|
Li Alma Ataya Qazakistanê kovar û rojnameyeke kurdewarî
Nûbar û Jiyana Kurd *
Salihê Kevirbirî / Alma Ata
7 hezar kîlometre ji welat dûr, li Alma Ataya Qazakistanê zêdetirî 20 sal in ku kovar û rojnameyeke kurdewarî refikên kitêbxaneyên malan dixemilînin: Kovara Nûbarê û Rojnameya Jiyana Kurd. Kovar û rojname çandî, hunerî, civakî û siyasî ne.
Nûbar û Jiyana Kurd bi zimanê Kurdî, Rûsî û Qazaxî derdikevin. Di her du weşanan de jî alfabeyên latînî û kîrîlî têne bikaranîn. Tevahiya nivîsaran bi zaravayê kurmancî têne weşandin. Sedema vê yekê jî ew e ku tevahiya kurdên Asya Navîn ango kurdên li Kazakistan, Ozbekistan, Qirgizîstan û Rûsyayê kurmancîaxêv in.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
ROJ TV û Leystokên Navdewletî
Ahmed Dere
Tê zanîn ku roja 22yê meha kanûnê Meclîsa Fransa di derbarê jenosîda Ermeniyan de pêşniyazqanûnekê qebûl kir û roja 23yê çile jî heman qanûn ji aliyê Senatoyê ve hate erê kirin. Piştî ku Meclîsa Fransa heman pêşniyazqanûnê qebûl kir dewleta tirk kete nava helwestekê tûnd û li dijî Fransa cur be cur gefan xwar. Lê belê, piştî ku Senatoyê heman qanûnê erê kir heman dewleta tirk zêde deng dernexist. Wusa diyar e ku ji demekê kurt bi şûn de wê ev mijar were jibîr kirin.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Rusiya û siyaseta kevneşopî
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Em dixwazin bê serdorên dirêj û fereh bêjin ; Sovyetistana berê jî siyaseta xwe ya dervayî li gor berjewendiyên xwe dajot ; ewê raman û bîrdozên Markis- lênîn û ramanên pêşverû bin pê diikir û ewanan dikir rajeya aboriya siyaseta dewleta xwe .
Destlata Sovyetistanê hevpeymana dostaniyê di sala 1972 an de bi rêcîma Ehmed Hesen Bekir ( Partiya Bes ) ya faşîst re mor kir û her weha jî ewê partiya kumunîst jî neçar kir ku ewa bi partiya (Bes )re di hundir (Eniyekê )de alîkar be . Destlata Bes pişta xwe bi Sovyetistanê
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
DEMOKRASÎ ÇI YE?
Kurdistaniyên hêja!
FÛAD SÎPAN
Ne pêwiste em li ser koka gotina demokrasiyê têkevin nava dîrokê, hûr û kûr li ser bisekinin. Kêm zêde her kes jî dizane dîroka wê ji 2500 sal berê ji Yûnanîstanê ango welatê Grekan derketiye. Lê ezê li ser hêjayiya demokrasiya kolektîv ango ya hevbeş ku kara wê ji bo milletan re çi ye kurtasî bisekinim. Bi taybet jî ji bo milletê Kurd.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
TUFANA NUH
Abdusamet Yigit
Roj, li azmana bi pîrozî hebû. Wê rohnî dida mirov. Jîyane mirov germ dikir. Hemû devî û geştî şîn bûn. Dunya, bi rengê xwe yê ku li berçav pir xweşik û sipahî bû. Li dunyê, heta wê demê sazûmanaka ku xwedanan danîbû û ava kiribû hebû. Herkesek, di wê jîyanê de dijî. Keskî, ku ji jîyane xwe nexweş nebû. Mirov, derfetên pirr mazin di destê wan de bûn. Aqilê wan pêşketibû û dikarîn ku aqilê xwe bikar bînin. Di çandin, coht dikirin. Bi wê jî, jîyane xwe didomandin.. Bi çeêkirina mal û bidest xistina semyan re, her mirovek gihiştibû dewlemendiyeka ku pirr mazin bû. Hingî dewlemendî çêbû, êdî wilo li mirov hat ku kes ti kesekî êdî li ser xwe re nas nedikir.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
xebat…
Beşîr Mele
Ne tenê hezkiryê axa te bû Dêrik ev şehîd
Wer li şopa wî binêre kî bû hemsazê Egîd
Bîst û hevt kulîlk vejandin li kat û kohî ro lê
Cûdî zane kî bi Nûh re ketî keştiya xwedê
Berf û baranek girane li sert xaka Horiya
Ê li van giran bikole wê bizane çi çiya
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
JÎNBÎ KURDISTANA MIN!
