Navenda PENa Kurd ji serok Celal Talebanî û serok Mesûd Berzanî dixwaze, ku ew ji bo azadkirina rojnamevanên Kurd helwest û piþtgîriyê nîþan bidin

 

  

Navenda PENa Kurd bi du nameyên fermî di 08.09.2007an de ji serokê herêma Kurdistanê, birêz Mesûd Berzanî û serokê Komara Îraqê, birêz Celal Talebanî xwest, ku ew ji bo azadakirin û parastina giyanên rojnamevanên Kurd, birêz Adnan Hesen Pûr û birêz Hîwa Bûtîmar helwest û piþtgîriya xwe nîþan bidin.

Di nameyên xwe de Navenda PENa Kurd amaze bi wê yekê kir, ku ew ne tenê ji bo parastina bîr û baweriya azad li Kurdistan û derveyî Kurdistanê têdikoþe, belkû yek ji armancên wê parastina giyanê nivîskar, rojnamevan, ronakbîr û xwediyên qelemê ye.

Hêjayî gotinê ye, ku Navenda PENa Kurd rêxistineke wêjeyî yî serbixwe ye. Ew endama Navenda PENa Navneteweyî ye.

 

 Bo serokî herêmî Kurdistanî azad, rêzdar serok Mesûd Berzanî

 Bo serokkomarî Îraqî fêderal Rêzdar Celal Talebanî

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org