|
Azadî
ji mafê nerîn û derbirînê re! Azadî
ji pênûsa azad re!
Bang
Beriya derdora 8 mehan, rojnamevan Ednan Hesenpûr û çalakvanê
sivîl Ebdulwahid Bûtîmar(Hîwa) ji bal desthilata Îranê
ve li bajarê SINE hatin
zindankirin. Li roja 18.07.2007an, dadgeha Islamî biryara bidarvekirina
herdu rewþenbîr û xebatkarên kurd wergirtiye û ew di zindna tekane de cîwar
kirine.
Bi rastî, þerm û fihêt e ku di demeke mîna
dema me ya îro de mirov di welatê xwe de, ji bo nerîn û helwesta xwe ya
azad bête bidarvekirin..!!
Li gora hemî zagonên navnetewî û prensîpên
mafên mirovan di cîhanê de, mafê nerîn û derbirînê mafekî parastî
ye, nabe tu dewlet, tu hêz vî mafî binpê bike û li gora berjewendiyên
xwe yên tengî nijadperest vî mafê pîroz daqurtîne.
Em kovar û weþanên bi zimanê kurdî yên
li Sûriyê derdikevin, vê biryara hovane ya derheqa herdu rewþenbîr û
tekoþerên kurd þermezar û riswa dikin, bang li hemî dezgehên mafên
mirovan, raya giþtî ya cîhanê, hezkerên azadiya mirovan, hezkerên
peyva azad dikin ku li dijî vê biryara ne mirovane serî hildin û ji bo
serbestkirina wan têbikoþin. -
Azadî ji mafê nerîn û derbirînê re! -
Hilatina terorkirin û iþkencekirina rewþenbîr û xebatkarên mafên
mirovan ji cîhanê..! Sûriya
: 31.08.2007 *
Kovara Aso *
Weþana Deng *
Kovara Gulistan *
Kovara Gelawêj *
Kovara Jîn *
Weþana Newroz *
Kovara Pirs *
Kovara Perwan *
Kovara Roj *
Kovara Vîn *
Weþana Ziman ------------------------------------------------------------------------------------------------------- |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org