Ava li ser pelên daran,
Diheriqê wekî çeman,
Dêm li keçik wekî sêvan,
Wek hingiv û şerbetê`ye!
* * *
Nêzikê bûm kire roj baş,
Pozê xizêm, bi çavê reş
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Navenda PENa Norwêj û semînareke giring
li ser Turkiyayê
Roja sêşemê, 17.01.2012 Navenda PENa Norwêj semînarek li ser rewşa nivîskar, rojnamevan û xwediyên weşanxaneyên Kurdî li Bakûrê Kurdistan û li Turkiyê birêve bir.
Semînar di bin sernavê «Turkiye sala 2012 ber bi ku ve diçe», li «Avayiya Wêjeyê» li Oslo ya paytext bi beşdariya hejmarek zor ji nivîskarên bi navûdengên yên welatê Norwejê, nûnerên saziyên parêzerên mafê mirov û kesayetiyên siyasî û akademîk û hejmarek sazî û kesayetiyên Kurd bi rê ve çû.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Komara Kurdistan: Rojên xweş û nexweş
Kakşar Oremar
Li ser wê salê 66 sal derbas bûn. Ew sal kurt bû, lê tije bû ji rojên xweş. Rojên ku hê jî ji bîra dîrokê neçûne. Yadigarên wê salê dema li ser wan rojan diaxivin, him dikenin û hem jî digirîn. Kena wan rojên nejbîrkirî û giriya bidawîhatina wan rojên ku saniye bi saniye ji wan re bûne xatire û bîranînên herî xweş.
Gelo ew rojên xweş çawa çêbûn û li pey wê jî çima ew rojên geş wiha zû ber bi tarîtiyê ve çûn?!
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Rêwiyo!
Konê Reş
Rêwiyo! Salê barkir û xwe nû nekir, em jî li ser negiryan.. Eger sal li ser xwe girya be, ji mafê wê ye, ji ber ku dawiya her tiştî tal e.. Erê Rêwiyo, salê barkir û rêka te dirêj e.. Tu di nav salan de çûyî, êdî nema tu dikarî wek berê, poşan li salan xînî û wan di pişt guhên xwe re bavêjî..
.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Ji bo serwextkirina malbatên Şehîd û Windayan.
Malbatên dilovan, kezebşewêt û birûmet,
Mîna hun agehdar in berî bi du salan li Elmanya, li bajarê Dortmundê, di konferanseke fireh de, Saziya Malbatên Şehîd û Windayan hate damezrandin.
Sala piştre ev gava yekemîn û damezrêner bi konferanseke duhem li Bonê hinekî din hate bipêş xistin û çespandin.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
NAME YA VEKIRÎ
Ji serokdewletê Fêdêratsîona R’ûssîyayê
Bir’êz Dmîtrî Anatoliêvîç Mêdvêdêv r’a
Ezîz ê Cewo
Bir’êz Dmîtrî Anatoliêvîç!
Ez bi wê armancê ji We r’a dinivîsim, ku bala We bik’işînim ser r’ewşa trajêdîk di K’urdistanê da û ji We hîvî bikim, ku Hûn, wek serokê dewleta gewre – ya endama Şêwra Ewlek’arîyê ya R’êxistina Net’ewên Yekbûyî, destekê bidin bi aşîtî ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Basbug û şoreşa Kurdistan
Mirhem Yigit
Dadgehkirin û girtina serfermandarê artêşa Tirk yê berî bi sê salan, ne ji rêzê, di ser rêzê re û li pêş rêzê ye, mîna qantir bize, li welatekî wek Tirkiye ku “ herkes esker ji diya xwe dibe”, esker pîroz û “artêş ocaxa pêxember e” diqewime.
