SALAHADÎNÊ EYÛBÎ

 

 

Abdusamet Yigit

 

    

 

 
    .. ""..Sadsala 10. min, deme ku dem têyêde, êdî demeke nû dest pê dike. Di serî de, em bêjin, hê ku di sadsala 9. min de, ev deme nû di aslê xwe de dest pê kiriya. Avabûna dewlete Kurd ye Merwanî, mirov karê weke wê destpêkê li Kurdistanê bêne ser ziman. Dewlete Merwanîyan, li Kurdistanê, ji aliyê kevneþopîye ve demeke nû ya. Berî hîngî, li Kurdistanê gelek dewletên ku hatina avakirin hene. Di demên berî zayînê de her weha mirov karê bêje ku pir dewlet hene. Dewlete kurd ye berî zayînê ye dawi ye Mediya ya. Piþtî ku Mediya dike, piþtre, ji aliyê serweriyê ye bigiþtî ve, demeke nû dest pê dike. Deme persan, bi aqamanîþan di demên berê zayînê sadsala 3. min de di demên piþtî zayînê de bi Sasaniyan hata sadsala 5. min û 6. min wan berdewam dike. Lê di wan deman de ji, kurd bi serê xwe ne. Serweriya xwe li ser axên xwe dijîn. Bi nirx û kevneþopîyên xwe dijîn. Piþtî zayînê, bi hatina musulmantiyê re, demeke nû weke ku li her derî dibe li Kurdistanê ji dest pê dike. Hata hatina deme Merwanîyan, ew dem, êdî bi serweriyaka mazin hebûna xwe didine berdewam kirin. Merwanîyan, di deme Merwaniyan de, weke ku êdî bigiþtî serektiya îslemiyetê girtina dest li wan hat. Her weha weke ku demek bû. Di deme Merwaniyan de, çend ku xelîfetî ne di destê wan de ji bû, lê dîse wilo jîn dibûn. Lê di deme Salahadînê Eyûbî de, wê ev yek weke ku bi wî bi gihê asta herî bilind. Ew pêvajoya ku bi Merwaniyan re mazin bûya, êdî bi xwe re digihêne astaka pir mazin. Di wê deme wî de, du navend afirîne. Li ber rêveberiye Abasiyan, Baxda ji weke navendeka xelîfetiyê derketiya pêþ di herême de. Di wê demê de, xelîfê ku li baxdayê li pêþ e, Mustarût e. Mustarût, ji kurdekî bi navê Behrûz li cem wî weke ku karekî weke karê aqildantiyê dike aqil digirê. Her weha mirov karê bahsa wî bike. Li Kurdistanê, bi vê yekê re, mirov karê bêje ku rewþek tê berçavan. Di wê demê de, di deme kin de du qatbûn, weke ku bi çêbû bû. Hingî Salahdînê Eyûbî ji, li herême botanê ya. Li wir, ku navende wê herême botanê hata þamê bê, di bin siltantiya Siltan Nûredîn de bû. Salahadînê Eyûbî, hingî, wilo Zêde ne mazin bû. Hê xurtek bû. Lê amê wî Þerkoh, mirovekî ku li ser xwe bû. Mirovekî ku pir mazin li ser xwe bû. Weke kud dihata gotin, ji aliyê zanebûnê ve ji mirovekî ku pir bi zane bû. Bi vê yekê bahsa wî dihata kirin û rêz ji jê re dihata girtin. Salahadînê Eyûbî, di deme ciwaniya xwe de, li hinekî herêmên Kurdistanê yên din ji dimêne, ji xaynî herême botanê. Li herêmen Bahdînan dimêne. Di wê heyemê de, Mirovekî ku pir bizane û navê wî hebû li wir mîr bû hebû. Ew ji mîr Zengî bû. Mîr Zengî Baþûr û Rojhilat di bin mîrîtiye xwe de kiribû yek. Bi vê yekê, navê wî ji derketibû. Salahadînê Eyûbî demeke dirêj bi dê û bavê xwe re li wir li cem wî ji tê gotin ku dimêne.
