|
|
- Ziman
Mafeke Xwezayî ye
-
-
-
Ahmet
DERE
-
-
-
-
- Zarok
di zikê dayîka xwe de guhdarî zimanê dayîka xwe dike. Gotinên ku
zarok di destpêkê de fêm dibin ew hevokên ku dayîk ji wan re bilêv
dikin in. Lewre bikaranîna zimanê dayîkê, ji bo herkesê û li her
deverê mafeke herî xwezayî
ye.
-
- Guneh
an jî xêr zimanan nasnakin. Axiftina bi ti zimanî nikare bibe sedemê
gunehan an jî xêran. Kesê ku bixweze gunehan bike ew dikarin di her
zimanî de bikin. Mijar zimanê kurdî, erebî, tirkî, fransizî an jî
zimanêkî din nîn e. Ti ziman nabe hacetê esasî yê gunehan, an jî
yê xêran. Lê belê di dîroka Kurdan de ev rastî cuda hatiye dîtin.
Heya 3 sal berê jî, li welatekî weke Tirkiyeyê, çewa ku anîna
ziman a ramanê ne azad bû, her wiha bikaranîna zimanê kurdî
û rastiya wî jî suç dahate hesibandin. Heman rastî di dema
Saddam Husein de jî li Îraqê dahate dîtin. Îro li Îranê û li Sûriyeyê
jî zimanê kurdî di bin zextê de ye, xebatên ji bo pêþxistina wî
têne astengkirin.
-
- Di
vî pêvajoyê de xebatên ji bo pêþxistina zimanê dayîkê pêwîstiyeke mezin e. Ji bo
bersivdayîna vê pêwîstiyê divê hewldanên ferdî ên bi cewher
hebin. Di destpêkirin û meþandina hewldanên ji bo pêþxistina zimanê
kurdî de rola sereke yekser dikeve ser milên derdorên Rewþenbîr, Cîwan
û Xwendekaran. Bêguman ji bo pêþxistinekî baþ a ziman, pêwîstî
bi keda hemû qadên gel heye. Lê belê berpirsyartiya ku dikeve ser
milên Rewþenbîr, Cîwan û Xwendekaran zêdetir li pêþ e. Lewre divê
ev derdor bikaribin rola xwe baþtir bileyzin.
-
- Li
kûderê Kurdistanê, an jî li kûderê cîhanê dibe bila bibe, bi
taybetî divê Cîwan û Xwendekarên kurd di vî warî de xwe zêdetir
di bin bar de bibînin. Heya roja îro hin hewldan, ji aliyê heman
derdoran ve çêbûnin û helwestekî
erênî jî derketiye holê, lê ev ne bes e. Di roja îroyîn de Cîwan
û Rewþenbîrên kurd zêdetir xwedî îmkan û derfetan in. Berê her
tiþtî, di hemû cîhanê de þiyarbûnekî li hemberî
mafê mirovan heye û ji bo daxwazên aramî, demokratîk û xwezayî
heye. Heke Cîwan û Rewþenbîrên Kurd derfetên heyî û rewþa
objektîf baþ binirxînin wê bikaribin pir encaman bidest bixin. Divê
baþ were zanîn ku her çalekiyekî û raberkirina her helwestê dibe
qewetekî moral û tesîrê li ser hemû Kurdan dike.
-
- Di
aliyê din de, pêþxistina zimanê kurdî, bi çi zaravî dibe bila
bibe, tenê di warê ziman de bi sînor namîn e. Ew di heman demê de
xwedî wateyekî siyasî, çandî û moral e jî. Lewma, pêwîste ku
her kurd zimanê xwe ê dayîkê, Kurmancî, Soranî, Zazakî û Goranî,
weke mafekî xwezayî, hîm bibe, bide fêrkirin û biaxife. Li dijî
raberkirina nêzîkatiyên piçûkxistina zimanê kurdî, bi taybetî a
ji alî rayedarên dewletên dagirker ve tê meþandin, divê ku her
kurd bi hewldanekî taybetî li zimanê xwe xwedî
derkeve. Lewre divê di her qadên jiyanê de kurdî were bikaranîn.
-
- Roja
îro rexneya herî giran ya ku dibê
“ Kurd bi zimanê xwe naaxifin” e.
Ev rexneyên di derbarê nebikaranîna zimanê kurdî de di cihên
xwe de ne. Pêwîste em wate bidin helwesta van derdorên ku tim rexneyên
xwe li dijî axiftina bi zimanê tirkî, erebî û farsî dikin. Ez
rexneyên van derdoran di cih de dibînim.
-
- Ez
lidijî bikaranîna ti zimanan nînim. Heke ji bo me Kurdan pêþxistina
ziman pir pir pêwîst nebûya ez wisa nêzîk nedibûm. Bikaranîna
zimanê kurdî dikare bandorê li ser hemû jiyana Kurdan çêbike.
Lewre ez dixwezim hemû kurd ji derveyê zimanê xwe ti zimanekî din di
jiyana rojane de bikar neynin. Ev nayê wateya ku dê em qet erebî,
farsî û tirkî bikar neynin. Divê em zimanên biyanî jî bizanibin.
Lê belê dema ku di jiyana rojane de, bi taybetî di nava xwe de, di
jiyana malbatê de, zimanekî biyanî bigirin pêþ ev dibe xeteriyeke
mezin. Pêwiste ti Kurd xwe neke vê rewþê.
-
- Ji
destpêka sedsala 21. ve em weke gelê kurd di pêvajoyekî pir bi aloz
û bi wate de derbas dibin. Ji bo ku em di vê pêvajoyê de bikaribin baþtir li ser lingên xwe
bisekinin, divê em bi rêbazên cûr bi cûr bitekoþin. Rêbazeke herî
bibandor jî bikaranîna ziman e. Hemû xebatên ji bo pêþxistina
zimanê kurdî dikare di çarçoveya têkoþînê de were dîtin. Lewma,
ez divêjim her Kurdê ku dikare di jiyana xwe a rojane de xwe bi kurdî
bîne ziman, divê ku ew bi kurdî
jî biaxife. Yên ku nikarin, divê hewl bidin daku fêr bibin.
-
- Di
pir nivîsên xwe de ez hêviyên
xwe ên ji bo pêþketina zimanê kurdî bilêvdikim. Di vî warîde pêþketin
jî hene, lê belê ev ne bes in. Ez ê tim vî baweriya xwe
diparêzim û, berê her tiþtî ji
Rewþenbîr, jî Cîwan û ji Xwendevanên Kurd hê zêdetir hewldanên
tekoþînê hêvî dikim.
-
- Heya
niha, çi li her çar parçeyên Kurdistane û çi jî li Ewropayê, pir
civîn û Konferansên ku di derbarê zimanê Kurdî de çê bûne hene.
Ez dizanim ku armanca van hemû xebatan pêþxistina kurdî ye. Li Baþûrê
Kurdistanê dibistan û zanîngehên ku bi Kurdî perwerde didin her ku
diçe dewlemend dibin. Ez derfetên li Baþûrê Kurdistanê weke
fersendekê mezin, a ji bo pêþxistina kurdî dibînim û dipejirînim.
Îro di cîhanê de jî bisedan zimanzanên kurd
hene û xebatên xwe ên hêja dimeþînin.
Lewre ez bihêvîyên mezin li paþeroja zimanê dayîka xwe dinêrim.
-
-
- Ahmet
DERE / 17.10.2009
-
-
-
-
-
|
|
|