Basbux, mirovê di ser mirovan re; di asta Firewn, Nemrûd, Neron û Hulagu de bihêz, texî, jixwe piştrast û li xwe ewle, êdî di zîndanê de, ne seet, belê roj û şev lê derdikevin û diçin ava. Ew jî li 140 efser, general û amîralên li Silîvre zêde dibe.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
KOMKUJÎ:
Daxweyaniya Komîta Rêveber Ya Înstîtûta Kurdî Ji bo lêkolîn û zanist, li ser Komkujiya Şirnexê
Artêşa Tirk Şeva 28´ê kanûnê 2011´an bi balafirên F 16´yan li Şirnexê li Navçeya Qilebanê gundiyên Roboskî û Bujehê yên sivilên bêguneh bi zanayî bi bombeyên napalm bombekirin û jê 35 kes qetil kirin. Kesên ku hatine qetilkirin hemû bêçek û sivîlin û salên wan di navbera 12 û 25´an de ne. Li gor hiquqa navneteweyî ev bûyer komkujî ye.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Cegerxwîn, kelepûr û helbesta hevber
-1-
Dergeh:
Gava metirsî û belayên mezin gef û guran didin miletan û hebûna wan dixin ber dava dagîrkirin û pişaftinê, û gava zordariya polîtîkî û civakî hêzdar dibe, û hemî awayên azadiya gel dorpêç dike, û xwediyên peyva azad, çi helbestvan bin, û çi jî nivîsevan û ramanbîr bin, bi kotekî neçareyî bêdengiyê dike, wê hîngê ew miletan ji xwe berê û yekser vedigerin rehên xwe yên netewî, bi her du destan û bi hestên germ pê digirin, da hebûna xwe li hember wan metirsiyan biparêzin û giyanê berxwedana xwe gur bikin.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Fînal :Paul Geraldy
Wergerandina ji Tirkî : Dîlan Zêbo
Niha wisa ye?
Tu wisa dibêjê ?
Tiştekî tu jibîr nakê!
Başe,
Ger wisa bê bixatirê te, de here
Tiştê meyî taybet ku em ji hevre bêjin tune ye
Ez destûrê didim, tu kanê herê.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Giyan ê hemdem
Nizar Yosif
Bi gihêje banga vê hawar ê
Hesabdar ê stiriyên vî baxî be
Dîwar ên bi guh
Destvala na!
Û pêxwas neyê
Kelş ên çemê zuha
Avzê daqurtandin
Lewma kelekxem ên me
Liser kimaxan veziliyan
Awirên nêremêr ên tirsok
Di bîrên kûr de çûn jêr
Bayê Das ên sitemê
Çep û rast
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Di şevê de
Silêman Azer
Tiliyên te binermiya xwe, vedikirin qumçikên şevên min di westandinê de. Tu li bijiandinê gur dibî, ji te dibijive mêraniya kelgerim. Li ber dîwarê keçîndariya min
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Nameya Navenda PENa Kurd ji hemû Endaman ra.
Gelî birêzan, endam, berendam, heval û hogirên Navenda PENa Kurd,
Gelî birêzan, nivîskar û wêjevanên Kurd,
di 19.09.2011an de peymanek di navbera bîroyên cihgira serekê PENa Navneteweyî û Navenda PENa Kurd de hate destnîshan kirin (imze kirine) – Peyman di pêvekê de ye.
Ev bîroyên PENa Navneteweyî di bin navên POETIKI and Diversity (Wêje û Cidarengî) de dixebitin.
Armanca wan jî berhevkirin û weshandina berhemên wêjeyî yên PENa Navneteweyî ye, wek helbest, kurtechîrok, chîvanokên gelêrî, essay, (pexshan bi gishtî) ûwd.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Endamê PENa Kurd, Miraz Ronî (Mulazim Ozcan) hate girtin!
