Kela Hawaran
 
 
 

Ahmet DERE

 

 
 
 
Ez van rojan Romana nivîskar Zeynel Abîdîn a bi navê Kela Hawaran ku ji aliyê weþanxaneya HAN ve derketiye dixwînêm. Dema ku ez vê romanê digirim destê xwe car caran diqehirim car caran ji xwe re dibêjim « Heke gelê me heya niha bedel nedabûya me wê îro nikaribûya li her deverê cîhanê dengê xwe derxistibûya ». Bi van gotinan ez hestên xwe digirim bin kontrolê.
 
Di vê romanê de nivîskar Zeynel Abîdîn wehþeta ku di salên 1981 û 1983’an de di zîndana Amedê de hatiye meþandin nivîsîye. Zimanê romanê weke biyografî ye lê belê dema ku mirov dixwînê car carna dikeve nava rûpelên dîroka têkoþîna gelê kurd jî. Tê zanîn ku zehmetiyên herî mezin di wan salan de bi gelê kurd hatiye jiyankirin. Bi taybetî salên 1981-1983 bi wehþeta zîndana Amedê û her wiha qehremaniya cîwanên kurd têne naskirin. Ji 21’ê Adar a 1981’an vir ve agirê Newrozê bi çirûskên tûj gêþ dibe. Mazlum Dogan lidijî wehþeta dewleta tirk di heman zîndanê de serî hilda. Ji wê demê vir ve çalakiyên din ên lewend di heman zîndanê de pêkhatin.
 
Belê, Zeynel Abîdîn di wan salên herî bizehmet de li zîndana Amedê liberxwe daye. Sedemê ku ew ketiye wê zîndanê ji ên hemû Kurdên din cuda nîn e ; parastina doza rizgariya gelê kurd. Ez dizanim ku wî di romana xwe de tenê hin aliyên wehþeta dewleta tirk aniye ziman. Di nava rûpelên Kela Hawaran de mirov dibîne ku, piþtî 27 salan ew hê jî heman êþan jibîr nekiriye, dê  jibîr jî neke.
 
Di romanê de nivîskar bi awayeke samimî hestên xwe aniye ziman. Mirov di nava hevokên wî, ên di derbarê hevalên wî de jî dikare hestên wî fêm bike. Di nava hevokên nivîskar de mirov dikare asta rihê hevaltiyê ku di nava þertên bizehmet de pêþketiye bibîne. Dema ku ez vê romanê dixwînêm wateya hevalbendiyê û hevgirtinê baþtir dibînim. Di nava þert û mercên rehet de wateya hin tiþtên girîng baþ nayê dîtin, lê belê demên zehmet ne wisa ne, bi mirov pir aliyên jiyanê dide xûyan.
 
Nivîskar Zeynel Abîdîn, piþtî ku ji zîndane derketiye û hatiye Ewropayê wî tim di nava xebatên wêjeyî de cih girtiye û jiyana xwe tenzîm kiriye. Ez bawer im bandora wehþeta zîndanê liser projeyên xebata wî kiriye.
 
Di dawiya romanê de nivîskar hevokeke wiha nivîsiye « Li Kela Hawaran pir tiþt hatibin kuþtin jî evîn nehatiye kuþtin, hêza ti artêþê nikare evînê ji holê rake » Evîna welat bûye hêza bi mîlyonan Kurdan ku ew ditekoþin. Gav bi gav evîndar digehêjin armanca xwe.
 
Di romana Kela Hawaran de tê dîtin ku mirov çawa ji mirovatiyê dûr dikeve û bêhest dibe. Iþkencekarên zîndana Amedê  ji wan kesan in ku mirovatiyê jibîr kirine, bi yek gotinê ew bûne wehþ.
 
Hebûna gelan bi zanistiya dîroka wan û asta pêþketina wêjeya wan ve girêdayî ye. Ez pir kêfxweþ im ku di nava salên dawî de wêjeya kurdî hêdî hêdî lipêþ dikeve. Lê mixabin, li gorî hêza Kurdan alîkariya ji bo wêjegeran û nivîskaran pir kêm e. Roja îro pir nivîskarên Kurd di nava þertên zehmet de kar dikin. Digel karê nivîskariyê, Zeynel Abîdîn di nava hewldaneke birûmet de ye, bi rêya Weþanên HAN ew dilebite ku ji nivîskarên kurd re bibe alîkar. Ez vê aliyê Nivîskarê Kela Hawaran jî pîroz dibînim.
 

Ahmet DERE  /  21.02.2010

   
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org