Pêwîstiya bi Konferanseke Neteweyî
 
 
 

Ahmet DERE

 
 
    
 
Mijara pêkanîna Yekîtiya Neteweyî, ji bo Kurdan xwediyê wateyeke pir girîng e. Ev ne tiþteke nû ye, di dîroka gelê me de xala ku herî zêde li ser niqaþ çê bûne û di rojeva Kurdan de maye ev pirsgirêk bû ye. Heya îro jî hê heman xal weke birîneke kûr, li her deverê derdikeve pêþiya me. Duþminên gelê me jî, ji her tiþtê zêdetir, xûnê dikin vê birînê û bi tendurustiya me dileyzin.
 
Digel pêþketinên di cîhanê de çê dibin, hê jî em Kurd niqaþên di derbarê “Yekîtiya Neteweyî”de dimeþînin. Dibe ku hin Kurd dibêjin “em pir pêþ ketine, li her deverê cîhanê hebûna me dixûyê” lê belê di rastiyê de wisa nîn e. Heke em wiqasa pêþ ketibûna, mentalîteya me hemdem bûya, di rojeva me de wê îro pirsgirêka “Yekîtiya Neteweyî” tine bûya. Mixabin û hezar mixabin, ne me hîþtiye em weke hemû gelên cîhanê pêþ bikevin ne jî hêzên cîhanê me rehet hîþtine.
 
Dîrok çawa pêþ ketiye wisa jî nadomîne, ên ji pêþketina dîrokê re rêberî dikin girse ne. Heke gelekê bixwaze û bikaribe di jiyana xwe de guhertinan çê bike, dîroka wî jî li wê gorî tê nivîsandin. Lewre her tiþt di destê gelan de ye, ên ku ji dîrokê re rêberî dikin gel bixwe ne. Ji ver vê rastiyê ez dikarim bi hêsanî bêjim “dereng an jî zû, rojekê gelê me jî wê bibe xwediyê Yekîtiyekê Neteweyî”. Her wiha ez dikarin bêjim “Rojekê emê jî bibin xwedî rêxistinên neteweyî  ku hemû cureyên gelê me hembêz dikin”. Bi taybetî ev mijara dawî pir pir girîng e.
 
Gelê kurd di dirêjaya dîroka xwe de tim di nava têkoþînê de bû ye. Li gorî nêrîna giþtî, sedemên neserkevtina têkoþîna gelê me tim ji hêzên derve hatine. Lê belê ez bi tevahî vê nêrînê parve nakim, sedemê ku ji hêzên derve hatiye dikare bibe ê duyem, sedemê yekem em bixwe ne. Xanim Roza Otounbaeva, seroka hikûmeta demî ya Kirgizîstan’ê, digot “Kî bûye serokê welatê me, di nava demeke kurt de daxwaza qiraltiyê kiriye”, heman rastî ji Kurdan jî dûr nîn e. Kî dibe serokê rêxistinekê, tevgerekê an jî komeleyekê ew xwe weke serokê neteweyî dibîne. Ji ver hebûna vê mentalîteyê bi dehan “serokên neteweyî” derketine holê. Li pey wan hinekan sed kes jî tinene. Ev nêzîkatî sedemê bingehîn yê ku li pêþiya pêkhatina Yekîtiya Neteweyî ye.
 
Di van rojan de mijara Konferansa Neteweyî dîsa ketiye rojevê. Di demên borî de jî heman mijar pir caran ketibû rojevê û li dora wê niqaþ hatibûn kirin. Ez lidijî niqaþkirina vê mijarê nîn im, lê belê divê ji hemû demên borî ders werin girtin, þaþiyên borî dubare nebin. Ji 1999’an vir ve Kongreya Neteweyî a Kurdistan’ê (KNK), pir caran li ser vê mijarê sekinî, min bixwe jî di nava heman pêvajoyê de cih digirt. Di sala 2001’ê de bi navê “Konferansa Neteweyî” xebatekê jî çê bû. Weke tê zanîn ew hewldan hemû ji sînorên KNK’ê derbas nebûn. Çend kesên ji KNK’ê dûr jî tevlî heman xebatan bibin jî, piþtî demeke pir kurt ew dûr ketine. Lewre, ez dikarim bêjim xebatên mijara gotinê vala derketin.
 
Heke bi rastî tê xwastin ku Konferanseke Neteweyî çê bibe, beriya her tiþtî, pêwîste di nava xebatên amadekariyê de piraniya rêxistinên kurd, çi piçûk û mezin, çi jî ên Bakur, Baþûr, Rojhilat û Rojava, cih bigirin. Ji bo serkevtina vê xebatê divê hemû hêzên kurd fedekariyê bikin, bila kes nebêje “hêza min mezin e, lewre divê soza min zêdetir hebe”. Yek ji sedemên ku heya niha me nikaribûye Yekîtiya xwe çê bikin ev bû ye.
 
Ji bo xebatên amadekariyê ez dixwazim vê pêþniyariyê bikim; 1) Komisyoneke hevbeþ, a ku di nava wê de nûnerên hemû rêxistinan û çend heb jî rewþenbîrên serbixwe hebin, were tenzîmkirin. Ev komisyon dikare hejmara nûnerên hemû rêxistinan weke hev destnîþan bike û nîvê kesên ku dê tevlî vê Konferansê bibin ji rewþenbîran pêkwere. Divê xercên vê xebatê jî ji aliyê hemû rêxistinan ve were parvekirin.
 
Weke min li jor anîye ziman, divê hemû rêxistin fedekariyê bikin. Heke ne wisa be, dibe ku “Konferanseke Neteweyî” çê bibe, lê belê di rastiyê de ew tenê dibe civîneke rêxistinekê, an jî ya çend rêxistinan.
 
Ahmet DERE  / 30.04.2010
   
 
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org