hinek Kar û Chalakî

 

•  Rêbaz û destûra navxweyî ya PEN a Kurd

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Chalakiyên wêjeyî yên ku PENa Kurd ji roja damezrandinê heta niha encamdayîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Kampaniyên PENa kurd yên heta niha ji bo azadkirina endamên xwe ji girtîgehan û exhkence û lisêdaredanê sazkirîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

Romana bi guftûgo

Guftûgo pêwist e, berdewam hewcedariya me heye pê, bi qasî nan, av, xew û xwê pêwist e, nîþana  zindûbûnê ye, Xwedê mirov ji cihê bênîqaþ biparêze.

Roman yan jî dabaþeke din ne pirsgirêk e. Qonaxa me bi aliyekî xwe jî qonaxa xwenîqaþkirin, xwejinûveavakirin, binûvekirin û xweformûlekirinê ye.

Di nav guftûgoyan de em xwe nas dikin, xwe dinirxînin. Ya girîng nîqaþa di rojevê de sîstematîktir, biserûbertir, hiþmendanetir , bîrbiranetir  be û çendî mikun, ewçendî dûr bin ji gotinên bilez û ji devê lûleya hêrsê dipekin.

Li ser romana kurdî guftûgoyek li dar e. Ez bi xwe bi kêfxweþî û bi daxwaz, bi gotineke salên dawî ji aliyê rojnamevaniya me tê bikar anîn, vê guftûgoyê çendî pê re dighim, germa germa, diþopînim. 

Doh min gotara dawî di malpera Avesta de xwend,  mebest gotara Qado ye.

Hêvî û daxwaz ew e ku ev nîqaþ jî mîna nîqaþên hinek carên din lê neye ku li vir û li dera han mîna agirê bi pûþ dikeve rivîn û dûmanek jê bilind dibe, piþtre ne bi tuwî bi dawî dibe, li þûna xwe hinek xweliya berbayî dihêle, temen dide haziran û dadigere nav herêma hebû û tunebû.

Ez bi xwe heta niha bi tenê li Siwêdê bûme þahidê çend guftûgoyên li ser romanê û li der û dora romana kurdî:

guftûgoya yekem ne þaþ bim salek kêm yek zêde, sala 1985 an li ser romana ”Tu”, yekemîn romana Mehmet Uzun derket. Navend û xala nîqaþ û guftûgoyê li ser ”romanbûyîn” û ”romannebûyîna” ”Tu”, ev berhem ”roman e” yan ”çîrokeke dirêje” meyiya bû, di gerîneka wê xalê de aliqî bû.

Bavê Nazê mîna îro wê rojê jî em nebêjin yek ji aktoran, belê pêlewan û betlê qebûlbûyî û ji awira xwedîgotinbûyînê, debatorê bitenê bû. Hejmara kete nav nîqaþê jî bi giranî çavên wan li Bavê Nazê bû. Ev nîqaþ di hinek kovarên mîna Berbangê de wê hebe û wê di bîra kurdên li Siwêdê de mabe. Hat û çû ev nîqaþ û ji ber ku hêza înternetê jî mîna îro nebû, zêde kes bi xwe nehesand, derneket derveyî Siwêdê.

Nîqaþeke din di destpêka salên 90 î de ket rê. Vê carê jî dabaþ nivîskariya Mehmet Uzun, durustî û nedurustiya wî û wek berhem jî berhema wî ya bi navê ”Bîra Qederê” bû.

Idîa, bi gotinên hêja Zana Farqînî angaþt, ew bû ku nivîskar, ev romana xwe ji Celadet Bedirxan diziye û notên ku bi mebesta weþandin û çapkirinê ji xanima Rewþen Bedirxan girtibûn, bi awayekî derketiye derveyî peyman û lihevkirina dualî , di vê romana binavkirî de bikaraniye.

