pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

Darvekirina birînan

 Evîn Şikakî 

piştî min xwe ji buharê veqetand

 gula nehîniyên xwe ji min re ne digotin

 min birînên xwe bi darve kirin

Ji tewafa bîranînan re

xemên xwe, êş...bi êş kezaxtin

zarok li pey pirpirîkên rengîn dikevin

Ji kulîlkên sipî, zer  ristikek ji kenê xwe

gerdena aso xelat dikrin

çiroka dara çil awaz ji nêrgiza re digotin

adare..

bihna buharê ji ber dilka şevê tê

destê Miryemê

 ji hilgirtina gulê çilmisî

 westiya ne

çîçeka ber serê neh xweşiya

 bi berbûdiyê buharê re rêdikir

zarok diwestiyan

xalxaloka  mala, xalan  nîşa wan dikirin

tava heyv ji  tariyê direvî

ez jî, ji xwe direvîm

 û

 di paxila buharê de min xwe diveşart

hêviyên

xwe bi rondikan pîne dikirin

 keserê xwe jî  li pişta bayekî reş siwar dikir   

û

 ber bi rojava ve dibir

Mêrem: dayka şehidekiye ji Dêrika Hemko navê wî Husên ne

 Vegere Destpêkê.......

 

 

Belê Mamoste!

 

(Ji Yadvegera 85 Saliya şehîdbûna şêx Seîd Re)

 

Konê Reþş

 

Belê mamoste..!

Em çûn Wan û Miksê û zîvirîn..

Me qurtek ji Ava Feqîyê Teyran vexwar..

Tu dibêjî, qey tiþtek nayê guhertin..

Ne piþtî hezar kul û derdî û

Ne sibe û dusibe..

Ne berî nûçeyên sibehî û ne piþtî nûçeyên êvarî û

Ne piþtî hezar rondkê kevokên ji wêraniyê revyayî..!

Tu dibêjî, qey tiþtek nehatiye guhertin;

Ne berî hezar rêkên agirî,

Ne piþtî hezar helbestên qetometo û

Di kolanan de avêtî..

Tu dibêjî, qey esman bi darê Beriwên piroz

Hatiye reþandin û

Ewir, cangoriyên taze belav dike..

Û ev kelek..

Ey Xwedan..!

Ev keleka ku bi termê dîroka zilm û

Zorê hatiye dagirtin, berê wê li kû ye?!

Tu dibêjî, qey me war derbas nekirine û

Dîrok di warên me re derbas nebûye..?!

Em kîne?!

Em kîne Rustemê Zal?

Em kîne Edrîs û Þerefxanê Bedlîsî?

Em kîne Mem û Zîn, Ferhad û Þêrîn?

*          *          *

Gelî ûcaxên Xwedê!

Qey keleka me di orta deryayê de winda bûye?

Pêlek wê dispêre pêlekê?!

Þev li me gerya ye..?!

Dara mirovahiyê þewitîye?!

Ta ku sikak û kolan bi zilm û zorê di warên me re

Derbas dibin,

Bêyî ku guh li me bikin,

Bêyî ku tiþtek bê guhertin.. û

Em çîrokên axîn û hisretan bidarvedikin?!!

Gelo wê êþa me ta dawiya elfabeyê dirêj bike..?!

*         *          *

Mamoste!

Gotin di dawiya þevê de digrîn..!

Bêdengiya me bi çûkên mirî yên vî heyamî re

Dilewite..!

Ev heyamê ku em ji bo wî distirên û

Ew serê xwe ji bo me dihejîne..

Digirî û di ber xwe de dibêje pepûk..

Waweylê…

Em ê çawa wêneyê bav û kalên xwe

Winda bikin,

Kum û kolosê wan li ber ba bifeliþînin?!!

Çendî dayikên me gazinan bikin, çendî mîr Bedirxan,

Þêx Nehrî, Þêx Seîd ji me bi lome bin;

Em, di çayxaneyên bîranînan de

Qerebalixê dikin,

Bi dirêjbûn li ber dergehên bajarên giryayî

Radiwestin,

Lêborîn û pexþanê dixwazin û

Ji darên xûz û tewyayî dipirsin;

Gelo, em bi derengî ketine?!

Tu dibêjî, qey em bi derengî ketine..

Tu çi dixwazî mamoste Derwêþ!

Em çi dixwazin;

Penaberiyê em di nav baskên xwe de

Hilanîne..

Rêkên çûn û nehatinê ji çûna me

Westiyane.

Wî li wî yê ku karibe bireve û

kî berê kerwan didî kû, bela ew be..!!!

Em bi bêdengî û þerê xwebixweyî

Di berxwedanê de ne..!!!

Bi zimanê biyaniyan dinivîsînin û þerê hev dikin..!

Çi þevek dirêj e, gelo dawî jêre nîn e?!

Kolanên rojhilata navîn ji hejariya zarokên me

Têr xwarin..

