,Weysel Aydeniz,Munzur Çem,Murad Celalî, Mela Cumayo Babij,Serdar Roşan,Çeko,Yaşar Karadogan, Mehemed Selîm Uzun,Celîlê Celîl, Selîm Temo,M. Xalit Sadînî Newaf Mîro,Beyhanî Şahîn, Serdar Bedirxan,Halis Acar,aAydin Bîngol, Rêzan Rezdar,Nuri Aslan, Süleyman Çevik,
Dr Ali KILIC, Paris 04-08-2010
Vegere destpêkê
|
 |