Miraz Ronî, bi navê xwe yê fermî Mulazim Özcan e. Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye, endamê PEN'a Kurd a Navneteweyî, nivîskar, helbestvan û wergêr e.
Miraz Ronî di sala 1966'an de li gundekî Betlîsê yê bi navê Nîstê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Norşên û Tetwanê, ya navîn li Tetwanê û Lîse li Tetwan û Betlîsê qedandiye. Li Zanîngeha Anadoliyê beşa Îktîsadê xwendiye û belgeya karê hesabdariyê girtiye. Piştî sala 1992'yan di nav gelek karên çandî û siyasî de cih girtiye.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
KONGRA PEN INTERNATIONAL U LITTERATURA ZONE DINA
Dr. Ali KILIÇ
Paris 01-10-2011
Vatisé Litteraturî, zône latini ‘ra vejio, Litteratura ya ki “ littera » ra yena nustenê.Latinu’ra avê Hellenu ,filozofia, tragedia, poétika de zof karo delal vıraşti vi. Historia litteratura latini kılmekia ho na é’ra ana’ra zôn. Litteratura dina avê evê kamij zôn dina ama nusténé ama vırasténé, çũtıri littera bena zône dina waxto khe zônê sma ji kırmancũ dewletune koledaru qêdêxê kerdô ? Coka Kongra PEN Internationali a 77 ne Belgrad de Litterature ve Zônê dina sero ma’re zof hewla..
çima ez na xepêrim û nivîsekê li dor şêxên
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
ARZÛYÊN JANKÊŞ
Xizan Şîlan
lê lê kezîzerê
ez êş û janên evîna dilê xwe yê ehmeq
mîna secadeyek reş
li ber lingên te yên narîn
radixim
germa dengê gewriya te
di paranteza deftera çaxên westiyayî de
diparêzim
konê hesreta xwe yê koçber
li ser dermanê lêvên te yên hingivî
vedigirim
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
77 mîn Kongireya PENa Navneteweyî (International PEN), BelgraSirbistan 12-18 September 2011
Daxuyanî
Şanda PENa Kurd îsal jî bi awayek çalak beşdarî Kongireya PENa Navneteweyî li Belgrad bû
Civîna Civata Giştî ya 77 mîn Kongireya PENa Navneteweyî li Belgrad paytextê Sirbistanê, roja çarşem 14.09.2011 bi beşdariya 220 nivîskaran ji 83 welatan karê xwe destpê kir u roja 18.09 bi pejirandina hin biryar u da xuaniyên giring bi dawî hat. Di rojên navbera 12 -14.09.2011 de civînên her çar komîteyên girêdayî PENê pêk hatin. Li ser navê Navenda PENa Kurd, îsal rêzdaran Bêrivan Doskî sekretera PENê u Abdullah Hicab ji KBG beşdarî Kongireya Belgradê bûn. Kongireya îsal li ser navê ”Wêje – Zimanê Cîhanê” bi axaftina
Bi Forma PDFZêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
hatime jibîrkirin
Kamîran Simo Hedilî
pencera biharê hatiye girtin
û pelzeriya payîzê dixuye
xwedewenda şadiyê reviya ye
û ewr
giriyê sorxemgîniya min in
baranê li deşt û çiyan dibarîn im
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
ASTENGÊN Lİ PÊŞ ÇAPEMENİYA KURD
DAXUYANÎ Jİ BO ÇAPEMENİYA KURDİSTAN
A. BALÎ
FERHENGA KURDÎ-TIRKÎ YA ANSÎKLOPEDÎK
KÜRTÇE-TÜRKÇE ANSİKLOPEDİK SÖZLÜK
ÇAPA SÊYEMÎN
FERHENGA KURDÎ-TIRKÎ YA ANSÎKLOPEDÎK çapa sêyêmîm di dema 2011 an, meha Tebaxê de li Meletyê di çapxana Flaş Digital de hate çapkirin û weşandin. Ew berhema jı 3 bergan (cild) pêk hati di navbeyna 34 salan de hatiyê amadekirin. Di naveroka 3 bergan de qasî 2600 wêneyên rengîn jî hene. Çapek wusa ofset ji bo 3 bergan jê re bes ji bo çapkirinê 700 TL pêwist e. Di aliyê dinde ji bo belav kirin û firotina pirtûkxanan % 50 li ser buhayê çapkirinê lê zêde bibe, kirîn û firotina vê berhemê di mercên wusa de hîn jî dijwartir dibe...