    Jiyana Salahdînê Eyûbî, li Kurdistanê, xwediyê hebûneke pir mazin e. Ew pir mazin dijî. Wî kevneþopî û nirxên xwe baþ fahm kirin. Wî hizir û awayê baweriyê ye li berdiclê û berfiratê bi hebûne xwe pir baþ fahm kiriya. Li gor wê jî dijî. Bi vê yekê re, mirov karê ku ew mirovekî pir mazin e. Wî, çand û kevneþopîye ku ji Nebî nuh dest pê dikir û hata Birehim Xelîl hatibû, pir mazin fahm kiribû. Kalkê wî Þadî ji, di derbarê wê kevneþopîyê de pir mazin ew bizane kiribû. Zanebûnaka mazin di serê wî de dabû çê kirin. Salahadînê Eyûbî ji, ew zanebûna ku wî dabûyê de, wî di serê xwe de dabûbû rûnandin. Li gor wê dîjî. Li Kurdistanê, di wê kevneþopîye binirx ye ku hebû de, çawa hizirkirin, li çi hizrî jîn kirin û çawa jiyana xwe jînkirin, pir girîng bû. Divîyabû ku van hersê xalan hevdû temem kiribana di jiyana mirov de. Diviyabû ku mirov çawa bawer kir, li gor wê jîn ji kiribana. Li zanebûne xwe bi kirinbûn, xosletekî ku ji mirov dihata xwestin bû. Her weha divêt ku mirov bêne ser ziman. Jiyana mirovên zane, her weha bi vê yekê li wan dihata meyîzendin û di derbarê wan de mirov dibûna xwe hizir. Mirovek, deme ku diaxift, piþtre li kirina wî dîhata meyîzendin, ku ka weke gotina xwe ye ku kiriya di kirina xwe de. Bi vê yekê lê dihata meyîzendin. Ku kirin û gotin lev derket, êdî ew mirov weke mirovekî baþ dihata ser ziman û bahsa wî dihata kirin. Bahsa wî biqancî dihata kirin. Salahadînê eyûbî ji, her weha mirovekî ku kirin û hizre wî yek bû. Weke xwe bû. Di jiyana xwe de ew wilo bû. Piþtî ku ew mazin dibe, êdî ev yek bêhtir derdikeve pêþ pê re. Bêhtir ew tê berçavan. Piþtî ku tê deme ciwaniya xwe, êdî li herême botanê bicih dibe. Li wir, jiyana xwe dide berdewam kirin. Hingî, þam ji pêve girêdayî bû. Rêveberiye li ser serê herême botanê, þam ji di bin serweriye wê de bû. Malbata Salahadînê Eyûbî ji, li ser wê yekê pir serwer bûn. Li herême botanê pir serwer bûn. Li pêþ bûn.  Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku rêveberiya herême di destê wan de bû. Salahadînê Eyûbî bixwe ji, deme ku tê deme ciwaniya xwe, hê ku 23 salî ya, serektiya herême botanê û þam ji ku di nav de dikeve destê wî de. Lê di wê deme ku rêveberti dikeve destê wî de ji, hê ji siltnê bi navê Nûredîn sax e û Salahadînê Eyûbî, ji ber ku xwediyê ahlaqekî baþ bû, wilo zêde nexweze ku derkeve pêþ. Mirovekî ku xwe ji xwe maztir ne di dît bû. Wî di jiyana xwe de, bizanebûn û bi ahlaq gavên xwe diavêt. Di serê xwe de, ew xwediyê felsefeyeke ahlaqê ye pir paqij û mazin bû. Bi vê yekê ji, pir mazin tê nas kirin.
      Jiyana wî, di deme ciwaniye wî de, dikeve demeke nû ye xwe de. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku jiyana wî pir mazin pêþketi bû. Li gor ahlaqê xwe yê ku ji dê û bavê xwe û ji mamosteyên xwe yên bizane hilda bû ji, pir mazin jîn dibû. Li herême, çend zanistên mazin hebûn, Salahadînê Eyûbî bi wan re rabûbû û rûniþti bû. Ji zanebûna wan û ahlaqê wan hinek girtibû. Bi vê yekê ji, divêt ku em wî bênine ser ziman. Zanebûna wî, zanebûnaka pir mazin bû. Ahlaqê wî, pir pêþketi bû. Di vir de, divêt ku rm bi vê gotinê re, gotinaka din ji bênine ser ziman. Ew ji her weha hebûne têgihiþtin ahlaqê bû. Di wê kevneþopî û hizre wê de ahlaq, pir mazin li pêþ bû. Hebûneke wê ye bihizir li pêþ bû. Deme ku mirov wê kevneþopîye berdiclê bêne ser ziman, ku ji aliyê olî ve ji bê, divêt ku di serê mirov de têgihiþtineke biqasî ku di derbarê teolojîye olî de di serê mirov de heya, di derbarê hebûne ahlaq û zanista wê de ji di serê mirov de hebe. Ahlaq, bi gelek xosletên xwe ve hê baþ ne hatiya fahm kirin. Pergala ahlaqê pir mazin pêþketiya. Wê pergalê pêþketinên olî ji bi rê ve dibirin. Lê piþtre, ku hizre olî derdikete pêþ ji, nêzîkatiya xwe ye ahlaqî li gor wê hebûnê çê dikir. Bi vê yekê re, divêt ku mirov wê têgihiþtinê wê, pir mazin fahm bike. Ahlaq, li wir pêþketinê bi pergal bi rê ve dibe. Hebûna ahlaqê bi felsefeyeke mazin