Havîn û payîza 98 an û çi bigir giþ sala 99 an, li Enstîtuya Kurdî li Stockholmê, me hejmarek kesayetiyên di eniya wêjeyî de xwedî gotin wek; Ehmed Huseynî, Hesenê Metê, Xwurþîd Mîrzengî, Serkan Brûsk, Gabar Çiyan, Amed Tîgrîs û çend kesên din mîna min ku hez ji wêjeya kurdî dikin, em giþ li ser hev li dora 8-10 kesan, me li dora 8 - 10 romanên kurdî, romanên bi latînî û bi zaravayê kurmancî nîqaþ kirin. Hê jî wek arþîv ev nîqaþ di kasetên teybê de li ba me têne parastin.

Ji van sohbetên Enstîtûyê Romanên di bîra min de mane:

-         Sorê Gulê- Silêman Demîr

-         Pêlên Bêrîkirinê - Mustefa Aydogan

-         Labîrenta Cinan- Hesenê Metê

-         Bîra Qederê – Mehmet Uzun

-         Dê û Damarî - Egîdê Xudo

-         Kela Dimdimê – Erebê þemo

-         Kurê Zinarê Serbilind – Sidqî Hirorî

-         Sînor – Xwurþîd Mîrzengî

Li vir jî romana helî zêde nîqaþ derxist ya ”Bîra Qederê” bû.

Di heman sal û demê de kenaleke televizyona Siwêd bi Mehmet Uzun re li ser nivîskariya wî bernameyek çêkir. Vê jî careke din nîqaþ binûve kir.

Nîqaþa vê carê bi giranî dukesî bû. Duelo di nav Murad Ciwan û Mehmet Uzun de bû. Dabaþ xaleke duþiqî bû: romanivîsê romana ewil û afrênerê zimanê romana modern kî ye, Mehmet Uzun e yan na û hwd.

Nîqaþeke dukesî di nav Orhan Kotan û Mehmet Uzun de jî sebeb hinekî cihê bin jî çêbûbû.  Herdû jî hevalên hev yên kevin bûn û ji nav Rizgarî dihatin.

Ev nîqaþên li der û dora roman û kesayetiya Uzun piþtî ew ji ber nexweþiya xwe vegeriya welêt û koça dawî  kir jî bi vî rengî yan jî bi rengekî din nesekinî:  Uzun ewçendî xwedîlêderketin ,”mezinkirin”, ”popûlerkirin” û ”navdarkirin” heq kiribû yan na û hwd.

Kovar û malperên kurdî jî salên dawî cîh dan gotar û dîtinên li ser nivîskarên kurd û wêjeya kurdî, hevpeyvînên bi Helîm Usif û Jan Dost re yên ji aliyê Ibrehîm Seydo Aydogan bi hejmarek nivîskarên kurd re li ser rewþa wêjeya kurdî û weþangeriya kurdî hatin kirin, çaralî bi riya înternetê bela bûn.

Divê em çend hevpeyvînên Zeratusra Nêws jî li tiþtên hatine gotin zêde bikin ku li ser romana erotîk û erotîzima di romana kurdî bûn.  Ev hevpeyvîn û hejmarek hevpeyvîn û gotarên din di hejmareke taybet ya Instîtûya kurdî de sala 2009 an hatin çapkirin.

Em bên ser nîqaþa meh û hefteyên dawî. Em dibêjin bila bixêr bê û ya em dê bêjin ev e: Gerek ev nîqaþ bi çend îmzeyan bisînor nemîne, kûr bibe û zû bayê wê neþke.

Hevpeyvînên Yado Ciwan û Maþelah Dekak bi Ibrehîm Seydo Aydogan û bi Bavê Nazê re bûn mîna darikê tu di kulmoza romanivîsan de rake. Çend deng bi hev re, bi dû hev de bilind bûn û guftûgoyeke ku heta niha bi qasî em agehdar in li dora 10 kesan, bi giranî romanivîs û piþtre helbestvan û lêkolîner beþdarbûne ku navên wan li jêr in:

Helîm Yusuf, Z. Abidîn, Lokman Polat, Medenî Ferho, Þahînê Soreklî, Perwîz Cîhanî, Bûbê Eser wek nivîskarên roman û çîrokan û Ehmed Huseynî jî (þair û rexnegîr) û Hoþeng Buroka (lêkolîner û þair)

Rastî û realîteya romana kurdî

Romana kurdî ji romana her welatekî din zêdetir girêdayê rewþ û statuya kurdan e. Ev ne bi tenê ji bo romanê, ji bo giþ xebatan, ji rojnamegeriyê heta bi her afrêneriyeke hunerî û Hwd. ev wiha ye.

