Dîroka Þahmaran

 

 

Abdusamet Yîgît

 

 


Dîroka Þahmaran, pir kevn e. Þahmaran, deme ku mirov li ser dîroke wê di hizirê, mirov pir dîrokeke kur e bi hizir di bîne. Di nava xalkê de Dîrok û çiroka Þahmaran ji heyemên berê ve berdewam dike. Di nava xalkê de weke wêne dagerîya rûmetê û xweþikbûn, hebûn û rastbûnê, jiyan û asilbûnê û hwd, tê ser ziman. Di nav xalkê de pir mazin bahsa Þahmaran mazin tê ser ziman. Ji demên berê ve bahsa wê tê kirin. Li ser wêne û dîroke Þahmaran, di nav kurdan de, ne tenê çîrokek tê ser ziman. Di demên berê de, li ser Þahmaran vegotin û çîrokên kud dihata vegotin, di wan de hinekî "bawerî" ji pir mazin tê ser ziman. Weke ku bahsa hizreke olî bê kirin, bahsa Þahmaran tê kirin. Deme ku bahsa wê tê kirin, bi rêz û hûrmet bahs tê kirin. Bi vê yekê, bi dîrok û çîroka Þahmaran ve, bi hizreke mazin ye civakî re gelek nirx û kevneþopîyên mazin hatina jînkirin û têne ser ziman. Deme ku bahsa Þahmaran tê kirin, bi rêz û hûrmet bahs tê kirin. Bi Zêdêyê li Herême botanê, di nav kurdan de, Þahmaran weke hizreke olî tê ser ziman. Weke ku berê lê bawerî dihata anîn tê ser ziman. Ev nêzîkatî, deme ku mirov diçê herêmên din yên Kurdistanê ji, mirov rastê wê têt. Lê divêt ku me bahsa hebûne þahmaran, me nêht kir, têne bi bêje û wateyên ku di nav xalkê de tê ser ziman û vegotin bênine ser ziman.

Þahmaran, hizreke civakî ye pir kevn e. Dîrokeke mazina vegotina Þahmaran di xwe de di afirêne. Deme ku bahsa Þahmaran hata kirin, pê re bahsa gelek nirx û hebûnên civakî yên di mên berê de jîn bûn, tê kirin. Di civateka kurd de, tê gotin ku deme ku bahsa Þahraman tê kirin û dîrok û çîroke wê tê vegotin, "heft þev û rojan bahs tê kirin û vegotin", lê nayê xilaskirin. Her weha Dirêj û mazin tê vegotin. Pir kur tê ve gotin. Deme ku bahs hata kirin û hata vegotin, jin û zarok, mêr û jin, malbatitî û hwd gelek nirx bi hev ve tê vegotin. Di nav xalkê de weke vegotinekê tê gotin ku " Þahmaran deh hezar sal jîn bû". Lê deme ku ev vegotin tê vegotin, pêre hinek vegotinên din ji têne ve gotin. Weha têne vegotin. Têne vegotin ku Þahmaran ji ber ku nêvî mar û nêvî mirov bû, karibû ku bi afsûna xwe xwe bi tememî weke mirov bide nîþandin û herê nava mirovan û bi wan re weke mirov bimêne û jîn bibe. Bi vê vegotinê re, dihata gotin ku Þahmaran pir qancî bi mirovan dikir. Her deme ku derdikete nava mirovan, ku mirovek di rewþeke zor de dîtiba, nêzîkî wî/wê dibû û çi ji destê wê bihatana jê re dikir. Bi vê yekê nave Þahmaran bi awayekî din ji derdikeve, bi aliyê wê yê mirov ve. Ji xaynî wê ji, ew hertimî weke Þahmaran, hertim hebûn dihata ser ziman. Li herême botanê deme ku bahsa wê dihata kirin, weke ku bahsa pîroziyekê bikin bahsa wê dihata kirin.