ye pêþketinê li ser lingan bû. Bi vê yekê re, di civat û di nav xalkê de bi pergal pêþketî bû. Deme ku mirov bahsa hebûne ahlaqê bike li berdiclê û berfiratê, divêt ku mirov pir bizanebûn û binirx nêzîkatiyê bike. Ahlaqê vanderan, yê pêxemberan e. Her weha divêt ku mirov bêne ser ziman. Bingihe ahlaqê berdiclê ji Nebî Nuh tê ser ziman. Ew têde weke xalaka pir mazin yê kifþkirinê ya. Piþt wî re, bi wî û pêþketine piþtre hata deme Birehim Xelîl yê berfratê mazin pêþ dikeve. Bi vê yekê re, di wê xata wan ye ku di riya hevdû de dimeþîn, ahlaqê Nebî Nuh û Birehim Xelîl digihine hevdû. Demên piþtre ji, ew giîne li hevdû, bi nirx û kevneþopî pêþketinên piþtre çê dike. Her weha mirov divêt ku bêne ser ziman. Ji ber çi di vir de, me cih da hebûne ahlaqê? Ji ber çi aliyekî Salahadînê Eyûbî yê ahlaqî heya û ew aliyê wî yê ahlaqî ji digihê wê xata ku ji Nebî Nuh dest pê kiriya û hata deme Birehim Xelîl hata, digihê wê di wî de. Bi vê yekê re, mirov karê Salahadînê Eyûbî, ji aliyê ahlaqê wî ve, weke ahlaqvanakî wî xatê ji bêne ser ziman. Bi vê yekê re, wê bi wî re felsefeyeke ku bi hebûne rastteqîniye rasti û jiyanê tê ser ziman, wê bi wî biwa te bibe û were ser ziman.
     Felsefe, ji bûna xwe re, hertimî ahlaqekî dixweze.Bê ahlaq felsefe ji nabe.Divêt ku mirov vê yekê ji bêne ser ziman.Di çerçove ahlaqekî de dibe.Felsefe, bixwe, deme ku têne ser ziman, jiyana û hebûne jiyanê têne ser ziman. Felsefe, di jiyanê de, bixwe, têgihiþtinê jiyanê ye hizrî ya. Divêt ku mirov vê yekê di vir de, di serî de kifþ bike. Li ber diclê, her weha, felsefe, hertimî di ahlaqekî de û di çerçove ahlaqekî de dibû û pêþ diket. Bi vê yekê re, mirov divêt ku xosletekî felsefe berdiclê û berfiratê û felsefekirina berdiclê û berfiratê bêne ser ziman. Hertimî pergala ahlaq li pêþ e. Ji deme sumeriyan ve, hertimî zanistên mazin derketine, lê gelek ji wan zanistan ji, î ro, navê wan ji nayê zanîn. Yên deme sumeriyan, î ro ji, weke zanistên bênav an ji "nivîskarên bênav" têne binavkirin. Sedemeke vê yekê ku bi hebûne felsefe ahlaqê wê û pergala wê ve girêdayî heya. Divêt ku mirov vê yekê her weha pir baþ û qanc kifþ bike. Di nêzîkatiya hebûne felsefe hizir û ahlaq de, berfirat û berdiclê, hertimî dixweze kurbûnê jîn bike. Ku di kurbûna xwe de giha astakê ji, di wê astê de ji, dise dixweze hê kurtir bibe. Her weha xwediyê nêzîkatiyaka jiyankirinê ya di hebûn û hizre xwe ye jiyanê de. Bawerî, ji ber vê yekê, divêt ku li ber vê yekê pir baþ û qanc were têgihiþtin, Biqasî ku bialiyê wê yê olî ve, wilqasî ji bi serê xwe, pêdivî pê heya ku bi pergalî dîrok û dîroke pêþketine xwe de li gor têgihiþtin xwe ye deman û dîroke wê were têgihiþtin. Her weha ev yek, pir girîng e ku mirov li ser wê yekê bisekinê. Dem, hata ku tê deme Salahadînê Eyûbî, her weha mirov karê bêje ku pêþketineke mazin bûya. Kî, di wê pêþketin û têgihiþtinê de di dîrokê de derikeve pêþ. Yên ku bi xwe re bi deme xwe re, dem û bi demê re nêzîkatiyaka nû pêþxistine û dana jînkirin û berdewam kirin, wê binav hebin. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku felsefekirin li ber diclê û firatê, ji mirov ast û pîlekê dixweze di jiyan û pêþketin û têgihiþtinê de. Hizreke mazin bi gotinaka ku di nav xalkê de tê ser ziman kurd tênine ser ziman, ji wê kevneþopîyê. Ew gotin ji, her weha ev ê. Di deme ku zarokak diçê cem seydeyê xwe ku bixwêne, di destpêka xwandinê de jê re tê gotin ku "divêt ku ti ji zanebûn û asta seyde xwe bi buhurê û têgihiþtin û pêþketine xwe re. Ku ti buhurtî, hingî, mirov wê karibe bêje ku ti li gor wê perwerde û asta ku seydeyê te daya te ti pêþketî û tê êdî pêþ bikeve di demên xwe yên pêþ de".Ev gotin, rastiyaka felsefe wê berdiclê û berfiratê binirx û kevneþopî têne ser ziman.Felsefekirin û hizir anîna ser ziman û di vê yekê de di nav xalkê de û di jiyanê de mazin bûn ji, bi vê yekê her weha dibêt.Ev yek, weke ast û radayaka wê felsefe û felsefekirinê ya.