Dema dewletên deshelatdar ji sebebekê ji sebebên navneteweyî yan jî navxweyî bi xwe biliyane, qels ketine kontirola wan sist û lewaz bûye, mêjî û pênûsên rewþenbîrên kurd jî mecala biger bikevin, ber bi nivîs, lêkolîn, çîrok û kêm û dereng be jî ber bi romanê de jî dagerîn pêde bûye.

Ev jî tê wateya ku afrêneriya ramanî û hunerî ne serbixwe ye û ji ber mercên bindestiyê nebûye meyleke berdewam û di nav ketinên dirêj û rabûnên kurtxayan de  jiyana xwe domandiye. Ev aliyên giþtî ne û kêm zêde ji bo herkesî, her perçî û her qonaxê ne.

Ji ber vê, tim neqeb û dever ketinê, maye wek bêhnik û bîstikên dûr ji hev, xelekên qetyayî, bê girêdan, her yekê bi serê xwe, bê berdewamî, zarok, naþî û ecemî.  

Destpêk hene, belê bêpiþtre, bê bidûdeyî, destpêkên qerimî, bêliv û bizav, dorpêçkirî, di asêgehên dagîrkeran de û li bendeyî destûra vê hêzê û hêza din.

Dema rewþ wiha be wê wêjeya kurdî bi giþtî û roman bi taybetî çawa bistewe û li ser kîjan bingehî balix û kamil bibe ?

Bi gotinin din cardî ji ber heman çerx û heman nîrê jiyana siyasî û civakî,  çirûsk û tîrêjeke afrêner ku rojekê ji rojan, di keys û derfetekê de, di nav terk û derzên deshelatdariyên total re çavên xwe vekiribe, lingên xwe avêtibe nav jiyanê jî, ji ber astengî, dijberî û nelibariyan, ya hê roja çavên xwe li dinyayê vedike tê qurmiçandin, yan jî ji bêmecalî ji pêjin dikeve û dimîne li bendeyî  fersend, delîve û bayekî din.

Romana yekemîn, romana Þivanê Kurmancan ku bi salan me wek Þivanê Kurd zanîbû, heta salên bêj hema 1969 an jî li dora 35 salan bêpêjin bû, di 72 an de çap dibe û hayê kurdên perçên din hê nû jê çêdibe . Tiþt nemaye ku nehatiye serê nivîskarê wê Erebê Þemo, ketiye zîndanan, bûye mehkûmê Sibîrya û hê piþtî mirina Stalîn û hatina Kuruþov, deriyekî xêrê jê re vedibe.

Romaneke din ji romanên ewil, romana Rehîmê Qazî Pêþmerge ye. Pêþmerge jî piþtî çapa yekem ku li dora 1958 an e û nivîsa wê jî gelekî berî çapa wê qediyaye, bi deh salan piþtî çapê hê nû hayê xwendevanan çêdibe jê.

Jana Gela Ibrehîm Ehmed ji tirsa girtin û sansorê û ji bo wîzeya çapê bigre, li derekê netgerpile, neteqine wek diyariyekê ji bo þervanên Cezayirê tê pêkêþkirin.

Li Rojava piþtî Hawar disekine bi gotinên Helîm ”heta 1969 an dema Gulîstana Cegerxwîn derdikeve, belavokek jî bi kurdî rûwê dinyayê nabîne”. Helbet yên hene jî qedexe ne û bi hesanî; bêgirtin, þikence û asaq, ji cihên xwe nikarin bilivin, di nav axê de veþartî ne. Bin erdê tije pirtûk, kaset û weþanên bi kurdî ne, gelek dê û bav heta niha jî pirtûkên zarwên xwe ji tirsa ku wê tiþtek bê serê wan, diþewitînin, dilêwan bi bin axê jî rehet nabe.