Þahmaran, nêvî mirov û nêvî mar bû. Bi vê yekê re, deme ku bahsa wê dihata kirin, dihata vegotin ku ew ji aliyê wê jin ve ku lê dihata meyzendin, dihata dîtin ku dinyê de, ti kesek weke wê ne xweþik bû. Ti kesek li ser wê re ne xwediyê xweþikatiyekê bû. Bi vî awayî bahs dihata kirin. Ji vî alî ve, deme ku bahs dihata kirin, ev vegotin; weke dageriyeke xweþkatiyê dihata vegotin. Deme ku ev vegotin dihata kirin, pê re, wêne þahmaran ye ku hatibû çêkriin li ber çavan dihata zîn kirin. Bi vê yekê bahsa Þahrama dihata kirin. Bi vê yekê re divêt ku mirov bêje ku Þahraman, ne tenê dageriya xweþkatiyê bû. Ew dageriya rûmet û hebûnê ji dihata dîtin. Ji ber vê yekê, di her malaka kurd de, wêne wê ye ku bidest bi naqþ hatî çê kirin, hebû. Ew wêne, bi hêtan ve di hundurû de dihata dalaqandin. Mala ku wêne Þahraman têde bû, ew mal hinek ji xwe bi bawer bû. Hinekî li ser xwe bû. Di nav xalkê de bi rêz bû û bi tifre bû. Her weha mazin bû. Her keçika dihata zewicandin, pê re dayika wê, "xalîçe"yeka ku wêne Þahmaran ku li ser hatî çêkirin didayê de û wê ji bi xwe re dibîr.Ev yek, weke kevnþopîyeka pir bi rêz û bi hûrmet bû. Pir rûmeteka mazin di vê kevneþopîyê de dihata ser ziman. Bi vê yekê girêdayî mirov divêt ku pîrozîyê ji bi Þahmaran re bi vê kevneþopîyê re bêne ser ziman. JI ber ku ev yek weha bi pîrozî hebû.
 
   Baweriya li Þahmaran
Li Þahmaran baweriyaka mazin heya. Deme ku bahsa wê tê kirin ji, ew bawerî tê ser ziman. Baweriye li Þahmaran, di xwe de xwediyê hinek xosletan bû. Ev xosletan ji, bi baweriye olî re pir çaran dihata navhevkirin. Di mala kurd, ku mirov bahsa wê bike, divêt ku mirov bêje ku pir xwediyê hebûneke mazin bû. Kevneþopîye wê ya mazin hebû. Li gor wê kevneþopîyê, nirxbûn hebû. Hizir û bawerî, kevneþopî û çand, mirov û civak bi hev ve girêdayî di wê kevneþoîyê de bi nirxne mazin dihata ser ziman. Þahmaran ev hemû, bi wê wêne xwe bi dager dikir. Ji ber vê yekê pir girîng bû. Wê Þahmaran di her malê de huzurek û rehetiyek dide çê kirin. Bi herkesekê di malê de baweriyek û ji bawerbûnek bi wan re dide çê kirin. Bi vê yekê mirov divêt ku bêje ku pir girîng bû. Wêne Þahmaran, nirxeke mazin dianî ser ziman.

Di civatan de ji, deme ku dihata vegotin, pir bi rêz dihata ser ziman. Di wê rêzê de ew bawerî û bawerkirin ji, pir mazin û bi nirx dihata ser ziman. Di civatan de, pir dihata vegotin. Deme ku dihata vegotin ji, pir bi bal lê dihata hisandin. Her mirovê kurd, yên ku zarok ji bana, demeke ji aliyê dê û bavê wan ve birine civatan û lê dihatina rûniþtandin. Ji ber ku li Þahmaran bi hisênin. Divîya bû ku herkesekî zanî bana. Ev yek weke pêdivîyekê ji dihata dîtin. Di nava kurdan de, her demî, mirovên zane û biaqil, di civatan de lev digahana hevdû. Deme ku lê digahana hevdû ji, êdî ji hevdû re diaxiftin û bahsa Þahmaran û dîrok û çîrokê wilo yên di nav xalkê de dihatina kirin. Di nava kurdan de kevneþopîye civatê, bi vî awayî, ev nirxên xalkê û civakî li di parastin. Her timî kurdan zarokên xwe bi xwe re dibirine civatan û bi xwe re li civatan didana rûnandin, da qana hinek tiþtne di daberê dîrok û zanebûnê de his bikin û pê mazin bibin.
 
