Zagona Bingehî û Kurd
 
 
 

Ahmet DERE

 
 
   
 
Van rojan li Tirkiye’yê niqaþên di derbarê Zagona Bingehî de gur dibin. Wisa diyar e ku AKP dixweze li gorî berjewendiyên xwe zagona bingehî çe bike. Li aliyê din jî CHP û MHP jî hewl didin ku rengê guhertinan li gorî xwe çê bikin. Rayedarên hin  saziyên dadî  jî dixwezin li pêþiya guhertinan astengiyan çê bikin, armanca wan parastina zagona heyî ye. Wisa dixûyê ku wê qirecireya niqaþan hê jî kûr bibe û mehên havînê bike bin bandora xwe.
 
Beriya her tiþtî divê Zagona Bingehî ya Tirkiye’yê ji salên 1990’î vir ve hatibûya guhertin. Ji ber ku ew, di sala 1982’an de,  ji aliyê rêveberiya leþkerî ve hatibû çê kirin û bi gelê Tirkiye’yê hatibû qebûlkirin. Tê wê wateyê ku ji wê demê vir ve Tirkiye bi zagoneke antîdemokratîk û faþîst tê birêvebirin. Turgut Özal dixwest heman zagonê biguherîne, lê belê ji derveyê wî û hin rayedarên li dora wî, ti kesên din nebûn alîgirên wan ku heman guhertin pêkwerin. Mixabin, ji wê rojê heya niha, li Tirkiye’yê ev cara yekem e ku AKP dest davêje heman mijarê.
 
Em werin ser pozisyona Kurdan, ku ez pir girîng dibînim. Di sala 1982’an de, dema ku rêveberiya leþkerî Zagona Bingehî çê dikir, di meclîsa Tirkiye’yê de ti keseke ku ji xwe re digot « ez kurd im » tine bû. Wê demê zagon li ser esasê nijadperestiya tirk çê bû û, weke þûr li dijî gelan hate xebitandin. Lê niha em di pêvajoyeke din de ne, di meclîsa Tirkiye’yê de 20 parlementerên ku bi dengê kurdan hatine hilbijartin hene. Dîsa derdorê 50 parlementerên ku, yên AKP û her wiha yên serbixwe, ji xwe re dibêjin « em kurd in » jî hene. Dîsa di derbarê pirsgirêka kurd de asta niqaþan pir derketiye jor û gelê kurd ditekoþe. Di qada navneteweyî de jî rastiya gelê kurd, kêm zêde, hatiye naskirin. Di pêvajoyeke wisa de Zagona Bingehî ku wê çê bibe divê rastiya kurd bibîne û jê re bibe çareseriyekê layîq.
 
Dema ku ez li zimanê niqaþan dinêrim, mixabin, ez nikarim zêde bihêvî bim. Heya niha ti bandoreke BDP’ê li ser niqaþan nayê dîtin. Heke parlamenterên BDP’ê dîqet nekin wê bikevin xizmeta armanca AKP’ê. Her wiha ti dengekê « kurdên » AKP’ê jî nayê bihîstin. Lewre ez nikarim di projeya Zagona Bingehî ya AKP’ê de  tiþteke erênî bibînim. Siyaseta dewleta tirk a înkar û pelçiqandinê dîsa dewam dike.
 
Bi awayeke giþtî, bi taybetî di derbarê Tirkiye’yê de, projeya Zagona Bingehî ya AKP’ê di nava xwe de hin xalên erênî diparêze. Kes wê niqaþ nake, lê belê heman tiþt ji bo rewþa Kurdan nayê dîtin. Bi vê zagona AKP’ê gelê kurd dîsa « tine » û Tirkiye dîsa tenê ya Tirkan e.
 
Belê, di pêvajoyeke wisa de divê Kurd çi bikin ? Ev pirs pir girîng e û pêwîste hemû Kurd ji xwe bipirsin. Eger ev projeya AKP’ê weke Zagona Bingehî were qebûlkirin, rêya têkoþîna azadiya gelê kurd dirêjtir dibe û zehmetî zêdetir dibin. Lewma ez dîsa dixwezim balê bikeþînim ser rola rayedarên BDP’ê. Ew çi dikin bila bikin divê di naveroka vê projeyê de, bi taybetî di derbarê rastiya gelê kurd de, hin xalên bingehîn bidin qebûlkirin. Heke ew nikaribin biser bikevin, ti maneya mayîna wan li Meclîsa Tirkiye’yê namîne.
 
Ahmet DERE  /  11.04.2010
 
   
 
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org