Li Bakur ji xwe rewþ tê zanîn. Li Amedê ji bo her peyva bi kurdî karmendên dewletê di zemanê xwe de kurd ceze dikirin û hê îro jî ev ranebûye. Berpirsiyarê Rojnameya Azadiya Welat 166 sal ceze xwarine, niha di zîndanê de ye.

Rewþa Baþûr hinekî ferq bike jî heman pirsgirêk bi reng û coreyên din be jî li vir jî serdest in û îmkana xebatên li vir hatine pê bighe perçên din, di asta zana qantirê de ne ji tiþtên asayî ye.

Ji vê awirê sîh salên þoroeþa dawî girîng in, bi aliyekî xwe jî bûn salên bidestxistina berdewamiyekê, ev wê bandêra xwe li her aliyê jiyana kurdan û bêgoman li wêjeya kurdî û romanê jî bike.

Ji niha ve mirov kare bêje kiriye û êdî em ji destên derveyî xwe derdikevin û xwe bi xwe dibin xwediyê çarenûs û siberoja xwe. Em li ser riya qonaxeke bi berhem, berhemên cidî û di asta yên wêjeya cîhanê de ne.

Roman û ziman

Heçî roman e projeyeke mezin e; beþ û navçeyên wê hene, têkiliya nav van beþan, lihevxwarin û hevtemamkirina wan, ji serî heta dawî, avakirinek e; avakirineke aktîv e, birihe, civat e, têkîlî ne, dîrok e, sosyolojiye, qehreman in,  bicîhkirina qehremanan e, erd û dema wê heye; teswîr in, nasandinin, diyalog  in, alyên fizîkî û derûnî yên aktorên wê hene. Bi hezaran peyv, bidehhezar û bi sedhezaran hevok dixwaze.

Dawî projeyek e zimanî ye, ne mîna helbestê ye ku carna çend gotin jî têr dikin, yan jî çîrokeke ku mîna bezeke sedmetroyî be, roman meretonek e, înformasyon û agehdariyeke fireh û piralî dixwaze, di wêjeyê de ast û sewiyek e, azmûnek e, piþta xwe dide berî xwe, dawiya dawî ziman xwe di romanê de li mêzênê dike.

Ji awira dabaþa me ziman, berî her tiþtî hejmarek peyv e, ferhengek e, biwêj in, peyvên pêþiyan in, termînolojiyeke þax û baskên ilmî ye, materyaleke nivîsên berdest e, ango pirtûkxaneyek e. Ev aliyên giþtî û ji bo herkesî ne. Aliyekî subjektîf jî heye.

Ew jî tecrûbeya nivîskar, tehsîla wî/wê, têkiliya bi pirtûk û xwendinê re, serdestiya fikrî û ziman e.

Zimanek bi çend tiþtan bipêþ dikeve û xwe ji romanê re amade dike:

1. Axaftin. Ziman zindû û sazkar radigre, dibe têkiliya ziman bi jiyanê re.

2. Nivîsandin. Ziman liqalib dixe, bedew û þeh dike, kapasîteya wî ya îfadekirinê bihêz dike, derdixe asta kodên hevbeþ û kolektîf .

3. Perwerde. Ziman dewlemend, piralî û standardîze dike, ji milyonan re dike mal û di pirtûkên dibistan û xwendegehan de wek materyalekî neteweyî pêþkêþ dike.

Û dawî ev hersê diyarde bi hev re çend û çawa ne, bi kîjan nisbetê bi erkên xwe radibin, çendî li gora dem û zeman in, di romanê de xwe li mêzênê dikin, bejna xwe bi bejna wêjeya cîhanê re didin ber hev û xwe diceribînin.

Di romanê de hêza ziman, hêza nivîskar heyaleselah,” hilînin ji ber min”,” xwe bidin al, ez hatim” dibêje. Lehiya ziman di romanê de radibe.