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Û ez Hemza me
Yasin Hisên
Ez Hemza me, hûn min nas dikin
Hemzayê Pêlewan
Kurê Xwedê û Yezdanan
…
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Gelî birêzan, endamên Navenda PENa Kurd,
Wek Hûn agadar in, kongireyê PENa Navneteweyî îsal di rojên 12.09. – 18.09.2011 li Belgradê/Serbiya tê li dar xistin.
Ji bo beshdarbûnê di kongire de mafê her PENeke neteweyî heye, ku du endamên fermî bo kongire bishîne. Wekî din endamên din jî yên her PENekê dikarin wek mêvan li kongre beshdar bibin.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Di zarava Kurdaxê de hinek pevek
Yek ji yekî re dibêje: Min Ciwan dît, lê "Destek li pêş, yek li paş".
Ji vê pevekê em têdigihin ku Ciwan ji wê ve tê û destek daye pêș xwe û yek daye paș xwe... Wekî mirovekî tazî ku dixwaze xwe bisitirîne..Hema mebesta bêjerê vê pevekê ne wilo ye. Ev gotin bi mebesta diyarkirina rewșa Ciwan tê gotin..
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Ji bo raya giştî
Çend hefte ne, bûyera siyasetmedarê Kurd, parlamenterê kevin yê Partiya DEP ê (Partiya Ked û Demokrasiyê), yê ku niha di zîndanê de ye, bûye xala rojevê.
Xetîb Dîcle di nav kurdan de kesayetiyeke hezkirî û xwiya ye. Di hilbijartinên 12 ê meha Hezîranê de wek berendamê Biloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ji bajarê Amedê bi hejmara herî zêde hate hilbijartin.
Bi Forma Word,Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Ji Navenda PEN a Kurd ji Raya Giştî re
Navenda PEN a Kurd pirozbahiya her 36 berbijêrên Enya Ked, azadî û demokrasiyê û hemu Gelê Kurdistanê dike ku bi irade û deng û yektiya gelê xwe ew şandin Parlemanê Tirkî.
Roj bi roj gelê Kurd nişanî hemu cihanê dide ku ew netewek ştî û demokrat xwaze û dikare bibe inisiatîvek ji buy guhertinên erênî li devera Rojhilata Navîn ger ku derfet jê re hebe.
Yektî û Iradeya gelê me li Bakurê Kurdistanê nişanî hemu cihanê da ku em bixwene yên ku berpirs û nuner û xebatkarên Doza xwe ya rewa heldibjêrîn. Iradeya gelê me girtin û tumetên hin ji wan berbijêran bê wate xistin ku dîsan hatin hilbijartin.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
43. mîn civîna nivîskarên Komîta Aştiyê ya PEN a Navnetewî li Bled, Slovenia
Bêrivan Dosky
Kela Bajarvê Bled
Navenda PENa Kurd, îsal jî di civîna Komîteya Aştiya PENa Navneteweyî de bi awayek çalak beşdar bû u hin destkevtên giring bi dest xwe ve anîn. Di 43.mîn civîna nivîskarên cîhanî de ku, ji aliyê Komîteya Aştiya PENa Navneteweyî ve li rojên 4-8ê Gulanê li bajarê bedeve Bled li welatê Slovenia birêve çû, li ser navê Navenda PENa Kurd, sekretera PENê, Bêrîvan Dosky beşdar bû. Rojeva serekeye civîna Bled mijarên wêjeyî u aştî bû. Piştî vekirina civînê li roja 4ê Gulanê, PENa mîvandar hin xalên serekeye rojevê anîne ber basê ku asoya wêje u astengiyên ser riya nivîsê diyar dikir.
