|
|
-
-
-
Ahmet
DERE
-
-
-
-
-
-
- Ji
sala 1999’an vir ve gelê kurd 15’ê Sibatê weke rojeke reþ
dibîne û komploya navneteweyî þermezar dike. Sala îsal jî
roja 12’ê Sibatê heman komplo li bajarê Strasbourgê careke
din tê þermezarkirin. Ez baþ dizanim ku wê bi hezaran Kurd
tevlî meþ û mitîngê bibin.
-
- Komploya
navneteweyî tenê lidijî kesayetiya birêz Öcalan pêknehatiye,
ew her wiha lidijî vîna gelê kurd û rûmeta wî hate
lidarxistin. Jiber vê rastiyê Kurd 15’ê Sibatê weke roja reþ
dibînin û li birêz Öcalan xwedî derdikevin.
-
- Dewleta
tirk û hevalbendên wê çi ji destê wan hat kirin daku gelê
kurd wateya vê rojê jibîr bike. Lê belê digel ku ev 11 sal in
diborin Kurdan heman komplo jibîr nekirin û ji her salê zêdetir
ew wê þermezar dikin. Tenê li Ewropayê ne, ev çend rojin li
Kurdistan û li Tirkiyeyê jî cur be cur çalakî çêdibin. Ez
bawer im wê rêzeçalakî heya demeke dirêj bidomin. Hewldanên
hikûmet û ên dewleta tirk wê nikaribin pêþî li têkoþîna
Kurdan bigirin.
-
- Li
gorî ku em diþopînin, ji hefteya borî vir ve hêzên
ewlekariya dawleta tirk dest bi girtina Kurdan kirine. Bi taybetî
bi giranî cîwan têne girtin. Ev jî xûya dike ku dewlet ji hêza
gelê kurd ditirse û bi hefteyan pêþ de dixweze tedbîran
bigire. Lê ev jê re nabe çareserî, çawa ku heya niha hemû
zor û zexta dewleta tirk nikaribûye pêþî li têkoþîna
Kurdan bigire, wê ji vir û bi þûn de jî sernekeve.
-
- Rapora
Parlemena Ewropayê
-
- Derdorên
ku diþopînin baþ dizanin ku Komisyona Ewropayê û Parlemena
Ewropayê her yek salê carekê raporekê di derbarê Tirkiyeyê
de amade dike. Armanca van saziyan ew e ku, bi rêya van raporan
rewþa Tirkiyeyê ji raya giþtî re aþkere bikin û bi awayeke
vekirî rexneyên xwe bînin ziman e.
-
- Rapora
Parlemena Ewropayê roja îro, 10’ê Sibatê, li Strasbourgê
hate niqaþkirin. Li gorî ku min þopand di navbera niqaþên îsal
û ên sala borî de zêde ferq tinebûn. Pir parlementeran gotinên
xwe ên sala borî dubare kirin. Di nava rexneyên wan de gotina
herî zêde hate bikaranîn a « Kibris »ê bû. Rewþa
mafê mirovan û pirsgirêka kurd tenê ji aliyê çend
parlementeran ve hate ziman, ew jî bi awayeke pir seranser.
-
- Digel
qedexebûyîna DTP’ê û ji hezarî zêdetir girtiyên siyasî
ku di nava þeþ mehên dawî de li Tirkiyeyê çêbun, mixabin di
rapora xanim Oomen Ruijten Ria’yê de zêde tiþteke berbiçav
tine. Çend gotinên ku di vî derbarî de hatine nivîsandin jî
bi armanca ku bidin diyarkirin PE’ê rewþa Tirkiyeyê diþopîne
ye.
-
- Ez
vê Parlemenê ji sala 1993’an vir ve diþopînim. Di salên
1990’î de, bi taybetî di derbarê pirsgirêka Kurd de, zimanê
endamên wê baþtir bû, di wan salan de hin biryar jî dahatin
girtin. Piþtî ku Tirkiye weke welateke berendam hatiye naskirin,
mixabin rêbazên heman saziyê bi durûtiyê dije bûne. Axiftinên
ku îro hatin kirin jî bi durûtiyê tije bûn. Heman rapor wê
sibê, roja 11’ê Sibatê, di civata giþtî a PE’yê de were
erê kirin û ji raya giþtî re aþkere bibe.
-
- Di
vî warî de bêguman kêmasiya saziyên Kurdan hene, lê belê
xala herî girîng ew e ku YE’yê bi awayeke durust nêzîkê
gelê Kurd nabe.
-
- Ahmet
DERE / 10.02.2010
-
-
-
-
|
|
|