Keþtiya Nuh diþewite
Rukiye Ozmen
Li jiyanê du faktorên xwedî desthilatdarî hene, ev herdu faktor bêguman mirov û xweza ne, li gel ku mirov jî xwedî hêzên wekî xwezayê, lê mirov hewcedarên xwezayê ne.
Çendî em di vê têgihê de ne jî, lê dîsa, ji bo xirabkirina xwezayê em her di nava hewldanan de ne.
Ji wêraniyên xwezayê, ya herî xeternak û xeþîmî bi destê mirovan agirberdana daristan û kiþtûkalê ye.
Agirberdana daristanê guneh e ji ber ku ew mîrata mirovan a hevpar e.
Þewat qetl e, ji ber ku lawir û ajal û kêzik jî diþewitin, her wiha jî ax adaniya xwe winda dike.
Þewat heram e ji ber ku daristan bi fekî, oksijen û bi xemla xwe lezetê didê mirovan.
Divê daristan her were guhdayîn û þînkirin ji bo ku em jê sûdê werdigirin, her wiha pêwîstiya me bi xweza û daristanê heye, lê ne pêwistiya xwezayê û daran bi me heye.
Li kurdistanê ziwahiye û daristan pir kêm e, çanda dar çandiyê di nava me de bi pêþ neketiye.
Darên ku berê hatine çandin an jî daristana ku heyî jî tê þewitandin û diqele.
Carinan gel bi xwe bi nezanî an jî ji ber hin sedemên takekesî agir berdidin kiþtûkal an jî daristanê..
Lê li gorî zagonan dema agir bi cihekî ket divê leþker wî agirî bitefîne, ger hêza leþker têra vemirindina agir nekê divê ku Walî bi hewayî û bejayî seferberbertiyê bike da ku agir werê tefandin. Li bajarên Tirkiyeyê mînak li daristanên wekî bajarên Bodrum, Bursa hwd. Dema ku agir li daristanan dikevê dewlet bi her hawî seferber dibe bi erka xwe radibe û agir ditefîne.
Lê li Kurdistanê rewþ berovajî vê yekê ye, leþkerê ku li bajarên tirkî agir vedimirînin, li Kurdistanê leþker ango arteþ bi salan e bi mebesta nêçîra gerîla daristana Kurdistanê diþewitînin. Ew bê ewlakariyê çêdikin da ku kesên diçin ku agir bitefînin jî dibêjin ewlakarî tuneye û nahêlin gel bi derfetê xwe jî agir vemirîne.
Vê hefteya borî dîsa ji ber operasyonên artêþê ku bi berdana agirê daristanê li der dora çîyayê Cûdî ku gel çûbû bitefînê, du kes birîndar bûn û kesê bi navê Cangîr Ustun jî ji ber þewatê jiyana xwe ji desta da.
Dewletê ewil gund valakirin ew û gund þewitandin, niha jî cihê bermayî wan diþewîtînin cihekî ku herî þewat lê tê kirin çiyayê Cûdî ye; Ev çiya di baweriyê de wekî çiyakekî pîroz tê nasîn, Li gorî Qurana Pîroz, suraya Hud di 44’an de, tê gotin ku keþtiya Hz. Nuh li ser çiyayê Cûdî rawestiya ye, Cûdî jî bi wateya keþtiyê cîh-dî, Cihê keþtî lê rawestî wekî sefîne tê binavkirin, Sefîne peyveke bi erebî ye ku kurdî tê wateya keþtiyê. Li gorî riwayetê keþtî ji daran hatibû çêkirin û pê mirovahî ji tofanê rizgar bûbû ev jî girîngiya daristanê ya ji bo me dide zanîn. Ev çiyayê pîroz ku demek ji kurd û bawemendên cur bi cur wekî asûrî, mûsewî, kurdên misilman û êzîdî li derdorê dijîn niha ne ol ne civak ne jî mirov lê hiþtin û lawir û ajal hemû zîndî tevî daran û nebata jî þewitandin û hêj diþweitînin. Ev gundên asurî û keldaniyan yên wekî Hesana û Herbul ku þal û þapik lê çêdikirin êdî nînin û navên wan jî têne jibîrkirin. Dîsa gundên wekî Þax û Hebler ku bi tirî û hejîrê xwe li Botanê bi nav û dengbûn, êdî ji nexþeyê hatin rakirin wekî bi hezaran gund ku hatin rakirin û Kurdistan bê gund ma. Dewlet dixwazê Kurdistanê bike sahra, zindî û nebatan li ser axê biqeliîne. Divê ku em xurt li hemberî vê jenosîda mirovahiyê derkevin û bala raya giþtî bikþînin li ser vê bê edaleta ku li Kurdistanê li ber çavan tê kirin bidin aþkerakirin û li daristanên xwe xwedî derkevin, parastin û çandiniya daran bi pêþ bixin, wekî gelê faris ji bo her zarokê em darek biçînin da ku Kurdistan kesk bibe û bi bi daristan û fêkiyê xwe bixemile û em jê sûdê werbigirin.