   Vegotina Þahmaran bisereke
Vegotina tina Þahmaran, pir kevne û dîrêj e. Di nava kurdan de weke ku tê gotin, pir dîrêj e. Vegotina Þahmaran, wêneyekê mazin yê çanda kurd e. Li ser vê vegotinê, pir tê vegotin. Di nav xalkê de pir bahs tê kirin. De ne, bi vê yekê re, mirov dîvêt ku kevneþopîyeke kurdan ye pir girîng bêne ser ziman. Ew kevneþopî ji jin e. Jin di civaka kurd de pir mazina û bi kevneþopî ya. Li ser wê pir çandaka mazin heya. Di demên berê de ev yek weha ya. Pîroziyek di jinê de dihata ser ziman. Ev pîrozî ji pir mazin bû. Ni nirx û kevneþpî bû. Di malê de ye ku mal ava dikir jin bû. Di nav civakê de ye ku arami ji di parast ew bixwe bû. "Desmala serê jinê pir wate ya û pîroz e. Deme ku dû mêr an ji aþîr ji ku ketiban ber hevdû de bi berberîyê, hingî, ku di civatê de jinê çûban û li pêþîya wan sekinî bana û desmala serê xwe ji serê kiriba û avêtiba nava wan, hingî, wê wan ew berberiya di nava xwe de di cih de bi dawi kriiban. Ev yek her weha pir girîng e û pîroz e. Di nava kurdan de mîr çend ku mazin û bi nirx û bi bîryara, wî ji, bi wê mazinatiya xwe ji, nikaribû, li ber wê kevneþopîye di nava xalkê de bisekinîyana. Wî ji divîya bû ku rêze xwe jê re bidana nîþandin. Ev yek, ku nebûna, wê wî mîrî ji rêz di nava xalkê de ne girtibana. Bi vê yekê jin, bi nirx û çand hebû. Lê rêzeke hebû. Ev rêz bi mazinatiyekê dihata ser ziman. Di nava xalkê de di civatan de, jin di civatan de dirþniþt û hizre xwe dianî ser ziman. Di civatên bi jin de bahsa Þahmaran û nirxên wê û hebûne wê pir dihata kirin. Weke ku bahsa wê hebûne jinê ye li wir di wê heyemê de bikin, her weha bahsa wê dihata kirin. Ku bahsa Þahmaran dihata kirin, Hingî, bahsa wê pîrozîye jinê ji dihata kirin. Ew rewþ û Þahmaran bi hev re di wê hebûnê de bi hev re dihatina ser ziman. Mîr ji li ber wê bi rêz bû.