     Salahadînê Eyûbî, di vê yekê de derdikeve pêþ. Ji ber vê yekê ya, ku pir mazin bi nirx tê ser ziman. Mirov têne nikarê wê mazin bûna wî bi tenê ol û olê de bicihgirtina wê re bêne ser ziman. Ji wê zêdetir, her weha ev yek û ahlaq heya. Ev ahlaq, weke weke hebûneke felsefeyî, di jiyanê de afrêner e. Divêt ku mirov vê yekê her weha bêne ser ziman. Wî di xwe de hizir û baweriya, bitêgihiþtin kir û bi wê têgihiþtinê ji, bi nirx û kevneþopî kir û anî ser ziman. Wî di astakê de hebûn û hizre xwe ye ku anî ser ziman raxista berçavan. Bi vê kevneþopîyê ew tê berçavan û ser ziman. Salahadînê Eyûbî, di aslê xwe de astaka di hizir û têgihiþtine ku Ji deme Nebî Nuh dest pê kiriya û hata deme Birehim xelîl hatiya û hata deme wî hebûne xwe bi nirx û kevneþopî berdewam kiriya. Divêt ku mirov her weha wî kifþ bike û bêne ser ziman. Bi vê yekê re, ew tê ser ziman. Divêt ku mirov ji wî wilo fahm bike. Li Kurdistanê, mazinbûna wî, her weha wilo ya. Binirx û kevneþopîya. Deme ku ew asta wî ye weha tê dîtin, êdî ew tê fahm kirin. Ew, di rastiyê de di deme xwe de tê kifþkirin, lê ne ji hemû aliyan ve.Ji ber vê yekê ya êdî baweriya herkesekî lê dibe. Ji bo wî bi hezaran mirov diçine mirinê. Deme ku Amê wî Þerkoh diçê ser Qahirê de, li wir hêze wê dikeve hinekî zorê de. Ew di cih de xaberê diþêne ji Salahadînê Eyûbî re ku hêzek çêke û di cih de were alî wî, Salahadînê Eyûbî, çawa ku xaberê dihildê êdî di hundurê demeke kin de bi deh hezaran mirov lev dide hevdû û dikeve rê de û diçê alî wî.Deme ku Salahadînê Eyûbî, diçê alî wî, êdî ew di cih de biser dikeve û Qahîre ji dike serweriya xwe de. Lê hê ku ew li wir e, êrîþên ku ji rojava dihatina bi ser rojhilat de hebûn. Hin êrîþên frankan hebûn. Di wê demê de, Papayê wê demê yê serokê cihana filehan, banga çûna Kudusê dikir. Bi vê yekê re, bi hezaran leþker lev ji didana hevdû. Heya Hêzên rojhilat ji wê yekê hebû. Salahadînê Eyûbî, heya wî ji wê yekê hebû. Wezire wê demê ye li ber destê xelife ji ku navê wê Sawar bû, têkiliye wî bi hinek hêzên ku dihatina bi ser herême de hebû. Bi vê yekê re, gelek mirov ji hatibû bûna kuþtin. Êdî, Salahadînê Eyûbî, deme ku pê dihisihê, pêþî tiþte ku dike, þûr diavêje ser wî û serê wî jê dike û wî dikujê. Ev bûyar, li herême deng divede. Lê Salahandînê Eyûbî vedibêje ku ka wî ji ber çi serî wî firand. Piþtre, ku amê Salahdînê Eyûbî, li Qahirê, bi serwerbûna xwe re bicih dibe, êdî Sahaladînê Eyûbî bi hêze xwe re divegerihê herême Botanê, careka din. Lê deme ku tê, êdî di serî de gelek xaber û kalmamanên ne baþ ji devê wî têne guhê Salahadînê Eyûbî. Ji ber vê yekê ji, Salahadînê Eyûbî pir bi hêrs dibe û di cih de hêzeke mazin di afirêne û diçê bi ser Baxdayê de. Hingî, li baxdayê Kure Xelife Mustarût Mutazî li cihê wî xelifê bû. Ew ji, hê nû bû. Deme ku Salahdînê Eyûbî, diçê ser baxdayê de, di cih de xaber digihê Xelîfe mutazî û pir ditirsihê. Salahadînê Eyûbî ji, deme ku diçê, her herême ku kurdistanê ya ku ew têre diçê, lê hêze xwe hê maztir dike. Hata ku digihê Baxdayê, hêzeke ku deh hezaran diafirê di bin serkêþiya wî de. Salahadînê Eyûbî, deme ku digihê Baxdayê, êdî li wir xelîfe mutazî ji xelîfetiyê dike. Piþtre Xazîne Xelîfe ji, li ser