|
|
-
-
-
Ahmet
DERE
-
-
-
-
-
- Bi
awayeke giþtî sala 2009’an di cewherê xwe de hin pêþketinan lipêþxist
lê belê di rastiyê de jî ew pir bizehmet derbas bû. Bi taybetî
ji bo Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd sala borî derd û kederan zêdetir
kir. Dibe ku heman derd, keder û zehmetî ji aliyê her kesê ve
nehatibe dîtin lê belê ez dizanim ku derdorên pêwendîdar di
zanistiya bûyeran de ne.
-
- Piþtî
saleke wiha bizehmet ez hêvîdar im ku 2010 nebe dumahîka 2009’an.
Dema ku mirov li rewþa gelê Kurd û her wiha ya gelê Tirk binêre
baþ dixûyê ku daxwazên ji bo pêþketinan mezin bûne. Li Tirkiyeyê
hin derdor hêviyên xwe ji AKP’ê hene, hin derdor jî li gorî
konjonktûra herêmî û navneteweyî bihêvîne. Di nava raya Kurd de
jî hêviyên pir kesan bi têkoþîna rizgariyê heye. Di
bingeha hêviyên van hemû derdoran de rastiyeke heye.
-
- Beriya
her tiþtî niqaþên ku di sala borî de pêkhatin, ên di derbarê
çareseriya pirsgirêka Kurd de, di vê sala nû de jî wê bidomin.
Çendî armanca AKP û ya dewleta tirk li ser esasê çareseriya vê
pirsgirêkê pêþnekeve jî ew nikarin li pêþiya pêla vîna gelan
zêde liberxwe bidin. Digel pêlên nijadperestiya tirk, di nava raya
giþtî a Tirkiyeyê de jî bingeha ji bo pêvajoyeke aþtiyane çêbû
ye. Lewre ez dibêm wê 2010 nebe dubareya sala 2009’an.
-
- Li
gorî daxûyaniyên rayedarên AKP’ê wê pêvajoya « Vebûyîna
Demokratîk » bidome. Lê baþ derketiye holê ku AKP vê projeyê
li ser esasê têkbirina Hêza Rizgariya Gelê Kurd lipêþ dixe.
Lewma di mehên destpêka vê salê de wê hin xire-cire û hetta dibe
ku þer bikeve rojeva Tirkiyeyê. Daxûyaniyên rayedarên KCK’ê jî
di vî warî de îþareta heman rewþê dikin. Lewre ez ji niha ve dibînim
ku wê 6 mehên destpêka vê salê bizehmet derbas bin.
-
- Digel
heweþa CHP’ê û ya MHP’ê, di vê sala 2010’an de li Tirkiyeyê
ti hilbijartin çênabin. Dibe ku MHP û CHP vê mijarê tim di rojevê
de bihêlin lê belê wisa diyar e ku AKP nahêle ew bigehêjin
armanca xwe. Di nava van niqaþan de divê BDP bikaribe tenzîma xwe
baþtir qayîm bike û xwe ji bo hilbijartinên 2011’an amade bike.
Li gorî ku ez dibînim di vî derbarî de hin êþ û keder hene lê
belê ev nabin sedemên keleman.
-
- Qasê
ku dixûyê li Baþûrê Kurdistanê her ku diçe rewþ baþtir aramî
dibe û di her aliyê de pêþketin diafirin. Heke rayedarên Baþur dîqet
bikin ku ew neyên leystoka hin hêzan -weke Tirkiye, Iran û hwd- ez
bawer im wê li vê heremê asta jiyanê bilintir bibe û ev herêm
bibe navendeke girîng ya Rojhilata Navîn. Di vî derbarî de hêviyên
min hene.
-
- 2010
wê ji bo Îran û Sûriyeyê jî bizehmetî derbas be. Bi taybetî li
Îranê muxalefet wê zêdetir bihêz bibe. Ev rewþ wê bibe sedemê
ku Ahmedînejad û ekîba wî dest bavêjin darê zorê, heman tiþt
niha jî diqewime. Li aliyê din Amerîka û Ewropa jî bêdeng
nasekinin û dixwezin muxalefetê dûjtir bikin. Lewre ez ji niha ve
dibînim ku wê 2010 ji bo Îranê bibe saleke qederê. Di demeke wisa
de bêguman rola Kurdan jî pir mezin e. Bi taybetî berpirsyariyeke
mezin dikeve ser milên PJAK’ê.
-
- Di
qada navneteweyî de jî niqaþên di derbarê pirsgirêka kurd de
ketine asteke bilind. Ez bihêvî me ku di vê salê de, bi taybetî
di nava saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) de, rewþa gelê kurd ji nêz
ve were þopandin. Di
nêzîkatiya YE’yê de, a li pirsgirêka kurd, guhertineke erênî
dikare çêbibe.
-
-
- Ahmet
DERE /
17.01.2010
-
-
-
|
|
|