Ku bahsa Þahmran hata kirin, hingî, êdî pêde, bahsa serpêhatiyên Þahmaran ji dihata kirin. De ne, pir serpêhatiyên Þahmaran hebûn. Pir tiþt wê jîn kiribûn. Gelek Tiþt û rewþ hatibûbûna serê wê di jiyanê de. Ew serpêhatî û rewþ hemû ji di civatên mîr de dihatina ser ziman. Civatîn mîr civatên ku bi nîrx bûn. Ku di wir dihata ser ziman ji, pir birêz û mayînda dihata ser ziman. De ne, Þahamran, deh hezar salî jîn bûbû li jiyanê. Ji ber vê yekê pir dîrêj bahsa pir serpêhatiyên wê dihata kirin. Her serpêhatiya wê ji, ku bahsa wê dihata kirin, pir biêþ dawiya wê dihat. Ji ber ku Þahmaran di nava mirovan de pir rastî bêbaxtiyan hatibû. Bi bêbaxtî pir tiþt hatibûbûna serê wê. Li kê bawer kiribû baweriya xwe anîbû, di dawiyê de bêbaxtiyak derketibû pêþiya wê, Ji ber vê yekê ji Þahmaran, êdî ji nava mirovan xwe dabû alikî û xwe veþartibû. êdî weke berê di nav mirovan de ne dima. Wê piþtre jiyanaka xwe ya mazin û dirêj di bin ardê, li cihê ku wê cihana xwe têde avakiribû, di wir de bidest jiyana xwe kir. Weke mar êdî jiya bû. Ew ji xwe, þaha maran bû. mar hemû pêve girêdayî bûn. Wê li wir, di bin ardê de, jiyanaka weke ye li ser ardê ji xwe re bi jiyana marî ava kir û tê de jîn bû. Mar ji, hingî, bi ziman bûn weke mirovan diaxiftin. Bi ti kesekî ve ne didan. her weha jiyanaka wan hebû. Þahmaran, lê car bi car xwe bi tememî dikira awayê marakê de û derdiket û li jiyanê dimeyîzend. Ji ber ku ew nêvî mirov bû, êdî destê wê ji bi tememî ji mirovan ne dibû. Deme ku derdikete derve ji, diçû mala ku jineke ku kurekî xwe jin dibe û pir xizan bûn. Ew mal ji tenê çêlekeke wan hebû û pê dabare xwe dikriin. Þîrê ku jê dihildan dikirina mast û difirotin û pê dabara xwe dikirin. Þahmaran ku diçû wir, wê hinekî ji wê þîrê malê di vexwart û ji dêla vexwartina xwe ji, her roj zêrek di cihê de dihiþt û divegerehe. Jinek pir ye xizan ji, ew mar dîtibû, lê Wê hê nizanibû ku ew Þahmaran bixwe ya.Lê Þahmaran kiribû dilê xwe de ku qanciyekê bi wê jinê ji bike. Ev rewþ weke demekê berdewam dike, û di demê de ji rewþe mala xizan pir xweþ dibe. Piþtre di dawiyê ji jin ji pê dihisêne ku ew Þahmaran e.Lê deme ku jin pê dihisêne, êdî xwe negirê û ji hinek mirovên din re ji rewþê têne ser ziman. PIþtre ku ew dibêje, êdî Þahmaran ji pê dihisêhe ku wê jinê ji hineke din re ji ew gotiye û bahsa wê kiriya. Êdî Þahmaran nema diçê wir. Piþtre bi qadarekê re, êdî ew di cihê xwe de bi tenê dimêne û bîryara xwe dide ku êdî dernekeve ser ruyê ardê.

Piþtî ku ew weha bîryara xwe dide, êdî piþtre, di cihê xwe de dimêne.Lê rojekê Du zarok ku bi hev re li ser ruyê ardê dileyizin, êdî yek ji wan dikeve çalaka avê ku av wilo zêde têde nemaya û weke ku ava têde çikahaya. Ku ew kurike ku dikeviyê de ji, navê wî Canþap e. Deme ku ew dikeve wir de, êdî ew xwe di nava maran de dibîne û pir ditirsêhe. Lê marakî mazin pêre dipeyivê û dibêjiye de "ne ji me ne tirsihe, emê ti zirerê ne dina te, lê tê êdî ji wir dernekeve, Ji ber ku te em dîtin û ti bi mere axiftî". Piþtre mar wî bi xwe tênine ber Þahmaran. Deme ku wî tênine ber Þahmaran, êdî ew dibîne ku ew Þahmaran çend jineke bedew û xweþik e. Ew jê pir bi bandûr dibe. Dilê wî di cih de bidest avêtinê dike û laþê wî germ dibe û weke ku ji rihekî bikeve rihekî din de lê têt. Lê weke ku hinekî tirþ ji pêre di dilê wî de çêdibe. Þahmaran fark dike ku hinekî tirþ ketiye dilê wî de. Piþtre Þahmaran pêre diaxivê û dbêjiye de "ne ne, ji me ne tirsiha, wê ti tiþtek bi te newê kirin". Piþtre ew ji, Þahmaran bidest axiftinê pêre dike. Lê di wê heyeme de, dilê Þahmaran de bidest zûavêtinê dike û Þahmaran ji piþtre êdî dil dikeve wî de. Ew ji hij wî kurikî dike. Canþap, piþtre weke qadarekê li wir pê re jî dibe, dibin ardê de. Piþtre rojekê dilê kurik dixweze ku derkeve ser ruyê ardê. Ji ber ku pir bîre mala xwe û hevalên xwe kiriya. Piþtre rojekê Þahmaran te ber wî û dibêne ku wa Canþap pir xamgîn e. Piþtre jê di pirsê ku ji ber çi ew xamgîn e. Ew ji derde xwe jê re dibêje ku jê dixweze ku destûre bidiyê de ku herê ser rûyê ardê. Pêþî Þahmaran ve yekê naxweze, Lê piþtre ku isrer dike, êdî wê naþikêne û destûre´ê didiyê de ku herê ser ruyê ardê. Lê berî ku derkeve, Þahmaran Jê re dibêjem "haya nahaka her mirovê ku min dît, bêbaxtî li mîn kir.Ti ji tê bê baxtiyê li min bike. Lê herê, bile bê".Ku ew wilo dibêje, êdî Canþap dibêje, "ne ezê li te bêbaxtiyê ne kim û jê re sund dixwe.Lê Þahmaran dibêje sund nexwe tê bike "me ne ti ji mirov î". Piþtre Canþap ji wir derdikeve û tê derve. Piþtre kurik ku derdikeve, êdî di nava xalkê bi merengozitiyê bidest kar dike û dedabre xwe dike.
 