hespan dike û diþêne qasrê. Hê hingî, di qasrê de silten Nûredîn Siltan e. Lê ew pir pîr bûya. Deme ku Salahadînê Eyûbî dikeve rê de û tê bi ser baxdayê de, ew ji nexweþ e. Di nav cihan de ya. Piþtre, hê ku Salahadînê Eyûbî li Baxdayê di seferê de ya, xaber digihê wî ku Siltan Nûredin siltan çûya ser dilovaniya xwe. Piþtî ku Salahadînê Eyûbî, xaberê dihildê, êdî di cih de divegerihê Herême. Piþtî siltan Nûredin siltan re wê kure wî Melîk Salih Îsmail bûbana Siltan. Lê ew hê 11 salî û nikaribû ku wê yekê bike. Êdî, Salahadînê Eyûbî ew siltantî ji hilda dest û bi siltan li ser serê herême giþtî.   
     Salahadînî Eyûbî, piþtî ku dibe siltan ji, êdî li herêmê serweriyaka mazin pê derdikeve hole. Amê wî þerkoh, ji xwe, hata Qahîre kiriya bin serweriya xwe de. Piþtre ji, ew ji bi bira û malbata ser diçê misre û li wir rêveberiya wir ji dihildê dest. Piþtî ku rêveberiyê dihildê dest, êdî birayên xwe didêne ser rêveberiya wir, û ji wir ji, ew ji, bi malbata xwe re tê Îskenderiya û li wir li ber avê bicih dibe. Li wir, mizgevteke mazin mazin ji diveke. Di wê deme ku li wir e, bidest nivîsandinê dike û hinekî di nivîsêne. Hata wê demê, wî çê kiriya ku di nav de, rewþe xwe bi jiyana xwe re di nivîsêne. Piþtî ku li wir nivîsêne, êdî li wir dihêla, di pirtûkxane wir. Piþtre ne bi gelek re, êdî seferan xaçîyan dest pê dikin û ew ji êdî divêt ku were herême botanê. Li herême, hêze Salahadînê Eyûbî ye ku hata wê kêlîkê hatî afirandina, hema bêja herêma bigiþtî dike nava xwe de ji, Herêmên weke Yemenê ji girêdanbûna xwe bi Salahadînê Eyûbî ve tênine ser ziman û ji ber ku vê yekê bibînine, Salahadînê Eyûbî, diçê wir û ji wir êdî tê herême botanê, careka din.Piþtre wê sefere wî ye li kudusê bi deh hezaran bawermendan wê bibe. Lê berî ku em li ser vê yekê bisekin in, divêt ku em hinekî li ser rewþe pêþketine wê deme ji hinekî li ser bisekin in. Ev yek ji, di vir de, pir girîng e. Divêt ku mirov li ser bisekinê. Divêt ku mirov ji gelek aliyan ve wê fahm bike. Lê bizêdeyî, ji aliyê hizir û baweri û nirx û kevneþopîyê ve, mirov pir li ser bisekinê. Herêm, hata wê demê, xosletekî wê yê girîng heya. Pir girîngiye dide pêþketine aqil û nivîsandina wê. L Kurdistanê, li her qasrên mîran de pirtûkxane weke nêþanaka zanebûna wan hene. Li herêmên ji din, yên ku weke herêmên araban û persan ji her weha hene. Pers û kurd, gelek demên dirêj bi hev re jîn kirina. Bi vê yekê re, gelek kevneþopîyên wan yên hevbeþ hene. Mirov karê ji bo herêmên araban ji vê yekê bêne ser ziman, ji hinek aliyan ve. Lê herêmên Persan û kurdan bi nirx û kevneþopî, her weha divêt ku mirov bi hev re li ser wan bisekinê. Ev yek, pir gîring e. Zanistên ku biaslê xwe dibêjin ku pers in, yên weke Firdewsî, destanên kurdan yên weke "Rûstemê Zal" di nivîsêne û di nav persan de dide xwandin. Bi vê yekê re, gelek nûqtên hevbeþ derdikevine hole. Gelek nirxên kurdî, warsîyona wan ye persî ji bi nêzîkatiyên weke yên Firdewsî têne çê kirin. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku pêþketineke her weha ku mirov bi awayekî mazin bêne ser ziman heya.  Li ser vê pêþketinê bi pêþketin û bûyarên k li herêmê di qawimin re, mirov divêt ku li ser bisekinê û bêne ser ziman.
