|
|
- Guherîn,
Samîmiyet û Dewleta Tirk
-
-
-
Ahmet
DERE
-
-
-
- Roja
10’ê Mijdarê, yanê îro, li Enqereyê di Meclîsa Tirkiyeyê de
mijara « çareseriya pirsgirêka kurd » tê niqaþkirin. Qasê
ku hatiye ragihandin wê heman niqaþ du rojan bidomin. Di demên borî
de jî di bin baniyên heman Meclîsê de pirsgirêka kurd hatibû niqaþkirin
lê belê em dizanin ku ti encameke erênî nehatiye destxistin.
-
- Ev
car guftugo di demeke cuda de pêk tên. Konjonktûra niha û a demên
borî weke hev nîn in. Di qada navneteweyî de guherînên mezin çêdibin,
û ev rewþ li ser Tirkiyeyê hin wezîfeyan ferz dike. Lewre dewleta
tirk bidil nebe jî ew neçar e ku di derbarê vê pirsgirêka bingehîn
de hin gavan bavêje.
-
- Weke
tê zanîn ji meha Gulan a îsal vir ve, li Tirkiyeyê niqaþên germ
hatine destpêkirin û dimeþin. Lê belê hemû niqaþên ku têne
kirin li dora hev dizivirin. Heke AKP û dewleta Tirk di derbarê çareseriya
pisrgirêka kurd de samîmî bûna heya niha wê hin encam hatibana
girtin.
-
- Vegera
grûba gêrîla û ya penaberên Mexmûrê weke encameke van niqaþan
nikare were pejirandin. Heman veger weke jesta hêza têkoþîna gelê
kurd kete rojevê û pêkhat. Nêzîkatiya dewleta tirk a li grûbên aþtiyê
hê nediyar e, kes nizane wê ji vir bi þûn de çawa bibe. Dibe ku
endamên heman grûban, bi taybetî ên grûba Qendîlê, raberî nêzîkatiyeke
neyênî werin. Di demên pêþ de em ê bibînin ka wê çi biqewime.
-
- Di
Meclîsa Tirkiyeyê de çi niqaþ pêþdikevin bila bikevin, ez bixwe hêvî
nakim ku Tirkiye bi vîna xwe a azad ji bo pirsgirpeka kurd çareseriyekê
maqul bibîne. Çi guhertin çêbibin jî wê di bin zexta hêzên
navneteweyî de pêkwerin. AKP û hin derdorên din dibêjin ev proje ya
dewletê ye, bêguman ji heman gotinê cudatir jî ew nikarin tiþtekê
din bêjin.
-
- Li
welateke weke Tirkiyeyê bi hêsanî gavên pêþverû nayên avêtin.
Zihniyeta ku heman dewlet li ser hatiye avakirin a direwan e. Qirêjayî
a 87 salan nikare bi hin gavên sivik were paqijkirin. Ji bo vê divê
amadekarî werin çêkirin. Lê belê ne amadekariyên li ser bingehekê
rast û saxlem, qasê ku tê wuyan hemû hewldana AKP’ê ew e ku
operasyonekê makyajê pêk bîne.
-
- Hêzên
navneteweyî jî di derbarê « çareserkirina » pirsgirêka
kurd de xwediyê nêzîkatiyekê sivik in. Pîlanên AKP ji aliyê wan
ve jî tê pejirandin. Lewre
mirov dikare bêje konsepta navneteweyî bi rengekê din dimeþe. Bi
taybetî pêlên heman konseptê ên xetere lidijî KCK’ê û Abdullah
Ocalan dimeþin. Bila kes xwe nexapîne û nekeve nava xeyalan, ne Emerîkî
û ne jî Ewropî naxwezin ku bandora KCK û ya birêz Ocalan li ser gelê
kurd belav bibe.
-
- Di
van rojan de wê hin bûyer biqewimin. Gavên ku we ji aliyê AKP’ê
ve werin avêtin ji sînorên destûra bingehîn a niha derbas nebin. Di
çarçoveya heman destûrê de we pakêteke “çareseriyê” were aþkerekirin.
Bêguman gele kurd nikare bi heman gavan razî be, xurtkirina têkoþîneke
demokratîk û hemdem zêdetir ferz e. Ne dewleta tirk dikare bi
zihniyeta kevnar ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re bibe bersiv û ne jî hêzên
kurdan dikarin bi rêbazên dema borî û mentalîteya kevnar bibin
bersiva hêviyên gele kurd.
-
- Hêza
ku xwe neguherîne nikare pêþketinan çêbike. Heman xal ji bo dewleta
tirk, hemû partiyên wê ên siyasî û herwiha ji bo Kurdan jî
rastiyekê ye. Heke ev gava guherînan were avêtin ez bawer im çareseriya
pirsgirêka kurd jî dibe realîte.
-
-
- Ahmet
DERE 27.11.2009
-
-
-
-
-
|
|
|