Lê keyê ku heya ji, di wê demê de keça wî bi nexweþiyeka ku pir giren ketiye û tê gotin ku heya wê kêlîkê ti kesekî û ti hemimî nikariya ku wê rehet bike. Bi vê yekê, êdî ew ji li gelek mirovên hekim ku keça wî rehet bikin digerihê. Lê her hekimê ku dibêje ezê wê rehet bikim nikarê bike ji, serê wî tê jê kirin. Bi vê yekê, tê gotin ku serê gelek mirovên ku di wê heyeme de gotine key emê keça te rehe bikin û ne kirina jê bûya. Rojekê tê gotin ku mirovek tê wir û dibêje ku ezê rehet bikim, Te gotin ku çavên wî ji di wê de ya ku keçikê ji xwe re bêne. Berê ku ew mirov bidest rehetkirinê bike, pêþî dibêje key, "ezê keça te rehet bikim, lê ku min rehet kir, ezê pêre bi zewicim. Ji gotina tê gotin ku keçik pir xweþik bû. Li dinyeye li ser wê re ti yên xweþik ne bûn. Ew mirovê ku ji xwe re dibêje ez hekim im, ew ji çi dike û nake nikarê wê keça wilo xweþik rehet bike. BI vê yekê, ew ji, fahm dike ku wê serê wî jê bê kirin. Ew ji êdî li ser vê yekê bidest hizirandinê dike. Lê kurnakê ku ji xwe re ji bo ku serê ji ji jê kirinê xilas bike ti carê nabîne. Di dawiyê re rojekê key dibakiyê de ku were cem wî, Wê rojê key ji bê kêf û tê gotin ku weke ku ew ji weke ku nexweþ ketiya. Deme ku mirov tê wir, êdî ew wê yekê ji kifþ dike. Deme ku ew wê kiþf dikê, êdî berî ku key biaxivê, ew mafê axiftinê dixweze û digirê û ji key re diaxivê û ku diaxivê ji ji key dibêje, "min çara rehetkirina keça te dîtiya. Deme ku ew ji wilo dibêje, Êdî key ji di cih de di pirsê ku ka çara ciya. Ew dibêje, tenê yek karê keça rehet bike. Ew ji Þahmaran e. Deme ku wilo dibêje, êdî key di pirsê, lê emê çawa xwebigihênin þahmaran. Ew çara wê ji ji wire dibêje. Û her weha dibêje, Deme ku ez hatima vir, min li cem merengozekî rawasgheg da û ez li cem wî sekinim. Piþtre dibêje, min dît ku wa bi laþê wî ve pirpirên ku bi maran ve hebûn, pêve min dît. hebe nebe ew wê karibê wê bibîne. Xwe gihnine wî. ew ji navê wî çanþap e. Lê bi navê "Lokman" ji navê kurik tê ser ziman.