Zêdetir bixwîne
---------------------------------------------------------
|
|
EZBENÎ
Helbestek nû a helebstvanê kurd yê bi navûbang Dr. Bedirxan Sindî
Dr.Bedirxan Sind
Ez benî av şêlî bû, wexte rîbar rabibin,
jî rabûn zehmet e, çare bo wan nabitin.
Begler û axa ji nwi, tijî bajêrên me ne,
Heçiyê bigrî paşa ye, û serdarên serên me ne.
Xadimê Ke'ba Kurdan, herema wê tu bişo,
Zor fere paqij bibit, bawerke hetka me ço.
Zêdetir bixwîne
---------------------------------------------------------
|
|
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrê kurd re
li bashur-rojavayê Kurdistanê
Dr. Zerdesht Haco
Kekê birêz,
bi destûra Te dixwazim bi kurtî be jî ez dîtina xwe di biwara tevgera kurdî de li bashur-rojavayê Kurdisatanê bi Te re parve bikim. Li gor chavdêriya min di van salên dawî de du diyardeyên wêranker di tevgera rizgarîxwaza kurdî de li vî parchê welatê me xwe dane pêsh.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Bîranîna Seydayê Cegerxwîn
Dilawerê ZENGÎ
Ey pênûsa mest û jar, li şûnwara tu kanî?!
Li ser van rûpelên xav, tu bê zar û zimanî
Di desta wek şûrê rûs, bêkaranîn bi zanî
Bi gemsarî vebestî, zeng û êşa giranî
Hoşiyarî te ne kir, Peya ji te re nebûn
Êşa milet te nego, Xwendin û rê serxwebûn
Tu ket destê neçakan, Xwenda şêx û mele bûn
Lewra îro ‘m nezanin, Ew paşmêr û kole bûn
Zêdetir bixwîne
---------------------------------------------------------
|
|
Gelo xwe daweşî
Bihrî Bênij
Gelê min gelê min
Birîna vî dilê jar
Barê ser mile min
Hem derd û hem kulê har
***
Bi xwarin û bi xew
Bi pel pel û bi lew lew
Bi gazin û tew
Hê kes ne bûye rizgar
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Konferansa 2’mîn a Malbatên Şehîdên Kurdistanê
Ahmet Aktaş
Vê saziya me ya pîroz konferansa xwe ya 2’mîn çêkir.
Li goreyî agahiyan, li dor 40 hezar şehîdên şoreşa me hene.
Li gel hejmara ewqas mezin a şehîdan, avabûna saziyekê ji bo van rûmetên herî bilind ê şoreşa me, mirov dikare bêje em gelek dereng man.
Her çendîn derengmayî be jî, damezrandin û her wiha domandina vê xebata hêja, li gel xemgînîyê serbilindiyekê jî bi xwe re tiine û dide mirova.
Ez beşdarî herdû konferansan jî bûm û min ev hest û hilwest bi xwe re û bi giraniya beşdaran jî re dît.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
21ê Adarê
Ehmed Mustefa
cejna Newrozê
Demê Newroz roja xwe hiltê
Demê Newroz tîrêja xwe ronî didê
demê Newroz ( bi xêr ) li me vedigerê
Bihna şitlê rihana ji asîmana hiltê
Demê roja 21ê Avdarê tê
Bihna gulan ji Erdê hildikelê
Demê zivistan Ewirên xwe yên bi tirs ji hev diqetin
û hêdî hêdî buhar derbes dibe
Ew dema Newroz silav li me dike
Bi dilekî nazdar û şêrîn roja xwe pîroz dike
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Zimanê Kurdî xeleka(1)
Deham Ebdulfettah
TÊBÎNÎ
Bêguman , babeta herî giring û herî aloz di zimanê Kurdî de babeta "kar " ( verb)e . Bi helkeftina roja navnetewî , ya " Zimanê Dayikê " (21) ê Reşemehê – em ê çend xelekên peyapey derbarî babeta " kar " belav bikin.
