pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

Lêgerîna ji bo Rastî û Heqîqetê

 

 Ahmet DERE

 

Hemû pirsgirêkên civakî bingeha xwe ji de neheqî û bêdadiyê digirin. Heke li deverekê neheqiyekê hebe, li wê derê  pirsgirêk çê dibin. Heke nêzîkatiyên ji bo tinekirina heman neheqiyan raber nebin, li wan deran pirsgirêk mezin dibin û di nava civakan de birînan kûr dikin. Lewre, li her derê ku lê pirsgirêk hene, bin armanca çareseriyê, pêwîstî bi lêgerîna rastî û heqîqetan heye.

 

Digel rewşa guhertî ya cîhanê, di vê sedsala 21. de hê jî heman neheqî, bêdadî û zext lidijî gelê me dimeşe. Ev rewş tenê li parçeyekê Kurdistan’ê nameşe, li her çar parçeyan û her wiha di qada navneteweyî de jî hê bandora wê heye. Hêzên weke Yekîtiya Ewrûpa’yê û Amerîka xwe weke parêzvanên mafên mirovan dibînin, lê belê dema ku mijar dibe rewşa gelê kurd heman hêzana dibin kevir û deng ji wan nayê. Ez bawer im, di vê sedsalê de, durûtiya herî mezin lidijî Kurdan dimeşe.

 

Di van salên dawî de, di nava civaka kurd de, niqaşên di derbarê rastî û heqîqetan de zêdetir pêş ketin. Ji aliyê hin saziyên kurdan ve heman mijar di qada navneteweyî de jî ketin rojevê. Heman niqaş û daxwaz,  zêdetir di derbarê rewşa Bakurê Kurdistan’ê de hatine ziman. Lê belê, divê were zanîn ku hemû kurd rastî heman neheqî, bêdadî û zextan hatine. Lewre, pir pêwîst e ku daxwaza di derbarê  lêgerînekê rastî û heqîqetan ji bo hemû parçeyên Kurdistan’ê were ziman û hemû hewldan xwediyê vê ramancê bin. Heke ne wisa be, wê demê neheqiyêkê di navbera kurdan bi xwe de derdikeve holê, ev jî zêdetir dibe sedemê kûrbûyîna birînan.

 

Belê, piştî van gotinan divê ez bêjim ku, di derbarê pêşxistina daxwaza lêgerîna rastî û heqîqetan de, mixabin tenzîm û tevgera me kurdan hê pir şûn de ye. Ji bo ku ev daxwaz pêk were, beriya her tiştî pêdivî bi hêzeke dîplomasiya neteweyî heye. Çima hêza dîplomasiyê ?. Ji ber ku lêgerîna ku ez dibêjim, divê ji aliyê hêzên, an jî rêxistinên navneteweyî ve bê meşandin. Heke ev xebat li benda Tirkiye’yê, Iran’ê û welatên Ereb bê mayîn, ti carekê ew ê pêk nayê. Di cîhanê de jî heman lêgerîn bi alîkariya hêzên navneteweyî pêk hatine. Di vî warî de heman xebatên ku li Başûrê Afrîka’yê, li Fas’ê, li Siera Leone’yê, li Haîtî’yê, li Ekvator’ê, li Arjantin’ê li Uruguay’ê û li hin welatên din hatine meşandin weke nimûne ne.

 

Di van salên dawî de niqaşên di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de zêde dibin. Çendî giraniya van niqaşan li dora Bakurê Kurdistan’ê çêdibin jî, bandora wan li ser rewşa hemû kurdan heye.  Lê belê ez dibêmê, heke  rastî û heqîqet baş neyên naskirin kes nikare lihevhatinekê civakî a rast çêbike. Lewre, divê beriya her tiştî,  rastî baş werin dîtin û li gorî wân rêyên çareseriyê werin niqaşkirin. Heke ne wisa be, mixabin, çareseriyekê ku ji aştiya civakî re bibe bingeh wê zehmet be.

 

Ahmet DERE

 

Ev nivîs di Rojnameya Rudaw’ê de hatiye weşandin

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org