Hem Rûs, hem Misilman hem jî Dildareka Kurdan
Serpêhatiya Angelîka O. Pobedonostseva
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
Ezê îro ji we re behsa serpêhatiya keçeke Rûs bikim. Navê wê Angelîka O. Pobedonostseva ye. Bavê wê Rûs e, lê diya wê Belarusî ye. Bi tesadufî rastî wê hatim. Çîroka wê ji min re balkêş hat. Min xwest bi we re jî parve bikim. Balkêş e ku Angelîka çend sal berî niha misilman bûye û pê re jî meyla wê ketiye ser kurdan. Lewre jî têkiliya wî bi kurdan re gelekî germ e. Di destpêka sohbeta me de, jê dipirsim; ‘Pobedonostseva’ tê çi wateyê? Tevî bişirîneke zirav, bi kurdî bersiva min dide: ‘Serkeftin!’ Belê, em bi kurdî axivîn…
Pobedonostseva ev du dewr in ku li Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê perwerdehiya kurdî dibîne. Difikire ku dewreke din bibîne. Diyar dike ku ji kurdî gelek hez dike û ji ber ku kurdî dişibe kurdî, ji tirkî zûtir fêr dibe.
Ew di sala 1981’ê de, li St. Petersburgê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li ‘Beşê Dîroka Welatên Rojhilata Navîn yê Fakulteya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha St. Petersburgê’ berdewam dike. Ji berfanbara 2009’ê ve li Stenbolê, ji bo heman zanîngehê li ser doktoraya xwe kar dike. Ew bûrsa lêkolînê ji Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê werdigire. Her çiqas navê teza wê bi awayeke fermî; ‘Di sedsala 19’an de, di siyaseta Rûsyayê ya Rojhilata Navîn de Kurd’ jî be, ji bo ku bikaribe li Tirkiyeyê bê pirsgirêk kar bike, li cem rayedarên tirk navê wê wiha daye qeydkirinê: ‘Di sedsala 19’an de Têkiliyên Rûs û Osmaniyan.’ Ew di vî warî de li ‘Arşîva Dewletê ya Osmanî’ de kar dike ku li Gulhaneya Stenbolê ye.
Angelîka di serdanên xwe de ji bilî Stenbolê, di nav kurdan de gelek geriyaye. Gava ku diaxive mirov pê derdixe ku kurdan tesîra xwe gelek li ser hiştine. Ew bixwe jî bi eşkereyî dibêje: “Li Diyarbekir, Batman, Heskîf, Riha, Erzerom, Dêrsim û gelek deverên Kurdistanê geriyam. Jixwe gava cara yekem di sala 2004’an de hatim Stenbolê, yekem kesên ku rastî wan hatim kurd bûn. Gelek şaş mabûm. Wan yekem car ez didîtim, lê çawa ku bi salan min nas dikin tevdigeriyan. Cara ewil li Stenbolê rastî mêvanperweriya kurdan hatim. Salek paşê tevî hevalên xwe min serdaneke mezin di nav kurdan de kir. Bi rastî jî bi peyveke kurdî, deriyên xwe ji me re vedikirin. Nizanim ev mêvanperwerî di nav tu neteweyî de tuneye. Bi ya min mêvanperwerî, yek ji taybetmendiyên herî mezin e di nav kurdan de. Heta niha li 26 welatan geriyame, bi ya min welatê herî xweşik, welatê kurdan e. Divê bibêjim ku Hesenkêf, ciheke muhteşem e! Ev yek bû sedem ku zêdetir kurdan nas bikim.”
Çanda kurdan, folklor, cil û bergên wan, hurmeta kurdan ji bo jinê, xwarinên wan -bi taybetî nanê tenûrê- tesîrên gelek mezin li ser Angelîkayê hiştine. Ew dibêje ku diya wê Belarûsî ye û çand û mêvanperweriya Belarûsan hinek dişibe çand û mêvanperweriya kurdan: “Stranên Belarusiyan, dişibin stranên kurdan. Ji ber ku Rûsî û Kurdî dişibin hev, gelek gotinên hevpar di van her du zimanan de hene. Her ku kurdiya min baştir dibe, ez baştir bi vê yekê dihesim. Bo nimûne: ‘miş-mişk, spas-spasibo, nizanim-ne znayu, pirsiyar-vopros, jin-jena. Bi ya min sentaks û gramer jî nêzîkî hev in.”