Hêviya min ji we xwendevanên rêzdar herî ew e , ku hûn sirinc û nêrînên xwe yên rêzimanî , derbarî mijarên belavkirî berçav bikin, Ji nuha ve spas ….!
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
Çîrûkek ji Sedat Yurtaş
Zoe
Sedat Yurtaş
Du meh berê, dehemîn salvegera zewaca me bû. Me deh salên gilover, deh salên zîvîn, zêrîn; deh salên almasî li pêy xwe hîştibûn. Me yê êdî, salên ku mîna avê ji emrê diçûn, ji wan salan ji sala yanzdehan bixwaraya.
Min û kebaniya xwe, di nava van deh salan da, du qîzên ku her yek ji ya din xweşiktirîn bûn, anîbûn dinê û me ew bi çav û dilên têrbûyî digîhandin. Ew bibûn armanca me, hêviya me bibûn pêlîstokên me.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Hêviyên zîldayî
Evîn şikskî < span>
peyîza pêşî bû êvarkî bê dil û bê rumet bû, dara hinarê xwe ji
guneha diweşand peymaneke nu bi bûharê re girê di da ,di çavê Gulê de neçarî û belengazî xûya dikir, biskên pora wê ya bi henê sorkirî ji ber kefika wê ya sipîreng derket bû, xem di dilê xwe de diristin û zîq li kurê xwe Ferhad di nehêrt, kirrênî ji kezeba wê dihat te di got qey ev cara ewilî ye kurê xwe di bîne yan jî ev cara dawî ye wê bibîne di dilê xwe de dikelî ..diforî.. û dipijqî , kesî hest pê nedikir, dixwest ku giyanê xwe ji dîmenên wî yê levhatî tijjî bike dizanî bû kû kurê wê rêwî ye ji xwe
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Gotina Kovara PIRSê
Di yekemîn salvegera koçbûna rewşenbîr û nivîskarê Kurd "Rezoyê Osê" de
Dost û hevalên dilsoz
Belkî ji qedera gelê Kurd e, ku boneyên wî yên herî gewre û rojên wî yên bi êş û şewat jî di mehe Adarê de ne. Berî niha bi salekê, li çarê meha Adarê, lawê gelê Kurd, mirovê zana û rewşenbîr, birayê me yê hêja Rezoyê Osê govdeyê xwe yê nazik li êşa xwe pêça û bi rêwîngiya xwe ya bêveger de çû.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Zanatiya rêvebiran û pergala civakê
Azad ZAL
Di nava civakê de ku zana, xwenda û nezan bi awayê rêjeyî ne guncaw bin ew civak tu caran bi ser nakeve û her tim ya bindest e ya jî dîlê nezaniya mercên azad e.
Di her civakê de zana û hişmend hene.
Di her civakê de xwenda û têgihîştî hene.
Di her civakê de nezan û famekor hene.
Ku di civakekê de zana û hişmend têra xwe hebin û di qadên wekî rêveberî, ramyarî û sazûmankariyê de cî bigirin; ku di wê civakê de xwenda û têgihîştî têra xwe hebin û bi rêk û pêk bikaribin bendewarî û peyrewiya zana û hişmendan bikin wê demê zana û famekor çi qas zêde û jimarpir bin jî tu caran pişta wê civakê nagihîje erdê.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Helbestvan Tengezarê Marînî:
Helbest mîna sîberê ye, di gel mirov bi rê dikeve! *
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
Helbestvan Tengezarê Marînî, di sala 1959’an de li Tirbespiya Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Pisporiya Karmendiya Mediya Nû’yê; Communication, Relation and Presentation (Ragehandin, Têkilîgirêdan û Xwepêşandan) xwendiye. Di kovarên Stêr, Pirs, Pêl û Bultena Tewşoyê de kar kiriye. Di Azadiya Welat de, qunciknivîs e. Di gelek rojname û kovarên kurdî de, li welat û derveyî welêt de dinivîse.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Ev perda dawî ye
RUKIYE ÖZMEN
Şevê din dîrokê xwe pirbare kir di rabirduya mêjiya neteweya me de.Gur û hovan peyman danibûn; rûyê xwe ji şerma mirovahiyê bi maskên reş pêçabûn. Û derketin nêçîra rûmeta min li aqarê Medan.
