Fîlmê li ser zilm û zordariya Girtîgeha Diyarbekirê
“Girtîgeha Numareya 5-an 1980-1984”
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
Çayan Demîrelê ku 10 sal in kar û barê fîlmên belgewar dike, bi fîlmê xwe yê bi navê “5 Nolu Cezaevî 1980-1984” ango “Girtîgeha Numareya 5-an 1980-1984” balê dikişîne ser heyameke dijwar. Fîlm ev demek e ku di çapemeniya kurd, tirk û biyaniyan de ji xwe re ciheke girîng terxan dike.
Ev fîlm zilm û zora dewletê ya piştî cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê ku li Girtîgeha Diyarbekirê pêk hat, radixe ber çavan. Belgewar îşkenceyên sîstematîk ên derveyî aqilan yên li ser girtiyên kurd bi awayeke eşkere pêşkêşî me dike. Kurteya gotinê; fîlm rûdanên 30 salên dawî ji devê şahidan radigihîne me.
Demîrel diyar dike ku pêvajoya fîlmê “5 Nolu Cezaevî” du salan ajotiye, di wê pêvajoyê de wan bi 80 kesan re hevdîtin kirine û bi axaftinên 50 kesî re fîlm hatiye pê. Dozgerê serdema rewşa awarte Umît Kardaş, Ferîdun Yazar, Ralf Braunê alman ku di Girtîgeha Diyarbekirê de maye, Ahmet Turk, Orhan Mîroglu, Recep Maraşli, Selîm Dîndar û Paşa Uzun çend kes in ku ji bo fîlm bi wan re hatiye axaftin. Her wiha di fîlm de malbat û parêzerên mexdûrên girtîgehê fikir û ramanên xwe vegotine.
Derhêner li ser reaksiyonên fîlm wiha dibêje: “Kesên di girtîgehê de razane, belgewarê sivik dibînin û rexne dikin. Lê temaşevanên normal gelek caran di nîvê fîlm de derdikevin. Ji ber ku qewimîn bi wan pir giran tê.”
Demîrel diyar dike ku bi hinceta pêşandana fîlm di warê tîcarî de ne guncav e, heta niha li Tirkiyeyê di sînemayan de nehatiye nîşandan. Lê belê ji bilî festîvalan, li gelek deverên Ewropayê fîlm hatiye pêşkêşkirin
Her çiqas Demîrel ji bilî fîlmên xwe yên bi navê “5 Nolu Cezaevî” û “38” ê ku li ser Qetlîama Dêrsimê ye tê naskirin jî, wî di sala 2002’yan de tevî Alî Nakî Gundogdu, Ozcan Alper û Bariş Îldam biyografiya zanyarê felsefeyê Yilmaz Oner amade kiriye.
Şayanê gotinê ye ku belgewara “38”ê ji sala 2007’an ve li Tirkiyeyê qedexe bû. “Qedexe bû” dibêjim, ji ber ku roja me ji bo vê nivîsarê pê re hevdîtinek kir, qedexeya li ser fîlm rabibû! Dadgehê biryara xwe guhert û qedexebûna heyî rakir.
Yilmaz Guney, Metîn Erksan, Behman Gobadî sînemagerên ku li ber dilê Çayan Demîrel ezîz in. Demîrel li ser plan û projeyên xwe yên pêşerojê jî wiha dibêje: “Di demên pêş de dixwazim giraniya xwe bidim ser xebatên biyografîk.”
Fîlmên Çayan Demîrel heta niha li gelek festîvalan hatine nîşandan û gelek xelat wergirtine. Bo nimûne fîlm, di 46. Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê û di 21. Festîvala Fîlman a Enqereyê de Xelata Belgesela Herî Baş wergirtiye.
“5 Nolu Cezaevî” her hefte rojên sêşem-çarşem û pênçşeman li Beyogluya Stenbolê, li Atolyeya Şanoyê ya Seyr-î Meselê, saet di 19:00’an de wê bê nîşandan.
Künyeya Fîlm: Derhêner: Çayan Demîrel, Berhemhênan: Ayşe Çetînbaş, Derhênerê Dîmenan: Koray Kesîk, Montaj: Burak Dal, Muzîk: Ahmet Tîrgîl