     Di sadsala 9. min de, avabûna dewlete kurd ye merwanî, li herême, hinek ancam û bandûrên wê hene. Bi vê yekê re, divêt ku mirov wê mazin bêne ser ziman. Mirov nikarê dewlete merwaniyan, weke dewleteke ku avabûyî ji rêze bêne ser ziman. Ku mirov wilo bêne ser ziman, mirov wê gelek pêþketinên herême yên ku bitêgihiþtin in, û baxtê herême yê demên piþtre kifþ dikin, fahm bike. Ji ber ku ev pêþketin ji bitêgihiþtine xwe re ji werine ser ziman bitêgihiþtin, divêt ku mirov wê baþ û qanc fahm bike û analîz bike. Dewlete Merwaniyan, ancama çi pêþketin û têgihiþtinê bû? Ev pirs ji biqasî pêþketine wê ye ku bûya û ancamên wê yên ku derketine hole girîng e. Bersive wê pirsê, wê bigihêne pêþketineke bi kevneþopîye ye ku li ber diclê û firatê bûya û bi nirx û kevneþopî ya. Bi vê yekê re, divêt ku em wê baþ û qanc fahm bikin. Weke ku tê gotin, dewlete merwaniyan di sala 1077 û wan de, xurahaya ji, mirov nikarê ji pêþketinên ku bûna piþtrast bike.Ji ber ku piþtre gelek pêþketin dibin. Naqabîna salên 895-1077an wan, weke demne zêr yên wê pêþketine dewletî têne berçavan li Kurdistanê. Bandûra hebûne dewlete Merwaniyan, hê î ro ji pir baþ û qanc ne hatiya fahm kirin. Lê di vir de, divêt ku mirov di serî de tiþtekî kifþ bike. Ew ji her weha ev e. Çawa ku piþtî deme Mediyan, bi xuruxandina wan re, êdî deme Persan dest pê kir û piþtre bi demêne rêveberiyê yên weke aqamaîþiyan û Sasanîyan hebûne xwe didine berdewam kirin, di deme Merwaniyan de ji, weke ancamaka dewlete Merwaniyan, Piþtre li herêmên persan ji, ku pêþî weke dewletekê ku xanadanakê ava kiriya Sefevî derdikeve û piþtre digihê astaka împaratoriyê. Kurd, di deme Merwaniyan de, bijana deme Sahaladînê Eyûbî, demeke weha ye împaratoriyê jîn dikin. Pers ji, bi sefevîyan re, her weha demne bi navê sefevîtiyê jîn dikin. Cudatiya herdû deman ew , ku Salahadînê Eyûbî, bi mazinbûna xwe re navê xwe li deme piþtre dixe û êdî bi navê wî tê ser ziman. Êdî, weke ku demeke nû bi Salahadînê Eyûbî re dest pê dike, dibe. Her weha tê berçavan.