PIþtre, ku ew mirov weha dibêje, êdî piþtre ew ji fermanê dide ku herin û xwe bigêhenine wî kurikê ku zilêm bahskiirye de. PIþtre deme ku dikin ku xwe bigihêninê de wezirê key dibêje ku "wê çawa karibin ku wî nas bikin". Ew ji dibêje ku "li laþê wî meyîzênin. Laþê wî ji weke yê maran bi pulpula. Piþtre Leþker bidest lê gerinê dikin, êdî piþtre yên ku xwe digêhênine wan, li laþê wan ji dimeyîzênin. PIþtre xwe digihênin Lokman. Ji ber ku ew li welatê maran "maristanê" maya, êdî ew ji weke wan bilaþpul bûya. Piþtre, deme ku wî dibînin, êdî wî dibin û gelekî lê dixin, ji ber ku cihê Þahmaran ji wan re bêje.Lê ew li ber xwe dide û cihê Þahmaran ji wan re nabêje. Piþtre wezîr dihizrê ku wê bi wî awayî nikaribe ku wî bide axiftin û jê tiþtekî fêr bibe. Piþtre ew di serê xwe de planakê çêdike û piþtre diçê cem wî, li cem wî hinekî bi leskerên ku lêxistine de ji dixayide û piþtre dide berdan. Wezîr hizir dike ku Lokman herê, wê rast û rast herê û xaberê bide Þahmaran. Deme ku kurik derdikeve, êdî ew ji wilo dike û lez dike ku herê û xaberê bide Þahmaran, da qana xwe xilas bike.Ji bo ku herê û bêjiye de, lê diherihin diçê deve cihê ku ew têde ya. Lê deme ku ew ji qasrê derketiya ku ketiya rê de ku herê û Þahmaran bibîne, wezir leþker ji dana pay wî. Wezîr bi xwe ji di pay Þahmaran de ya. Ew ne ji kulê key û keça wî ketiya. Ji ber ku wî bihistiya ku zanebûna dinya ye hemû bi Þahmaran re ya. Haçiyê xwe bigihinê de wê xwe bigihêne zanebûna dinyê hemû yî. Ew ji dixweze ku xwe bigihêne wê zanebûne wê. Deme ku ew te deve cihê ku ew têde ya, êdî di cih de leþker didine peþiya wî dikevine hundur û Þahmaran digihin û dibine qasrê. Piþtre dibine qasrê êdî dikin ku wî bikujin û dii qazanên li ser êgir de wê bi kelenin. Qazanekê aliyê serê wê têde û qazana din ji aliyê ji xwere wê pêde têde bi kelenin. Lê berî ku bê kuþtin, kurik tê cem wê û ew ji kurik re diaxivê, ew ji kurik re deme ku diaxivê, ji kurik re dibêje "ti ji aliyê serê min ti ji wir vexwa, ji ber ku ew bi jehra, ji ber ku te bêbaxtî li min kir".Kurik ji pir di rewþeke ne baþ de ya. Ew ji dibêje bila. Wezire ji li wan dihisêne. Lê Þahmaran tiþtekî din ji gotiya. Gotiyê ku aliyê min yê din, yê ji xwere pêde, haçiyê ku jê vexwe, wê gihê zanebûne dinyê û deman hemûkî. Piþtre Þahmaran tê kuþtin û di du qazanan de laþê wê tê kelendin û piþtre ji, ku laþê wê dikelê, êdî kurik ji aliyê serê wê divexwe û wezîr ji aliyê xwere pêde. Piþtre wezîr li cihê dimirê û kurik ji digihê zanebûne dinyê û deman hemûki.
  