Romana kurdî heye.

Gotin jê re navê ku romana kurdî heye, qet nebê em ji hejmara romanên me xwendine, me nexwendine û bihîstine,  þika me ji vê nemaye. Þahidekî me jî Qado ye niha dema em van rêzan dinîvisînin dibe ku ew hê jî ji ser romana xwe ranebûbe. Ne ev bi tenê di vê meha ku Siwêdî ji re meha xwendina pirtûkên bêrîkan dibêjin û ji her meheke din zêdetir roman têne xwendin, kî zane niha li welat û li derveyî welat çend kes romanên kurdî dixwînin ?

Romanivîs û rexnegîrên me Bavê Nazê û Ibrahim Seydo Aydogan jî vê zanin, zêdetir nebe ne kêmtir.

Em mirovên Rojhilata Navîn hê nehatine wî cîhê ku em her gotin û îfadeya xwe çend caran bifikirin, rûkin, bipîvin, wê çi bi xwe re bîne û çi bibe bi xwe re nîqaþ bikin û piþtre bêjin.

Amadeyî û serwextiyên me, piratîk û azmûna me di mesela pirs û bersivan de, bi taybetî heger hevpeyvîn ne bi nivîskî belê rasterasta û rûberû bin, ji bo piþtre dema aqilê paþî tê û em ji xwe re ” xwezî min ev ne wiha, lê awiha gotibaya, eva han zêde bû, min çawa bîr nebir” û Hwd. em bi nisbeta pêwist ne anteremankirî ne.

Wa xwiyaye birêzên me ku mala wan ava, bûn hander û sersebebê vê guftûgoyê, wek Helîm dibêje, ”di îskanê de beþê vala dibînin ” û bala wan di bêhnika nirxandin û destnîþankirinan de, ne li ser aliyê dagirtî, ne li ser awantaj û pêþketinan, belê li ser dezawantaj û berhelistan e.

Dema þika me jê tune ku Bavê Nazê berî romanivîsiya Mehmet Uzun di romana ewil ”Tu” de bilaþ û gewd bibe bi 6 salan, romana xwe ya ewil nivîsiye , keseke ku aliyekî wî yê akademîk heye û Seydo Aydogan jî hem romanivîs e û hem jî li cîhekî mîna Parîsê edebiyat xwendiye û em ji gotar û hevpeyvînên wî bi nivîskaran û yên rojnamevan û nivîskaran bi wî re zanin ku ji romana kurdî haydar e, wî çaxî dimîne ku em jî bifikirin ku herdû rexnegîrên me ji aliyê bervaja ji bo ku firk neye, çendî ji dest wan hatiye bitof avêtine û bi vê re xwestine bala giþ partî, sazî û me herkesê hez ji zimanê kurdî û romana kurdî dikin bikþîne ser talûkeya birêde, bi vê mebestê dar ji binî de birîne.

Helbet ev birîn bi gotin e, lewra darên hene di cihê xwe de ne, xemnake, ev dibîranînek e, îkaz û hiþyarkirinek e, bikelk e.

Raste, her roman naye xwendin, di nav romanan û romanivîsan de jî nemînahevî, diserhevreyî û dibinhevreyî hene. Ev ne bi tenê ji bo romanên kurdî, belê ji bo roman û xelkên welatên din jî derbas dibe û bê dudilî dikare bê gotin.

Ji sala 1901 ê û bi vir de Xelata Nobelê tê belakirin û heta niha bi dehezaran û dibe zêdetir nivîskar hatibin û çûbin, lê hejmara kesên xwedî xelat, yek zêde yek kêm, li dora sedhebekî ye.

Ez hez ji xwendina romanên kurdî dikim

Nav min û romanên kurdî xweþ e, ez bikêf wan dixwînim. Di vî alî de ez doh ji îro gelekî baþtir bûm. Mixabin ku îro gelek romanên min nexwendine, ez neghame bixwînim hene. Ez tim difikirim carekê keysê li wan bînim, çend heftan têkevim hundurekî , derî li ser xwe bigrim û heta giþan nexwînim dernekevim.