      Piþtî mazinbûna Salahadînê Eyûbî re, êdî têgihiþtineke mazin ye bihizir derdikeve hole. Têgihiþtin, her çend ku fahmkirin û têgihiþtinkirina wê zor ji bê, demê di wê demê de bi rê ve dibe. her weha demeke mazin tê jîn kirin. Bi nivîsandina wê têgihiþtinê ji, naskirin û binavkirina wê demê dibe. Her weha mirov karê bêne ser ziman. Deme Sefevîyan, divêt ku em di vir de, hinekî li ser bisekin in. Ji ber ku pir girîng e. Ji ber ku weke demeke berdewama demên piþtre yên pêþketinê yên li Kurdistanê ne. Weke ku çawa ku piþtî deme Mediyan jîn bû, her weha bi heman awayê di deme sefevîyan de ji jîn dibe. Dewlete Merwaniyan, hebûne xwe berdewam dike. Lê piþtre deme ku Salahadînê Eyûbî diçê seferê li Kudusê û li wir biser dikeve, êdî ew piþtre di vegerihê û tê û li herême Kurdistanê ye li Rihayê bicih dibe. Li wir, êdî "demên Xanadana Eyûbîyan" li kurdistanê xwe didine berdewam kirin. Salahadînê Eyûbî, ji ber çî wî herême rihayê ji xwe re naqand, li ser vê yekê ji hinek hizir hene. Pêþî biwan hizên ku di nav xalkê de têne vegotin bênine ser ziman, sereke. Herême botanê, ku navê dihata gotin, weke ku tê zanîn, ne tenê beþeke mazin ye bakûrê kurdistanê weke Cizîre Bota û Nîsêbêne û dore wan dikire nava xwe de. Ji wê ji zêdetir baþûr rojavayê Kurdistanê heman bêja hemû ji kire nava xwe de. Herême Rihayê ji di nav wê de dihata hasibandin. Herême Þamê ji, ku ne di nav de ji bû, lê ne weke herêmeke ku jê dûr di hata ser ziman.  Bi vê yekê re, herême Rihayê di wê demê de navê wê hebû. Kalkê Salahadînê Eyûbî ji, di demên xwe yên dawiyê de, li wir e. Ji wir, mirov karibû ku xwe birehetî bigihêne cizîre bota ji û Þamê ji. Bi vê yekê re, di hizir û têgihiþtine Salahdînê Eyûbî de, ewder weke herêmeke navend bû. Amê wî bixwe ji, rêveberiya xwe hata bi Qahîre mazin kiribû. Bi vê yekê re, ku mirov Riha û dore wê li ser dihizrê, mirov dibîne ku ji bo wê rêvebertiya wî ya navendî cihekî ku pir girîng e. Wekî ji, piþtî derketine Musulmantiyê re, Þam ji hinekî girîng bûbû. Rêveberiya Fatimiyan li wir bicih bû bû. Ewder, weke navendekê bikar dianîn. Salahadînê Eyûbî, weke ku tê xuyakirin, nexweze ji kurdisitanê ji ji welatê bav û kalan ji dûr bikeve û nexweze ji van herêm û nirxan ji dûr bisekinê. Bi vê yekê, cihê ku jê re weke navende jê re xweþ tê Riha têt. Riha Warê Birehim Xelîl ji bû. Ji wir, xwe gihandina warê Nebî Nuh Cizîre bota ji ne zor bû. Bi vê yekê re, ew li wir bicih dibe. Di deme Salahadînê Eyûbî de, bandûra Baxda ji aliyê rêvebertiyê ve zêde nema bû. Ji ber vê yekê ji, bêdengbûnak li wir li wê herême hebû. Lê piþtî wî re, êdî bi derketina xanadana sefevîyan re, êdî dîse weke ku bilindbûn û navendbûn bi wan re li wir çêdibe.Sefevî, di wê demê de, ne darezorê lê bi nêzîkatiyaka baþ gelek mîr siltanên kurd yên wê herême dikiþênine cem xwe. Di wê demê de ji mîrên pir mazin re siltan dihata gotin. Li herêmên baþûr û rojhilatê kurdistanê ji, ev bêja pir mazin dihata bikar anîn ji aliyê kurdan ve. Deme Demên Eyûbîyan, ne nêzîkatiyaka serweriya ye rêvebertiyê de dimeþîn. Di nêzîkatiyaka kevneþopî de dimeþîn. Bi vê yekê re, ev serwer in. Li kurdistanê ji, di wê demê de, ji xwe, serwertiya herî mazin ji ev yeka ya. Ew bi vê yekê bûna serwerê kevneþop yê kurdistanê. Li herêmên persan û herêmên baþûr û rojhilatê kurdistanê ji, ji ber ku þiîtî ji pêþketibû, zor nabe ji rêveberiya persan re ku di nav wan û xwe de hevgirtinaka herêmeî bikin. Piþtre, ne bi gelekî re rêveberiya sefevîya ku derdikeve, êdî ku ew herêmên kurdistanê ji di nav de, hata herême Baxdayê serweriya dike û mazin dike. Bi vê yekê re, êdî derketine persan dîse dibêt. 