   Cihê ku Þahmaran lê Jîn bûya
Þahmaran, li ser cihê ku ew lê jîn bûya pir tiþt têne vegotin. Lê Deme ku mirov li dîrok û vegotinên di nav xalkê de li wan dihisêne, mirov dibêne û têdigihê ku li Dore Cizîra Botan û Nisêbînê wanderan jîn bûya. Di deme Medan de pir mazin hatiya ser ziman û di wê demê de ji nirxeke bi anînine wê ye ser ziman re, hatiya afirandin. Lê vegotina Þahmaran bi kevnbûna xwe ji diçê berî demên Mîtanîyan, Hûrîyan û Naîriyan wan. Di deme Mîtaniyan wan de, weke nirxeke pîroz hatiya vegotin. Mîtanî ji, li navênde wan Nêsîbîn û dore wê bû. Cihê wan haya bi Rihayê wan deran diçû. Li van herêman pir mazin hatiya vegotin. Piþtî wan deman ji li van herêmen weke nirzeke pîroz hatiya vegotin. Li Dore Nisêbîne, haya iro ji, di wê demê demê de çawa bû, wilo ya. Bi heman nêzîkatiyê nêzîkati tê kirin.
Hinek kevir û hinek nivîsên ku haya sadsala 20 min ji ku li ser nivîs hebûn, li van herêman bi wêneyên Þahmaran de bûn. Piþtre ew kevir ji ji van herêmen bi awayekê hatina windakirin. Lê li herême, ku bi kê re tê axiftin, li ser hebûn û Nirxe Þahmaran axiftin tê kirin. Þahmrana Çanda wê, li Nisêbîn, Cizîra Botan, û li dore bicih e. Li wanderan, heya i ro ji, hê vegotinên ku ji wan demên berê mana, bi Þahmaran li ser zimanan e. Di nav xalkê de Nisêbîn ku Cizîra Botan ji di nav herême wê de, di nav xalkê de heyemên berê, weke "Welatê Þahmaran" ji hatiya bi nav kirin. Li Nisêbînê û Cizîre botan û li dore wan, heya sadsala 19 û 20 ji, ti malên ku bê wêneyên Þahmaran ne bûn. Di her civatên xalkê de wêneyên Þahmaran dihatina dalaqandin.

Li van herêmên Kurdistanê, gelek kevneþopî bi hebûne vegotin û Þahmaran bixwe, hatina afirandin. Xalk, haya demên dawiyê bi wan jîn bûya. Deme ku li civatekê rûniþtin bûbana, pêþî li ser Þahmaran axiftin dihata kirin. Ku bahs nehatina kirin, weke ku ne dibû. Lê bi vê yekê re, ku baweriyê ve girêdayî divêt ku mirov bêje ku baweriyeka mazin bi Þahmaran ve dihata ser ziman. Vegotina Þahmaran ji. li herême bi gelek dev û vegotinên jev cuda dihata vegotin. Piþt dirêj dihata vegotin. Ji ber ku ji aliyê hizrî ve, weke nêzîkatiyaka olî hatiya ser ziman û pir mazin û bi rêz hatiya ser ziman, Piþtre ji, pir di nav xalkê de bicih bûya, Êdî ne tenê di nav kurdan de di nav xalkên herêmê yên din de ji bi cih bûya û weke hizreke baweriyê ew ji bi bandûr kiriya. Bi vê yekê mirov karê bêje ku piþtî deme Mîtanî û Hûrîyan re, her xalkê ku derketiye û an ji têkiliyek bi herêmê re daniya, vê vegotinê bandûr li wan û hzir û baweriya wan kiriya. Bi vê yekê weke baweriyeka Mîtolojiye Mesobotamya li herêmê di nava xalkan de bi varsiyonên xwe yên cûr bi cûr û cuda bicih bûya. Weke destana Rûstemê Zal ku tenê di nav kurdan de dihata vegotin û piþtre ku Firdewsî ew nivîsand û piþtre di nava xalkê pers de ji bicih bû, her weha wilo ev vegotin û dîrok bi hizir û baweriya bi xwe re bicih bûya. Bi heman nêzîkatiyê mirov karê bêje ku mîtolojiya Yewnanî ji bi bandûr kiriya. Ve vegotina herêmî, hin varsiyonên xwe de di vê Mîtolojîyê de ji çêkiriya.
 
