hinek Kar û Chalakî

 

•  Rêbaz û destûra navxweyî ya PEN a Kurd

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Chalakiyên wêjeyî yên ku PENa Kurd ji roja damezrandinê heta niha encamdayîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Kampaniyên PENa kurd yên heta niha ji bo azadkirina endamên xwe ji girtîgehan û exhkence û lisêdaredanê sazkirîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

Li bayê bezê Kurd û Kurdistan

Kesên Apê Mûsa Anter nas dikin zanin ku ew hosteyê gotina kurt, belê tije, barkirî, mişt, li dev û bi rengekî ku ba di ber re nediçû dinîvîsand.

Em jî îro, em dê hewil bidin bi awayekî mûsayî di çend bêhnikan de, di kurteçavavêtineke li bayê bezê, heta tu çavên xwe bigre û veke de, di çend xalan kurt û bineretî de, kurd û Kurdistan binav bikin:

Kurd ji binecîh û kevnên Mezepotamya ne. Ber û berhemên çandeke 15.000 salî, sosyolojiyeke çendrengî, rastî û realîteyeke dewlemend in.

Kurdistan, mak û çavkaniya etnîsîteyan e, navendek ji navendên şoreşa neolîtîk e û hê jî komên etnîkî û xwedîbandêr lê dijîn. Civaka Kurd jî di dîrokê de mozayîkeke etnîkî, zêde kevin û çendamarî ye.

Axa Kurdan, Mezopotamya ji gelek şaristaniyetan re bûye bingeh. Wek şaristaniyetên, Sumerî, Akadî, Babîlî, Med (kalikên kurdan), Asûr, Pers û Bîzansiyan.

Kurdistan berî û piştî zayînê di hejmarek qonax de bûye pir û xeleka nav rojhilat û rojava, bakur û başûr, şaristaniyet û kulturan, ol û mezheban.

Artêşên Skenderê Meqedonî û Daîrûsê Îranî li vir qetabên xwe li hev xistine, Ereb û Sasanî li vir ketine pêxêra hev, Bîzansî û Selçûkiyan li ser vê axê xwe li mêzênê kirine.

Salên 600 î piştî Şerê Qadisiye ereb dikevin Kurdistanê. Bi dû wan de Selçûkî, Moxol û Osmanî tên. Qirnê dawî Firensiz, Rûs, Ingiliz û Elman dikevin Kurdistanê. Îro jî Emerîka tê de ye.

Axa Kurdistan cara ewil sala 1639an bi Peymana Qesrîşîrîn, di nav Osmanî û Safawiyan de hate beşkirin. Cara duhem sala 1923an bi Peymana Loussanê di navbera çar dewletan de dibe çar beş :

Beşên di bin destên Tirkiye, Iran, Iraq û Sûriye de, yan jî beşên bi navên bakurê kurdistan, rojhilatê kurdistan, başûrê kurdistan û rojavayê kurdistan têne binavkirin.

Ola kurdan a pêşî ola Zerdeştî ye. Zerdeşt Pêxember sala BZ 660an li Kurdistanê nêzîkî bajarê Urmiyê hatiye cîhanê û pirtûka wî Zend Avesta BZ sala 600an hatiye nivîsandin.

Avesta, pirtûka Zerdeşt, di coxrafyake fireh de xwedî bandêr e. Di ayîna zerdeşt de agir pîroz e, belê ne ku mîna hinek difikirin agir Xweda ye. Xwedayê kurdên kevin Hurmuz e. Lê gelek navên Hurmuz hene: yezdan, yezd, ezdayî, Kxweda, Homan, û Hwd.

Bêj hema heta îslam ketiye nav kurdan jî ola Zerdeşt serdest maye.

Axa Mezopotamya ji gelek ol û baweriyên din re jî bûye bingeh û jêder. Xelîl Brahîm ji Rihayê ye. Manî li dora Mêrdînê çavên xwe vedike. Ji salên 637an û pê de jî ola îslamê li kurdistanê degel bûye.

Beşek ji kurdan îslam qebûlnekirin û li ser ola xwe man. Ev jî kurdên êzdî ne.

Pirtûka ewil kul i ser kurdan hatiye nivîsandin û cîh dide kurdan, behsa sînor û coxrafya wan dike pirtûka nivîskarê yewnanî Ksenophon e, navê kitêbê Anabasîs e.

Berî zayînê bi 400 salan hatiye nivîsandin. Behsa pêşiyên kurdan, kardoxan dike. Ji vê behsê jî mirov dibe xwedîfikrek li ser coxrafya û erda kurdnişîn:

”li Erda rojhilatê çemê Dicle, heta bi çiyayê Cûdî û gola urmiyeyê niştecîh in. Gelekî egît û mêrxas in.”