   Derketina Sefevîyan, li herêmedi aslê xwe de ji destpêkê rewþeke nû ya. Her weha divêt ku mirov bêne ser zimên. Di derketina wan de rêveberiya sefevîyan de, hevgirtinaka kurd û persan ji weke ye demên piþtî deme Mediyan heya. Bi vê yekê re, mirov karê wê hevgirtinê, weke hevgirtinaka nû ye demê ji bêne ser ziman. Ji xwe wilo ji ya. Hata wê demê, di hevgirtinên nava kurd û persan de, hertimî nirx û kevneþopîyên wa yên ku bi hev re afirandina bûne bingeh. Di wê demê de ji ev yek wilo ya. Dem, bi sefevîyan tê deme Þêx Îsmail, ew hevgirtin, pir mazin bûya bingihê pêþketineke mazin di qada rêvebertiyê de. Lê di vir de, ku di deme piþtî deme Mediyan ye duyemin ye piþtî ye aqamanîþiyan di deme Sasaniyan de bû, dise wilo zêde pers derdikevine pêþ di rêvebertiyê de. Ev yek, êdî di nav kurdan de dibê sedeme hinek nexweþiyên ku hin bi hin êdî rû didin ji, Herêmên kurdan yên weke yên bi navê Kurmaþan, hekmetenê, Urmiye, Þivan û hwd, hin bi hin wê nexweþiya xwe pir mazin radixina berçavan. Rêberiya sefevîyan ji wê yekê dibîne. Di deme Þêx Îsmail de bi aliyekî levkirin û bi aliyekî çûna ser hinek herêmên kurd de, deme wê di buhurê. Lê deme Muhammed xudabendî pir zêde êdî zor li hevberê kurdan tê bi kar anîn. Çûna bi ser herême Þîvanê de û li wir kuþtina bi hezaran kurd, dibe sedeme raperînên din yên kurdan li herêmên din yên kurdan. Kurd, piþtre weke ku werine xwe li wan têt. Êdî piþtre, sadsalên 13. min, 14. min û 15. min yên ku kurd nexweþiya xwe didine rû û serhildanên wan li wê herême li ber rêveberiya sefeviyan dibe. Di serî de, wê rêveberiya sefevîyan ye ku ku gotibû wê hertiþt bihev re û wekehev bê, piþtre di nêzîkatiya xwe de hemû tiþt bixwe kiribû. Ev yek ji, bûbû bû sedeme þer û pevçûnan. Li Kurdistanê, li herêmên din ji, herêmên weke herême botanê û herême bandînanê ji, hinekî rewþ xweþ bû. Ji ber ku ev herêm di aslê xwe de weke dewlet bûn û wilo jîn dibûn. Di dewletekê de çi sazi û pêdivî heban û pêdivî bi çi heba, di wan de ji hebû. Bi vê yekê re, divêt ku em hinekî li ser wan herêman û rewþ û pêþketina wan ji bisekin in. Bi vê yekê re, divêt ku em careka din ji deme Êlî herîrî bigirin û ji aliyê pêþketin, têgihiþtin û hizir ve bênine ser ziman. Ev ji, bi vê yekê ve û bi van pêþketinan re girîngiyeke wê heya. Bi mirovên weke Êlî Herîrî(ji Semzînanê ya) û þêx Welid(ji Sêrt ê ya) ku zanistne kurd yên wê demê ne û yên ku di deme hev de di sadsala 11. min wan de jîn bûna, demeke nû ye têgihiþtinê di nav waqas pêþketinan de dibê û derdikeve holê.Bi sadsalakê piþtî wan re þêx teymiyê Heranî li heranê li Rihayê derdikeve. Ew ji, weke wan ne û ji heman nirx û kevneþopîyê ya. Hê weke van zanstan gelek zanistên din yên kurd di demê de hene. Li herême botanê li Cizîre bota li hevkombûnaka wan ye mazin heya. Her weha ev mirov hemû ji, axlabê wan, yên ku þêx in û xwedi dergaha in. Bi vê yekê re, emê li ser dergahan ji bisekin in û weyne wan ye di demê û pêþketin û têgihiþtine kurd de bênine ser ziman. Her weha ji gelek aliyan ve divêt ku mirov li ser vê demê bisekinê û bêne ser ziman. Divêt kuu mirov fahm bike. Ji ber ku wê pêþketin û têgihiþtine wê demê ye ku diafirê, wê demên piþtre yên pêþketin, têgihiþtin û bi rê ve çûnê yên kurdistanê biafirênin û biadilênin. Bi vê yekê re, mirov divêt ku mirov bêje ku ev dem pir girîng e, ku mirov li ser bisekinê û fahm bike. ..""..

   

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org