Dipirsim; “Lê xerabiyên kurdan? Te behsa başiyên kurdan kirin, tiştên kurdan ên ne bi dilê te jî tunene gelo?” Ne li benda pirseke wiha ye. piştî ku şaşwaziya xwe li ser xwe diavêje, dibersivîne: “Kurd gelek balkêş in. Hem pir baş in, hem jî carcaran xerab in! Mesela pir serhişk in. Serhişkî carcaran baş e, lê gelek caran jî xerab e. Serhişkiyê kiriye ku asîmîle nebin, lewre jî ev tiştekî baş e. Zimanê xwe winda nekirin, çanda xwe baş dizanin, folklor û zargotina wan dewlemend e. Ev aliyên erênî ne. Nebaşiya wan jî ev e; hev nagirin û di vî warî de jî serhişk in. Destûrê bide ez tiştekî bibêjim, hêvî dikim ez şaş bim, lê ev baweriya min e. Kurmanc ji zazayan hez nakin, soran ji behdîniyan hez nakin, elewî ji suniyan hez nakin. Mixabin ev jî
serhişkiyeke xerab e, lê rastiyek e. Dixwazim ku kurd hemû ji hev hez bikin. Ji ber ku gava dibînim ji hev hez nakin, xemgîn dibim. Bi ya min kurd ji biyaniyan zêdetir hez dikin. Bi qasî ku ji biyaniyan hez dikin û qedrê hev bigirin, xwezî ji xwe jî hez bikirana û qedrê hev bigirtana!..
Angelîka dixwaze li ser teza xwe kitêbekê binivîse. Her wiha di pêşerojê de ew dixwaze li Kurdistanê ‘rêberiya tarîxê bike.’ Wê serdana Îran, Îraq û Suriyeyê jî kiriye û daxwaza wî ew e ku mîrîtiyên di nav sînorên axa kurdan de, nîşanî gelên dinyayê bide: “Ji wan mîrîtiyan çi hebûn û çi mane? Lê ne li gorî sînorên niha, li gorî sînorên mîrîtiyan. Ji siyasetê dûr, lê nêzîkî çand û dîrokê.”
Pirsa min a bi rengê; “Di lêkolînên xwe de, di nav tiştên tu pêrgî wan hatî de, tiştên herî zêde bala te kişandin çi bûn?” Wiha dibersivîne: “Li ser eşîretên kurdan gihîştim analîzên bi bandor. Rewşa eşîrên kurdan yên piştî Şerên Rûs û Osmaniyan pir balkêş e. Di belgeyên Osmaniyan de Kurd, eşîrên kurdan û kêşeyên wan ên sînor pir bala min kişand. Di van belgeyan de hatina Rûsan bo Erzerom, Wan û Bedlîsê gelek caran xuya dibe. Têkiliyên Kurd û Ermeniyan, kêm be jî Têkiliyên Kurd û Asûriyan ji bo min xebatên balkêş bûn.
Em bêne ser misilmanbûna wê. Li gorî bilêvkirina wê, îsal wê bibe remezana 8’an ku rojî digire. 7 sal berê gava diçe Tunusê, bi îslamiyetê re hevnas dibe. Tunus welatê wê yê yekem ê misilmanan e. Di serdana xwe de, 3 hefteyan li cem malbatên hevalên xwe dimîne. Ji ber ku ji berê ve eleqeya wê li ser rojhilatnasiyê hebûye, gava vedigere Rûsyayê, dest bi xwendina erebî dike. Li St. Petersburgê diçe Komeleyeke Çanda Îslamî. Wê demê Zanîngeha Teknîkê dixwîne. Di sala 2003’yan de, gava zanîngeh diqedîne, dibe misilman û dest bi perwerdehiya rojhilatnasiyê dike.
Angelîka ji bo doktoraya xwe, serî li van çavkaniyên hêja daye: Lazarev, Thomas Bois, Vladimir Minorsky, Egiazarov, Aristova Vilçevsky, Martin Van Bruinessen, Hasretyan, Îsmaîl Beşikçî, Celîlê Celîl û Ordîxanê Celil.
rojnameger@hotmail.com