Ev dinya divê ji serdestên kurdan re nemîne!
Evdile Koçer
Ev dinyaya beredayî divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê hemû bidin ser rêça Sadam û divê ji xwe re kapikekî mirinê hilbijêrin.
Ev hovîtiya wan ya nenaskirî, ev faþîzaniya wan ya çiriyayî, ev qewl û peymanên wan yên bêlomeyî, ev planên wan yên gerînekî, ev neyartiya wan ya barbarî û bêserûberî divê di qirika wan de bimîne…
Divê bi kefþala devê xwe yê genî ve, bi xwîna xwe ya herimî ve, bi navê xwe û yên heft bavên xwe ve, li hemû meydanên dinyayê bêne teþhîrkirin…
***
Ev dinyaya bêbext divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê di nava xwîna xwe ya rijandî de bixeniqin.
Me ji bîr nekiriye: Heta ku ew li ber bejnên çiyayên me çok venedin em ê hovîtiya wan ji bîr nekin.
Heta ku asîmilasyona wan li ber deriyê kaniya Melayê Cizîrî neþkê, divê ev civak xewê li xwe biherimîne.
Heta ku barbariya wan xwe ji çiyayên me neterikîne, divê destê civaka me di qirika wan de be.
Heta ku bihara azadiyê li ser vî welatî neweþe, divê her kes li ber ‘mal’a xwe kozikên berxwedanê vede!
***
Ev dinyaya bêbav divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê bi teprepa serhildanên navçe û bajarên kurdan ve bikevin taya mirinê.
Divê ji çanda me ya ku di havînên xalxalokî de di nav hêviyên þivanan re bi stêrkan re hevaltî dike ya ku li ber dîwarên neyaran jî her nefel dide de, bitirsin û divê bicehimin.
Divê li ber stêrkên havînên me yekoyek rih bidin.
***
Ev dinyaya fêlbaz divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê agirê gund û çiyayên me bibin pêt û divê xwe li gewriya wan bidin.
Divê siya me bibe þevereþkek û divê gazî azraîlê wan bike!
Divê bi êþa tirsê bikevin û divê li çol û beyarên rût û tazî bikevin!
Divê di bin cendekên me de bimînin û bicehimin.
Ev dinya divê ji wan re nemîne!
evdilekocer@yahoo.com