pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

Nivîsên din yên Nivîskar!

Evdile Koçer:

 

-Gûtarên di malpera kevin da.

-Gûtarên di malpera kevin da.

-Taya Faşîzmê

 

 -Gelo em Kurd Mazoşîstin?!

 

 - Ev dinya divê ji serdestên kurdan re nemîne

 

 

Vegere destpêkê

Taya Faşîzmê

 

Evdile Koçer

 

Taya  faþîzmê bi wan ketiye. Di goristana faþîzmê de ketine ber sekeratên mirinê, îske îska wan e!

 

Lihêfa faþîzmê li serê xwe pêçane û wekî dewarên ku moz pê vedidin, xwe li hebûna kurdan didin.

Xuþexuþa dengê Kurdistanê yê ku ji her çar parçeyî tê, wekî þûrekî tûj tê dikeve kerika guhê wan yê kerrbûyî û ziravê wan diqetîne.

Bi çiveçiva bihara Kurdistanê ve nefesa wan diçike, ti þemal li ser ruyê wan namîne, dikevin doþeka mirinê, ezraîlê xwe li ber çavên xwe dibînin.

Di rojhilata tarî de bi barbarî û dek û dolabên xwe ve têne nas kirin.

Li rojava bi zilamtiya xwe ya nexweþ ve meþhur in.

Ew zarokên wê pîra dêlegur ya keftar û lanetkirî ne.

Di nav hêlîna faþîzmê de ji xwîneke gemarî welidîne.

 

Di taþtê, firavîn û þîv û paþîvê de çavên wan her dem li "K" ya kurd û Kurdistanê ne.

Xwîna zarokên kurdan –çi heyf!- hê jî di ber diranê wan de ye!

Tava Kurdistanê ya ku dide ser her sê perçeyên din jî xewa wan diþeriqîne.

Ji ber vê yekê jî dîn û har dibin. Kefþaleke spî li ser devê wan dikeve.

Hemû zêf, siqêf, çêr, xeber, dijûn û nifirên xwe wekî werîsan bi hev ve grê didin û dixin serê serok û rêveberên kurdan.

Rojê pênc danan çêr û xeberan ji kurdan nekin sebra wan nayê.

Ya rastî ti hêviyeke me jî ji van nevîçîçirkên Roma Reþ nedihat.

Em van zarokên pîra dêlegur xweþ nas dikin.

Pêþiyên me xweþ gotine: “Deh kurên pîrê hebûn, yê herî baþ çîk bû…!”

Meseleya me û van jî di vê gotinê de veþartî ye ezbenî; de vêca bifikirin yên xirab çawan in?

Heke ez bim, divê çavên me her dem li ser yên baþ bin; jixwe va ye em yên çêrker û çavsor xweþ nas dikin.

Zarokên pîra dêlegur yên baþ, ji yên çêrker bêtir zirarê didin hebûna kurdan.

 

Ji ber ku;

 

Ew li Amedê “kûrtçû”yên rengereng, lê li Enqereyê “tûrkçû”yên dewleta veþarî ne.

Li Hewlerê ala Kurdistanê hildidin, lê li Stenbolê ya Tirkiyê maçî dikin.

Li Ewropayê “kardeþçî”, lê li ser medyaya tirk zirzirokên garana faþîzmê ne.

Di hilbijartinan de “solcu”, lê di piþtperdeyan de minafiq in.

 

Nexêr, ne diþibin Hîtlera Almanyayê ne jî Musollîneya Îtalyayê. Diþibin xwe. Referansa wan ev in: Komkujiya Dersim, Geliyê Zîlan, Newala Qesaban...

Hevîrê faþîzma xwe bi destê xwe distrên.

Þitlên faþîzmê yên ku di bedena xwe de digihînin, bi çêrkirin û hezar awayên din ve av didin.

Zaroka faþîzmê ya ku ev 80 sal in di zikê xwe yî genî de mezin kirin, hêdî hêdî diwelide û rûyê xwe nîþanî me dike.

Dil naxwaze binivîse, lê ev zaroka faþîzmê dê her gez û boçan li kurdan bixe û dê Tirkiye û Kurdistanê ber bi þerê navxweyî ve vekiþîne.

Jixwe ev êriþ, çêr û xeberên ku ji me dikin jî –wekî banga þeveqê!- gazîkirin û vexwendînameya þerê navxweyî ye. Garana faþîzmê ya ku bi ser me de tê, bi çêr û dijûnan ve provayên biçûk dike. Faþîzm ketiye ser rê.

 

Kurên pîrê ketine tayê, reprep û teqreqa faþîzma wan e. Sergindorên pîrê bi çêran ve li kodika faþîzmê dixin.

 

evdilekocer@yahoo.com

 

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org