Kouchner ji Îranê re got; rojnamevanên kurd îdam neke

Weþandin:1/8/2007 saet 15:13


Wezîrê derve ê Fransayê Bernard Kouchner bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Îranê kir ku rojnamevanên kurd îdam neke.


 

Wezîrê derve ê Fransayê Bernard Kouchner bi daxuyaniyeka nivîskî bang li Îranê kir ku rojnamevanên kurd îdam neke.

 

Bernard Kouchner di daxuyaniya xwe de weha got: ” Ez bi xemgînî pê hesiyam ku cezayê îdamê ji bo du rojnamevanên kurd hatiye dayin.”  Her weha Bernard Kouchner ragihand ku Fransa û YE ji bo cezayê îdamê li hemû cîhanê rabe têdikoþe û daxwaz ji rayedarên îranî kir ku cezayê îdama rojnamevanên kurd neyê bicîanîn.

 

Her weha Bernard Kouchner ji Îranê xwest ku rêzê ji bo ramana azad û çapemeniyê bigre.

 

Weke tê zanîn Îranê cezayê îdamê daye rojnamevanên kurd Abdulwehîd Hîwa Botîmar û Ednan Hesenpûr kû nuha jî li gelek deran ji bo azadkirina wan kampanya tên lêdarxistin.

NETKURD

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org