|
|
- Mîsyon
-
-
-
Ahmet
DERE
-
-
-
- Di
van rojan de li Tirkiyeyê û li welatê me pir bûyerên xetere
diqewumin. Di aliyekê de AKP siyaseta tinekirina hêza gelê kurd
berdewam dike, di aliyê din de jî hêzên dewleta tirk, leþker û polîs
di nava hawldanên pêþxistina kiryarên qirêj de ne. Ev her du hêz,
yanê AKP û dewlet hevdu temam dikin. Lê belê aktorên vê pêvajoya
xetere tenê AKP û dewlet jî nîn in, bi taybetî partiyên weke CHP
û MHP jî parçeyekê girîng ên heman pêvajoyê ne. Nijadparêziya
tirk ji hemû demê zêdetir tê lipêþxistin û di hedefa wê de
tevahiya gelê kurd heye.
-
- Ji
doho vir ve dadgeha bilind a tirk doza qedexekirina DTP’ê girtiye
dest. Tê zanîn ku ev doz ji dawiya sala 2007’an vir ve hatiye
vekirin, lê belê ji ber sedemên diyar heman doz nehate bidawîkirin.
Ne tesadufî ye ku heman doz di van rojan de ketiye rojeva dadgeha
bilind. Kes nikare bêje têkiliya dema vê dozê û pêvajoya siyasî
bihev re tine. Her wiha dema serdana Tayîp Erdogan a li Amerîkayê û
kuþtina 7 leþkeran li Tokatê jî bi heman pêvajoyê ve girêdayî
ye. Her wiha guhertina hucreya birêz Abdullah Öcalan
û xerabkirina þertên wî jî parçeyekê vê pêvajoyê ye.
-
- Belê,
ez ji 20’an vir ve rewþa siyasî a li Tirkiyeyê diþopînim û di
nava têkoþîna gelê kurd de me. Heya
niha min rewþeke weke a niha nedît. Tenê di aliyê xeterbûyînê de
ne, her wiha di aliyê fersendên ku gelê kurd bikaribe bikar bîne de
jî ev pêvajo pir girîng e. Heke dewleta tirk û hikûmeta wê îro
ketine nava hewldanên wiha qirêj û xetere, ev tê wateya ku têkoþîna
gelê kurd gihêþtiye astekê bilind. Tê bîra me ku di salên
1994-1997’an de jî dewleta tirk ketibû nava rewþeke bi heman þêweyî.
Di wan salan de jî têkoþîna gelê kurd gihêþtibû astekê, li gorî
wê demê, bilind. Lê belê wê demê jî dewleta tirk negihêþt
armancên xwe, her wiha hêza rizgariya gelê kurd jî ji heman pêvajoyê
encamên ku dihatin xwestin bidest nexist.
-
- Di
her demê de rola herî girîng dikeve ser milên aktorên siyasî. Ji
bo Komara Tirkiyeyê rola mezin dikeve ser milên AKP’ê, ji bo gelê
kurd jî DTP xwediyê Mîsyonekê girîng e. Em dibînin ku AKP samimî
nêzîkê pêvajoyê û her wiha berjewendiyên gelên Tirkiyeyê nabe.
Ew di nava hejmarên bidestxistina encamên hilbijartinên 2011 û
2012’an de ye. Wisa diyar e ku ew dixweze derfetên dewletê jî bike
xizmeta armancên xwe. CHP û MHP jî di nava heman hejmaran de ne, ew jî
dixwezin pêþî li AKP bigirin. Lê belê di rêbazên van her sê
partiyan de jî qirêjayî û bêbextî dide çokê. Ê ku zêdetir di
nava xeteriyê de ye û liser wî leystok têne çêkirin jî gelê me
ye.
-
- Di
pêvajoyeke wiha de Mîsyona hêzan û berpirsyartiya wan pir pir girîng
e. Dibe ku di vê hefteyê de biryara dadgeha bilind a tirk liser
qedexekirina DTP’ê were dayîn, lê belê ti car Mîsyona hêza siyasî
a Kurdan li Tirkiyeyê nayê tinekirin. Doho HEP, ÖZDEP,
HADEP û DEHAP bûn îro jî DTP ye, dibe ku sibê jî Partiyeke din be,
ya herî girîng ew e ku ev hêz Mîsyona xwe baþ bizanibe û lê xwedî
derkeve.
-
- Min
pir caran di nivîsên xwe de DTP rexne kiriye û balê kiþandiye ser
rola wê. Ez van rexneyan ji bo xirabiya DTP’ê nakim, armanca min ew
e ku ev hêza ku bi keda me hemûyan çêbûye li gorî Mîsyona xwe
tevbigere û berpirsyartiya xwe bîne cih. Îro DTP ye, dibe ku sibê ew
bibe partiyekê din, lê belê Mîsyon ti car nayê guhertin, bila kes
xwe di piþt hin perdayan de veneþêre.
-
- Çima
ez van gotinan, bi taybetî niha dibêjim ? Ji ber ku ez di nêzîkatiya
hin rayedarên DTP’ê de xemsarî û heta bêberpirsyartî dibînim.
Dema ku ez li daxûyaniyên hin rayedarên DTP’ê dinêrim, ez dibêm
qey ew li Enqereyê nîn in, li serê çiyayê Cûdî ne. Ez dizanim
çûyîna ser çiyayê Cûdî wisa hêsan nîn e û ew pîroz e
jî, lê belê mesele ew e ku herkes Mîsyona xwe bizanibe û
berpirsyartiyên xwe bîne cih. Çûyîna ser çiyayê Cûdî jî karê
herkesî nîn e, dê ev jî baþ were zanîn.
-
-
- Ahmet
DERE /
09.12.2009
-
-
|
|
|