Piþtî Qedexekirina DTP’ê
 
 
 

Ahmet DERE

 

 
 
Roja 11’ê Kanûnê li Tirkiyeyê DTP hate qedexekirin. Lê belê doza lidijî DTP’ê ji sala 2007’an vir ve vebibû û di destê dozgeran de bû. Kengê hatiba xwestin dozgerên tirk dikaribûn heman dozê bigirtana dest û biryara xwe dabûnayê.
 
Bi taybetî di qada siyasî de wateya demê (moment) pir girîng e. Ji bo hemû dewletan û derdorên siyasî ev rastî xwediyê giraniyekê mezin e û tevgera bûyerên bibandor bi heman þêweyê têne tenzîmkirin. Kes nikare bêje ku dema qedexekirina DTP’ê bi taybetî nehate bijartin. Endamên dadgeha bilind a tirk vê dosyayê pir bidîqet û bi hejmar girtin dest. Biryara ku hate dayîn jî li gorî armanca dewleta kûr bû.
 
Dewleta tirk, hikûmeta AKP’ê û hemû partiyên din ên siyasî dizanibûn ku qedexekirina DTP’ê nikare pêþî li siyaseta Kurdan bigire. Herkesê hinekê Kurdan dizane fêm dike ku ev gel qada siyasî vala nahêle. Wisa jî bû, BDP heman valahiyê tije kir. Ez bawer im BDT wê rola xwe pir baþ bileyze û dilê derdorên xwediyê niyeta xerab þa neke.
 
Belê digel heman rastiyê bi qedexekirina DTP’ê derdorên ku parastina sîstema Kemalîst dikin þa bûn û gihîþtin armanca xwe. Ji bo heman derdoran ya herî girîng ew bû ku bi gelê kurd bidin fêmkirin qada siyasî ya Tirkiyeyê ji wan re azad nîn e. Her wiha wan xwest gelê kurd bizanibe ku Tirkiye welatê wan nîn e û deriyên saziyên vî welatî ji wan re vekirî nîn in.
 
Mesaja Dadgeha Bilind a tirk gihîþt cihê xwe. Lê belê ne diyar e ka wê armanca heman mesajê pêkwere an ne. Heke têkoþîna gelê kurd li gorî mercên hemdem neyê lipêþxistin û li Tirkiyeyê alîkariyê nebîne armanca heman mesajê wê pêkwere. Qasê ku ez diþopînim û dinirxînim ne Tirkiye li gorî sedsala borî dikare bimeþe ne jî Kurd ên sedsala borî ne. Ji bo her du aliyan jî guherînan xwe ferz kirine û wê pêkwerin.
 
Niha rola herî girîng dikeve ser BDP. Pêwîste qedexekirina DTP’ê nebe mijara tirsê. Miqabil, divê BDP hê zêdetir di ser mentalîteya kevneparêz a dewleta tirk de biçe. Çi di parlemena Tirkiyeyê de be, çi jî di xebatên din de be, BDP neçar e ku ji daxwazên gelê kurd re bibe bersiv. Ji ber ku mayîna BDP û hêzbûyîna wê bi gelê Kurd ve girêdayî ye. Lewre divê rayedarên BDT’ê, bi taybetî parlementerên wê, mîsyona xwe baþ bizanibin.
 
Dema ku mirov li helwesta gelê Kurd dinêre, bi taybetî a van hefteyên borî, baþ dixûyê ku çi dibe bila bibe ew bi têkoþîna azadiya xwe ve girêdayî ye. Dibe ku zehmetî pir in lê belê ev rûpela nû ku di dîroka gelê Kurd de vebûye paþ ve naçerixe.
 
* * *
 
Ji roja 11’ê Kanûnê vir ve min bidîqet helwesta Yekîtiya Ewropayê þopand. Çawa ku min teqmîn dikir ti saziyekê vê hêzê helwestekê layîq û li gorî nirxên Ewropayê raber nekir. Helwestên ku hatin dayîn di çarçoveya karekê mecbûrî de bûn. Tenê di Parlemena Ewropayê (PE) de yek mesajekê berbiçav hate dayîn, ew jî ji aliyê hevseroka komisyona mixte, a ku ji nûnerên PE’yê û Meclîsa Tirkiyeyê pêk te, Hélène Flautre ve hate dayîn. Tê gotin ku wê di meha çile a 2010’an de di PE’yê de, li Strasbourg’ê heman mijar were niqaþkirin, lê belê ew jî hê neketiye rojeva fermî a vê saziyê.
 
 
Ahmet DERE  /  20.12.2009
 
 
   

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org