Iro Newroz e
 
 
 

Ahmet DERE

 
 
 
Li gorî ku tê zanîn ji 2622 salan vir ve cejna Newroz’ê tê pîrozkirin. Çendî ev cejn, cara yekem, ji aliyê Medan ve (Kurd û Faris) hatibe pîrozkirin jî, ew naha weke roja nû ya hemû gelên Mezopotamya’yê û her wiha ya gelên Asya Navîn pîroz dibe. Ji roja destpêkê heya naha naveroka vê cejnê tim bi xalên siyasî hatiye nexþekirin. Ev rastî li gorî rewþa herêmê ye, wisa diyar e ku wê hê jî bidome.
 
Çawa ku gelê kurd xwediyê mafê xwe yê azadiyê nîn e ew nikare cejnên xwe jî, li gorî dilê xwe pîroz bike. Dibe ku van salên dawî li Baþûrê Kurdistan’ê atmosfereke azad heye û li wê derê gelê me dikare, « bi awayeke azad » tevbigere, lê belê ev tiþt ji bo parçeyên din ên Kurdistan’ê hê nebûye parçeyeke rastiya jiyanê. Ne li Bakur, ne li Rojava, ne li Rojhilat û ne jî li Diasporayê hê jî Gelê Kurd nikare li gorî dilê xwe pîroziya vê rojê bijî.
 
Çendî li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî di van salên dawî de, bi sedan hezaran Kurd tevlî pîrozbahiyên Newroz’ê bibin jî, hê li heman parçeyê welatê me zext û zordariya dagirkeran didome. Heke îro bi sedan hezaran Kurd, li ber çavên hêzên dewleta tirk dikarin werin cem hev û di qadên Newrozan de dîlanê bigirin, ev weke encama tekoþîneke lewend, ku bi dehan salan e dimeþe, derketiye holê. Di destxistina vê encamê de keda bi mîlyonan Kurdan heye, dê hemû Kurdên ku di vê tekoþînê de kar kirine ji vê astê kêfxweþ bin.
 
Ez bixwe, weke karkereke vî gelî, digel ku nikarim biçim Kurdistan’ê, hestên xwe bi gelê xwe re nikarim parve bikim, dema li wêneyên girseyan dinêrim pir dilþah û kêfxweþ dibim. Keda herî biqîmet û binirx ew e ku, ji xwediyê wê zêdetir derdor û herwiha girseyên gel jê feyde bibînin e. Ez bawer im pîroziya tekoþîna gelê kurd ji vê derê hatiye avdan.
 
Lê belê, digel rewþa heyî, hê rêwîtiya azadiya gelê me didome. Dewletên dagirker, Tirkiye, Iran û Sûriye, hê jî di siyasetên înkar û pelçiqandinê de israr dikin. Hêzên Navneteweyî jî di nava hewldanên durû û qirêj de ne. Hebûna Kurdên Zinde hê ji aliyê van hêzan ve nayê qebûlkirin.
 
Ji bo serkeftinê sê xalên girîng hene ; Rastî, Dilbaqijî û Hêza Tekoþînê. Di bingeha tekoþîna gelê kurd de Rastî  heye, ji salên 1990’î vir ve Hêza Tekoþînê jî çê bûye, heke di nava Kurdan de Dilpaqijî jî hebe ti hêz nikare li pêþiya daxwaza wî astengiyan çê bike. (bila kes þaþ fêm neke, heke di nava Kurdan de Dilpaqijî hebûya naha em bibûn xwediyê Yekîtiyeke Neteweyî û wiqasa cehþ û Kurdên xwe firoþtî tine bûn)
 
Digel hemû xalên neyênî, ez ji naha ve dengê serkeftineke heqîqî dibîhîzim. Coþ û geþa pîrozbahiyên cejna Newrozê jî vê bextewariya min tesdîq dike.
 
Bi hêviyên cejnên nû û serkeftineke heqîqî ez cejna hemû gelê kurd pîroz dikim, hêvîdar im em ê bikaribin rojekê li ser axa welatê xwe, bi awayeke tam azad, vê rojê pîroz bikin.
 
Ahmet DERE  /  21.03.2010
 
 
   
 
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org