Salên piştre di gelek berhemên ereb û selçûkiyan de jî mirov agehdariyên li ser kurdan û erda wan dibîne.

Sînor û axa kurd li ser, gêdayê koçberî û cîhguhertinên ji ber şer, hin caran tengtir û firehtir bûbe jî kurd, kêm zêde li ser heman axê ne ku îro li ser in.

Li gora dîroknasê kurd Şerefxanê Bedlîsî, ( dawiya 1500 î) axa kurdan li bakur ji Xinis û Bazîdê dest pê dike, li Rojava çemîşgezek, Mereş, Meletî digire nava xwe û heta bi Antakya dirêj dibe. Li başûrê rojava Kilîs, Riha, Mêrdîn û Cizîrê jî digire nava xwe û ji vir di ser Mûsilê re dirêjî başûr dibe, Silêmanî, Sine, Kirmaşan û Lûristanê digire nava xwe û dighe Bakur.(Jîr Dilovan, Dîroka Kurd û Kurdistan, weşanên Pêrî, 2007)

Axa kurdan îro bûye çar perçe, li Başûr ji bajarê Ilam heta li bakur bajarê Erdexanê, li Rojhilat ji Gola Urmiye heta li Rojava  Sînorê Sêwasê cîh digre. Li başûr bajarê Kerkuk, Mûsul , Hisiça, û Kilîsê, li rojhilat bajarên Hemedan, Sine, Saqiz Mahabad, Xoy, Idir û Qersê, li bakur bajarên Erzerom, Erzîngan û Qoçgîrî, li Rojava jî bajarên Meletî, Gurgûm ( Mereş) û Dîlok ( Intab) digire nava xwe.

Hemû zanayên ku li ser zimanê kurdî lêkolîn kirine didin xuyakirin ku, kurdî zimanekî serbixwe ye û tu têkiliya wî ne bi tirkî re û ne jî bi erebî re heye.

Li hêla din, kurd arî ne û ew û farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e., Lê her yek jê zimanekî serbixwe ye.

Zimanê kurdî, zimanek ji şaxa Zimanên Îranî yê bakûr rojavayê Zimanmalbata Hind û Ewropî ye. Piraniya gelê li Kurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê dayîkê yê piraniya kurdan ev ziman e.

Zimanê Kurdî yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê

Çend zaravayên kurdî hene. Kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, soranî li başûr û rojhilat tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latînî tê nivîsîn û soranî bi tîpên erebî. Piraniya kurdan li seranserî cîhanê bi kurmancî diaxivin.

Zaravayên din kirmanckî, hewramî, lekî, kelhurî û feylî ne.

Îro bi zaravayên kurmancî, soranî û zazakî berhem; roman, çîrok, helbest û lêkolîn têne çapkirin. Kitêbxaneyeke kurdî, ne bi tenê ji berhemên kilasîk, belê ji edebiyata modern jî çêdibe.

Bi van hersê zaraveyan weşan û çapemenî dibe, di kenalên televizyonên kurdî de bi van zaraveyan bername têne pêşkêşkirin. Nivîskarên mîna Mehmet Uzun li ser asta edebiyata cîhanê derdikevin ku romanên wî bi zêdeyî 20 zimanan hatine wergerandin.

Wekî din bi dehan û bîstan  romanivîsên din li diyaspora mîna Helîm Yûsif, Jan Dost, Jîr Dilovan, Serkan Brûsk, Xwurşîd Mîrzengî, Mîr Qasimlo, Loqman Polat, Bavê Nazê, I. Seydo Aydogan, Fêrgîn Melîk, Hesenê Metê, Silêman Demir, Laleş Qaso, Firat Cewerî û kesên li vî perçî yan jî perçên din hene ku hejmartina navên wan ne mikune.

Di wêje û medya kurdî de jî ji alfebeyên ku dihatin bikaranin, alfebeya latînî roj bi roj cih û coxrafya xwe firehtir dike.

Hejmara kurdên ne bi zaravayekî belê bi çend zaraveyan diaxivin û fêm dikin jî zêde dibe.

Kurd bi giştî li hev nêzîk dibin, sînorên di nav xwe de radikin, li der û dora Tevgerarizgarîxwazî û serokayetiya neteweyî dibin xelek. Û dilê wan ji bo heman hedef û amancê lê dide mîna di Newroz û hilbijartinên belediyan de sal ji sala din xwurtir bilaş û gewd dibe, di festîval, mîhrîcan û çalakiyên siyasî, civakî , kulturî û rojane de em dibînin û cîhan jî dibe şahidê wan.

Koln

31-07-2010

Vegere destpê

Copyright ® 1990 pen-kurd.org

 pen-kurd.org

Navenda PEN a Kurd