|
|
-
-
-
Ahmet
DERE
-
-
-
-
-
-
- Careke
din me baþ dît ku welatên Yekîtiya Ewropayê pir durû û zalimane
nêzîkê Kurdan dibin. Parastina demokrasiyê û mafên mirovan tenê
ji bo berjewendiyên wan dikevin rojeva wan. Ev nêzîkatiya Ewropayê
ji mêj ve heye û bi awayeke pir zirav dahate meþandin. Lê belê,
bi operasyonên ku vê dawiyê pêkhatine ve YE’yê bi awayeke pir aþkere
siyaseta xwe dimeþîne.
-
- Bi
operasyona ku li Belçîkayê pêkhat ve baþ derkete holê ku YE’yê
bi her awayî di xizmeta Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) de
ye. Çawa ku birêz Murat Karayilan daye xûyan, ev operasyon li gorî
projeya Amerîkayê pêkhatiye. Tenê Belçika, Fransa û Italya di
nava heman kiryarê de tinene, hemû welatên YE’yê di vî derbarî
de bi yek gotinê tevdigerin. Lewre ev operasyon ya DYA-YE’yê ye.
-
- Dema
pêkhatina vê operasyonê jî pir girîng e. Di aliyekî li Amerîkayê,
de Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Nûneran de pêþniyazbiryara
di derbarê Komkujiya Ermeniyan de hate erêkirin, di aliyê din de jî
di rojeva YE’yê de hin pîlanên neyênî di derbarê pêvajoya
Tirkiye-YE’yê de pêþdikevin. Her du mijar jî reaksiyona Tirkiyeyê
dikêþînin ser xwe. Ji bo asta reaksiyona Tirkiyeyê nermtir bikin,
Amerîka û Ewropayê bihev re vê operasyonê kirine rojeva xwe. Qasê
ku tê xûyan ev operasyon wê hê jî bidome û weke helwesteke lidijî
hemû Kurdan pêþbikeve. Lewre divê hemû Kurd di vî derbarî de þiyar
bin û bi her awayî bitekoþin.
-
- Tê
zanîn ku hemû Kurdên hatine girtin bi salan e li Ewropayê karê
siyasî û rewþenbîrî dimeþînin. Ne Remzî Kartal, ne Zubeyir
Aydar, ne Hecî Ehmedî û ne jî ên din di nava xebateke îlegal de
cih negirtine. Heke suçeke hebe ew jî xebata ji bo gelê Kurd e. Ev
xebat jî parastina rûmeta gelê me ye.
-
- Ev
cara yekemîn nîn e ku polîsê Belçîkayê dikeve bûroyên Televîzyona
Kurdan û heman saziyê krîmînalîze
dike. Her dema ku Ewropayê xwestiye mesajekê bide Tirkiyeyê Belçîka
ketiye dewrê û li hemberî saziya gelê Kurd þîddet bikar aniye. Bê
guman dewleta Belçîkî û her wiha YE’yê baþ dizanin ku Televîzyon
ji bo Kurdan tiþteke pir biwate ye û ew bi keda sedan hezaran Kurdan
li ser nigan disekine. Krîmînalîzekirina ROJ TV’yê ji bo wan girîng
bû daku ew dizanin cihê heman saziyê ligel Kurdan pir cuda ye.
-
- Ez
helwesta gelê me ku li ROJ TV’yê û li siyasetmedarên xwe xwedî
derketin pir baþ û di cih de dibînim. Divê gelê Kurd ti mecal
nede Ewropiyan ku ew destên xwe dirêjî nirxên me bikin. Heke Ewropî
di helwesta Kurdan de qelsiyeke bibînin ew ên bikevin nava hewldanên
qirêjtir.
-
- Dibe
ku hin Kurd, di vê demê de, di malên xwe de bêdeng û rehet rehet
rûdinên. Dibe ku ew dibên « Mehrê ku bi min venade bila
hezaran salan bijî » Lê belê ez dibêm bila ew jî bizanibin
ku her demê li derên xeter de kesên fedekar û birûmet cih
digirin, lê ji bo duþmin her kesê ku ji xwe re dibêje « ez
Kurd im » xeter e û rojekê wê dor bibe ya wan jî. Lewre nîþandana
helwestê berpirsiyartiya hemû Kurdan e.
-
- Ev
operasyon ne ya destpêkê ye û ne jî wê bibe ya dawî. Têkoþîn
didome, divê herdem bidome.
-
- Ahmet
DERE /
07.03.2010
-
-
-
|
|
|