Ez ji xeynî kurdî û tirkî bi du zimanên din bi dereceya karibim romanên Milan Kundera  û yên August Stringberg û Selma Lagerlof ji orjînalê wan bixwînim zanim. Belê bi rastî tehma xwendina bi kurdî ji bo min gelekî cihê ye, teqez aliyekî vê yê emosyonel û girêdayê zaroktiyê  wê hebe.

Ez ji azmûna xwe dizanim û encama min ji bo xwe derxistiye ev e ku di dema xwendina romanên kurdî de heger mirov hinekî bisebir be, diranên xwe bi ser hev de biþidîne û mîna Ehmed Huseyniyê ku ez bi qasî muwên rîha wî hez jê dikim, piþtî xwendina çend rûpelan,romanê ji dest xwe daneyne, wê qezenca wê baþtir be ji bêxwendin hiþtina wê.  Ji ber ku xwendina romana kurdî di demekê de ku hê nû ferhengên zimanê me tên amadekirin û dewlemendiya zimanê me ji riwangeya peyv, biwêj, peyvên pêþiyan û Hwd. hê jî bi kesan re ye, zêdeyî texmînan bi kelk û pwist e.

Ji vî alî de romanên Medenî Ferho xezîneyeke bêdawî ne.

Ehmed tê bîra wî dema me salên 98 û 99 an li Enstîtûya kurdî roman nîqaþ dikirin, beþdarekî me hebû, ji bo her romana me dixiste lîsteyê gotina wî her yek bû:

”Min çend rûpel xwendin ez tetirxano bûm, min zêdetir nikarîbû bixwînim”, piþtre me nas kir ku ew li bendeyî  roja romana xwe ye. Bi xêra wî hevalî ku nivîskarekî têra xwe xwurt e û min romana wî ya bi navê ”Sînor ”hema piþtî derket bi çend hefteyan giþ bikêf xwend, ku ne di bin 500 rûpelî re bû, min naskir bê ka wateya ”tetirxanobûyîn” ê çi ye.

Bi taybetî kesê rexnegîr, dixwaze bibe rexnegîrê roman û wêjeya kurdî, divê romanên kurdî baþ, bi bêhn û sebreke li ser xwe, bê hêrs û acizî, bê ku ji xwe bitirse ku wê bele bighe ziman, xeyal, bîr û çêja wî/wê bixwîne.

Dawî

Helbet wê Roman bê nîqaþkirin, belê ji mesela ”tune ye” ”heye” zêdetir ew bi xwe, rewþa wê ya îro û siberoja wê bê nîqaþkirin wê encamgîrtir be.

Ya rexnê dixwaze zêdebûna tema û dabaþan û kêmbûna romanan e. Romanên baþ û serketî,romanivîs, çîroknivîs û helbestvanên me yên serketî hene û ez jî di heman bahweriyê de me ku ”romana kurdî ji nirxandinên  têne kirin. mezintir, bilindtir û cûdatir e”.

Romana kurdî di nav agir û barûdê de, þikence û qedexeyan de xwegihandiye îro, rewþa îro gelekî ji doh baþtir e û þika min tune ku sibe jî wê ji îro baþtir û serketîtir be.

Me kefen dirandiye, zîvarzîvarî kiriye, em êdî li ser piyan, zindû, bixwe bahwer û xwedî eþq û vîna jiyanê ne. Em bi idîa ne û îdia me mezin e. Hêzeke ji îro û pêde hewil bide me bêdeng bike, têkeve nav û me û zimanê me, nav me û pêþketina me û me bêinsiyatîv û destgirêdayî bike, wêje û romana me bend bike, gerek ne carekê sed caran kumê xwe deyne pêþiya xwe û bifikire.

01 – 07- 2010

Stokholm

Mîrhem Y

Vegere destpê

Copyright ® 1990 pen-kurd.org

 pen-kurd.org

Navenda PEN a Kurd