Werin, em bi pêþ de herin da ku

Nifþên li paþ me bi pêþ ve bilivin.

Ax, çendî ev heyam bi kul û derd e..

Bila em ardiwê ronahiyê bin

Ne ardiwê tirava temirandî bin.

Kelek di orta deryayê de westyayî ye..

Li hêviya we ye.

 

Qamiþlo, 01/07/2010

 

 Vegere Destpêkê.......

 

Goşþiyek Raz

Hoþeng Osê

 

Av jî ta digre, ax jî.

Ba jî di xew de, bi xwe re taxêve, agir jî.

Wisa dara zetûnê, li çavên te dinerî, diponjî û digot…

Û ber bi dojehê ve çû!.

 

***

 

Nexweþim…

Bêrîkirin ez kuþtim.

Tenahî kêreke koye… lê.. lllê.

Çoleke kore…

Goreke sincirî û vekiriye.

Ka kengî tê bê, dîsa kezeba min bi awirên xwe dax bikî?.

 

***

 

Dema tu ji qorzîka bîstikeke winda hilatî…

Peyala Cizîrî ji destê wî ket.

Bi ser helbesteke min ve rijiya.

Ji wê çaxê ve, geh mijim geh sayî me!.

 

***

 

Qey xwîniyê te bûm, te min da ber zixtên rim û xenceran!?.

Ev dil, en weke dergûþeke vala, dihejiya!.

Ev giyan ne ji xwe, weke bablîsokeke serxweþ, li dora xwe dizîvirî!.

Barê min, barê gerdûneke dunehkar bû.

Rêya min, vegera Xwedê bû.

Bihna min, sûnda pûþeberê, dengê min, jana gulanê, pêyvên min taya dara hinarê û kenên min guman û tirsa wê bû!.

Vaja, qey ez xwîniyê te bûn, te min da ber das û tapanên evîna xwe!?... qey!...

 

***

 

Pêjna te, sira bayê zozanên Þerfdîn û Serhedê bû.

Ez jî, qirþikekî dera hanê bûm!.

Dengê te, mehrîcana hechecîkan bû…

Qeymaxê mastê mexmerê bû…

Hingivê Botanî bû…

Ez jî, zaokekê sêwî, parsek û birçî bûm.

Min dizanî dilê te dibije min!.

Te dizanî miriyê te me!.

Amed dizanî em du libên tirî ne, ji goþiyên mêwa Xwedê ketin.

 

***

 

Nabe, tu xwe bikî çem, dê derya ji kefa xwe bixwe.

Nabe tu xwe nekî çem, dê masiyekî ji tîna bimrim!.

Nabe tu ne esman bî, dê çawa firiþte dakevim û peyalek ji evîna min û te ji Xwedê re bibin!.

Nabe tu nebî esman, dê sîmirekî birîn vekirî bimînim!.

Dibe tu bibî þev, lê nabe êdî tû xewin bî.

Dibe tu bibî xewin, lê nema dibe êdî tu dûr bî.

Nabe êdî tu dûr bî, dê jan û bêrîkirin min bikujin.

 

***

 

Ha dara leymûnê…

Bihna te, bihna wê ye, dema xeydok be.

Ha dara bîhokê…

Bihna te, bihna wê ye, dema fedyok be û dilê wê dibije min.

Ha dara qiwîzê…

tu ezim, dema wê hembêz dikim.

Ey derya…

Tu jî weke min, anha, ji wê helbestê dinivîsînî!.

Ey þev…

Tu jî weke min, ketî tora evîna wê…

Bi dizî, li pistpistên min wê guhdar dikî.

Lê bi qasî min, bêriya wê nakî.

 

30/6/2010

Stenbol

 

 

Jinek Ji Berf, Higiv, Gul û Tirsê 

Hoþşeng Osê

1

Dengê wê

Ji sura bayê terez ku dojehê derbas dike, hêniktir û naziktire.

Ji gepek nanê jikeva digel peyal çayê, piþtî paleyiyê, xweþtire.

Aso dibêje: dengê wê, berf û hingive.

Ba dibêje: vedenga wê, berf û dimse.

Çemê Ferêt dibêje: ji heft hezar kenmace, bilûr, þalûl, qumrî, bi coþtire.

Dengê wê, destnimêja feriþteyan diþkîne, dilbjokiya cinan disincirîne.

Pexeberan ji rê dertîne û wan zîz û gêj dike.

Çem û kaniyan lal dike.

Guran kor dike.

Koran bi çav dike.

Kerran bi guh dike.

Dengê wê, jibo gunehkaran, sûreta “Yasîn”e, ji yên li ber sekerata mirinê ne, tasek ava Kewser û Zemzemê ye.

Jibo zindiyan, þêrîntirîn qeyd, zindan û azare.

Bihna pûng rihanê ye.

Melhema janên welêt e.

welatê janên çiyê ye.

çiyayên janên nîsanê ye.

nîsana janên axê ye…

axa janên min e, dengê wê. 