  Kevneþopîya Þahmaran
Li Kurdistanê, divêt ku mirov bêje ku kevneþopîyeka Þahmaran, ku ji gelek aliyan ve tê ser ziman heya. ne tenê weke mîtolojiyekê tê ser ziman. Ji wê zêdetir û maztir tê ser ziman. Di her malên kurdan de wêneyên Þahmaran, ku li ser Xaliçeyên Þahmaran ên hêtan hatina çêkirin û bi hêtan ve hatina dalaqandin hene. Ev alî, aliyekê vê kevneþopîyê têne ser ziman. Di jiyanê de, li gor her komên civakê Þahmaran binirx hatiya kirin. Ev yek ji dide nîþandin ku Þahmaran ne tenê bi nirxekê heya. Ne tenê weke kevneþopîyekê heya. Ev yek dide Nîþandin ku weke hizreke pîroz di nav xakê de heya. Bi vê yekê Þahmaran li ser lingan maya. Li Kurdistanê Naqþkirin bi çêkirine wêne Þahmaran re bi nirx dibe. Hinekî bihêja û pîroz tê berçavan û ser ziman.

Bi xalîçe û tiþtên ku bi nav û wêneye Þahmaran têne naqþkirin û çêkirin, aliyekê nirx û kevneþopîya bi Þahmaran de tê ser ziman. Lê aliyê dî ji bi ve gotin û pîrozkirinê re tê ser ziman. Pir mazin tê ser ziman. Deme ku bahs Þahmaran tê kirin, pir li ser tê sekinadin û hêjabûnak tê dayîn jê ra. Li gor vê yekê pê re baweriyekê tê ser ziman. Ji gelek aliyan ve vegotinên ku li ser hatina afirandin û vegotinên ku bi van vegotinan ve hatina zêdekirin û afirandin ji hene. Hemû ji yên demên berê ne. Di wan vegotinan de hinekan ji wan de ji aliyê Þahmaran yê ku weke jineke pir xweþik hatiya afirandin, weke zilem ji hatina nîþandin. Bi vê yekê zêdebûn hatina kirin. Vegotinên li ser Þahmaran yên li aliyê Rojhilatê Kurdistanê de gelekan ji wan, têde aliyê mirov "mêr" ji hatiya nîþandin. Lê ji wî aliyê ve her ku çend wêneyên ku aliyê mirov mêr in, hatina çêkirin ji, lê ew wêne wilo zêde derketina pêþ di nav xalkê de. Ji ber ku li ser wêneyê Þahmaran, ku aliyê mirov jin e, pir pîroziyeka mazin hatiya çêkirin û ew pîrozî ji ji aliyê bandûriyê ve pir mazin û bi bandûr bûya. Ev alî ji, weke aliyekê din yê vegotina Þahmaran derkete pêþ. Her afirandinên ku di nav xalkê de li gor çanda Þahmaran bi ve gotina Þahmaran ve hatina afirandin di nav xalkê de mazin dihatina vegotin û ser ziman. Navende Çanda Þahmaran û afirandinên bi wê ve ji, Nisêbîn û Cizîra Botan bû.

Ji aliyê hizrî ve, ku di vegotina Þahmaran de, ku bahsa deme ku ew jin bûya ku tê kirin, weke demeke di aramî û aþtiyê de tê ser ziman. Di naqabîna mirov û ajalan de ji ew aramî û aþtî heya. Mar bi ti mirovî ve nadin. Mirov ti marî ne kujin. Her weha herkesek li ber hevdû di baþiyekê de ya. Di ve gotina Þahmaran de ev yek pir mazin derdikeve pêþ. Lê bi vê yekê re du hizrên din ji derdikevine pêþ. Ew ji her weha yek bêbaxtiya mirov e, û ya din ji her weha xamginiye dilê Þahmaran e. Di nav xalkê de ji, deme ku bahsa xamginiya dil Þahmaran dihata kirin, pêre xamginiya dilê mirov dihata ser ziman. kengî dilê yekî xamgin bû, hingî ew xamginî dihata ser ziman. Deme ku yekî li yekî dî bêbaxtî ji kiribana, di cih de hingî, ew bêbaxtiya ku hatiya serê Þahmaran dihata bîra mirov. Di wê heyemê de ji, pir bahsa wê dihata kirin. Bi ve yekê re Çanda Þahmaran afirî bû. di nava kurdan de jinên ku daq li ser li laþê xwe çêkirin, keçikên ku naqþ dikirin, di naqþkirinên xwe de Þahmaran bi kar dianîn. Çi di Mîtolojiye Þahmaran de tê ser ziman, bihizir bê an ji bi wênegerî bê, di naqþan de dihata afirandin.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org