Şevê din, tîmsahan bi neynokên xwe yên qirêj nava min qelaştin û bi diranên xwe yên zingarî xwîn ji kezeba min dohtin..
Dilê min gurand, giyan tavizand di laşê min de û bêbextan rayê hêviyên min qetandin, hemu reng reşkirin di çavên min de.
Nêçîra karxezala dikir..
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Ji birçîbûnê re Yasîn Hisên
-1-
ji bona te
min çiqas dest ramûsandin
Lê....
ne mîna lêvê te bûn...
-2-
Ger tu jinek baya
Min dê te himbêz bikira..
Da dîsa bême kuştin
Zêdetir bixwîne
----------------------------------------------------- |
|
Necîb Balayî ji bo Radioya dengê Amerîka di peyive
Necîb Balayî
Roja dûşembî 07.02 Radioya dengê amerîka VOA - Kurdî
Dîdarek li gel Nivîskar û rojnamevan Necîb Balayî saz kirîye, dîdar ji layê Rojnamevan Dexîlê şemo ve hatîye encam dan,Necîb Balayî mêvanê bernama Ferheng û Torê Kurdî bû û wî gazinde ji nivîsevan û helbestvanên nû kir inkû lezê dikin li nivîsînê.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
اشو ک با
باشوری کوردستان و باشوری سودان
به دره ددین ساڵح
به هۆی ئه وه ی ئێمه ی کوردتا ئێستا ناوه ند ی زانستی و زانکۆ و کانالی درێژخایه نی سیاسی ودیپلۆماسیمان نه بووه بۆیه زۆر ئاسانه خه لکی ولاته که مان، کۆمه لانیکوردستان له خشته ببرێن و نه خوازراوو دژی به رژه وه ندییه کانی خۆشیان به کار بهێنرێت..
له ماوه ی چه ند سالی رابردوودا جار نا جار هه والی وه ک رۆژهه لاتی ناوه راستی نوێ..
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Derheqê Gotina “Kurd û Zaza” de
Îsmaîl Beşîkçî
Bi navê BÎLGESAM dezgehek heye: Navenda Merivên Zanyar û Lêgerînên Stratejîk. Wezîr, general û dozgerên teqawutbûyî (malnişîn), herwisa, profesor û hwd. dibin endamê vê dezgeyê. Wezîrê karê derve yê wextekê û balyozê teqawutbûyî Îlter Turkmen, musteşarê wextekê yê MÎTê (Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî) Sonmez Koksal, Serekê rûmetê yê dadgeha bilind Prof. Dr. Samî Selçuk endamên vê dezgehê ne.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Bîranîna damezrandina Komara kurdistan
Hevpeyvîna Bi Dr. Huseynê Xelîgî re
(Hevpeyvîn di sala 2008an da hatîye kirin)
Mirhem Yigit
Doktor em di meha damezrandina Komara Kurdistan de, ango di meha Çile de ne. Vaye salvegera 62 an jî hat. Berî bi 62 salan li meydana Çarçira Pêşewa Qazî, Komara Kurdîstan îlan kir. Di dîroka Kurdan de cihê vê rojê, deng, olan û hêza wê, bandêra wê li ser salên piştî xwe di nav Kurdan de tê zanîn. Îlana Komarê li ser asteke berz bilaşûgewdbûna kiyaneke neteweyî ye, yan na?
Bê goman. Ji awura ramana neteweyî îlana Komarê nîşana asteke berz e. Kurt be jî xewnên Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî dibin rastî, dikevin jiyanê. Kiyaneke Kurdî, êdî ne bi tenê daxwaz û niyazek e. Bi îlanê re dibe bûyereke dîrokî. Heza
|