Zimanê tirkî boykot bikin!
Evdile Koçer
Êdî dora boykotkirina zimanê tirkî ye!
Li Bakurê Kurdistanê divê boykota siyasî vegere ser boykota zimanê tirkî;
Da ku siyaseta tirkî û tirkîzmê nikaribe êdî li Kurdistanê nefesê bistîne...
Da ku sînorên ziman û çandî yên di nav kurd û tirkan de zûka kifş bibin...
Da ku rihê nifşên nû li ser çand û zimanê xwe şîn bibe...
Da ku zimanê kurdî bibe alaya siyaseta kurd û Kurdistanê...
Da ku cîranên(tirk/ereb/faris) me hebûna me zûka bipejirînin...
Da ku êdî kurd wekî turîstan li ziman û çanda xwe nenêrin û pê serbilind bin.
***
Êrê, êdî dora boykotkirina zimanê tirkî ye!
Da ku siyaseta kurd di dawa zimanê kurdî de ji nû ve were ser rûyê dinyayê…
Da ku rewşenbîrên kurd danûstandina bi zimanê kurdî re di rih û hişê xwe de wekî tiştekî normal bihesibînin û pê bijîn…
Da ku zarokên vî welatî bi şexsiyet û karektereke xurt ve ji civaka me re bibin neynik. (Gelo pêwîst e ku meriv behsa têkiliya ziman û şexsiyeta insên bike?)
Da ku ken û girînên me di civat û şevbêrkên vî welatî de bi têra dilê xwe bistewin. (Gelo pêwîst e ku meriv behs bike ku ev demek dirêj ev civak bi zimanê xwe nagirî û nakene?)
***
Belê êdî dora boylotkirina zimanê tirkî ye!
Yên ku vê banga min bi dil û çavekî şaş bixwînin, ez dîsa tînim bîra wan:
Kurdên ku bi ziman û çanda xwe mezin bibin, wê bêtir bikaribin hez ji çand û zimanê cîranên(tirk/ereb/faris) xwe jî bikin.
Kurdên ku bi rih û hebûna xwe bi riya zimanê xwe xurt û têkûz ava bikin, wê bêtir bikaribin rih û hebûna cîranên(tirk/ereb/faris) xwe jî fêm bikin.
Kurdên ku bi stran û tilîliyên xwe ve bicoşin, wê bêtir bikaribin xwe berdin nav avcoya stran û tilîliyên cîranan jî.
evdilekocer@yahoo.com