pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

Nivîsên din yên Nivîskar

Konê Reş

 

-Hemze Begê Miksi

Li Qamişlo Yeksaliya Aramê Dîkran

Di Mala Birayê Wî Serkîsê Dîkran De

 

   Wefadarî, dilsozî û rêzgirtin ji giyanê Aramê Dîkran re.. Ji ked û dana wî re.. Ji dengê wî û van gotinên seydayê Cegerxwîn û Zimanê Kurdî re:

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Zimanê Kurdî

Bi xweş awaz e, letîf û naz e

Zimanê Kurdî

Beyta Feqî ye, kubra Xanî ye

Zimanê Kurdî

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Zimanê Kurdî

Kewkeb çiya ne, kubra teyra ne

Zimanê Kurdî..

   Li Qamişlo, di sibeha roja 08/08/2010 an de, bi kelkeftina ku salek di ser koçkirina hunermendê Ermenî/Kurd Aramê Dîkran re derbas bû, Derwêşê Xalib, Kesrayê Cegerxwîn (Kurê Cegerxwîn) û ez (Konê Reş), bi serdanekê çûn mala Serkîsê Dîkran (Bavê Dîko), birayê Aramê Dîkran û me gurzek gulên spî wek wefadarî ji giyanê Aramê Dîkran re, jêre pêşkêş kir..

   Di wê serdanê de, wek dilxweşiyê ji birayê Aram re, her yekî ji me bîranîn û baweriyên xwe derbarî Aramê Dîkran û rola wî di parastina ziman û pêşxistina stran û muzîka kurdî de anî ziman..

   Hêjayî gotinê ye ku, Aramê Dîkran di sala 1934 an de li Qamişlo çêbûye. Destpêka hunermendiya wê, ji Qamişlo bi helbestên seydayê Cegerxwîn destpêkiriye û nav û deng daye. Di pey re stran bi zimanê Ermenî, Siryanî, Erebî, aşûrî û Tirkî jî gotine.

Wek ku diyar e Aramê Dîkran di sala 1966an de ji Qamişlo çûye Haystanê (Ermenistanê) û jiyana xwe li wir derbas dikir..  Di 20 salên dawî de di navera Belcîka û Yûnanistanê de wek penaberekî jiyana xwe dibuhirand..

   Di roja 08/08/2009 an de li Etînayê paytexta Yûnanistanê koça dawî kiriye û di roja 17/08/2009 an de li Brukselê paytexta Belcîkayê hatiye veşartin.

   Sed mixabin ku xwesteka wî bi cih nehat; çendî dixwest ku li Amedê bê veşartin, lê sîstema tirkiyê ew rê nedan ku li Diyarbekirê, paytexta Kurdistanê bê veşartin.

   Bêguman bîranîna yeksaliya koçkirina Aramê Dîkran ji wiha gotin û çalakiyên şermok mezintir e.. Û gazin bê fêde ne.. Sed mixabin.. Em çi bikin..?! Wek ku kurdan gotiye: Itar ji tûrikê xwe xeber dide.. Em dûr dibînin lê destê me kine.. Sed silav ji giyanê Aramê Dîkran re, ji peyva Kurdî a resen re.

 

Konê Reş

Qamişlo, 08.08.2010

 

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org