***

Dengê wê û yê xweristê cêwîne.

Ahoramezda dibêje: meya ronahiyê ye.

Ehrîmen dibêje: dolvanî û dilsojiya tarîbûnê ye.

Çiyayê Cûdî dibêje: ax ji derdê dengê wê… ax!...

Kesî nekuþtim, jibilî dengê wê!.

Kesî nevejandim, jibilî dengê wê.        

2

Bihna wê

Pêxemberan serxweþ dike û wan bera hev dide.

Bihna wê, bihna Zînê ye, dema bêriya Mem dikir.

Keviran dike çivîk, hîman dike hesp, latan dike pezkovî…  hespan dike helbestvan, pezkoviyan dike sitranbêjên derwêþ, wan bi çol û pesaran dixe. dihêle çûk sînga xwe li stiriyê gulan û kelemên daran bixin.

Bihna wê, dihêle ba ji xwe û ji ax, av û êgir hezbike.

Bihna wê, bihna dara pûrteqalan dema ducanî dibe û bihna dara leymûnan dema dikeve kirasan.

Dem û dewranan didêre…

Razên avê rave dike, çeman mest dike, daristana hogirî xwe dike.

Agir dibêje: bihna wê ezim…

av dibêje: na ezim.

Hemû gulên buhuþtê, dexesiya bihna wê dikin.

Hemû gulên zemînê, bi cezbê dikevin dema bihna wê ji gewdê min hiltê

3

Pêjna wê

 

Þevê bi matmayîbûyînê dikuje…

: pêjana Meryem Eledra ye!?.. yan a Efrodête!?

A vînose!?.. yan a Anahîta ye!?.

A Xatûna Zembîlfiroþe!?.. yan a Zelîxeya Yûsive.

A belqîsa Suleymane!?.. yan a karxezaleke Kurmanciye!?.

A Hwwa ye yan a þahperiya cinna ye!?. Yan jî a qirala periyên buhuþtiyê ye!?.

Jibo Xwedê, ev çi pêjne!!?.

 

Kesek bersiva þevê neda.

Ew jî, pirsên xwe dikir…

û hey peyala xwe dida ber kaniyên sîng û navranên pêjna wê, mey û hingiv dadigirt û vedixwar, ta xwe kuþt.

Pejna wê, ji bembo wêdetir, dirvê hiriya ewran pêdikeve.

Geh dibe moran, geh leylan.

Geh dibe mija wateyan geh keskesora jan û cejnan.

Pejna wê, sûnda Xwedê ye, sergermiya þevê, xulmaþiya þeveqê ye, xewnên hechecîkan ne, lavêjên kêzika hecê ye, bîranîn mêþa hingive, pêjna wê.

Orkêþ gotî: li pey pêjna wê ketim, ta di þêvê de werbim.

Waþûkanî gotî: bê pêjna wê, nikarim razêm.

Bê war kirim, bê zar kirim, wenda kirim, ez xwarim, pêjna wê.

Dirbêsiyê got: birim esmanê heftan û bi ser pêt, kelem û sitriyan ve avêtim.

Birim ba Xwedê û gunehkar vegerandim, pêjna wê.

Divê, tu ji tirsê azad bibî.

Çiqas azad bî, ewqas xweþikî.

Ey pêjna ji berf, higiv, gul û tirsê…

Pêjneke din, jan û firandineke din, ji min re nimandiye.

Xefka govendeke din ji min re vedaye.

Esmaneke din ji min re raxistiye.

Va diçim, li wira jî, peyala mirinê vexwim û xwe bikujim.

Va diçim dojeha wê jî.

Çêtire poþmaniya Zembîlfiroþ û Yûsiv, min biqurtîne.

Va ez çim, bêy ku piþta xwe bidim bihuþtê.

Va ez diçim, bêy xatir bixawzim.

Va ez diçim û çavên te yên sûlavên girî ji wan dibarim, li pêþiya minin.

Va ez û pêjna nû vedgerin, cem te…

Va em di dilê te de rûniþtîne, li ser xweþikbûna gewd û giyanê te taxêvin.

Va em dilê te ji hindirve dixrînin.

Va tu pencera dilê xwe ji me re vedikî û dibêjî: de weke cot kew, ber bi Xwedê ve bifirin.

Em difirin û tu jî difirî.

Bi me re difirî.

Geh li pêþiya me dixî, geh li paþ me yî.

Geh li aliyê çepê î, geh li yê rastê.

Geh li jorî, geh li jêr.

Me diparêzî. Bi me þadibî, dikenî û digrî.

Nifiran li min dikî, û li xwe jî.

Zû poþman dibî.

Niyaz û lavêjan ji min û re dixwînî.

Ne me piþta xwe didin te, ne tu.

Hemû karxezalên min, bi tilîlî, têne govnê.

…… ……

………. … …...!.

9/6/2010

 Stanbol

 Vegere Destpêkê.......

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org